Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Nivîskarekî nefsbiçûk, edebeke mezin: Çiya Mazî

Nivîskarekî nefsbiçûk, edebeke mezin: Çiya Mazî

Salihê Kevirbirî

Gelek caran tê gotin. Salên 1990’î bi xwe re nifşekî nû afirand.

Nifşekî kurdînûs ku rabûn û rûniştina wan bi kurmancî, afirandina wan bi kurmancî, teşegirtin ango dirûvgirtina wan bi kurmancî…

Çiya Mazî yek ji wan kesan e ku di warê edeba kurmancî de mohra xwe li bin 20 salên rabirdû xistiye… Nivîskarê dabaşa mijarê, yek ji hîmdarên kurdiya bakur ê serkeftî ye.

Çiya Mazî nezîkî bîst salan bi kurmancî dinivîse. Wekî kesekî ku wî ji nêz ve dişopînim, dikarim bi hêsanî bibêjim ku mirov dikare helwesta niviskariya wî û tevgerên wî yên ehlaqî, ji bo xemxurên kurdî-kurmancî, wekî nexşeyeke moralê destnîşan bike. Nivîskarê me bi berhem û rêbazên nîviskariya xwe, di lîteratura kurmancî de “metaforek” e.

Çiya Mazî nivîskariya xwe li ser zargotina kurdî diafirine, dixemilîne û dikemilîne. Ew zarbêjekî kemilî ye. Bi reng û şêwazeke nûjen, di berhemên wî de, malzemeyên folklorî yên xweser, bi awayeke zelal û berbiçav xwe didin der. Ji ber ku berhemên wî, li ser bingeh û hîmên zargotin û edebiyata bi zar şax vedidin; gelek xurt, têrtije û resen in. Xerab nebûne, ji peyv û gotinên çêkirî û “qelb” dûr in.

Çiya Mazî berhevkarekî jêhatî ye. Bi tena serê xwe, bi salan, bi xebata xwe ya kesane, -bêyî ku yarmetî û alîkariyekê ji sazî û dezgehekê wergire – nêçîrvaniya peyv, biwêj û zargotina bav û bapîran dike. Ev yek ji helwestên wî yên sereke ye. Berhevkarî û zargotinnasiya wî, ji bo nasnameya kurdî/kurmancî mînakeke qedirbilind, bêhempa û şayanê pesindanê ye.

Haya min ji pêvajoya çapkirina kurteçîrokên wî heye. Çîrok; bi navê “Mitsek Jiyan Dixwazim” hatibû ber destê weşanxaneyê. Paşê bi navê “Mitsek Jiyan” ji nav weşanên Sî yê ronkahiyê dît. Ez bixwe wê demê ji 5-6 weşanên Weşanên Sî’yê pir kêfxweş bibûm ku yek ji wan “Mistek Jiyan” a Çiya Mazî bû. Helbet, cara yekê berhemên gelek kurdînûsan, ji Weşanxaneya Sî’yê derketin. Bo nimûne, Şagirtên Evînê’ya Berken Bereh, Ratîka’ya Cîhan Roj, Êşbazî’ya Yaqob Tilermenî, Dilşa’ya Felat Dilgeş…

Her wiha berhemên Dîlawer Zeraq, Sedat Yurtdaş, Serkeft Botan, Fewzî Bîlge, Hesen Îrandost, Sîrwan Rehîm û gelek navên din ji heman weşanxaneyê derketin. Lewre jî bi vê helkeftê, spasiyên xwe yên taybet bo kekê hêja Muslum Yucel dikim. Helbet hevalê min ê ezîz Huseyîn Gunduz, kevneşopiya riya heman weşangeriyê berdewam kir û hê jî bi qasî ji destan tê, hewl û xebata xurtkirina weşan û edeba kurdî dide…

Dîsa vegerim ser berhema “Mistek Jiyan” ê… Di berhema nivîskêr de, leheng bi xwendevanan nas û dost in. Axaftinên wan, mijarên ku pê daketine û derûniya wan, di kitêbê de teşe û dirûveke zindî derdixe holê û meyl û bala xwendevanan dide ser xwe…

Zimanê Çiya Mazî, ji ber ku xwe dispêre zargotina kurdî herikbar e. Ji ber vê yekê xwendina berhemên wî, xwendevan aciz nake, berevajî çêj û tehmeke xweş li kesê xwîner peyda dike… Ev xislet nabe xislet û para her nivîskarî…

Ziman û şêwaza wî bi nav demê re, bi her berhema wî, mirov dibîne ku Çiya Mazî, yek ji wan kesan e ku nivîskariya xwe bi pêş dixe, teknîkên nû diceribîne. Dîsa jî ew bi gelek tiştan nerazî ye û bi edebeke pak dixwaze berhemên nû biafirine.

Nefsbiçûk e Çiya Mazî. Mina gelekan bi çavê mezin li xwe nanêre, xwe napesinînê. Lê ew mezin e û şayanê pesindanê ye.

Gotina dawî;

Çiya Mazî gelek derfet û delîve dispêre me. Ji ber ku ew bi gelek şêwazên edeba kurdî berhemên xwe diafirîne. Heger wî bes kurteçîrok binivîsanda, bes wê ji hêla hezkiriyên kurteçîrokan ve bihata şopandin û xwendin. Lê ew helbestan pêşkêşî me dike û me di nava diyarê zargotina kurmancî de digerîne, dike mêvanê dengbêj, çîrokbêj û goyendeyên çanda qedîm…

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev