Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Bal xûşk û birên xwe, yên li xerîbiyê

Bal xûşk û birên xwe, yên li xerîbiyê

Aslîka Qadir – rojhilatzan, hunermend

Ev bedbextîya kurd tê da ne (êrîşên DAIŞ) her kurdekî dilsoz mecbûr kir, ku kê çi û ça karibe li doza Kurdistanê ra bibe piştgir. Hizkirîyên dengê min ji her çar parçên Kurdistanê ji min dipirsîn: çira deng ji min dernayê? Ez ji ber çevên xwe diketim, lê çi bikim? Eva bû pirsa sereke bo min. Ya girîng ew bû, ku bi dil û can bixwazî û ênerjiya hundirê te da wê te gav bi gav bibe ber bi nêta te. Min peywendî bi hîmdarên rêxistinên kurdên Qazaxistanê ”Berbang”-ê birêz Dr. Profêsorê ulmê fîlologiyê, akadêmîkê Akadêmya ulmê sosîologiyê yê Komara Qazaxistanê birêz Kinyaz Îbrahîm Mîrzoev û Dr. Profêsorê ulmê aboriyê, yekemîn serekê Rêxistina kurdên Qazaxistanê ”Yekbûn”birêz Ezîzê Ziya Bedirxan va danî û bernama xwe wan ra eşkere kir.

Van camêrên mezin, hela min gotina xwe bi dawî ne anîbû, gotine min: ”Were”.

Şev nîvê şevê ji Almanyayê gihîştim paytexta Qazaxistanê. Du xortên centilmen, rojnameger Salihê Kevirbirî û Şemedîn, kurê hunermendê eyan û yek ji emekdarê radîoya Yêrêvanê Mecîdê Silêman baqê gulan li destan, hatibûn pêşiya min. Min ji wan energîke usa ecêb wergirt, ku bûm wek qîzeke 14 salî, dilê min hat ji cî derkeve, min xwe avîte pêsîra wan û bi zor hêsirên xwe zeft kir.

Sibetirê, malbeta Mecîdê Silêman, ku heta şev dereng ranezabû, benda me bû. Eva hevdîtineke piştî 22 salan bû, hevdîtinek pir bi hizret, bîranînên geş, rojên şa û bê xem .

Gava çevên min hunermend û efrandarê bi rûmet ket, hêsirên min hatin xarê. Ew Mecîdê salên 1960-an, bejin bilind, tijî bi agir extiyar bibû, lê belê, bi dil û ruhê xwe va dîsa ew Mecîd bû, pir bi hûmor û hizkirin. Bi meşeke nerm û giran nêzîkî min bû, ez girtim hemêza xwe û gelek dirêj bernedidam. Pir heyecan bû û min texmîn kir, ku dilê wî zû-zû lê dida. Şabûna xwe sipontan, bi helbestan dida der, serê min maç kir û got-”Behna bahara Ermenistanê ji te tê.”

Ermenistan…? Min guhê xwe bawar nekir, ne axir ermeniya, gava Sovêt hilweşiya, kurdên misilman, nav da jî malbata Mecîd, ji welatê xwe derxistin, ça dibe hê hizreta Ermenistanê da bin?

Belê, gava navê Ermenistanê didan ”benê kembera pişta wan diqetiya”. Ez dibêjim ev jî sebebê wê hene.

  1. Her çiqas serokkomarê Qazaxistanê birêz N. Nazarbayev bi çevên qenc li kurdan dinêre û halê wan yê aborî jî ne xirab e, dîsa jî kurd xwe li xerîbiyê da dibînin. Ermenistan, Gurcistan, Azerbecan nêzîkî Kurdistanê bûn, wana nêzîk va welat dişopand. Ji xwe Azerbecan weke berdewamiya Kurdistana Rojhilat e.
  2. Kal û bavên wan mêj da nava miletên Kavkasê da jiyane, miriyên wan ser wan erdan hatine binerd kirin, loma jî wan li wir xerîbî nedikişandin.

Qazaxistan 3000 km dûrî Kurdistanê ye û gava yek ji me dibe mêvanê wan, ewana derdê xerîbiyê bi me sivik dikin… Belkî ev bû sebeb, ku bi min şa dibûn, te tirê malê dinyayê dane wan û ça kurd dibêjin: ”Ez ser destê xwe digerandim”.

Mecîdê Silêman li radîoya Yêrêvanê da sitiran pêşkêş kiriye û alî sazkirina fonda sitiran û sazbendîya kurdî kirîye. Ewî ruhê xwe kiriye nava vî karî û, wek zarokekê pê ra ricifîye… Belê, zaroka wî maye li wî berî. Ça nebêjî û nebilêy?

Ewê rojê mala Mecîd bibû koçka mêvana, gelek rewşenbîr hatibûn dîtina hunermenda xwe. Ji bo wan ez ne tenê hunermend, lê belê ez usa jî xûşk, zerya malê, ya helal bûm. Ewan ez bi dil û can qebûl kirim û ez carek din hatim ser wê fikirê, wekî miletê me yek e, huner, reqas, ziman, zargotina me, çanda ruhî yek in û bi eynî zimanî tên gotin. Peyvên me, yên pîroz bi vî zimanî (kurdî) tên der. Eger ewir û ezman jî bikin qîrîn, bêjin, ku êzdî ne kurd in, ezê bêjim-nerast e, tu cudabûn di navbera me da tuneye. Ber ku xûna me ser hev dikele. Tenê yên ku nav û paşnavê xwe nizanin rast binivîsin, ew dikarin sîngê xwe bidirînin û berovajiya wê bêjin.

Silêman bi helbest û sitiranên xwe em mest kiribûn, şev li me bû roj û me tê dernexist ça sibe safî bû. Ewî sitirana xwe, ya nû, bi sernivîsa ”Kurdistan”, muzîka kîjanê jî bi xwe danî bû, da min û got: Navê Kurdistan bi dengê te zor xweş dertê, vê sitirana min bistirê û bike klîp. Hema ev sitiran û sitirana Seyad-Nova ”Hetanî hebim” bi siponsoriya endamên rêxistina kurdên Qazaxistanê hate çêkirin. Min nizanibû ça razîbûna xwe bînim ziman, ji şabûna nigê min erd nedigirt. Hilbet Salihê Kevirbirî jî gişt hildida ser kamêrayê. Li vir min nasiya xwe da şayîrê navdar birêz Hesen Hecîsilêman, Dr. Profêsor birêz Mehmedê Misto, ev herdu jî li Ermenistan û Sovêta berê mezin bûne û xwandina bilind sitendine. Ev birêzana jî bi hatina min zor kêfxweş bûn û carina min ra bi ermenkî û rûsî diaxivîn… Şayîr H. Hecîsilêman sitiranên ermeniya jî min ra distira, gava distira çevên wî dibiriqîn û ji riyê wî nûr dibarî. Min jê pirsî – gelo bîrya Ermenistanê dike? Got, em tam adepte nebûne, û gelek xerîbiyê dikin, ne tenê ez, em gişt Ermenistan wek welatê xwe dibînin, warê, ku lê ji dayîk dibî û mezin dibî, zû-zû ji dil dernakeve…

Ez carek din giriyam…Çira bextê kurdan ha reş e? Heta kengê emê bê dewlet bin? Heta kengê emê serê riya bin? Heta kengê emê ber derîyan bin?

”Ez vî derdî kê ra bêjim?

Derdêm pirin, ketine ser hev,

Birînêm kûrin, nayne hev,

Xilaz nabin jimara dev,

Ez vî derdî kê ra bêjim?

Kurd kirine nav zulmê da

Nava qetilê û qirê da,

Bela bûne nav dinê da

Ez vî derdî kê ra bêjim?

Eva tenê du mal ji 46 malên helbesta şayîrê mezin H. Hecîsilêman in. Eger tu agahîyên me ser Kurdistanê tunebin, bes e ku vê helbestê bixwînin, emê bi xeyalan herin welêt, û dîrok û êşa wê wek fîlmekê wê bên ber çevên me. Ev e qeweta hunerê…

Roja duda me serî li Rêxistina kurdên Qazaxistanê xist, li wir jî bê sebir li benda me bûn. Na, nişkêva nefikirin, wekî dema van zor hebû ji bo me, na, birêz Kinyazê Ibrahîm li Zanîngeha bi navê Abaya da prorêktor û rêvebirê kafêdra zimanên rojhilatê ye, dewsgirtiyê serokê Asamblêya miletên Qazaxistanê û her waha, serokê Rêxistina kurdên Qazaxistanê ye, ew xweyê xelatên cûr bi cûr, yên giranbaha ye.

Birêz Ezîzê Zîya Bedirxan – bîznesmen, nûnerê ronakbîrên kurdan li Qazaxistanê, xudanê 15 xelatên bi rûmet, temamiya jîyana xwe ji bo pêşvaçûna Qazaxistanê terxan kiriye, kîjanê ça welat xwera dibîne. Ew tê nasîn ça camêrekî giran, xweyê sozê xwe, xebathiz, organîzekirî û eynî wextê da gelek comerd û hazir bo alîkariyê.

Nadîr Nadîrov – Akadêmîk, Marşalê ulmê kîmîayê yê navnetewî ye, pisporê karê sitendina neft û gazê. Ew hîm û bingeha bi çêmênto ya mala kurdan e li Qazaxistanê, ew Don-Kîşotê miletê me ye.

Sîrinê Elî Mustefaev – arkîtêktê keddar, bîznesmen e. Gava nasiya min dane wî, gotine min – Çi bînayên xweşik û navdar li Alma-Atayê bibînî, bizanibe, bi projeya birêz Şîrin hatine ava kirin. Min şanazî pê kir, ev serbilindayî bû bo miletê kurd. Şîrinê Elî pêşewitiyê doza Kurdistanê ye, tim dev bi ken û sohbet xweş, ji tu şayîke kurda bê par namîne, kêfçî, jin û jîyan hiz e.

Birêz Bariyê Bala – ez vî camêrî hela ji radîoya kurdî û rojnema ”Riya Teze” li Yêrêvanê nas dikim, şayîrekî pir bi merîfet û bi talent, heta bêjî rû nerm, xemxur û dilovan e.

Birêz Mehemmed (biborin, paşnavê wî nizanim) – înjênêr, ronakbîrekî hêja, li Ermenistanê di gelek postne berz da kar kiriye, naha jî dîsa xweyê dereceke bilind e li Qazaxistanê.

Lêborînê dixwazim, eger min yek bîr kiribe.

Hevalên hêja! Hûn ewledên gelê kurd, yên xwedî merîfeta xwezayî, yê mezin in. Hûn hêjayî hizkirin û qîmetkirineke bilind in. Gelê me mohtacê şexsên wek we ne, ji ber ku hûn hertim bi derd û kulê Kurdistana xwe va dijîn û dikewgirin. Qedirgirtina hunermenda miletê xwe jî îzbata vê yekê ye. Ez we gişta hiz dikim. Ew rojên li gel we derbaskirî ji xweştirîn rojên jîyana min in. Sipas.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev