Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Şerê Rûsîyayê-Tirkîyê di salên 1828-1829an da

Şerê Rûsîyayê-Tirkîyê di salên 1828-1829an da

Me di 16 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê em ji pirtûka P. Avêryanov du beşên pir balkêş raberî we dikin.

P.S. Wêne bergê wergera tirkî ya pirtûka P. Avêryanov e. Em hêvîdar in, ku emê rojekê bergê wergera kurdî ya pirtûka P. Averyanov jî bibînin. Ji ber ku min ew pirtûk bi daxweza Înstîtûta Kurdî a Parîsê wergerandîye kurdî, Înstîtûtê êdî ew daye weşanxaneyeke kurdî, ewê zûtirekê çap bike.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Helwêsta perçeyên Kurdistanê di hindava behsa derheqa destpêkirina şêr da

Şerên bi Farizistanê û Tirkîyê ra yên di salên 1804-1813 û 1806-1812a da hurmeta hukumeta Tirkîyê di nav binecîyên kurd yên Asîya Biçûk da êxistin. Di dema wan şeran da û piştî wan sereskerê Êrîvanê mecbûr bû bi zora çeka û cezakirinên bêwijdan va paşayên bi serî xwe bîne rayê. Ewî ferman da koka neferên mala paşayê Axalsîxê Selîm û xwedîyê Megîzberdê Kara begê bînin (birayê paşayê Qersê û merivekî xwedî qedir û hurmet bû di nav kurdên paşalixîya Qersê da), lê sala 1815a mecbûr bû bona cezakirinê bi desteyeke mezin bavêje ser paşayê Bayazîdê, lê temamîya gelê kurd, ewên ku xantîyên Êrîvanê û Naxçiwanê û herêma Xoyê da hêwirîbûn, piştgirîya paşayê xwe kirin û ewî 12 hezar siyarîyên kurd derxiste himberî wan. Seresker mecbûr ma ji paşalixîya Bayazîdê derkeve, bireve Erzurumê(1). Seresker Baba-paşa li ser riya xwe ya ji Axalsîxê berbi Bayazîdê, ku ser paşalixîya Qersê ra derba dibû, mal û milkên kurda talan kir û bi wê yekê va ew ceza kir(2).

Dema eskerên rûsa di şerê salên 26-27a da tam zora Farizistanê birin, ewê yekê tesîreke diha mezin li ser kurdên Kurdistana Farizistanê û Kurdistana Tirkîyê kir. Gelek kurdên Farizistanê ji mîrlaw Paskêvîç ra gotin, ku çi ji destê wan bê ew hazir in bi rûsa ra tevayî şerê tirka bikin. Wek mînak, sala 1828a serokê kurdên Salmasê Îbrahîm axa bi lava-dîleka hîvî dikir, ku destûrê bidin bi hemû kurdên xwe va cîguhastî li ser axa me bibin (bi ermenîyan ra tevayî), û hela ser da jî ew ardimî jî ne dixwestin, ku didane ermenîya. Hema xût ew Îbrahîm axa ew pêşnîyarên xwe berî şerê nû yê bi Tirkîyê ra dikir, ku zûtirekê gerekê destpê bûya(3). Berî wê, sala 1827a gelek kurdên Farizistanê bi van pêşnîyar û hîvîkirina va berbirî Grîboyêov dibûn, dema ku ew bi seredan hatibû dîwana Abbas Mîrze ya li Çorsê(4).

Piranîya kurdên Tirkîyê bang û gazîyên hukumeta tirka bendî tiştekî ne dihesibandin. Dema me sala 1828a îlan kir, ku em destbi şerê bi Tirkîyê ra dikin, mîrê Hekarîyê destxweda got, ku ew di wî şerî da nêytral e, qiralîyetên kurda yên Kurdistana Başûr jî tevî wî şerî ne bûn û tenê ew kurdên koçer, ku li bakûrê paşalixîyên Wanê, Mûşê û Erzurumê, senceqa Bayazîdê diman, ku eskerên tirka li wan dera pir bûn, mecbûr man xwe bidne alîyê tirka, lê serokên van eşîran jî, ku paşê wê bê ber çeva, lîstikên dualî dilîstin. Gênêral-çawîş Ûşakov di berhema xwe da(5) destnîşan dike, ku weke 11.330 malên kurda pişta Tirkîyê digirtin û ewana li van deran diman: li senceqa Bayazîdê 230 mal, li paşalixîya Wanê 6200 mal û li paşalixîya Mûşê 4500 mal. Em gerekê çend malên paşalixîya Qersê jî ser wan zêde bikin.

Ji nav kurdên paşalixîya Mûşê ji 2 hezar mala zêdetir, ku ji eşîra Zîlan bûn, di şerê salên 26-27a da tam piştgirîya serdarên Êrîvanê dikirin, û piranîya wan piştî şêr ji xantîya Êrîvanê derketin, çûne Rûsîyayê û piştgirîya me kirin.

Pêwendîyên me bi wan kurdên herêma Êrîvanê ra, ku li wir mabûn, ne gelekî baş bûn. Bi saya serê xweserîtîyên metranê ermanîya Nêrsês, ku serokê herêma Êrîvanê, gênêral-milazim Krasovskî ber emelên wî yên hindava kurda da çevê xwe digirtin, usa kir, ku ew bi destî zorê bikevine bin hukumê ermenîya, kêrî wan bên û ew derdixistine himberî musulmana. Musulmana, di nav wan da kurda jî, îdî heyfa xwe pê dianîn, ku berê bi aminayî qulixî serdarên Êrîvanê kirine(6).

  1.  Nama gênêral-çawîş Rtîşçêv ji bo şêwrdarê xewle (surî) Vêydêmêyêr, ya 10ê îlonê sala 1815a, hejmar 133 (Rûpel 834, ya cilda 5a ya Aktî arxêografîçêskoy komîssîî).
  2.  Nama gênêral-çawîş Rtîşçêv ji bo mîrlaw Gûrîêlî, ya 27ê tîrmehê sala 1815a, hejmar 110 (Rûpel 511, ya cilda 5a ya Aktî arxêografîçêskoy komîssîî).
  3.  Hesabdayîna serhing Lazarêv ji bo mîrlaw Paskêvîç, ya 27ê gulanê sala 1828a, ji Xoyê, hejmar 404 (Rûpel 629, ya cilda 7a ya Aktî arxêografîçêskoy komîssîî).

Îbrahîm axa him hedya sitend, him jî bersîveke neyînî sitend derheqa mihacirbûnê da, ji ber ku mîrlaw Paskêvîç ne dixwest di şerê bi Tirkîyê ra pêwendîyên xwe bi Farizistanê ra xirab bike.

  1.  Nama şêwrmendê Grîboyêdov ji bo mîrlaw Paskêvîç, ya tîrmeha sala 1827a (Rûpel 559, ya cilda 7a ya Aktî arxêografîçêskoy komîssîî).

Besta Çorsê, 49 kîlomêtra dûrî çemê Erez (ji Abbas-abadê), rex Karazîadînê; dîwana Abbas Mîrze li vir bû û Grîboyêdov bi sipartina Paskêvîç hatibû vira. Kurd hîvî ji Grîboyêdov kiribûn, ku hukumeta rûsa bi peymana Hesen xan ra qayîl bibe, ku soz dida, ku eger ew daxaza wan pêk bê, ewê bi lez ji Pişkavkazê derên.

  1.  Ûşakov. Îstorîya voênnîx dêystvîy v Azîatskoy Tûrsîî v 1828-1829 godax. (Dîroka emelên şêr li Tirkjîya Asîyayê, di salên 1828-1829a da).
  2.  Nama mîrlaw Paskêvîç ji bo serokê Barêgeha sereke ya 2ê nîsanê sala 1828a, hejmar 51 (Rûpel 488, ya cilda 7a ya Aktî arxêografîçêskoy komîssîî).

Wek mînak, li her dera karmendên ermenîya zor li musulmana dikirin; wana ji ermenîya bac berev ne dikirin û ew kar tenê li ser mehmedîyan dima. Ji kurdên Ermenîstanê, ku bi jimara xwe va ne pir bûn, ji 7ê çirîya paşin heta 15ê adarê weke 800 hezar rûbl wek bac berev kirin, lê ermenîya tu rûblek jî ne didan. Çi nerazîbûn û bîntengî di nav ermenîya û mehmedîyan da hebûya, ji bo kara ermenîya dihate safîkirinê. Di wî karî da sûcê herî mezin yê metran (keşa) Nêrsêsê ermenî bû.

Pêwendîyên me bi kurdan ra û karên me yên dijî wan di sala 1828a da

Hela di sibata sala 1828a da, dema mîrlaw Paskêvîç li Tewrêzê bû, Balûl paşayê Bayazîdê, ku bi esilê xwe va kurd bû, texmîn dikir, ku nikare himberî eskerên me ber xwe bide û di hêlekê da jî ser va diçû, ku Rûsîya wê pêwendîyên xwe bi Tirkîyê ra qut bike, hewl dida çara serê xwe bibîne û ji bo wê yekê bi bahaneyên cûre-cûre karmendên xwe dişandine bal serekqumandarê me. Piştî mehekê ew berbirî metranê ermenîya Nêrsês bû, ku li Êçmîazînê dima û hîvî jê kir, ku ew alî wî bike bi Paskêvîç ra bikeve nava pêwendîya, lê Nêrsês bi serî xwe bersîv da Balûl paşa, ku xudêgiravî hela dema wê yekê ne hatîye û daxaza wî ne gîhande mîrlaw Paskêvîç. Di nîveka meha hezîranê da Balûl paşa bi wê hîvîkirinê ji van gênêralan ra name şand: ji Pankratov ra, ku li herêma Ûrmîyê bû, û ji mîrlaw Çavçavadzê ra, ku li herêma Êrîvanê da desteya eskerîyê amade kiribû. Herdu gênêral jî hîvî ji Paskêvîç kirin, ku guh bide ser pêşnîyarên Balûl paşa, lê serekqumandar bi a wan ne kir, ji ber ku li ser wê bawerîyê bû, ku hela zû ye û tiştekî zêde ye, ku ji Êrîvanê karê dijî tirka bikin. Em wê jî bêjin, ku qedirê Balûl paşa di nav kurdên senceqa Êrîvanê û di nav wan eşîrên koçer da pir bû, yên ku di navbera Alla-daxê û gola Wanê da hêwirîbûn, ji ber wê jî alîkarîya wî wê gelekî bi kêrî me bihata.

Dema me destbi kampanîya sala 28a kir, me hela tivdîra xwe ya şêr baş ne dîtibû, ji ber ku eskerên me hela teze ji Farizistanê vegerîyabûn(1), ji dest şerê du sala yê dijî Farizistanê gelekî westîyabûn û gelek şehîd dabûn, piranîya hespên wan banz dabûn (miribûn); transporta me jî hema bêje ne mabû û hûrxweş bûbû. Ji ber wê jî mîrlaw Paskêvîç karê sereke ew yek hesab dikir, ku herêma Êrîvanê, ku careke din ketibû destê wan, ji dijmin û neyara biparêzin û binecîyên wira aş bikin, ku hindava rûsa da ne gelekî amin bûn û di hêlekê da jî biryar kiribû temamîya zorayî û hêza xwe berevî ser hev bike, ku ji alîyê Qersê û Axalsîxê da derba xedar bigihîne tirka û eger di wî şerî da bi ser ketana, ango Qers û Axalsîxe hildane, riya wan ya berbi Erzurumê vedibû.

Bona parastina herêma Êrîvanê gênêral-çawîş Çavçavadzê hate kivşkirinê wek serokê alayê, ku tê da 3 û nîv bêlûk, taxbûreke ji kazaka û 8 topavêj hebûn. Desteya gênêral-çawîş Pankratovîç jî nêzîkî Êrîvanê bû (6 bêlûk, 2 taxbûrên kazaka û 1 û nîv desteya topavêja). Eskerên me herêmên Ûrmîyê û Xoyê wek girav (amanet) di dest xwe da xwey dikirin û ew desteya me wê ewqas wext wira bima, heta Farizistan heqê me bida bona pişt ra me ew herêm li wan vegeranda. Bi plana mîrlaw Paskêvîç, desteya Çavçavadzê gerekê bê ferman ji sînor derbaz ne bûya û ji ber ku ewê desteyê rind tivdîra xwe ne dîtibû, piranîya wê li wî berê çemê Erez mabû.

Tirk ne hîvîyê bûn, ku emê ji Êrîvanê êrîş bibine ser wan, ji ber wê jî temamîya hêza xwe berevî der-dorê Qersê kiribûn, sipartibûne paşayên Bayazîdê û Wanê, ku şervanên kurd berev bikin û bi wan ra tevayî êrîş bibine ser herêma Êrîvanê. Lê Balûl paşayê Bayazîdê demeke dirêj xwe bêdeng kir û tu tişt ne kir; lê kurd bi xwe, ku li hîvîyê bûn, ku eskerên me wê zûtirekê êrîş bikin, ew bêdengî bi sistîya me va girê didan, û hazir dibûn di dema destpêkirina şêr da derbazî li der erdê me bin û karê talana bikin. Îdî di dawîya meha tîrmehê da gelek kurd kom bi kom him ketine herêma Êrîvanê, him jî herêma Xoyê.

Ji bo nimûne: 1. Di dawîya meha hezîranê da 400 siyarîyên kurda ketine gundê Axûrê (nêzîkî Araratê) û gund kaf-kûn kirin; 2. 13ê tîrmehê komeke kurda êrîş bire ser kanên xuyê yên nêzîkî gundê Qulpê. Bêlûka me ya ji Stavropolê di pevçûnên bi kurda ra zora wan bir jî, lê kurda hemû dewarên me birin (sê hezar serî dewar). 3. Du hezar kurd, ku Kefer-xan serokatî li wan dikir, gihîştine 800 siyarîyên tirka û 20ê tîrmehê nişkêva avîtine ser dîwanxana alaya kazakên Donê, ku li gundê Mastarayê da bû û tenê piştî wê yekê, ku du taxbûrên Sêvastopolê hatine hewara kazaka, me zora kurda bir, lê dîsa jî kurda 100 serî dewar û 22 binecîyên wira bi xwe ra birin; 4. Di destpêka tîrmehê da paşayê Wanê bi xwe hewl da bi êrîşa nêzîkî herêma Xoyê bibe, lê pareke hêzên gênêral-çawîş Pankratêv bela wan dayê. Piştî wê paşayê bizdîyayî ji tirsa xwe li kela Wanê veşart. 5. Di dawîya tîrmehê da 100 kurd ji çiya daketine besta Salmasê, gundê Maxlemê talan kirin û hemû dewarên gundîya bi xwe ra birin, lê taxbûra me ya alaya Kabardînê da dû wan, mal û milkên bi xwe ra birî ji dest wan girtin. 6. 5ê tebaxê 200 siyarîyên kurd yên Wanê ketine gundê Kurkendê, ku nêzîkî Xoyê ye, gelek dewar bi xwe ra birin, lê eskerên me dane dû wan jî.

Piştî van bûyera Balûl paşayê Bayazîdê, ku berê usa bi kel û ced ber me pêşnîyar dikir, ku bi tevayî derkevine dijî tirka, fikra xwe guhast û wek berê bi hukumeta Tirkîyê ra amin ma. Di nîvê tîrmehê da ewî elamî mîrlaw Çavçavadzê kir, ku ewî bi awakî berk biryar kirîye Bayazîdê biparêze. Lê ji dest belabûna nexweşîya jihevhildanê em mecbûr bûn pêwendîyên xwe bi Balûl paşa û binecîyên Bayazîdê ra heta dawîya meha tebaxê qut bikin.

Di dawîya meha tebaxê da, piştî ku Qers û Axalsîxe hatine zevtkirinê, 2 bêlûk û 4 topavêj jî kirine nava alaya Êrîvanê, ku ji desteya gênêral-çawîş Pankratêv şandibûne wira, û emirî ser wan kirin, ku êrîş bikin û Bayazîdê bixine bin destê xwe, piranî jî ji bo wê, ku li wira gelek zexîra xurek hebû.

27ê tebaxê desteya mîrlaw Çavçavadzê (du û nîv bêlûk, 200 kazak, 400 mîlîs, 6 top) gihîşte rex Bayazîdê û li wir 1300 siyarîyên kurd derketine pêşîya wan. Pareke wan piştî pevçûneke ne mezin ji dest agirê topavêja berbi bajêr revîyan, lê para din bi zordayîna kazakên me Bayazîd hîştin, pêşîyê berê xwe dane çiyê, lê paşê bi şiverêyan paşda vegerîyane bajêr. Desteya mîrlaw Çavçavadzê li gundê Zangêzorê hêwirî, ku 3 kîlomêtra dûrî Bayazîdê bû. 28ê tebaxê Balûl paşa pêşnîyar kir Bayazîdê ji dest xwe berdin, û ew jî ji bo parastina şexsê xwe û milkê xwe dikir (bin destê wî da weke hezar eskerên peya û çend hezar siyarîyên kurd hebûn) û yek jî ji bo destê xwe nedine kela wî. Çavçavadzê razî bû û ji bo teslîmbûnê dem kivş kir – heta nîvro, lê dema ku behs gihîşte wî, ku 2 hezar kurd bi riya Wanê ra berbi me tên bona Bayazîdê ji dest xwe va bernedin, desteya me destxweda girên berbi başûrê bajêr zevt kirin û ava Bayazîdê da birînê, lê bi zanebûn riya Makûyê aza hîşt bona alaya Bayazîdê dema pêwîst bibe, bikaribe ji wir derê. Zûtirekê siyarîyên kurd, ku dilezandin bêne hewara kurdên xwe, ji dûr va xuya bûn, lê turuş ne kirin êrîşî me bikin û paşda vekişîyan. Pişt ra alaya Bayazîdê xwe li riya revê girt, da ser riya Makûyê û nîvro, seheta yekê me Bayazîd bê şer hilda, lê Balûl paşa dîl hate girtinê. Bi vî awayî, kurdên Bayazîdê bi jimara xwe va (bi wan kurdan ra tevayî, ku ji Wanê hatibûne hewara kurdên wira) 2,5-3 cara ser me ra bûn jî, lê turuş (cesaret) ne kirin şerê me bikin.

Ji 29ê tebaxê heta 8ê îlonê desteya Êrîvanê li Bayazîdê ma, karê parastina kelayê, berevkirin û parevekirina zexîrên xurek va mijûl dibû û her tişt dikir, ku nehêle nexweşîya tayê, ku li wan der-dora bela bûbû, derbazî Bayazîdê bibe.

8ê îlonê Hesen axa – serekê 300 malên kurdên êzdî, hate Bayazîdê û destûr xwest bona derbazî zozanên xwe yên berê bibe, ku li senceqa Bayazîdê da bûn, ku dema alaya Êrîvanê êrîş anîbû ser Bayazîdê, ew ji wir derketibûn. Gênêral-çawîş Ûşakov di nav berhema xwe da(2) ev aminaya kurdên êzdî ya hindava me da û ew yek, ku ew tevî parastina Bayazîdê ne bûn, bi hukumê bangawazîyên mîrlaw Paskêvîç va dide girêdanê(3), ku ewî dema derbazbûna me ya ji sînor di nav hemû koçerên kurda da dabû belakirinê. Lê wek xuya ye, sebebê sereke ew bû, ku dînê êzdîya ji dînê kurdên mayîn cuda bû. Hesen axa wek nîşana aminayê, 100 siyarîyên xwe kire nava alaya me. Lê kurdên mayîn hela fikra xwe derheqa ewê bangawazîyê da eşkere ne kiribûn.

Dema mîrlaw Çavçavadzê pê hesiya, ku alaya tirka (ji 500 eskerên peya zêdetir), ku ji Erzurumê hatibû û kela Toprax Kelê zevt kiribû, du taxbûrên xwe li Bayazîdê hîşt û bi eskerên mayîn va di nav du roja da 90 kîlomêtra derbaz bû û 12ê tebaxê kela zevt kir. Di pevçûnên rex Toprax-Kelê da û di dema me rojtira dinê da dû Nahî-xan, yê ku bi tirkên qerepapax û kurda va tevayî gundê ermenîya yê Çîlkanê talan kiribûn, cara pêşin di nav eskerên me da kurdên Hesen axa jî hebûn, ku dijî hemwelatîyên xwe – kurda – şer dikirin û bi mêranîyê xwe va jî berbiçev diketin(4).

Desteya Êrîvanê du bêlûkên xwe li Toprax Kelê hîştin û vegerîya Bayazîdê û heta 20ê îlonê li wir bê kar ma.

Ji bo tesîrê li kurda bikin û wana mecbûr bikin daxazên xwe eşkere bikin û bawerîyên xwe derheqa bangawazîyên mîrlaw Paskêvîç da bêjin, û herweha ji bo berevkirina zexîra wî nanê pir, ku piştî derketina binecîya li wan dera maye, 20ê îlonê taxbûra serhing Basov şandine wargê Kiliç-gêdûkê, ku li paşalixîya Mûşê da ne û rex gundê Sofîkendê ye (7 bêlûk, 3 topavêj û 200 kazak).

20ê îlonê serhing Basov gundê Sofîkendê zevt kir û ji wira bi rêberîya 3 bêlûka û topavêjekê 522 çewal nan şand. Gava kurdên koçer derheqa wê yekê da pê hesîyan, bi 3 hezar siyarîyan va êrîş birine ser kampa me ya li Sofîkendê, lê me zora wana bir û ew bi zirareke mezin paşda vekişîyan. 21ê îlonê wana careke din êrîşî li ser me kirin û me dîsa zora wan bir, û pişt ra wana çar kîlomêtra dûrî Sofîkendê xwe li ser rê telandibûn û hîvîya esker û transporta me bûn, ku gerekê ji wan dera ra bi nan derbaz bûbûna. Lê eskerên me bi serokatîya serhing Basov ji piştê êrîşî ser wan kirin û mecbûr kirin xwe li riya revê bigrin, berbi çiya bilivin. Basov ji kampê hatibû hewara hevalên xwe. Kurda dîtibûn, ku ew ji Sofîkendê derketîye, ketine gund û ew zevt kirin. Lê desteya serhing Basov careke din vegerîya gund û ew ji wir dane raqetandinê. 23ê îlonê desteya serhing Basov 586 çewal nan hilda û berê xwe da Toprax Kelê.

27ê îlonê 300 siyarîyên kurd (ji koçerên rex Qaqizmanê) êrîş birine li ser gundîyên Toprax Kelê û dewarên wan birin, lê serhing Basov xwe bi wan ra gîhand, bi bêlûkeke xwe û bi 100 kazaka va zora wan bir û dewarên gundîya li wan vegerandin.

Bi zevtkirina Bayazîdê û Toprax Kelê ra senceqên Bayazîdê û Eleşgirê jî ketine destê me. Di wan deman da gelek zexîrên nan ketine destê me. Hêza me pir tesîr li ser wan kurdan kir, ku ji êrîşa me warguhêzî Alla-daxê bûbûn. Serketina serhing Basov kurdên Kiliç-gêdûkê çevtirsandî kirin, ji ber ku wana texmîn dikir, ku rûs wê nehêlin ew li warên xwe da rehet bijîn. Ji ber wê jî kurd îdî bi ciddî berbirî bangawazîyên serekqumandarê rûsa dibûn û ji ber wê jî wana qasidên xwe dişandin bal rûsa û hîvî ji wan dikirin, ku destûrê bidin ew derbazî zozanê xwe yên berê bibin, ku nêzîkî sînorên me bûn. Herêma Êrîvanê îdî tam ji destdirêjayên kurda hatibû parastinê.

Ji alîyê me da zevtkirina paşalixîya Bayazîdê û êrîşa me ya serketî li ser Kiliç-gêdûkê Galîb paşa (seresker û hukumdarê temamîya Anatolîyayê û Ermenîstanê) pir tirsandin û dema ew pê hesîya, ku serhing Basov paşda vekişîyaye berbi Dîadînê, ji Delî-babê desteyek (4 hezar esker û 5 top) şand bona zevtkirina Toprax-Kelê, ku tenê du bêlûkên me ew diparastin. Lê dema kurd pê hesîyan, ku mîrlaw Çavçavadzê bi desteya Êrîvanê ji Bayazîdê berbi Toprax Kelê tê, turuş ne kir here pêşîya wan, û ji Delî-babê berê xwe da paşalixîya Mûşê. Pişt ra mîrlaw Çavçavadzê desteya Toprax Kelê bi bêlûkekê va diha bi hêz kir, berê xwe da paşalixîya Mûşê bona êrîşî li ser alaya tirka bike, ku ji şêr xwe ta dabû, û nehêle ku ew zorê li kurda bike, ji ber ku kurda soz dabû, ku wê alî me bikin û wê ji bo me nan û xurek peyda bikin.

Rê û dirbên berbi Patnosê. Desteya Êrîvanê ji riya Melazgirê bigre, were derê heta Xamûrê êrîş dikir û li ser riya xwe ew hemû nan û xurek berev dikir, ku kurda hîştibûn û revîbûne Melazgirê. Desteya Êrîvanê 15ê çirîya paşin îdî nêzîkî Patnosê bûbû. 400 malên kurdên koçer, ku bi Yûsif beg, birayê Balûl paşayê Bayazîdê ra tevayî li vir bûn, çar seheta berî hatina desteya me berê xwe dabûne Melazgirê. Polîsên ermenîya û tetera, ku şandibûn bona bi dû wan kevin, 50 mal bi mal û milkên wan dîl girtin, ji wana 58 mêrên, ku destê wan çek digirt, me bi xwe ra bir, lê yên mayîn aza hatine berdanê. Rojtira dinê desteya me 15 kîlomêtr jî berbi Melazgirê va çû, û di rê da li çend ciya rastî astengên biçûk hatin, ku danîbûne ser rê bona pêşî li me bigrin.

17ê çirîya paşin dema behs gihîşte mîrlaw Çavçavadzê, ku alaya tirka bi riya Melazgirê berbi me tê, ewî 5 bêlûk bi 4 topa va li wira hîştin bona parastina kampê (meqerê) û xurek û bi 4 bêlûka, 120 kazaka, 4 topavêja û 200 mîlîsên ermenîya-tetera va çû pêşîya wan.

Dema mîrlaw Çavçavadzê 10 kîlomêtra dûrî Patnosê ketibû, rastî 4 hezar eskerên tirka û 2 hezar eskerên kurda hat û ji ber ku bi qewata xwe ne bawer bû, ji ber ku jimara dijmin 7 cara ser jimara eskerên me ra bû, bi hêvîya ku dijmin wê bide dû wan, ewî biryar kir paşda vekişe berbi Patnosê, ji ber ku eskerên me yên wira dikaribûn bihatana hewarê. Mîrlaw Çavçavadzê çend gulle berî wan da û destpê kir ji wan dera vekişîya. Wî çaxî kurda destpê kir ji her alîya zor li desteya me kirin, lê ji agirê topên me zirareke mezin dîtin. Di nav sê sehetên paşdavekişîna me da sawa kurda kete ser mîlîsên me yên ermenîya-tetera û ewê yekê tenê ziyan dida me û kazak bi tenê jî nikaribûn di şerê bi kurda ra ber xwe bidana. Dawî kurda ra li hev hat dor li me bigrin û pişt ra jî wana êrîşî ser kampa me ya li Patnosê kirin, lê eskerên me, ku li vira mabûn, zora wan birin. Piştî wê ewana berbi gundê Grakomê livîyan, lê mîrlaw Çavçavadzê, ku ne dixwest kurd nêzîkî kampa me tebîyên xwe mehkem bikin, eşaret da wan û pişt ra jî bi du bêlûkan gundê Grakomê zevt kir.

Di wan pevçûna da 27 eskerên me şehîd bûn û birîndar bûn, lê ji kurda 250 kes hatine kuştinê. Di vî şerî da Emîn paşayê ji Mûşê serokatî li desteya tirka dikir, lê Ebdul Riza begê birayê Balûl paşayê Bayazîdê û serekê eşîra kurda ya Zîlan Huseyn axa jî serokatî li desteya kurda dikirin.

18ê çirîya paşin dijmina 6 kîlomêtra dûrî me, rex gundê Kizil-Kayê konên xwe vedan û pişt ra destbi êrîşê kirin. Mîrlaw Çavçavadzê, ku hewl dida kurda bixalifîne, pêşî usa da xuyakirin, ku rû bi rû şerê hevdu dikin, lê bi awakî surî jî tîravêjên siyarî ser wan da şand. Kurda xwe şaş kirin, dane dû wan, lê eskerên me, ku berî wê tevî şêr ne dibûn û xwe veşartibûn bona nişkêva êrîş bikin, bi wan va derketin û gulle ser wan da barandin. Kurda gelek şehîd dan û paşda revîn.

19ê çirîya pêşin dijminên me pênc cara êrîş anîne ser me, lê me her pênc cara jî zora wan bir û neyarên me paşda vekişîyane berbi tebîyên xwe yên li rex gundê Kizil-Kayê. Heta 24ê çirîya pêşin ew li wir bê deng man. Di şerên 18 û 19ê çirîya paşin da jimara kuştî û birîndarên me 97 merî bû, lê yên neyarên me – 600 merî bû.

24ê çirîya pêşin, dema ji Êrîvanê desteyek jî hate hewara eskerên me, mîrlaw Çavçavadzê li rex gundê Kizil Kayê êrîş bire ser neyara, ew hincirandin û heta ser riya Melazgirê da dû wan. Dema mîrlaw Çavçavadzê pê hesîya, ku ji Wanê û Erzurumê gelek esker têne hewara wan, ji 28ê çirîya pêşin destpê kir berbi Toprax Kelê paşda vekişîya û hemû zexîrên nan bi xwe ra bir. Paşdavekişandin bi pir zehmetiyan va girêdayî bû, ji ber ku rê xirabe bûn, şilî-şilopeyê li ser riya gelek çal û kort çê kiribûn. Lê desteya me (4 bêlûk bi 4 topavêja va) ber êrîşên 4 hezar eskerên neyarên me bi mêranî ber xwe da û rex gundê Suleyman-Kumbetê (19 kîlomêtra dûrî Patnosê) derba xedar gîhande wan. Piştî wê yekê neyarên me îdî hew êrîşî me kirin.

Zivistana bi sur û serma ser me da hat û em mecbûr man şer betal bikin. Desteya Êrîvanê, ku bi pareke desteya gênêral-çawîş Pankratêv va hatibû xurtkirinê, piştî ku Qerekilîse, Toprax Kela, Bayazîd û Dîadîn zevt kiribû, biryar kir zivistana xwe li sencaqên Bayazîdê û Eleşgirê derbaz bike. Hemû kurd çûne malên xwe, lê eskerên ordîya tirka tivdîra xwe dîtin, ku zivistana xwe li senceqa Passînê derbaz bikin.

  1.  Eskerên me 24ê sibatê destpê kirin paşda vekişîyan, lê şerê dijî tirka di nîveka hezîranê da destpê bû.
  2.  Ûşakov. Dîroka şerên li Tirkîya Asîyayê di salên 1828-1829a da.
  3. Binhêre serdazêdekirina 2a. “Bangawazîyên ji bo mentîqên Tirkîyê”, ji destnivîsên Korpûsa Kavkazê, ya Barêgeha sereke, hejmar 23 (Ji arşîva Barêgeha eskerî ya herêma Kavkazê).

Not. Wek xuya ye ev bangawazîya ji binecîyên Tirkîyê ra hatîye şandin, ketîye destê kurda jî. Di arşîva barêgeha herêmî da me tenê îzbatîyek dît, ku hatîye binavkirinê wek “Bangawazî ji bo binecîyên mentîqên Tirkîyê” û di wê da nimûneyên ewê bangawazîyê yên bi zimanên tirkî û rûsî hebûn. Usa xuya ye, ku hema xût ew bangawazî ji her dera ra hatîye şandin û ji bo kurda bangawazîyên taybetî nehatine amadekirin û şandin.

  1.  Di nama mîrlaw Çavçavadzê da, ku ewî ji Paskêvîç ra şandîye, ya 15ê îlonê sala 1828a, hejmara 1030 da tê gotinê: “Kurdên Hesen axa bi her awayî dixwezin aminaya xwe dîyar bikin. Ewana li her dera berî gişka dikevine nava şêr…”. (Arşîva Barêgeha eskerî ya herêma Kavkazê. Nivîsa derheqa şerê li paşalixîya Bayazîdê û derheqa pêşdaçûyîna eskerên me da, ku li wir bûn; Para 2a ya Barêgeha sereke, hejmar 102).

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev