Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Konê Reş: Em hîn jî nikarin kovareke mîna ”Hawar”ê biweşînin!

Konê Reş: Em hîn jî nikarin kovareke mîna ”Hawar”ê biweşînin!

Mehmed Salih Bedirxan

Nivîskar û lêkolînerê ji Rojavayê Kurdistanê Konê Rêş gihiştiye gelek nifşên ”Hawar”ê û danûstendina wî bi gelek zana û rewşenbîrên kurd ê li Rojava ango Binxetê re çêbûye. Konê Reş di derbarê rewşenbîrên heyama ”Hawar”ê de gelek gotar nivîsîne û lêkolînên wî belav bûne. Konê Reş rewşenbiriya ”Hawar”ê, koçberiya zana û serokêşîrê kurdan a ber bi Rojava û xebatên weşangeriya kurdî ya li Bakur û Başûrê Kurdistanê raberî me kir û eşkere kir ku herçend di warê teknolojiyê de serkeftinên mezin pêk hatibin jî em nikarin kovareke weke ”Hawar”ê çap bikin. Her wiha Konê Reş gazinên xwe ji bo bizava rewşenbîrî ya Başûrê Kurdistanê jî anî ziman û da zanîn ku li Başûrê Kurdistanê mirov nikare li kurmanciyê rast bê. Li hêla din Konê Reş amaje bi wê yekê jî kir ku li Bakûrê Kurdistanê jî kurd tûşî asîmîlasyonê bûne û li navçeyên Bakurê Kurdistan axaftina bi kurdî di nav xelkê de gelekî kêm bûye.

Cenabê te jî gihişt nifşê ”Hawar”ê, em dizanin ku te Cegerxwîn, Mendûh Selîm, Osman Sebrî û Qedrîcan ji nêz ve nas kiriye. Ku îro tu li ser kelepora ku wan avakiriye raweste tê ji bo ”Hawar”ê û rewşenbîrên wê demê çi bêje?

Ji bo ”Hawar”ê, xwediyê ”Hawar”ê Mîr Celadet Bedirxan û rewşenbîrên ”Hawar”ê, zindîbûnê hêvî dikim. Geşbîn im ku min daye ser şopa Mîr Celadet Bedirxan û çav bi kebaniya wî mîrzade Rewşen Xanim Bedirxan ketime. Her wiha gelek caran bi seydayê Cegerxwîn û hin caran bi Melle Hesenê Kurd re li Qamişlo rûniştime û her ku ez diçûm Şamê, wek ku min gurzek gul li ser gora Mîr Bedirxan û Mîr Celadet datanî, min rêka xwe jî, bi Apo Osman Sebrî dixist, diçûm serdana wî. Di wan hevdîtinan de û hevdîtinên dost û yarên wan de wek Seydayê Tîrêj, Keleş, Berazî û yên mayî de, min gelek pirs ji wan dikirin û li bersivên wan guhdarî dikir û wiha min bi dehan gotar derbarî wan nivîsandine. Di encam de, nikarim tiştekî li vê gotina Mîr Celadet Bedirxan zêde bikim: ”Hawar” dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike. ”Hawar”a me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide naskirin. Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e.” Eger ”HAWAR” ji berî 83 salan ve hatibe hawara me, gelo roja îro em bi hawara wê ve çûne?

Tevî vê teknolojiya nû û modern, van alavên ragihandinê yên bi lez û bez, hêjî em nikarin kovarekê mîna ”Hawar”ê bi herdû şêweyên kurdî, kurmancî û soranî biweşînin û di nav kurdan de belav bikin. Mîr Celadet Bedirxan bi tena xwe, herdû zarava di kovara ”Hawar”ê de kom dikirin. Roja îro nivîskarên ”Hawar”ê, mîna stêrin geş in di asmanê Kurdistanê de. Eger mirov li dîroka malbata Bedirxaniyan vegere û berpêl bike, wê bibîne ku tevayî Bedirxanî di sirgûn û zîvariyan de hatine kuştin û mirin. Ev yek bi tena xwe xweş dîdevane ji dilsozî û wefadariya wan re. Û ev yek dihêle ku em navê wan bi tîpên zêrîn di dîroka gelê kurd de binivîsînin. Belê, sebaretî nivîskarên ”Hawar”ê dikarim bibêjim; Eger Mîr Celadet Bedirxan konê ”Hawar”ê vegirtibe, ew nivîskar stûnên wî konî bûn. Bi saya hebûna wan, tevî bahozên gur û havînên germ, ew kon dor 11 salan vegirtî ma. Ji sifirê dest pê kirin. Wek ku tu dibînî. Bi saya wan, va ez û te di vê diyalogê de ne ku ne ji wan ba, min û te hev nas nedikir.

Te li ser çanda kurdên me yên Êzdî gelekî kar kiriye. Em wisa dizanin ku ji bilî Şengalê li ser “Binxetê û Serxetê“ jî gelek kurdên me yên Êzdî hene. Di warê çand û kulturî de çi cudahiya wan ji Êzdiyên Şengalê û Êzdiyên Qefqasyayê heye?

Qet cudahî di navbera Êzidiyên Şengalê, Sûriyê û Qefqasyayê de nîne. Tev yek ol in û yek ziman in. Ma gelo cudahî di nav ola misilmanan û zimanê Erebî de heye? Ew jî wiha ne. Yek ol in, yek ziman in, yek bîr û bawerî ne, yek irf û adet in. Û tev bi guhdariya strana Derwêşê Evdî kêfxweş dibin. Digel ku nimêja wan bi yek zimanî ye, Lalişa Nûranî Heca teva ye. Mîr, Şêx, Baba Şêx, Pîr, Pêşîmam, Qewal, Feqîr di nav tevan de bi yek rolê radibin. Lê her Çiyayê Şengalê ji miletê Êzîdxan re dimîne keleha firar û xwîniyan. Belê, dibe ku hin cudahî di navbera Êzidiyên her sê herêmên ku me bi navkirin hebe; Êzidiyên di nav dewletên Misilman de, nikarîbûn wek Êzidiyên Şengalê û Qedqasyayê xwe biparêzin û bi serbestî, wek ku pêdiviye, bi rêk û pêk ola xwe birêve bibin. Wan gelek zilm û zor ji destê misilmantiyê dîtine û ji neçarî gelekan ji wan ola xwe guhertine. Niha ez nikarim navê perestgeheke Êzidiyan li Binxetê bi nav bikim. Di baweriya min de, eger cudahî di navbera Êzidiyên Şengalê, Binxetê û Qefqasyayê de hebe, ji ber zilm û zora Misilmantiyê ye.

Piştî serhildanan Binxet bû mînyatûreke Serxetê, gelek serokeşîrên kurdan ji bo binxetê hatin sirgûnkirin. Te gelek ji wan ji nêz ve nas kirin. Ji kerema xwe tu dikarî ji me re qala wê koçberiya serokêşîrên kurdan a ji bo Binxetê bike? Gelo kîjan eşîr hatin sirgûn kirin? Kes ji wan vegeriyan Serxetê? Yên ku li Binxetê mane li ku derê bi cih bûne?

Zor e ku mirov karibe bersiva vê pirsa te li dor serokeşîr û axayên kurdên Bakur yên ku koçberî Binxetê bûne, bi têr û tesel vegerîne. Bersivdana wê hêja ye bibe lêkolînek dirêj. Vêca hema wilo bi kurtbûn dikarim bibêjim ku piştî damezirandina komara Kemalî di sala 1923’an de û têkçûna serhildana Şêx Seîd Efendî di sala 1925an de, Mustefa Kemal û hevalên xwe li yar û neyarên xwe ji serokeşîr û axayên kurdan zîvirî; li wan hat xezebê, gelek ji wan kuştin, gelek sirgunî Anadola Rojava kirin. Hingê jî, gelekan çûna Anadolê protêsto kirin û ji neçarî binxet bûn, hatin nav kurdên Binxetê. Tenê dikarim bibêjim ku bêtir serokeşîr binxet bûn, lê eşîr di cihê xwe de man. Hem jî dikarim bibêjim ku piraniya wan koçberan ji kesayetiyên kurd yên welatperwer bûn. Belê bi tevayî dikarim van navan bibêjim: Malbata Resûl Axa (Jêlî), Emînê Ehmedê Perîxanê (Rema), Kor Hisên Paşa (Heyderan), Hacî Mûsa Begê Xwêtlî (Mûş), Ehmedê Silêman (Omerî), Malbata Cemîl Paşa Diyarbekirî, Osman Sebrî (Adîyeman), Cegerxwîn (Hesarî), Qedrî Can (Dêrika Çiyayê Mazî), Reşîdê Kurd (Dêrika Çiyayê Mazî), Elyas Efendî (Dêrika Çiyayê Mazî), Cemîlê Seyda (Licê), Memdûh Selîm Beg Wanlî (Wan), Tewfoyê Dêreverî (Dêreverî), gelek neferên malbeta Cemîlê Çeto (Xerzî), malbata Eliyê Ûnis (Sasûn) û gelekên din. Gelek ji neferên van malbatan ta roja îro, di nav kurdên Binxetê de dijîn û gelek ji wan jî, zîvirîne welatê xwe. Sebaretî herêma Hevêrkan, beşek ji Êzidî û Xiristyanan digel Haco û hin kurdên Misilman jî binxet bûn.

Ji ber hokarên siyasî rewşenbîrên kurd gelek li dîasporayê ne. Cenabê te jî demekê li diasporayê bû. Ki dîasporayê rewşenbirî çawa bi rêve diçe? Her wiha em dizanin ku te ji festîvalên çand û hunerê yên Başûrê Kurdistanê gelek xelat wergirtine. Tu geşedana rewşenbîrî ya li Başûr û Bakurê Kurdistanê çawa şîrove diki?

Belê, ji ber hokarên siyasî û şerê heyî civaka me ji hev belawela bûye. Her malek bûye sê-çar mal. Lê ez ne di wê baweriyê de me ku rewşenbîrên kurd li Binxetê ji ber hokarên siyasî ji welatê xwe koçber bûne. Ta niha, qet min nebihîstiye ku metirsiyek li ser jiyana rewşenbîrekî kurd an nivîskarekî kurd wek ku hin idadikin heye. Di baweriya min de derketina wan ne ji ber metirsiyê ye. Yê hina dibe ku siyasî be. Rewşenbîr an ronakbîr, mîna heyvan an şivanê miletên xwe ne, ku ew xwe ji nav miletê xwe bidin alî, ji xwe wê milet ji hev bela bibe. Û va wiha bûye û dibe. Mixabin. Sebaretî min, ez ne bi derketina rewşenbîr û nivîskarên kurdan re me. Ez ji welatê xwe qet dernakevim û nikarim dûrî welatê xwe û bajarê xwe Qamişlo bijîm. Rewşenbîrê li xweşiya xwe bigere û xweşiya welatiyên xwe di ser guhan re bavêje, ne rewşenbîr e. Bi şertê ku metirsî li ser jiyana wî nebe, gereke di nav civaka xwe de be. Ta niha min nebihîstiye ku rewşenbîrek an nivîskarekî kurd li Binxetê ji ber nivîsandinên xwe yên rewşenbîrî û kulturî hatiye girtin an teror kirin. Mixabin, piştî ku derdikevin dibêjin jiyana me di metirsiyê de bû! Qet jiyana min di diasporê de derbas nebûye. Ew derketina min a Almanya di sala 1977an de ji bo xwendinê bû û ez zû vegeriyam welat û bajarê xwe.

Min beşdarî di festîvalên çand û hunerê de li Başûr û Bakurê Kurdistanê kiriye. Di sala 2008’an de jî, min beşdarî di festîvala sê rojane de, bi navê (Lênerîneke li wêjeya Kurdî li Brukselê: Focus on Kurdish Literature in Brussels) kiriye, ewa ku ji rex Enstîtûya Kurdî û Wezareta Belçîkî ya çandeyî li Brukselê hatibû amade kirin. Belê, min gelek xelat wergirtine. Ew xelatwergirtinên min, ji encamê serketina min di wan festîvalan de ye û ji encamê ked û westandina min in. Bi wê beşdariyê re min gelek nivîskarên welatê xwe yên ku min navê wan bihîstibû, dîtin û bi naskirina wan kêfxweş bûm. Lê, sebaretî geşdana bizava rewşenbîriya kurdî li Bakur û Başûrê Kurdistanê, li gor ku min dît û şopandiye, ne li gor xwestinê ye, gelekî qels û lawaz e. Li Başûr yek rojnameya kurdî bi tîpên latînî nîne! Carekê kovarek bi navê Nûbûn bi tîpên latînî dihat weşandin, ew jî nebedî bûye. Başûrê Kurdistanê, ev perçê ku çavê piraniya nivîskar û rewşenbîrên kurmancînivîs lê ye. Cihê mixabiniyê ye, dema ku nivîskarek ji Bakur an ji Rojava diçe Hewlêrê an Silêmanî an Duhokê û çav bi peyvek kurdî latînî nakeve. Şermek mezin e! Lê sebaretî Bakurê Kurdistanê, eva ku em bi çavê Kurdistana navendî lê mêze dikin, dikarim bibêjim ku, ew jî ne kêmî Başûrê Kurdistanê ye, di warê lawazbûn û qelsbûna guhdanê de bi zimanê kurdî. Li gor ku ez serwext im, ta niha yek rojnameya wan Azadiya Welat, belav dibe. Ew jî, bêtir siyasî ye û berjewendiyên rêxistinekê diparêze. Bi tenê kovara W, li Amedê tê weşandin û Nûbihar jî, li Stenbolê, lê ne bes in. Eger hin kovar û rojnameyên din jî bi zimanê kurdî hebin, hayê min ji wan nîne.

Mixabin ku hîn kurdên Bakur negîhane pîleya ku Mûsa Anter û Edîb Karahan û hevalên wan gihiştibûnê di salên 1950’î de. Ew heyamê ku zimanê kurdî li Bakur qedexe bû. Tevî bizav û berxwedana kurdan li Bakur di ber hebûn û xweseriya gelê kurd de, mêze dikim ku zimanê kurdî bi paş de vedigere. Bêtir xeberdana kurdên Bakur bi tirkî ye. Mêzekin, Qamişlo û Nisêbîn du bajarên di rex hev de ne, wek du bajarên cêwî ne, xelkên Qamişlo şerm dikin ku bi hev re bi zimanê erebî xeber bidin, lê xelkên Nisêbînê, xwe payebilind dibînin dema ku bi tirkî bi hev re xeber didin. Tê gotin ku, sê ribên xelkên Nisêbînê di malên xwe de bi tirkî xeber didin. De were keko, li geşbûna rewşenbîriya kurdî ya li Bakur û Başûrê Kurdistanê mêze bike.

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev