Hevpeyvîn bi rojnamevanê xelatgir, Daxil Şemo re

Hevpeyvîn bi rojnamevanê xelatgir, Daxil Şemo re
Ji alê çepê; Tosinê Reşîd, karmendê beşa kurdî, ya ‘Dengê Amêrîka’, Xelef Zîbarî û xelatgir Daxil Şemo. Nîsan, 2009, Waşîngtin.

Van demên dawî, Desteya Çevdêra, ya dezgehên ragîhandina Amêrîkî, ku hukumata DAY bi rê ve dibe, ji bo pêkanîna armancên Dengê Amêrîka û BBG Desteya Fermandarên Ragîhandinê li Amêrîka, rojnamevanê kurd, Daxilê Şemo, bi mêdala zêr xelat kir.

Em ji navê desteya nivîskarên malpera www.riataza.com , hogirê xwe, yê hêja, ji bo vê xelata giranbaha pîroz dikin û ji wî re serkevtinên nû dixwezin.

Em ê usan jî vê îmkanê bi kar bînin, ji bo xwendevanên me ji nêzîk ve rojnamevanê xelatgir nas bikin.

  1. Birêz Daxilê Şemo, ji kerema xwe re, xwe bi xwendevanên me bidin nas kirin; Daxilê Şemo kî ye, li kîjan deverê û di mabeteke çawan de, ji dayîk bûye, çi xwendîye û çawan gihîştîye DAY?

– Ez Dexîlê kûrê Şemo yê Îliyas ê Osman im. Ez Êzdiyê devera Ênsivnê – Şêxan ê me, gundê Bêristekê.Ez sala 1962 an li wir,di malbeteke feqîr de hatime jiyanê. Çimkû bavê min digel gûndiyên din giştan, ji gund hatibûn derxistin û ereban erd û milkê wan dagîr kiribû, bavê min karkerî dikir. Lê wî karker û cotyarê Xwedê jê razî bawerî bi xwendinê hebû û li demê di xizmeta artêşa Îraqê de, ew hinekî fêrî xwendinê bibû, loma wî ez û 2 birayên min xistin xwendingehê. Min xwendina xwe li gundê Ba’edrê, bajarên Şêxan û Musilê qetdand û bawernameya Dîploma ji zankoya Teknîkî, ya Bexda yê wergirt. Ez ji ber şerê birakujiyê ji Kurdistanê koçberî Suriyê bûm û piştî 4 salên koçberîyê, Îlona sala 1989 ez digel kabaniya xwe û 5 zarokên xwe, penaberî Amerîka bûm. Piştî min dest bi kar kirî li radyoya Dengê Amerîka min zanistîyên siyasî li zankoya George Mason xwend û bawernameya xwe ya diwem wergirt.

  1. We kingê û di çi şertan de li Dengê Amêrîka yê dest bi karê rojnamevanîyê kirîye?

– Hê ez xort bum, min destê nivîsînê hebû û rojname û kovarên Kurdî li Îraqê çend caran nivîsînên min weşandin. Tev nivîsînên wêjeyî û edebî bûn û hin caran wergêr. Evca li 1991ê û piştî rizgarkirna çend bajarên Kurdistanê ji destê rijêma Seddam, min di dezgehên ragehandinê de li Kurdistana azad kar dikir û dinivîsand. Min karê radio û telefizyonê kir û bum bêjer. Evca dema ez li Waşington agincî bum, delîve ji min re hat pêş û min dest bi kar kir. Şertên wî demî bi zehmet bûn. Hê karîgeriya şerê birkujiyê li ser mîdyakaran mabû. Ragirtina balansê gelkê zor bû. Lê zûtirkê şerê rizgar kirin, yan dagîrkirina Îraqê destpê kir. Beşê Kurdî yê Dengê Amerîka rolek baş leyst. Niha jî şerê komela Dewleta Îslamî DAIŞ germe, hikumeta Amerîkî pitir giringî daye pişka Kurdî û bernameyek TV li heftiyê 2 caran deweşîne. Ez beşekim di wê bernama bi navê ‘Kurd’ Connection da.

  1. Gelek sal in hûn li dervayî welêt rojnamevanîyê dikî. Gelo çawan rojnamevanekî kurd, tu erkê xwe yê, netewî, di çi de dibînî?

– Nameya rojnamevanan tim gihandina rastiyê ye ji xelkê ra. Lê rastî jî ne yek rû ye. Loma divê rojnamevanê dezgehek nêvneteweyî, weka Dengê Amerîka, hevsengiyê ragire. Di wê hevsengiyê de eger rojnamevan xwedî wîjdan be, ew ê xizmeta gel û netewê xwe bike.

  1. Gor nêrîna we, beşa kurdî, ya Dengê Amêrîka bi çi armancê hatîye vekirin û çiqwesî gihîştîye armanca xwe?

– Digel yekem kempêna Amerîkî li dijî rijêma Seddam li sala 1990 î, hizra weşana bernameya bi zimanê Kurdî ji aliyê çend ciwamêrên Kurd û dostên wan, yên Amerîkî ve, hat handan. Ew jî li goreyî binemayên Dengê Amerîka bû ji bo gehandina rastiyê – eger şirîn yan tehil be. Ew bû, li 25 meha IV, sala 1992, bi 15 deqîqeyên deng û basan hat damezirandin . Weşanên beşa kurdî îro; 3 demjimêrên radio, yê rojane, bernameyek TV heftiyê 2 rojan, 2 malper û rêkên dîyên medya civakî ne. Helbet gişt bi mebesta gehandina rêbazên Amerîka, nirxên azadî, demokrasiyê û mafên mirovan ji bo welatên cîhanê û bi dehan zimanên cuda cuda tê kirin. Rast e xerciya wê li ser hikumeta fîdêral e, lê niha Dengê Amerîka xwe ji bin barê rênimayên hikumetê derxistiye û bûye dengê gelê Amerîkî. Pişka Kurdî, beşekî vê dezgeha nêvneteweyî, gehiştiye armanca xwe, çinko bûye jêderekê bawerpêkirî ye nuçeyan ji Kurdan re.

  1. Çawen dîyar e, hûn niha TV internet ê, ya Dengê Amêrîka ye bi zimanê kurdî jî, bi rê ve dibin. Hûn dikarin xwendevanên me bi armanc û programên wê TV ê re bikin nas?

– Armanca bernameya me ya TV duristkirina peywendiya Amerîkiyan ne bi Kurdan re û Kurdên diyaspora-bi welat re. Em dixwazin her kes agehdarî jîyana Amerîka bibe. Em hewil didin bêjin temaşevanê xwe, ka siyaseta Amerîka li hember Kurdan û li gelên Rojhelat, bi taybetî gelên welatên Kurdistan dabeşkirî, çawa ye. Û bi rêka rîporterên xwe Kurdên diyaspora agehdarî rewşa Kurdistanê bikîn û bernamên bi zimanên dinê, agahdarî rûdanên Kurdistanê bikîn.

  1. Hûn rewşa ragîhandina kurdî bi giştî û ya ragîhandina Herêma Kurdistanê bi taybetî, çawan dibînin? Gerek çi bê kirin, wekî ragîhandina kurdî bi rastî bêalî û serbixwe be?
  • Bêy kû hajî xwe hebe, ragîhandina Kurdî jî ketiye ber pêla pêşketina teknolojî. Vê pêşketina teknolojî her tişt guhertîye. Îro xortek bi tena xwe bi rêka medya civakî dikare xwedî bandor be pitir ji dezgehek ragîhandina fermî. Kes nikare êdî van xortên bi cerg bêdeng bike. Loma dezgehên ragîhandina kû girêdayî hêlên sor û kesik in, roj bo rojê winda dibin. Ez nabêjim ragîhandina Kurdî bi temamî hatiye guhertin, lê ketîye ber pêla guhertinê. Li herêma Kurdistanê jî gelek dengên serbixwe hene û digel nemana nifşê rojnamevanên girêdayî partîyên siyasî, wê sîmayên ragîhandina serbixwe baş belî bin.
  1. Gelo raya giştî li DAY çawan pirsa serxwebûna Herêma Kurdistanê dinhêre? Em zanin, bi fermî rayedarên amêrîkî dij in, lê bi giştî, xelk çawan wê pirsê dinhêre?

– Şerê Komela Dewleta Îslamî DAIŞ hinekê nav û dengê Kurdan gîhandiye cihên biryarê, di Amerîka de, lê ne hata radeya kû bawerî bi wan hebe. Ew niha dibêjin Kurd şervanên mêr û jêhatî ne, lê bawer nakin serxwebûna wan wê bibe sedemê aramiya herêma rojhilat û cihanê. Hêşta sînorên wealatan li cem Amerîkîyan pîroz in. Bi bawerîya min dostaniya Kurd û Amerîkîyan yek layen e, bi tenê Kurd xwe dibînin dostên Amerîkîyan, lê li ser astê navendên hikumeta Amerîkî, Kurd dikarin li şûna wan şer bikin beramberî dostaniya bi nav û ser de jî, çekê lazim ji wî şerî re. Eva xetaya rêberên Kurd e. Ji ber kû ew hev û din qebûl nakin û reftarê wan bi hev re ne sivîle. Bawerîya Amerîkian jî bi wan nayê. Dost û piştevanên Kurdan di Amerîka de, yan diplomat û efserên xanenişîn in kû qet ne xwedî biryar û bandor in, yan jî endamên Komariyên Kongirêsê ne, ku rexneyê li serok Obama yê Demokrat digirin, ji ber piştevaniya vebirî ji Kurdan re, di şerê DAIŞ de. Tev dibêjin Kurdan maf heye xwedî dewleta xwe bin, lê niha ne demê wê ye. Xelkê giştiyê Amerîka jî, ser rûdanên Rojhilata Navîn, cavên wan nû vebûne, ne gelek şarezayê gêopolîtîka Kurdistanê ne.

  1. Şengal, çiqwesî jî bi derengî, lê rizgar bû. Rêxistinên kurdaye sîyasî ser pirsa dûaroja Şengalê li hev nakin. Di serbara ser de, hukumata Îraqê ye navendî jî çavên wê li Şengalê ye. Û her yek dixweze hêzên xwe yên çekdar li Şengalê bi cîh bike. Di vê rewşa aloz û dijwar de, hûn dûaroja Şengalê çawan dibînin?

– Şengal koka Êzdiyan ne. Ew kok hejya ye û derz ketîyê. Heta kû vegere ser xwe û carek din avedan be, divê ji alîyê civaka nêvnetewî ve bê parastin. Ev gelek zor e, eger saziyên nêvnetewî tawanên DAIŞ li dijî Êzdiyan wek gênosaîd nasnekin. Lê her çawa be, Şengal parçeyek Kurdistanê ye, lê mixabin niha Şengalî zerermendên milmilana partên siyasyên Kurdistanê ne. Şengaliyan bawerî bi hêzên Kurdna, bi taybet yên partiya Barzanî, ne maye. Ew divêt parastî bin û bi aştî bijîn. Ev xema wan, ya pêşîn e. Lê bazirganên şer û siyasetê Şengaliyan lihev dixin da kû biryara paşeroja wan di destê partiyên bi hêz de bimîne. Devera Şengalê bi ser Îraqê ve be, yan bi ser herêma Kurdistanê, kû ew bi xwe parçeyek Îraqê ye, bi qasî vegeryan wan û jiyana bi aştî, ne giring e. Divê ev şerê li ser şêweyê birêvebirina Şengalê dawî were, berî kû bibe meydana şerê welatên herêmê.

  1. Gelek êzdî ji Başûra Kurdistanê derketine û hê jî derdikevin. Êzdîyên Rojhilat, Bakûr û Rojava hema bêjî gişk derketine, awa here li Başûr jî êzdî namînin. Gerek çi bê kirin, wekî rê li pêşîya vê koçberîyê bê girtin?

– Di dîroka mirovanî yê de, mirov ji deverên şer, birçî, zulm û zordariyê direvin. Warê Êzdîyan jî di cergê Kurdistanê de ye û Kurdistan bûye meydana şeran. Hikumetên kû Kurdistan dagîr kirine têra xwe zulim li Êzdiayn kirine.  Li 20-30 salên derbaz bûyî jî, rêkên koçberiyê ber bi welatên tena û aram xweş bûne. Ne bes Êzdî, gel û miletên din pitir koçber dibin, lê çinko Êzdî kêm in, jimara wan li seranserî cîhanê na ke milyonek, koçkirina wan berçav dibe. Ez dibêjim bi tenê aştî û wekheviya civakî wê rê li koçberiya Êzdiyan bigre.

  1. Malpera me www.riataza.com malpereke nû ye. Em bi du zimanan; kurdî û rûsî dixwezin xizmeta civaka kurdî, bi taybetî ji alîyê ziman, wêje û çandeyê de bikin. Çawan rojnamevanekî xwedîyê tecrûbeke mezin, we yê malpera me çawan bixwesta bidîta? Em divêt zêde guh bidin ser kîjan pirs û pirsgirêkên civaka kurdî?

–  Ez bi malpera Riataza şad im, çinko ez wê wek temamkera rojnama Ria Teze dibînim. Ria Teze xizmetek mezina rojnamegerî, çand û edebiyata Kurdî kir. Sed mixabin kesî barê diravî yê wê rojnama pirofêşîonal ne danî ser milên xwe. Hîvîya min ew e barê we, birêveberên malperê, giran nebe û navê Ria Teze bilind parastî bimîne. Bi baweriya min malpera Riataza dikare bi şiroveyên siyasî û lêkolînên civakî rexê vala yan yê lawazê rojnamegerîya Kurdî pir bike, bi taybet ya Kurmancî zar.

Gelek spas ji bo bersivên we. Ji we re serkevtinên nû dixwezim.

– Spas ji Riataza re û serkeftin û jiyê dirêjî ji wê û apê Tosinê hêja re dixwazim.

Tosinê Reşî

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev