Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Roja Ala Kurdistanê pîroz be!

Roja Ala Kurdistanê pîroz be!

Îro Roja alaya Kurdistanê ye. Pîroz be!

Parlamentoya Herêma Kurdistanê di sala 1999’an de biryar girt û 17ê meha Kanûnê weke roja Ala Kurdistanê hat qebul kirin. Ji ber wê yekê jî her sal di 17ê Kanûnê de li Parlamentoya Kurdistanê û di hemû dem û dezgehên fermî de roja ala netewî a Kurd tê li dar xistin.

Li Başûrê Kurdistanê hemû bajar û bajarok bi ala rengin tên xemilandin. Kurd vê rojê ne tenê li Başûrê welatê me, lê li hemû beşên Kurdistanê, herwiha kurdên dîyasporê weke rojeke girîng û dîrokî bi coşî û şahî, bi şêweyên cûr bi cûr wek Roja alaya Kurdistanê pîroz dikin. Ev roj ber dilê her kurdekî welatparêz ezîz e.

Çawa ji bo hemû netewan al di jîyana mirov da cihekî girîng û dirokî digire. Ji bo gelê me jî ala me ya ku bi rengê kesk, sor û ze û gehwer tê nas kirin, ji bo netewa me Kurdan jî gelekî girîng e.

Ev ala ku ji sala 1927’an ve, ji dema Serhildana Agirî ve wek ronîya çavan hatîye parastin û di sala 1946’an de jî li Rojhilatê Kurdistanê gihiştîye destê Serokê Komara Kurdistanê Pêşawa Qadî Muhammed. Qadî Muhammed jî ev ala pîroz ji bo ku were parastin, dîyarî da qehremanê Kurd, serokê nemir Melle Mustafa Berzanî. Îro ev ala pîroz li hemu beşên Kurdistanê wek ala netewî a Kurdistanê tê qebûl kirin.

Gelê me îro ji bo rizgarkirina welatê xwe li hemû beşen Kurdistanê bi mêrxasî û cangorî di bin vê ala pîroz de li dijî terorîstan û dewletên dagirker tekoşina xwe dimeşînê.

Em bawer in ku sedsala 21‘an wê ji bo gelê me bibe sala azadî û serxwebûna Kurdistanê.

Ev rojana ne dûr in û kes nikare pêşîya têkoşîna gelê me bigre. Gelê me jî wek her netewan pêwîst e li welatê xwe bi azadî, aşîtî û serbilindî bijî.

Em bangî hemû Kurdên hemû beşên Kurdistanê dikin ku xwedî li ala pîroz derkevin û biparêzin. Ev ala ya me hamûyan e.

Wek tê zanîn çend roj berê gava Serokê Herema Kurdistanê Birêz Mesud Berzanî li paytaxta Tirkîyê, li Anqerê hevdîtin bi berpirsên Dewleta Tirk re kir, ala pîroz danî ber rayedarên Deweta Tirk. Di dîroka Tirkîyê de eva cara yekemîn bû ku ala Kurdistanê bi fermî dihat nas kirin. Eva ji bo me hemû kurdan hestekî cûda û serbilindîyeke bê hempa bû. Wê roj were, ku Kurd ne tenê li Tirkiyê, lê li paytextên Îranê û Sûrîyê jî ala kurd bi serbilindî bilind bikin û bidin qebul kirin.

Em bangî hemû kurdan dikin ku di hemû sîteyên Kurdan de 17ê Kanunê roja ala rengîn li dar bixin. Bangî hemû kurdên ku di facebook ê de ne di vê roja pîroz de wêneyê Ala rengîn û Kurdistanê bi kar bînin û wêneyê Kurdistanê parve bikin.

Em bi pêwana hatina 17ê Kanunê roja ala Kurdistanê li gelê xwe pîroz dikin.

Her bijî ala rengîn!

Her bijî têkoşîna gelê Kurd!

Yekitiya Komelên Kurdistan-KOMKAR Elmenya.

Ev jî helbesteke Mîr Dr. Kamiran Bedirxan ser alaya Kurdistanê, ku ewî sala 1932an nivîsîye.

ALA KURDAN*

Ronahiya dil û çav;
Diyariya dê û bav;
Pêsîra wî roj û tav,
Spehîtiya ax û av:
Ala Kurdan ser be ser,
Sor û gewr e, kesk û zer.
Qehremanê ceng û şer;
Qiblegahê mê û nêr;
Cayegahê can û sêr,
Afitaba dar û ber,
Ala Kurdan ser be ser,
Sor û gewr e, kesk û zer.
Hêviya xortan û mêr,
Mihreba mizgeft û dêr;
Şahê evd û şahê şêr,
B’reng û bihn e, zîv û zêr:
Ala Kurdan ser be ser,
Sor û gewr e kesk û zer.
* Kovara Ronahî: Hejmar 08/1932

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev