Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Civîna KURMANCÎyê ya 57an

Civîna KURMANCÎyê ya 57an

Renas Awdal

Civîna Kurmancîyê ya 57an di navbera rojên 12 meha Çileyê pêşîn heta 19 Çileyê pêşîn de li Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê tê li darxistin. Beşdarên di vê civînê de ev kes in: Mustafa Aydogan (Mêrdîn), Têmûrê Xelîl (Rewan), Reşo Zîlan (Agirî), Ziya Avci (Wan), Newzad Hirorî (Dihok), Rênas Awdal (Zaxo), Mehmûd Lewendî (Qerejdax), Emîn Newrozî (Batman), Lezgînê Çalî (Barzan), Zinar Soran (Dêrik).

Kurmancî, rojnameya taybetî ya Enstîtuya kurdî ya Parîsê, li ser pirsên zaraveyê kurmancî kar dike.

”Kurmancî” zaravayê piraniya Kurdên Kurdistanê û yên dervayî welêt e. Ji Çiyayê Kurmancan li ser kendava Îskenderûnê ta cemaetên kurd ên Xorasana Îranê, Qazaxistanê, Turkmenistanê û Qafqasyayê, li Kurdistana Tirkiyê û Sûriye, li navçeyên bakur ên Kurdistana Îran û Iraqê tê peyivîn.

Wekî piranîya zimanên dunyayê di kurmancî de jî gelek devok hene. Her devokek ji ya din cihê ye û taybetmendîyên xwe hene. Ew li gor jiyana civakî ya xelkê li dever û navçeyên xwe tên cihê kirin. Lê di eynî wextî de girêdan bi zimanên cîran re heye. Lê herçend ku kurmancî di xwendingehan de jî nayê xwandin û kurmanc dikarin bê problem (asteng) ji hevûdu tê bigehin. Birêz Kendal Nezan di pêşgotina xwe ya hejmar 1-40 ji Kurmancîyê ku hatîye weşandin weke pirtûk dibêje: ”Ev bi xwe, li gora hin zimannasan, «mûcîze» ye: çawa zimanekî bê dewlet, bê xwendegeh û bê medya karibûye di hoyên siyasî yên pirr dijwar de xwe ewqas biparêze?”

Kar û xebata Kurmancîyê li ser van mijaran e: berhevkirina devokan, zelalkirina bingehên rastnivîsîna ziman, çêkirin û sazkirina peyvên nû û ya ji hemîyê giringtir jî pêşîgirtina lawazbûn û wundabûna kurmancîyê ye. Kurmancî ji komek/grupek zimanewan û zimanzan û roşinbîrên kurd ji deverên cihê yê Kurdistanê û dervayî welêt pêk tê. Piranîya wan ji ber gelek egeran/sedeman ji derveyî Kurdistanê jîyana xwe derbaz dikin. Gelek ji wan li Swêdê rûdinin.

Heta niha 56 hejmarên Kurmancîyê hatine weşandin. Hejmar 1-40 wek pirtûk hatîye weşandin. Hejmara yekem û duyem di sala 1987:an li Barselona, paytexa Katalonya bi alîkarîya hikûmeta Katalonyayê çêbû. Civîn her şeş mehan carekê çê dibe. Li gor şîyanên abûrî carek li Swêd û carek li welatek din tê çêkirin. Lê mixabin van çend carên dawîyê ji ber qeyrana abûrî hemû civîn di salê de li Swêd hatin li darxistin. Lê cardin jî koma Kurmancîyê bi hîvî ye ku bi her awayî karê xwe bidomîne.
Têma vê civînê liser van babetên xwarê gengeşe tê kirin:

Babetên ku dom dikin

  • Ji ferhenga Birîfkanî
  • Peyvên kêmnas/nenas
  • Devoka Berrîyê

Babetên nu:

  1. termînolojîya pizîşkî
  2. devoka Zaxoyê – di rêzman û ferhengoka Paul Beidarî de
  3. ji romana Kurdê Rêwî
  4. ferhengoka Jaba ya Rewendan

Civîn di roja 19 çileyê pêşîn de dawî pê tê û ked û berhema vê xebatê di hejmara 57:an ya rojnameya “Kurmancî”yê de tê weşandin. Çaverê bin!

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev