Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

We dizanibû…? – 18

We dizanibû…? – 18

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…bi bawerîya nivîskarê Îngilîz yê bi nav û deng Ceyms Oldrich (ewî derheqa kurdan da du pirtûkên hêja nivîsîne – “Dîplomat” û “Çiya û çek”), di cihanê da du milet hene, ku dikarin wana bikujin, lê nikarin bînine rayê. Ew kurd û îrlandî ne.

…akademîkê bi nav û deng Î. A. Orbelî derheqa miletê me da ha gotîye. “Bi sedsalan qîmetê şaş dane gelê kurd û çanda wê. Himber vê yekê gerekê bêdeng nemînin!”

…nivîskarê rûsan yê mezin A. Soljênîtsîn, ku xelata Nobelê wergirtîye, awa piştgirîya xwe di hindava kurdan da daye xuyakirin: “…gelo Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî bona destxistina serbestîya xwe serxwebûna xwe îlan ne kirin?… Lê destûra kurdan tune bi xwe serxwebûna xwe îlan bikin? Gelo kurd miletê zêde ye li ser topa cihanê?”

…di nav hemî bajarên cihanê da kurd pirtir ne li bajarekî Kurdistanê, lê li Stenbolê dimînin. Jimara wan li wir weke 4 mîlyonan e.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev