
Ji jîyana kurdan ya rojane
Amadekar: Têmûrê Xelîl
-
• •
-Ez benî, ew kurdên ku têne Awropayê û dewa rûniştinê dikin, rewşa wan berî sitendîna îzina rûniştinê û piştî wê, çawan e?
-Berî sitendina destûra mayînê li wî welatî, dewlet piranîyan ra çend cara bi resmî dibêje: “Tu nikarî li vî welatî bîmînî, gerekê herî welatê xwe, an jî welatê ku tu jê hatî”. Pîştî sitendîna destûra mayînê jî dibêjin: “Tu nikarî herî welatê xwe, gerekê li vir bimînî”.
-
• •
-Ez benî, dema tu gazinê xwe ji du serokên kurdan dikî, hîç ferqê danaynî navbera wan û dibêjî ku herdu jî bi kar û barê xwe va xizmetî dijmin dikin. Lê ez zanim, ku di navbera wan da ferqek mezin heye. Gelo bi bawerîya te jî ferq heye, an na?
-Serokekî kurdan bi xwe rê nîşanî dijmin dike, ku çawa dikarin dijminatîya kurdan bikin, yê dinê jî dijmin rê nîşanî wî dide, ku çawa dijminatîya kurdan bike.
-
• •
-Ez benî, hinek nivîskarên kurd nexwendî ne. Dema ji wan ra dibêjî “nexwendî”, dibêjin: “Meriv dikare nexwendî be, lê aqil be. Lê merivên aqil jî dikarin nexwendî bin”. Gelo tu ji van kesan ra çi bersîv dibînî?
-Merivê nexwendî dikare xwedî tiştekî be: dikare aqil be, lê her nexwendî ye. Lê yê xwendî dikare xwedî du tiştan be: xwendî ye û dikare aqil be jî.