Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

“Cilwa” û “Meshefa Reş”

“Cilwa” û “Meshefa Reş”

Bira cejina Êzîd li hemû êzdîyên cihanê û miletê kurd pîroz be.

Cejna Êzîd an Eyda Êzîdê Sor yek ji cejnên Êzdîyan e. Êzdî 3 rojan berî wê cejnê rojî digrin ji bo biranîna Siltan Êzîd. Rojî di roja duşemê destpê dibe heya roja pêncşemê, pey wê ra, roja înîyê cejnê pîroz dikin.

Ji bo vê eyda pîroz em nivîseke Têmûrê Xelîl raberî we dikin derheqa herdu pirtûkên dînê êzdîyan da.

(Lêkolînên doktor Pêşrawê Kerîm Ahmed ser herdu pirtûkên dînê êzîdî da)

Têmûrê Xelîl

Li Parîsê, ser şîna sêkrêtarê sereke yê Komîtêya Navbendî ya PDK Îranê Sadiq Şerefkendî û herdu serokên wê partîyayê yên mayîn, ez rastî hevalekî xwe hatim, ku me 20 salî zêdetir hevdu ne dîtibû. Ew salên 70-î li Ûnîversîteya Lênîngradê (Sankt-Petersburga niha) xwendîye, dû ra li Parîsê – Ûnîversîteya Sorbonê da para “Lêkolînên kûr ser dîrokê” temam kirîye û bûye doktor.

Gava ez pê hesîyam, ku têma dîsêrtasîya wî ya doktorîyê bi dînê êzdîyan va girêdayî ye û ewî lêkolînên kûr ser herdu pirtûkên dînê êzîdîtîyê – “Cilwa” û “Meshefa Reş” kirine, min xwe bi xwe ra got: “Ez hema li te digerim”.

Û aha ez li mala wî ya Parîsê da me. Ew xebata xwe ya zanyarî derheqa van herdu pirtûkên dînê êzîdîtîyê da, ku sala 1992-a bi pirtûkeke cihê çap bûye, raberî min dike. Ser rûyê pêşin Ziyareta êzîdîya ya li Laleşê, ser rûyê duda wêneyê Tawis e. Rûyên mayîn bergirtina (kopî) orîgînalên wan herdu pirtûkan e tevî têkstên wan yên bi tîpên erebî. Ji şirovekirina wî ez tême ser wê bawerîyê, ku ewî bi xebata xwe ya giranbuha va bi zanyarî îzbat kirîye, ku herdu pirtûk bi kurdîya îroyîn, bi zaravê soranî hatine nivîsarê.

Ez dilê xwe da şa dibim û difikirim, ku ev pirtûk şelmaqeke di rûyê wan dîrokfeşkiran da, yên ku dibêjin, ku berî musulmanîyê kurd bê dîn û bê nivîsar bûne.

Min çend pirs dane ewî lawê gelê xwe yê zîrek û jêhatî:

-Te çawa, kengê û ji bo çi destbi vê xebata zanyarî kir?

-Têma dîsêrtasîya min dîn va girêdayî bû. Min jî zanibû, ku musulmanî dînê me yê eslî nîne, ereban ew bi darê zorê situyê me va alandine. Min destpê kir koka dînê me yê rast bigerim. Min herwaha zanibû, ku tîpên elfeba me yên taybetî jî hebûne. Gava min Lênîngradê da dixwend, Qanatê Kurdo yê gorbuhuşt derheqa vê yekê da min ra gotibû. Mamosteya min ya zimanê kurdî li Ûnîvêrsîteya Sorbonê, kurdzana navdar Cois Blauyê jî min ra gotibû, ku li kovara fransî ya “Antropos” da (hejmara 6-a, sala 1911-an) derheqa wan herdu pirtûkan da bi hûrgilî hatîye nivîsarê. Di wê da têkstên orîgînala wan, wergera wan ya bi zimanê fransî û pêşgotina gelekî mezin hatibû nivîsarê. Ez du salan, wek dibêjin, ji pirtûkxana Ûnîvêrsîteyê derneketim. Xezîneke dewlemend ketibû destê min, dinyake ciwan ber min vebûbû. Xwedîyê wê xebata zanyarî keşîş Karmelî di wê kovarê da hatibû ser wê bawerîyê, ku ew herdu pirtûk bi kurdîya kevnare hatine nivîsarê, ku îro hîç kesek tê nagihîje.

-Lê keşîş Karmelî kê bû û lêgerînên xwe yên zanyarî çawa şirovedikir?

-Keşîş Karmelî fransizê bi eslê xwe va kildanî bû. Ew ji Kurdistana Îraqê bû. Gelek salan li Bexdayê bûye keşîş, him jî zanyar bû. Bilî erebî, aşûrî, kurdî, herwaha gelek zimanên mayîn jî zanibû. Sala 1898-an xortekî kurd tê bal wî û dibêje, ku dixweze bibe mesîhî (xaçparêz). Navê wî Hebîbê Yaqût bû, kurê Eyşê, ji gundê Bûzîyê, navça Alqoşê, ku li rex Mûsilê ye. Ew 7 salan serwêrê pirtûkxana dînê êzîdîyan bû. Gava Karmelî pê dihese, ku ew dînê xwe va êzîdî ye, jê dipirse, ku ji bo çi dixweze bibe mesîhî? Ew şirove dike, ku ewî di xewnê da Îsa pêxemver dîtîye, ewî jê ra gotîye, ku ew gerekê zû bibe mesîhî. Eger nebe, wê nava salekê da bimire û ruhê wî wê here dojehê. Eger bibe jî wê bimire, lê ruhê wî wê here buhuştê. Paşê keşîş Karmelî ber dilê wî da tê û jê ra dibêje, ku xewnên şevên çarşema piranî pêk nayên, lê hinek jî rast in. Ew soz didê, ku wîya bike mesîhî, lê ew jî gerekê alî wî bike-derheqa wan herdu pirtûkên dînê êzdîyan da malûmatîyan jê ra bêje. Herweha dibêjê, ku eger ew berî Hebîb mir, sura wî dîhar nake, lê eger Hebîb berî wî mir, ewê çi ku ji wî bihîstîye, biweşîne. Hebîb destpê dike hinek tiştan bi zar derheqa dînê êzîdî da jê ra dibêje. Dibêje, ku ew pirtûk bi zimanê kildanî, aşûrî, erebî, farisî, yûnanî û latînî hatine wergerandinê û pirtûkxanê da têne xweykirinê. Lê orîgînala wan, ku ser postê xezalê hatîye nivîsarê, sandoqeke bi çapên 33x22x7 santîmêtran da, bin sê kilîtan da tê parastinê. Kilîtek bal Mîrê Şêxa ye, yek bal serokê ziyareta Lalişê ye, yek jî bal serokê pirtûkxanê ye. Wan her 3 êzîdîyan zanibû, ku du pirtûkên wan hene. Lê kê ku ew sur dîhar bikira, wê serê wî lêxistana. Tenê destûra wan sê kesan hebû wan pirtûkên di sandoqê da bixûnin, ew jî şeş meha carekê û bi hazirbûna herduyên mayîn. Lê yên ne bi kurdî-her êzîdîyekî jî dikaribû bixwenda, lê îzna wî tunebû ji pirtûkxanê derxista, yanê jî derheqa heyetîya wan da yekî ne kurd ra bigota, sur eyan bikira.

Sala 1899-an pey wê yekê ra, gava Hebîb îdî 9 meha mesîhî bû, dimire. Keşîş Karmelî jî radibe, çi ku ji Hebîb bihîstîye, hejmareke kovara “Şerq”-da çap dike, ku li Bexdayê derdiket. Wê gotara xwe da ewî navê Hebîbê Yaqût kiribû Ebdulmesîhî.

-Dêmek, keşîş Karmelî îdî pir tişt derheqa wan pirtûka da zanibû. Paşê bi çi awahî kopîyayên (bergirtina) orîgînalan ketine destê wî?

-Sala 1904-a ew dostekî xweyî kurd dibîne, yê ku dînê xwe va êzîdî bû. Ewî ew gotara wî ya li “Şerq”-ê ronahîdîtî xwendibû. Ew jê ra dibêje, ku ew herdu pirtûk bal wî bi zimanê erebî hene. Keşîş Karmelî wan pirtûka ser rojekê hildide, dizî wî va bi destnivîsar ber digre û lê vedigerîne. Hema wê salê ew diçe Mûsilê, rastî Ezîz Yûsifê keşîş tê, ku hevalê wî bû û li konsûlxana Fransîyayê dixebitî. Gilî li gilîyan dikeve, pê dihese, ku bal wî jî ew herdu pirtûkên bi wergera erebî hene. Hildide wan herda himberî hev dike, dibîne, ku nava wan herdu pirtûkên bi zimanê erebî da hêla zimên da ferqa mezin heye. Tê digihîje, ku ew herdu pirtûk du caran, ji alîyê merivên cihê-cihê da hatine wergerandinê. Paşê eyan dibe, ku ya lawikê êzîdî diha rast e. Vira hewaskarîya Karmelî diha zêde dibe. Texmîn dike, ku dereca nivîsar û wergera wan pirtûkan bilind e, ango merivên zane bi wî karî va gîro bûne. Karmelî derc dikir, ku riya peydakirina orîgînalên wan herdu pirtûkan pêşda diçe, lê gava here sereke maye: bi çi awahî orîgînalên wan pirtûka an jî bergirtina wana peyda ke? Wek ku keşîş Karmelî dinivîse, ew diçe bal serokê pirtûkxanê, yê dewsa Hebîb, bertîlê dide wî-bona her rûpelekî “Cilwa”-ê 20 frankî, bona temamîya pirtûka “Meshefa Reş”-300 frankî û 40 frank jî baxşîş didê. Û ewî jî her 6 meha çend rûpel ser kaxezên zirav ber digirt (kaxez datanî bin têkstê û dizîkava bi qaşûrkê-qalikê daran yên zirav- ser herfa diguvaşt û wêneyê herfan ser kaxez derdiket) jê ra dişandin. Wisa, hetanî dawîyê…

-Lê bîr-bawerîyên te ser van gotinên Karmelî çawan e? Dikare biqewime, ku mêrê kurd, ku aminaya xwe pê anîne, serokatiya pirtûkxana wisa teslîmî wî kirine, rabe bêbextîya wisa bike?

-Na, ez bawer nakim. Lê ez ji tiştekî din bawer dikim. Dikare biqewime, ku daxaza keşîş Karmelî bona destxistina van herdu pirtûka ewqas pir bûye, ku şer-şiltax jî kiribin. Dibe ewî ew herdu pirtûkên erebî biribe bal serokê pirtûkxanê, wek dibêjin, “lingê wî kiribe sola teng”, gotibe, ku tu gerekê kopîya wan pirtûkan bidî, an na wê bêje, ku te wergera wan ya erebî dane min, wî çaxî wê te bikujin. Ewî jî an ji tirsa, an jî bona wê, ku dem hatîye cihan van dur-cewahirên me bihese, pê ra qayîl bûye.

-Me hinek navbirî da gotebêja xwe ya sereke. Pey ra Karmelî di vê hêlê da çi xebat kir?

-Ewî bi destî wan herdu pirtûkên bi zimanê erebî nava çend salan da orîgînala wana ji tîpên êzîdîyan welgerande ser tîpên latînî û erebî. Hilbet, eva xebateke gelekî dijwar bû, ji ber ku çêbûna hevokan, peyhevhatina gotinan, zagûnên zimên, yên erebî û kurdî gelekî ji hevdu cihê ne. Lê ew kar hîmlî bi saya serê wan gotinan hatîye pêkanînê, yên ku bi herfên mezin hatibûne nivîsarê. Ji bo nimûne: navên Ezrahîl, Mîkayîl, Cibrahîl, Şahpûr, Melekê Taûs, Yazdan û yên mayîn. Bi vî awahî ewî herfên elfebaya erebî, latînî û kurdî yên anegor çê kir û temamîya têkstên orîgînala raxiste ser kaxez. Zimanekî wisa derket, ku ne erebî ye, ne farisî ye, ne jî tirkî ye. Çû nava gelek kurdan, ji wan ra xwend, tu kesî jê tênegihîşt. Hate ser wê bawerîyê, ku ew diha zef nêzîkî kurdî ye, ne ku zimanekî mayîn. Bi bawerîya wî, bi kurdîya kevnare hatîye nivîsarê, lema jî nayê fêmkirinê. Lê, hilbet, ewî xebateke mayîn ya kêrhatî jî kirîye, ku ew pirtûk ji erebî wergerandîye fransî, bi orîgînalên wan va weşandîye.

-Mala Karmelî ava, ku ewqas xebat kir, gelê me li cihanê pirî-hindikî hate naskirinê. Lê ev pirtûka te weşandîye, ji xebatên wî camêrî bi çi va tê cudakirinê?

-Ez hinekî ji dûr va bêm: min dida aqilê xwe, ku çend sedsalan pêşda kurdan, xwesma kurdên êzîdî, gerekê an bilî zimanê dê hîç zimanekî din nizanîbûna, an jî, eger zanibûna jî, wê ji zimanê xwe çêtir nizanibûna. Ango, tesîra zimanên mayîn ser zimanê me an gerekê hîç tunebûya, an jî kêm bûya. Alîkî mayîn da jî, eger em bidne ber hesêb, ku em îro jî berhemên Melayê Batê, Hecî Qadirî Koy, Feqîyê Teyran fêm dikin, dêmek, orîgînalên wan herdu pirtûkan jî gerekê bi zimanekî wisa bûya, ku em îro têbigihîjin. Û ez fikirîm: dibe serekên dînê kurdên me yên êzîdî ew pirtûk bi surînivîsareke wisa nivîsîne, ku tenê ew bikaribin bixûnin û eger bikeve destê hineka jî – nikaribin bixûnin. Û min sala 1986-an ew hersê pirtûk yên bi wergera fransî û erebî, herwaha ya orîgînal jî, da ber xwe û çend salan, wek dibêjin, lê hûr bûm. Min orîgînala pirtûkan bi gotin-gotin dîhar kir û texmîn kir, ku ji hinek herfan her yek bi du awahî hatine nivîsarê. Çend herf jî wisa hatine nivîsarê, ku gerekê du-sê herfa kîp nêzîkî hev binivîsî, ku herfek (sewtek) jê derê. Bi vî awahî, min temamîya nivîsara herdu pirtûka bi tîpên erebî “raxiste” ser kaxez û zimanekî gelekî mînanî kurdîya îroyîn-zaravê soranî derket, ku wisa jî jê ra dibêjin kurmancîya xwerû. Hewaskar e, ku zimanê pirtûka “Cilwa” gelekî nêzîkî zaravê kurdên Hewlêrê ye, lê zimanê pirtûka “Meshefa Reş” nêzîkî lewz û akila kurdên Mûsilê ye.

-Lê bi bawerîya te, ew herdu pirtûk merivekî nivîsîne?

-Na! Ji ber ku, bi bawerîya min, di navbera nivîsara wan pirtûkan da bi kêmanî 500 sal heye. Ya pêşin, “Cilwa” di sedsala 12-an da hatîye nivîsarê. Ji bo çi? Ji ber ku dînê musulmanîyê sedsala 7-a da bela bû, wan deman piranîya kurdan ne bûne musulman. Ew prose paşê, nava sala-zemana da, sedsalên 8-an, 9-an…, mixabin, hetanî îro jî berdewam e. Ew yek xwesma di sedsala 12-an da bi massayî bû. Lema jî “xwedî-xudanên” dînê kurdayî rasteqîn-êzîdîtîyê, ew pirtûk di wê sedsalê da nivîsîn, ku ola xwe ya paqijî-delal biparêzin, nehêlin, ku kurd herine ser dînê Hizretî Mehemed. Lê pirtûka “Meshefa Reş” sedsala 17-an da hatîye nivîsarê, ji ber ku li wira behsa fasolîyan tê kirinê. Lê fasolî jî emirkana (xelqên Amêrîkayê) di sedsala 17-an da anîne Kurdistanê.

-Em hêvîdar in, ku tuyê rojekê wan pirtûkan ji kurdîya bi tîpên erebî welgerînî ser tîpên latînî.

-Ew nava van hemû xebatan da ya here hêsa ye. Ez bawer im, ku piştî demekê ewê amade be.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev