Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Nihêrînek li ser Hebûnê, li derveyê hişmendiya mekanîk a Zanistê û li derveyê hişmendiya dogmatîk a Olê

Nihêrînek li ser Hebûnê, li derveyê hişmendiya mekanîk a Zanistê û li derveyê hişmendiya dogmatîk a Olê

Orhan Agirî, lêkolîner

Me di herdu nivîsên ewil de weha gotibû:

Di Hebûnê de cihekî Hebûn ne lê ye tine ye û di nava hebûna bûna xwe de ”xwe-bûn”a xwe ye Hebûn. Û ji bo îfadekirina ”ji xwe, bi xwe bûna Hebûnê” me têgeha ”jibixwe” bi kar hanîbû.

Jibixwe” xwerûtiya di-xwe-de-bûna Hebûnê ye.

”Hebûna-di-xwe-de: ew ew e ku ew e, ji lay ti ne-hebûnekê ve navbirrkirî niye/nîne” dibêje Sartre.

Di-xwe-de-bûn naveroka xwe ji Jihevek mutlaq dadigire heta ji lay ”ji xwe re hebûn”ekê ve bihêt rûxandin.

Li vir pirsa man-nemanê ev e: Hebûna bi xwe re jiheva mutlaq, yan jî, di xwe de bi xwe ve dagirtiya mutlaq, çawa hîştiye-dihêle pirranetiya heyînên ne-wekhev di cerga wê de rûbide? Anku hebûna bi xwe re jihev çawa ew nêveng e ku kifşebûnên ji hevûdu re ne-wekhev têde peyda bûne-dibin, û wek derûn/meyanek xwerû çawa bûye-dibe cihê bihevrehebûna pircelebiyê?

Gelo ”xwe ji xwe dehfdana ”bi xwe re wekhev”ê û hevûdu kaşkirina ”bi xwe re ne-wekhev”ê” dikare bibe sedem û rêgeza peydabûna ne-jihevan di cerga Jihevê de? Yanî, ”bi xwe re jihev”a ku xwe ji xwe dehf dide, ”bi xwe re ne-jihev”a ku xwe wek bi xwe re jihevê datîne (holê) çawa dibe kana ”ne-jihev bûna jihevê û jihev bûna ne-jihevê”?

Bi xwe re wekhevbûna tiştekê, bêyî li xwe dîtina tesîrekê li vê wekheviyê, di xwe de hetahetayî wek xwe mayîna wî tiştî ye.

Lê ya ku tesîrek e ku Hebûn wê li xwe dibîne dikare bibe çi xênc ji Tinebûnê ?

Feqet tinetî çawa dikare bikeve nav Hebûna di xwe de bi xwe ve dagirtî?

Sartre dibêje: Hebûna-di-xwe-de tenê yek dîmenek wê ya bûn û hebûnê heye, belam peydabûna tineyê ye, wek ewa ku di cerga hebûnê de dihêt ”heyî-hebûkirin,” ku têkeliyekê dixîne nav saziya ekzîztansiyel bi da-xuyakirina leylana ontolojîk a Xwe yê re.

Di rastiya xwe de ev gotina Sartre ji me re ti tiştê nabêje heke em vê tine(ti)yê wek ”hebûna ferq”ek ku şkestinek-jihevçûnek pê di nava Jihevê de diqewime nesêwirînin.

Di hebûnê de cihekî hebûn ne lê ye û têde ti parsêlek wê ya xwe bi xwe re bêmesafe nebe tine ye, çimku ya ku hebûn pê dagirtî û dorpêçayî ye dîsa hebûn bixwe ye; lewma jê re ne derveyek ne jî hundirek heye.

Vêga ”xwe”ya di ”xwe ji xwe dehfdana jihev”ê de dehfdayî xwe dispêre ku di nav vê ”dixwede”ya bêyî derve û bi xwe ve dagirtî de?

Ji ber ku ”dixwede” xwediyê derveyekê-hundirekî niye û bi Jiheva neyînandin/neyînîkirina her cure têkiliyan ve dagirtî ye, di nav di-xwe-de yê de çi heye ku karibe di xwe de bihêwirîne vê ”xwe”ya wek ”dehfdayî” li holê?

Bi ”xwe”ya xwe ya dehfdayî ve xwe ji xwe kirina hebûnê eletewşiyek ontolojîk e, çimku jê re warekî ji hebûnê vala lazim e, ev jî bi hawayekî diyametral berbirrê wateya Hebûnê ye.

Michel Cassé yê astrofizîknas pênaseyek wehe dide ”valahiya kozmîk” ”Valahî ew dews e ku hêz têde di nava payînê de pêl didin”.

Ji vê qasê, her beredervebûn berpêbûnek e ku dibe çûyînek di (nava) Hebûnê re.

Ji ber hemû van sedem, wate û pênaseyan em nedikarin warekî ji hebûnê vala û xalî bisêwirînin û wî bixînin nava hebûnê.

Lewma ev qewimîna (di nava) Jihevê (de) ji kiryarek ”xwe ji xwe dehfdanê” zêdetir ”xwe di xwe de dehfdan jihevê” ye, ku ev jî ”di hebûnê re çûyîna hebûnê ye ”

Di çarçobeya valanebûna valahiyê de, xwe di xwe de dehfdana jihevê jî sosretek e, bi pênizaniyek mutlaq re rûbirû mayîn e, çimku ”xwe”ya dehfdayî divê ”di cihekî têde jê re cih tine re biçe”. Le ev diyarde ew nakokiya Jihevê ye ku aşê Hebûnê pê digere (qene di nezera feraseta me de).

”Xwe”yek (yan jî heyîna ji xwe re heyî) ji bo bikaribe bibe heyîn, jê re, qetyanek ji hebûna ne ew e pêwîst e, ev jî hebûna ferqekê ye ku wek tinetiyekê dikeve nava wan. Çimku wek ferq heke qelşek pêşînegirtî xwe nebişiqitîne navbera heyînê û hebûna ne ew, ji hebûnê qetyana heyînan ne mimkûn e.

Di pêvajoya pêydabûna ”xwe”yê (ji xwe re heyînê) de rola man-nemanê dikeve ser Tine(tî) yê, tinetiya ku me jê re gotibû : ”hebûna ferq”ek ku şkestinek-jihevçûnek pê di nava Jihevê de diqewime. Ferq yekemîn emare/berate ye ku ”di xwe de kerîbûn û şkestina di-xwe-de ”yê hildide nav xwe.

Ferq, him wek mesafeya ku hemu cure têkilî têde pêk dihên û him jî wek hîçekê, qelşekê, derfeta dest bi hebûna xwe kirina tevgerê-livînê ye.

Hegel dibêje ”Di zagona livînê de liv/tevger divê bi mecbûrî xwe li war û demê yan jî li lez û mesafeyê parvebike. Livîn, wek peywendiya van dan/ momentan… li vir bixwe di xwe de parvebûyî ye, lê ev par-parçe, dem û war yan jî lez û mesafe vê orîjînê di xwe de bi rabûna ji Yek-tiştê ve naderbirînin…. lewma livîn ne wek (tiştek) sade yan jî wek hilikek/meyanek xwerû lê wek parvebûyî dihêt sêwirîn: war û dem di xwe de meyan yan jî parçeyên wê yên serbixwe ne, yan jî mesafe û lez terza hebûnê ya bûn/bûyînê ne.

Bi hawayekî xweberane derbasî bal yekîtiya xwe bûna madeyan yên ku bi teherek serbixwe hatine danîn, û derbasî nav bikarhatîbûnê bûna yekîtiya wan û ji şûn ve derbasî nav daxistandin/reduksiyonê bûn..

Hegel vê livînê wek hêz binav dike, û dibêje ”Lê hêz wek heyîna-winda ya wan (madeyan) bixwe, ji beredervebûn/extériorosationa xwe bi şûn ve (hêza) di xwe de tepisandî ye, yan jî hêza resen e” Hêz wek gewher/substansa cudayê/ferqê dihêt danîn: Pêşî bi hawayekî meyanîn/hilikîn ji bo û di xwe de wek yekûna vê hêzê, dû re wek danên ji bo xwe mayînde.

Bikarhatîbûna madeyan dibe derûn/meyanek mayînde ya ”ewa din” ji hêza di xwe de tepisandî re… bi vî hawayî du aliyên serbixwe yên cuda dihên danîn. Lê hêz her weha gişk-tev e jî, wek çibûna xwe ya li gorî têgeha xwe dimîne; ev cihê/ferqên han wek formên xwerû û mîna danên rûberkî/rûqalkî yên winda dimînin (li holê)”

Di peydabûna heyî-bûnê de, hêmana ku ev peydabûn dikeve ser wê, hebûna cudayê/ferqê ye. Ferq yekemîn berate/emare ye ku di xwe de şkestina di-xwe-de yê hildide nav xwe, têde hebûna duduyan di bûna yek ji bo ya din de xwe diafirîne.

Ferq her çiqas bûjena xwe ji ”kerîbûna bi xwe re jihevê ” werbigire jî û aliyên kerîbûnê di xwe de li cem xwe ji xwe re hebin jî, lê ev ji xwe re û li cem xwe hebûn bi ti hawayî bêyî hebûna ”ya din” nedikare bibe xwe. ”Ev” bi navginiya ”ewa din” ve bixwe, ”ewa din” bi navginiya ”evê” ve bixwe ye. Ya ku dihêle her yek li cem xwe wek xwe hebe ”bihevrehebûn” e ku wek yeketiyê careke din dikeve ser aliyên kerîbûnê. Ferq kiryara kerîbûna ”dixwede”yê wek meyan û naveroka xwe hildide nav xwe û xwe wek (tiştek) mayînde raber dikê.

Vêga ferq wek meyanek ku kerîbûn pê diqewime bixwe jî ew e ku bi kerîbûnê re heye, û li derveyê xwe bi vê heyî-bûna xwe re dibe hebûna nêvenga dayîn-standina madeyên pêkhatî.

Lê ferq , her weha, bi hawayekî mutlaq û meyankî ew ferq e jî ku hemû livîn xwe dadixin bal wê; çimku ferq ji dayîn-standinê re ew darinde/substra ye ku hemû qewimîn çawa jê diherikin û xwe di bin forma guherînên mayînde de raber dikin, wisa jî têde digihîjin qurmên xwe. Çimku ferq encama têkiliya hebûnê ya bi hebûnê re ye.

Hebûnê tinetiyê wek nebûna xwe ya di cîhekî xwe de avêtiye nav xwe. Jixwe tinebûn ji bilî ku di xwe de di cihekî xwe de tûşê li wir nebûna xwe bûna hebûnê dikare bibe çi? Di cihekî xwe de wek xwe (li wir) nebûna hebûnê ! ev e ku wek kunek-qulekê dikeve nav cerga hebûnê.

Ev tinetî nehêt dîtin, nahêt têgihîştin. Tinebûn derzek hîç/qet e, ne mimkun e ku di nava serwextbûnê de were qefaltin, tenê anegorî erka xwe ya pêkhanîna qetyanê dikare bihêt sêwirandin, ku ev erk jî wek meyanekê ye ji bo ”bûn”a sedema heyîbûna ji xwe re heyî ya ku hey bi saya tinebûnê dikare biqete ji hebûna ne ew e.

Di vê qetyan/qetbûnê de tinetî heye lê hîç e. Heye çimku ew e di navbera ewa ew bû û ewa ew e de, hîç e çimku di navbera ewa ew bû û ewa ew e de ti tişt niye.

Ferq, wek di nav hev re derbasbûna qet (hîç) û qetê (parçeyê), di nav xwe de dihêwirîne vê Tinebûna di nav dilê Hebûnê de.

Lê ya ku hebûna wê bixwe sedema peydabûna Ferqê û Tinebûnê ye ew Bûn e ku di cerga Hebûnê de bi hawayekî mutlaq xwediyê heman wateyê ye bi hebûna Hebûnê re.

Bûna bi He-Bûnê re heyî, anku ”bûn”a di ”ji xwe ”bûn””a Hebûnê de, ewil, bi hawayekî mutlaq dihêt wateya wek-heviyek mutlaq bi hebûna hebûnê re. Ev yek, dîmena ji xwe bûna Hebûnê ye.

Lê Bûn, dû re, di heman kêliyê de, bi heman hawayê mutlaq wateya heyî-bûnekê ye jî : çimku Bûn navê bûyera ”ewa ew dihêt bûn” e, anku nav û hebûna pêkhatina qewimînê ye û Hebûna ku ew e ku ew e di vê bûn-qewimînê de nedikare nebibe ewa ku ew ne ew e, çimku jixwe ew e ku ew e. Lewma em dikarin bibêjin: Hebûna ku mutlaqiyeta destpêkirina û bûna ji xwe ye, di vê ”ji xwe ”bûn”a xwe” de ji hebûna xwe re ew ”bûn” e ku qasî ku pê bixwe ye, ewqas jî ji ber wê ne bixwe ye.

Têkiliya Hebûna ya xwe bi xwe re ji ber terza bûna Hebûnê ye. Bûn di ”ji xwe bûna Hebûnê” de ew kiryara herî resen a xasê hebûnê ye ku hebûn wê di bûna hebûna xwe de dihêwirîne, lê di heman kêliyê de pê derbasî nava heyî-bûnê jî dibe.

Çimku Hebûn di heman kêliya ku têde ”ji xwe ye”, di wê kiliyê de ”bûn”ekê pêk dihîne û ev bûn her tim ew heyî-bûn e ku wek ”Jêbûn”ekê dikeve nava Hebûnê .

Jêbûn wek wateya îfadeya sê bûyerên otantîk: ”ayidiyet, qetyan, çêbûn” kêliyek eternel, qurmek ontolojîk e di nav bûna he-bûnê de.

Jêbûn bi qetyana ji ayidiyeta xwe re pêkhatinek têvel radigihîne, wateya sê bûyerên jihevneqetyayî dide. Yanî him ayidê hebûnekê bûn, him qutbûn/qetyana ji wê hebûnê û him jî bi vê qetyana ji ayidiyeta xwe re çêbûnekê pêkhanîn e Jêbûn.

Jêbûn ji hebûna jê diqete re (di jêwêdatiriya hebûna wê de) xwe-eşkerekirina wê heyînê ye ku ev heyîn di hebûnê de tine ye. Ev tinebûn têde tinebûn niye, lê li bal de tinebûn e. çimku jêbûn serê her carê bi qetyanek ji hebûnê ve dibe heyî-bûnek ku xwe bi tinekirina hebûnê ve çêdike bi derfetek ji nava hebûna vê hebûna ku jê ye, li ser xwevekirina pêkaniyek ji xwe.

”Bûna ewa ku ne ew e”ya Hebûnê li vir girgîn dibe. Vêga bi vê bûnê re bûna ewa ne ew e ya hebûnê çawa dikare hevgirtî-pevgirtî be ligel daraza: ”Hebûn ne ew e ku ayidê hebûnekê be ku ev hebûn ne ew be”?

Bûn/bûyîn bûyera pêkhatina ”ewa ew dihêt bûn” e. Lê di vê bûyînê de nabe ku hebûn nebibe ewa ne ew e, çimku Hebûn jixwe ew e ku ew e, û ew e ku ew e bi bûnê re dê çawa bikaribe nebibe ewa ne ew e? Heke di bûnê de nebibe ewa ku ne ew e, dê bibe: xwe di xwe de hetahetayî dubare-kirina Jiheva mutlaq a ku têde ti heyî-bûn cih nagire. Ev ”bûna ewa ku ne ew e” heyî-bûn e, ev jî ne xwebûna xwebûna xwe bûna hebûnê ye. Yanî Hebûn di bûna ewa ku ne ew e ya bi bûnê re pêk dihêt de di nava ne di-xwe-de-bûna xwe de ye.

Ma ”bi xwebûna xwe ve ji xwe û bi ya xwe ve bûna ewa êdî ne ew e” bi hawayekî mitlaq terza hemû pêkhatinên heyîbûnê niye? Karbona ji helyûmê çêbûyî, di xwe de xwebûna xwe û nehebûna helyûme niye? Zar bixwe di xwe de nebûna dêbavê xwe yê ji wan qetyaye-çêbûye niye?

Beriya pêkhatina ”ewa ew dihêt bûn” heyîn wek ”ewa dê ew bihêt bûyîn” ne-heyîbûnek e ku hebûnê hêj xwe neçerixandiye nav wê. Heyîn heyîbûna ne heyî ye ku Hebûn bi ketina xwe ya nav ”ewa ew dihêt bibûn”ê re wê ji ne heyîtiya wê, xwe jî ji xwebûna xwe dike. Xwe ji vê xwebûna xwe kirina hebûnê ye dibe (berginda ”bûyîna) ewa ne ew e” û bi vî hawayî bûna ewa ne ew e hebûnek na lê xwe di nexwebûna xwe de jiyîna hebûnê ye.

”Xwe wek heyî-bûnê vekirina bûna ewa ne ew e”yê xwe bi tinekirina hebûnê re heyîkirinek heyîbûnê ye. Binateya ku Heyîbûn di xwe-heyîkirina xwe de xwe dispêrê her tim kiryara wê ya nebûna Hebûnê ye. Lê dîsa jî Hebûn ji heyî-bûnê re rasteqîniya wê gewher/substansê ye ku hemû kifşebûnên ji vê gewherê, jê rasteqîniyekê dihêwirînin di xwe de, çimku bi he-ye-tiya Hebûnê re peywendîgir in.

Heyî-bûn xwe heyî dike çimku heyî-bûn ji ber ku tine ye heye û wek nebûna hebûnê dikeve nava Hebûnê.

Li ser xwevekirina derfetek ji xwe, bi xwetêkilkirina ligel derfetên ne ji xwe ve xwesazkirin terza çêbûna hemû heyînan e.

Ev rewş: Ketina nav (ewa) jinavderketin ne mimkun e. Ev, di heman demê de bi hevûdu re pêkhatina hevre-hebûna ne-jihev(an) e. Esasen li vir diyardeyek ”pê-bûn”ê rûdide ji bo çêbûna heyînan.

Anku, çêbûna her tiştekê girêdayê çêbûna tiştek din e.

Pê-bûn ew e ku ti heyîn nedikare bibe heyîn bêyî ku heyînek din jê re, ew jî ji heyînek din re hatibe dayîn. Yanî ji xwe re hebûna heyînekê di heman demê de ji heyînek din re heyîbûn e ku ev heyîna din ji wê re heyîbûn e. Anku bi gotina Hegel ”Tişt (heyîn) Yek e, ji bo xwe ye û her weha ji bo yeke din e jî; di rastiya xwe de ji xwe re yeke din e ku ji bo tiştek din e ”

Têkiliya hebûnê ya bi hebûnê re di hebûnê re çûyîna hebûnê ye. Koka ”ji hev qetyan/qutbûn”ê ”têreçûyîn” e: Divê partîkulên atoman di hevûdu re herin, divê spermatozoîdek xwe bigihîne hêkê, ”tê re” biçe daku peydabûnek-kifşebûnek-jêbûnek çêbibe. Lewma ji binî ve her pêkhatin: ji vê têkiliya ”xwe bi xwe re” derbûn-seridînek ji xwe ya hebûnê ye, ev jî Jêbûn e wek binateya heyîbûna ji xwe re heyî.

Hebûn ji heyîbûnê re ew pê-jê çêbûn e têde dibe nexwebûna xwe di nav xwebûna xwe ya ji lay heyî-bûnê ve dihêt tinekirin-rûxandin de. Heyîtiya resen a ”hebûna-bo-xwe”yê ji Hebûnê re heyî bûn e. Çimku He-bûn (ji ber Bûna ku di nav cerga xwe de radigire) bi Heyî-bûnê re her tim wê bûyîna pê dibe ne bixwe li xwe dibîne. Nexwebûna hebûnê ne ku hebûnek dijberê xwebûna hebûnê ye, lê ji xwebûna hebûnê re xuyabûna nexwebûna hebûnê ye di xwe bi tinekirina xwebûna hebûnê re heyîkirina heyî-bûnê de.

Heyîbûn xweheyîkirin û xwepêşandana wê qewimînê ye ku xwe bi şêweyek rabûna ji kiryara tinekirina ”ewa herî bixweber” ber bi ewa herî bibireser ve, pêk dihîne; mîna ku navkud-navajoya wê ya bingehîn ew be ku ji hundirekî girtî, givaştî, tîr û dagirtî derbikeve bal rûberek fireh, serbest, û kêmtir tîr û dagirtî. lê ne ber bi derveyê ”ewa herî bixweber”, çimku ewa ku herî bixweber Hebûn e û wek ewa ku her tişt di nav wê de diqewimin dagirtîbûnek li ser hemû qewimînan e: ji ber ku Hebûn tevahiya sedem-encama xwe bixwe ye.

Sedema tiştekê bûn ew Amanc e ku ev tişt jê re amraz e, dibêje Frank Hatem.

Hebûn bêyî heyîbûn di xwe de ew e ku ew e û tenê xwebûna xwe ye, lê ji ber ku ev bûyîn dikeve nava Hebûnê, yan jî, ji ber ku ev bûyîn jixwe di nav hebûnê de ye, hebûn mîna ku ji sedembûna xwe derbasî bal amancbûna xwe bûye/dibe dixuyê.

”Xuyabûn-peydabûn bûyerek mutlaq e dihêt serê Hebûnê, dibêje Sartre : Qanûna hebûna-bo-xweyê, wek binateya ontolojîk a şuûrê, di bin forma ”ji xwe re heyî”tiyê de xwe bûn e.

Hebûna-di-xwe-de ji bo ku xwe di ”bo-xwe”yê de winda bike heye…Di-xwe-deya di bûyera mutlaq de çalbûyî xuyabûna binateyê yan jî peydabûna ”bo-xwe”yê ye.
Hebûna ”bo-xwe” xwediyê şiyana neyînandin/neyînîkirinê ye ”

Ji xwe re hebûn ew bûyer e ku Hebûn têde bi peydabûna heyî-bûnê re dibe windabûna xwebûna xwe. Heyî-bûn xuyabûna windabûna hebûnê û xwebêjiya nexwebûna wê ye. Hebûn di nav peydabûna heyî-bûnê de windabûn-tinebûna xwebûna xwe ye, lê xwe ji heyînan re bi heyîtiya wan ve eşkere û kifş dike.

Ti kifşbûn nedikare diyar bibe heke heyîtiya ku ev kifşbûn jê ye xwe heyî nekiribe.

Vêga yekem mercê kifşbûnê heyîtiyek e ku kifşbûn jê re dibe xuyan (anku yekûna hîkarî û girseyê)

Heidegger dibêje ”Hebûnatiya heyînê ti carê nedikare bibe ew tişta ku li pişt wê tiştek din a naxuyê radiweste;

bi gotina Sartre: Xuyan derûnê venaşêre, wê dihizwêrîne/îzah dike… (xuyabûn) destnîşankirinek e ji bo yekûna rêze-xuyanan lê ne ji bo wê rastiqîniya veşartî ya ku hemû hebûnatiya heyînê kaşî nav xwe dike ”

Bêguman heyîn bi peydabûna xwe re û di maweya çalakiya hebûna xwe de meyana xwe ya jê-pê çêbûyî diderbirînin û ji vê hêlê ve xuyan derûnê venaşêre, berevajî vê yekê, derûnê dihizwêrîne/îzah dike û dikare bihêt gotin ku hebûnatiya heyînê ti carê nedikare bibe ew tişta ku li pişt wê tiştek din a xuya nake radiweste. Lê pirs li vir ne ew e bê derûn/hilik bi xuyabûnê re dihêt hizwartin yan na? . Pirs ew e ku ka hilika bi xuyabûnê re dibe ew kifşebûna ku fenomen pê dibe xuyabûna derûnê, teqabulê kîjan rastiyê dike?

Schopenhauer dibêje ”Heke me karibûya madeyek ji hemû wesf û taybetmendiyên jê re a priorî hene bisimitandibûya/wan aprioriyan jê bibiribûya, li para tenê dê (ewa) ”dixwede” mabûya ”

Heyî-bûn bi xwe-kifşkirina xwe re meyana xwe ya jê-pê çêbûye diderbirîne. Lê bi vê derbirînê re derdikeve holê ku her heyîn, wek yekîneyekê, her çiqas di xwe de yeketiya xwe temsîl bike jî di heman demê de rapêçanek e li ser taybetmendiyên heyîtiyên pirceleb û cuda. Bi numûneyek ji Hegel ”Ev xwêy (yek) e, li virek sade ye, lê di heman demê de pircelebî ye: spî ye, şor e, pê re giraniyek û lewnek kubîk heye… Ev hemû taybetmendiyên pirceleb di nav Yekek li vir a sade de ne, û têde di nav hev re diçin û her yek xinc ji li vir xwediyê li virek din niye û di bin têkiliyek tevgişt de ligel ya-yên din li vir e; di heman demê de, bêyî parvebûna li bal li virên cuda ”

Zanînên derbarê madeyê de çiqas kûrtir û berfirehtir dibin, made ewqas dihêt dehfdan ber bi loda fonksiyonên partîkulan ve, ku made di nav wan de bi xwe re li ser tayekî li ber qetînê ye. Her parçe, berate, peyd, pirtik, û libên madeyê çiqas bi hawayekî hûrvebijêrî dihên dahûrandin xwezaya wan ewqas demateryalîze dibe/ ji madebûnê dikeve.

Di hîyerarşiya pirtikên elementer de her berepaşçûn tebeqeyek nû ya elementên konstîtutîv derdixîne holê, ji ber vê yekê ye ku li gorî hin fîzîknasên kuantumê, di bin saziya madeyên zindî û ne zindî de obje tine ne, lê tevînekek ”entîte” (bixwe) yên ku ne obje ne lê obje encama karpêkirin-fonksiyonên wan in, heye.

Hawking dibêje ”Proton û notron komasiyek kuarkan in, kuark ti carê bi hawayekî takekesî nahên çavdêrîkirin çimku hêza ku wan bi hevûdu ve dide girêdan bi nisbeta mesafeya ku wan ji hevûdu vediqetîne zêde dibe.

Partîkul/pirtikên wek yên elemanter dihatin zanîn, bixwe jî ji pirtikên ji xwe hûrtir çêbûne. Û dîsa bi gotina Hawking : Heye ku bi bidestxistina enerjiyek bilindtir re bihêt zanîn ku ev pirtikên hûr bixwe jî ji yên hûrtir çêbûne ”

Bi gotina Banesh Hoffmann ê pisporê vê qadê ”Paradoksên kuantîk ji lay me ve dihên hilberandin, çimku em hewl didin liva partîkulên takekes di nav dem-fezayê de bişopînin, feqet heyîtiyek van partîkulan di nav dem û fezayê de tine ye, lê dem û feza bixwe wek karpêkirin/fonksiyana wan hene ”

Tam jî li vir derdikeve pêşiya me ev daraz : Heyî-bûn xuyabûna windabûna Hebûnê û xwebêjiya nexwebûna wê ye. Hebûn di nav peydabûna heyî-bûnê de windabûn-tinebûna xwebûna xwe ye, lê xwe ji heyînan re bi heyîtiya wan ve eşkere û kifş dike.

Di nava heyî-bûnê de şopandina hemû berateyên heyîtiyê dibe rûbirûmayînek jênederbasbûyî bi ”xwe ji xwe wêdatirkirin”a wan re.. Ewa li vir a ku ez li rastiya wê digerim ew e ku rastiya wê di nav evên li vir û ne li vir in de hatiye parvekirin. Hebûna tiştekê xwe ji heyîbûna bi tiştek din re saz dike, ev weha ye, çimku heyîbûn ji hebûna xasê xwe bûnê ketinek e.

Bi berateya heyîtiya heyînek din ve çêbûna xwe ji xwe re beyankirin delîla wê yekê ye ku heyîn ji binateya hebûna xwe mehrûm in. Heyînek wek nasnameya tekanetiya heyîtiya xwe yek e, lê çêbûna wê di nav têkiliya ligel yên din de serê xwe digire, û ev çêbûna di nav têkiliya ligel yên din de her weha statuya herî resen a ”çibûn”a heyînê ye. Lê ev çibûn esasen ”ti tişt nebûn ” e, ti tişt nebûn e çimku hemû hêmanên heyîtiyê tenê bi çêbûn û hevhîkariyek ligel berate û hêmanên din ên heyîtiyê ve tiştek e, çimku di nav çêbûnê de ti tişt nedikare bibe ewa yên mayî ji wê çêbûne û ti tişt nedikare têde bibe ewa ku ji wê wêdatir tiştek din tine ye.

Di vê çêbûnê de hêmanek ”jibixwe”ya li ser sabîteyek nehej avabûyî tine ye, ku her heyîn jê dest bi heyîtiya xwe bike; jibixwe tenê ji Hebûnê re yekane û tenanet statu ye ku ew jî bi hey-bûnê re rûxiyayî û jihevçûyî ye, çumku ”ew e ku ew e”ya jibixwe yê serê her carê mecbûr e bi heyî-bûnê re bibe ewa ku ne ew e.

Kant dibêje ”Heke her fenomen (her bûjen) ji bêdawîtiya parçeyan pêk hatibe, ew çax kerîbûna berepaşçûnê dê zêdetir mezin bibe ji bo têgeha me. Lê heke ev kerîbûna fezayê li cem endamek (sade ya) vê kerîbûnê bisekine, ev berepaş-çûn dê zêdetir piçûk bibe ji bo îdeya bêmercîyê. Çimku ev endam dê hertim rê bide ku di wê de li hejmara parçeyên din bihêt gerîn…

Li cem sedemên di nava fenomenê de bi ti hawayî ti tişt tine ye ku bikaribe bi qutîbirî ji xwe rêzeyekê bide destpêkirin. Her çalakî, wek fenomen, hingî ku bûyerekê dihilberîne, bixwe jî bûyerek e ku hebûna rewşek din a têde sedemê wê (bûyerê) dihêt dîtin dide ferzkirin ”

Heke em bipejirînin ku ti tişt tine ye ku nebibe encamek qanûna xwezayê di her qewimînek li bal fezayê û di nav demê de, wê çaxê sedemtiya sedemê bixwe jî dê bibe tiştek ku diqewime û ji ber vê yekê jî ji qewimîna xwe re hebûna sedemekê dide ferzkirin.

Di nav parçe û pêçêyên/kompozanên yekûnê de her par û pêçê çiqas ew e ku yên din jê-pê çêdibin bixwe jî ewqas ew e ku bi-ji yên din çêdibe. Anku her heyîtiya hêmana heyînekê ew heyîtî ye têde heyîtiya hêmanên din dihêt dîtin û her weha heyîtiya wê jî di heyîtiya yên din de. Heke em li cem endamek pêçêbûn/kompozîsyona fenomenekê bi navê ”ewa yên din ji wê destpêdikin” rawestin, ev dê bibe mezintirîn haşifandin û eletewşî. Lê heke gera li ewa ku yên din ji wê dest pê dikin li ti deverê û li cem ti endamê raneweste, ev dê bibe tevgerînek li xwe ne-veger a ku ji karpêkirina wê ti encam dernakeve.

Di nav rêze-fenomenan de berepaşçûn heke her tim û bi berdewamî rûbirû mayînek be bi bêdawîtiya kerîbûna beş-parçeyên wan re yên ku di xwe de (me) ber bi bêdawitiyekê dişînin, ev dê her tim bibe rasthatinek li ”jibixwe” nebûna ewa dihêt şopandin. Fenomen derbirîna jibixwe nebûna çêbûn-çibûna xwe ye, nedikare bibe sedemê ti jibixwe yên xwe yên bi derbirînê re eşkere dibin.

Ji ber ku em nedikarin li cem ti fenomenekê wek ewa ku hemû yên din jê seridîne rawestin, her fenomen bi neçarî bixwe jî ew bûyer e têde bûyîna encama bûyerek din dihêt dîtin. Bi vî hawayî her çi diqewime temamen kudandina rêze-bûyeran e ku di nav dorvegeriya bûna sedem-encamê hevûdu de ne û di nav wan de ti yekek ji xwe dest pê bike tine ye. Vêga fenomen di hemû sazbûn/konstitusyonên xwe de ew çalakî ye ku bi sertapê pêkhatinek e ku di nava û binê wê de ti hêmanek tine ye bibe ewa ku yên din ji wê dest pê dikin, û çêbûna wê çalakiya lihevzivirînek wan encam-hîkariyan e ku sedema hebûnatiya xwe her tim dişînin bal hevûdu. Ji ber ku her fenomen di xwe de me dişîne bal parçeyek xwe ya din a jê-pê çêbûyî, ev delîla ne di-xwe-de-bûna fenomenê ye. Û bi vî hawayî fenomen ew xuyabûn e ku nebixwebûn û nejixwebûna xwe vedişêre. Yanî Heyî-bûn xuyabûna windabûna Hebûnê ye.

Heyîbûn ew qad û dîmena Hebûnê ye ku di-xwe-de-hebûn têde rûxiyayî ye ; çimku ”heyîbûn” ew terza hebûnê ye ku bi ”pê-bûn”ê re derdikeve holê. Anku ti heyîn nedikare hebe heke ew ji heyînek din re, heyînek din jî jê re nehatibe dayîn.

Ev jî ew e ku her tişta diqewime (dest bi hebûna xwe dike) hebûna tiştek beriya xwe û xênc ji xwe dide ferzkirin.

Lê ev rastî çiqas ji bo Heyîbûnê rast be ewqas ji bo Hebûnê xelet û ne rast e.

Çimku nabe ku Hebûn ayidê hebûnekê be ku ev hebûn ne ew be, çimku Hebûn bêyî hebûnatiya hebûnek ku Hebûn li bal wê de bihêt daxistin yan jî jê were derxistin: He ye, anku, He ye tî ye, mutlaqiyeta bûna nebûna ne-hebûnê ye, ew e ku ew e di xwe de bi xwe ve dagirtî ye, bêyî ku têde piçûktirîn qelşek ku ewa ne ew e tê re bikeve nav wê, hebe. Heke ne weha be, ew e ku ew e dê bibe ew e ku ew ne ew e.

Ev jî dê bibe hebûna tinebûnê ya ku dibe tinabûna hebûnê.

Ji vê hêlê ve û di vê tangê de di navbera Heyîbûn û Hebûnê de dijberiyek fîîlî heye. Ber bi tinebûna yên bi wan ve xuyabûn hasil dibe ve çûyîna heyîbûnê : Dibe ew bûyera a ku heyîbûn pê vediguhere wê tinebûna xwe ya ku Hebûn têde digihîje dihara bûrha xwe. Û bi gihîştina bal dihara bûrha xwe re Hebûn , anku, di nav bûrha xwe de bûna Hebûnê tinebûn e, lê ev tinebûna Heyîbûnê ye ku hebûn li wir ji HeyîBûnê fereste ye, tenê He anku Heyetî ye, Hebûn li cem vê Heyetiyê ji eletewşî û mecbûriyeta hebûna hebûnek beriya xwe, xênc ji xwe rizgar dibe. Ew e ku ew e ya Hebûnê me ji ber du sedaman mecbûr dike ku em bi vê hawayî biponijin. 1, çimku Heyî-bûn di meyana xwe de aferiş/karekterek ku ti tişt nedikare têde bibe ewa ku ji wê wêdatir tiştek din tine ye, radigire; û têde ti tişt nedikare bibe ewa yên din ji wê dest bi hebûna xwe dikin, bi vî hawayî ji ew e ku ew e re ti cihek namîne.

2, çimku di tinebûna halekî ku Hebûnê têde bibe tinebûna heyîbûnê de, Hebûn dê bi ti hawayî nebikaribe xwe rizgar bike ji mecbûriyeta hebûna hebûnek beriya xwe, xênc ji xwe. Hebûna ku şuûr bi keserek kûr dixwaze xwe bigihînê ev Hebûn e ku di nav halê xwe yê têde tinebûna heyî-bûnê ye de ye.

Lê ev ne mijara vê nivîsê ye.

çavkanî : Orhanê BRAHIM, Hebûn û Mirov. Soran.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev