TÊKOŞÎNA KURDAN Û KEMALÎST – 1

TÊKOŞÎNA KURDAN Û KEMALÎST – 1

 Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 2an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya bi sernavê ”Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (di salên 1917-1923)” ya bi sernavê ”Têkoşîna kurdan û kemalîst” raberî we dikin. Beşa bi vê sernavê ya 2an emê piştî heftêyekê çap bikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

TÊKOŞÎNA KURDAN Û KEMALÎST – 1

Di dema navbera dû seredanên Noel li Anatolîyayê, herwiha li para wê ya rohilatê jî, ne tenê li Tirkîyê, lê li hemû welatên Rohilata Nêzîk bûyerên mezin bûn, ku kemala wan ya dîrokî heye. Hema xût li vira şerkarîya tirka ya miletîyê-azadarîyê xuliqî, bi hêz bû û di hêla sîyasî û eskerî da bi ser ket. Û ew yek bersîva miletê tirk bû hindava destdirêjayên împêrîyalîstîyê û sîyaseta dijî gel ya serokatîya Împêratorîya Osmanîyê -cerda sultan û hukumeta Stembolê, ku bûbûne berdevkên Îngilîs. Pêşîkêşê wê tevgerê jî xuliqî -gênêral Mustefa Kemal paşa, ku hela berî şêr bi aqilmendîya xwe ya di hêla serleşkerîyê û welatparêzîyê da xwedî nav û hurmeteke mezin bû welêt da. Ewî destxweda (pêra-pêra, bi lez) li Anatolîyayê navbenda dîwana altêrnatîv saz kir, hemû kesên civaka tirka -piranî welatparêz û hêzên dijî împêrîyalîstîyê- civande ser hev û îdî di dawîya sala 1919a da Angora (Enqere) kire paytextê xwe. Li ber Tirkîyê rêyeke nû vebû, lê hela şerekî demdirêj û berk li pêşîyê bû -şerê dijî dijminên serxwebûna Tirkîyê, ku him pir bûn, him jî bi hêz bûn.

Usa xuya ye, ku wê demê dijmin û dostên kurda û tirka eynî bûn, ango bingeheke obyêktîv hebû bona ku tevgerên kurda û tirka bibine yek. Lê yekîtîke usa peyda ne bû, hela di ser da, ew herdu tevger derketine dijî hev û ser demeke dirêj…

Du sebebên wê yên sereke hebûn. Yek di xeysetê nasyonalîzma bûrjûwazî da bû, ku hinkûfî her civakekê ye û nikare nava dewletekê da bi aşîtî bi nasyonalîzma bûrjûwazî ya mayîn ra bijî. Tenê di rêjîma dêmokratîya bûrjûwazîyê ya pêşketî da dikarin ew dijîhevbûn û himberî hev derketin bêne nermkirinê û hela ji holê jî rabin, lê wek ku cêribandina Awropayê nîşan dide, ew tenê ser demekê dikare bibe. Di hemû derecên mayîn da di sazûmana “hukumkirin-teslîmîxwekirina” di navbera miletê serdest, ango-piranîya êtnîkîyê, û gelên bi jimara xwe va kêmtir da dijîhev derketin peyda dibe. Û di Tirkîya nû da jî di êtapa dîroka wê ya pêşin da ew yek qewimî. Kemalîzm tevgera civakî ya pêşverû bû di wê dewrana dîrokî da, ku berk dijî împêrîyalîzmê bû, derdikete himberî derebegên kevneperest û berê xwe dida dostanî û alîkarîya ji alîyê Rûsîya Sovyetî,- lê em wê jî bêjin, ku di aspekta qeydê xwe yê sîyaseta hundurîn da ji goveka nasyonalîzma Tirkîyê ya bûrjûwazîyê dernediket û dîsa jî berê wana berbi hukumê Împêratorîya Osmanîyê ya dewletmezinîyê bû.

Sebebê duda di taybetîyên nasyonalîzma kurda ya nûbişkivî da bû. Ew di derecên sîyasî û teşkîldarîyê da sist û negihîştî bû û nikaribû bi serî xwe zû bighîje serxwebûnê, qe na li ser perçekî axa Kurdistanê, ango li Kurdistana Tirkîyê. Alîkarîya ji der va pêwîst bû û ew alîkarî Îngilîs pêşnîyaz kir. Hilbet, xema Londonê ne kurd bûn, lê berjewendîyên îngilîsa yên dagîrkarîyê bûn, yên ku bi rastî dijî daxazên gelê kurd bûn. Serekên kurda jî, ku bi destî nûnerên Îngilîs yên dîplomatîyê, eskerîyê û casûsîyê-sîyasîyê xwe nêzîkî îngilîsa dikirin, ser wê gumanê bûn, ku bi alîkarîya wana bighîjine serbestîyê, lê ne tenê pêkanîna daxazên Brîtanîyayê(150). Hetanî endamên hukumeta Stembolê û der-dorê sultan jî, ku bi awakî milahîm fermanên Antantayê pêk dianîn, hewl didan ji sazûmana Osmanîyê çi ku ji destê wan tê, biparêzin.

Lê ev hemû nêt-meremên sûbyêktîv bûn. Ya obyêktîv jî ew bû, ku zûtirekê piştî lihevhatinê di navbera Îngilîs û serokatîya navbenda nasyonalîzma kurda li Stembolê da yekîtîyeke demkurt çê bû. Hukumeta Stembolê, ku bin hukumê partîya “Hurîyet ve îttîlaf” (“Azadî û lihevhatin”) da bû û mêla piranîya wan li ser Îngilîs bû (û di nav wan da yê pêşin -Damed Ferîd paşa bû, ku du cara di ser wê qulixê da bûye), rola navçîgarîyê dikir. Ji ber wê jî bingehê kemalîsta hebû, ku nasyonalîstên kurda, ku şexsên ji Stembolê serokatî li wan dikirin (Ebdul-Qadir, Bedirxanîya û yên mayîn) neyarên xwe yên sîyasî bihesibînin.

Rast e, wek me îdî got, Kurdistana Tirkîyê ne ji alîyê hukumeta Stembolê da, ne jî serokatîya rêxistinên kurda yên sîyasî da ne dihate kontrolkirinê. Hukumê nasyonalîsta li ser eşîreta kêm bû û ne li her cîya bû(151). Sebebên obyêktîv wek berê dîsa habûn û ewana dikaribûn alî nêzîkîhevkirin û yekkirina tevgera kurda û tirka bikin (xwesma di dema berdewamkirin û firekirina agrêsîya împêrîyalîstên fransiz û îngilîs li Anatolîya Başûr û Başûr-Rohilatê). Lê dîsa jî hema di destpêkê da berbirîbûna kemalîsta bi sebebên ku me îdî got, hindava îdêya kurda ya miletîyê û derbazkirên wê -ya dijminatîyê bû. Usa xuya dibû, ku komên navdar li tevgera kemalîsta da (xwesma para wê ya rastê, ku bi bawerîyên nasyonalîzma şovînîstîyê va hatibûne perwerdekirinê) qestbende deng bela dikirin, ku destê casûsa di nav tevgera kurda da ye û mêla wana li ser îngilîsa ye, ji bo ku dijîtîya xwe ya di hindava kurda da bidne efûkirinê. Di wê derecê da wana mîsîya Noel ji xwe ra kiribûne bahane bona propoganda dijî kurda hîn xurttir bikin.

Kemalîst di detspêka karkirina xwe ya li Anatolîyayê da gelek cara rastî îzbatîyên usa hatibûn, ku îngilîs di pirsa kurda da xwe ne daye alîkî û berdevkên Stembol jî hazir in wî karî da piştgirîya wan bikin. 13ê nîsanê sala 1919a Şekir paşa, ku wezîrê parastinê bû di hukumeta Damed Ferîd paşa da, ferman da serokatîya ser sînor ya li Anatolîya Rohilatê, ku nehêlin kurdên ser sînor derkevine dijî îngilîsa(152). Di dawîya meha gulana wê salê da eyan bû, ku çawîşê barêgeha eskerîyê ya Brîtanîyayê Wulî bi serekê kurdên millî Mehmûd beg ra hevraxeberdan dane derbazkirinê derheqa damezirandina Kurdistana “serbixwe” bin hukumê Îngilîs da. Zûtirekê Noel jî li Wêranşeherê rastî Mehmûd hat(153). Rast e, wek me îdî got, ji wê yekê tişt derneket. Noel helan dida endamên komela kurda û ew pînc dikirin bona navçeyên kurda ji Tirkîyê biqetînin.

Bi vî awahî, îdî di destpêka tevgera tirka ya miletîyê-azadarîyê li Anatolîyayê kemalîst rastî tewlebazîyên casûsîya îngilîsa li wilayetên kurda da texmîn kirin. Weke salekê piştî wê li civîna Meclîsa Tirkîyê da (MT) Kemal derheqa seredanên Noel da awa got: “… îngilîsa hela berê jî dixwestin temamîya Kurdistanê bixalifînin û wêya ji Tirkîyê biqetînin. Di wî karî da yûzbaşîkî (an jî dibe çawîş be) îngilîsa gelekî aktîv bû; mixabin, ku yek-du musulman jî alîkarîya wî dikirin. Hema li wan dema Nevîl(154) hate Meletiyê û li wir bi Elî Helîb beg ra kete nava peywandîyan(155) û serokatî li wê hêzê kir, ku dixwestin bişînine Sivasê”(156). Kemal paşê nama xwe xwend, ya ku ji wezîrê mezin yê nû Elî Riza paşa ra (di destpêka meha oktobir sala 1919a ew kete dewsa Damed Ferîd-paşa)(157) nivîsî bû. “Hukumeta berê dixwest li wilayeta Elazîzê cerda saz bike bona zêrandina dêlêgatên kongreyê, yên ku xwe li riya parastina heyetî û mafên milet girtine. Ewê hukumetê herwiha ferman dabû, ku menîya bibînin bona binecîyên wilayetên Sivasê û Elazîzê derxine dijî hev”(158).

Îdî di van fikrên Mustefa Kemal da berbirîbûna wî him di hindava sîyaseta Îngilîs li Kurdistanê, him jî di hindava tevgera kurda (“cerdên qaçaxa”) da dihate ber çava. Hilbet, qesta Kemal “temamîya” Kurdistanê ye (herwiha perçên wê yên di welatên ereba û farisa da jî), ku binecîyên wê û tirk ser dînekî ne. Bi vî awahî, destdirêjayên hindava erdê “temamîya Kurdistanê” di destpêka têkoşîna miletîyê-azadarîyê da di fikirdarîya Kemal ya sîyasî da pêşda hatibû û ji bo bi ser keve, argûmenta îslamîyê bi kar anî.

Piştî hevt û nîv sala pey civîna Meclîsa Tirkîyê da Mustefa Kemal di xeberdana xwe ya li kongreya duda ya Partîya Gelî-dêmokratîyê da, ku paşê bi çend zimana hate çapkirinê, herwiha bi zimanê rûsî jî û bi dokûmêntên pirjimar va, careke mayîn bi hûrgilî li ser rewşa wilayetên ermenîya-kurda di bahar, havîn û payîza sala 1919a da sekinî û wek xuya bû, kemaleke dîrokî dida wê pirsê. Ji wan dokûmênt û bîranînên, ku ewî di nav xeberdana xwe da anîbûn zimên, xuya dibû, ku ji pêşdaçûyîna tevgera kurda ya miletîyê-azadarîyê li Anatolîya Rohilatê tirseke mezin ketibû dilê wî. Bi gotinên wî, armanca Komela daxuliqandina (hişyarkirina) gelê kurd(159), ku perçên wê li Dîyarbekirê, Bîtlîsê Xarpûtê (wek xuya ye, gilî derheqa wan komelên kurda da ne) hene û serokatîya wan jî li Konstantînopolê ye, “damezirandina dewleta kurda ye bin hukumdarîya dewleteke dereke”(160). Deng û basên awa ji mentîqa jî dihatin. Şexsê, ku ser demekê bûbû welîyê Dîyarbekirê, elamî Kemal dikir, ku li wira “çend cahilan” komela kurda dane sazkirinê, ya ku “destpê kirîye propoganda bona sazkirina avtonomîya Kurdistanê ya bin hukumdarîya Îngilîs dike”. Paşê wî şexsî derheqa karkirina Noel, dadana komelê û wê yekê da digot, ku dû endamên wê digerin û ku binecîyên wilayetê “berk derdikevine dijî wê propogandayê û bendî tiştekî hesab nakin”(161).

Kemal di bersîva xwe da nivîsî: “Ez mecalên we yên di hindava komela kurda da dipejirînim û di wê pirsê da tam bi we ra me”. Lê wî dû ra pêşnîyar dikir, ku zordestîyên hindava endamên komelê da nedine sertkirinê, lê eger dikarin, bi wan ra bibine yek û bi komelên “Parastina mafa” û “Dijî zevtkarîyê” ra tevayî, ku wan çaxa li Anatolîyayê hatibûne sazkirinê, derkevine dijî planên Antantayê(162).Wek xuya ye, wan dema (hezîrana sala 1919a) ewî bi ciddî dixwest tevgelên tevgera kurda ya miletîyê-azadarîyê, ku di komelên kurda yên li mentîqa da dibûne yek, wek ya li Dîyarbekirê, ji xweyî-xudanên wan yên li Stembolê û herwiha ji casûsîya Îngilîsa biqetîne. Di nama xwe ya 21ê hezîranê da ya ser navê “çend kesên ji Konstantînopolê ra” (ango, ji hevalbendên xwe ra) ewî nivîsî ye. “Ew tevgerên ji alîyê Îngilîs da sazkirî, ji bo nimûnê, tevgera ji bo serxwebûna Kurdistanê, ku bona perçekirina împêrîyayê bû, şikir ji Xwedê ra -bi ser ne ketin. Bi saya danûsitendinên tevî endamên wan tevgera ji me ra li hev hat wana bînine hêla xwe û bikine piştgirê xelîfatê û text û tacê me. Em tam li hev hatine, û me wana jî dewatî kongreyê kir”(163).

Li kongreya Erzurumê da cêribandin hate kirinê serekên kurda bînine hêla tevgera Tirkîyê ya miletîyê-niştimanperwerîyê. Serekê eşîreta motka Hecî Mûsa beg hate hilbijartinê wek endamê kongreyê û “Komîteya hurmetê”, ku Kemal serokatî lê dikir (rast e, ew li wir kêrî tiştekî ne hat û Kemal navê wî danî “yekî text-bext” (“teseduf”)(164). Di nav kêlma Kemal ya jorgotî da gazîya wî hebû berbi serekê eşîreke kurda ya ji Xerza -Cemîlê Çeto beg, li ku bangî wî tê kirin ku bê bigihîje Komela parastina mafên wilayetên rohilatê. Di wê gazîyê da payê serekeşîr tê dayîn, yê ku carna derketîye dijî îngilîsa(165). Ev gazî, ku wek nimûne hatibû anîn, ya tek-tenê nîbû.

Kemalîst ne tenê bi payîdayîna dilê serekeşîrên kurda dikirîn, lê xwe wek parastvanê xelîfatê û sultenetê jî nîşan didan. Wana tenê kesên welatên dereke (piranî îngilîsa û yûnanên berdevkê wan) û hukumeta Stembolê, xwesma neyarê hemû welatparêzên Tirkîyê Ferîd paşa, dijminên xwe dihesibandin(166). Ew yek di êtapa şerkarîya xwe ya pêşin da hinkûfî taktîka kemalîsta ya sîyasî bû, gava wana dixwest bingeh û aqara tevgera xwe ya civakî-sîyasî bidne firekirinê. Lê bona kurda bînine alîyê xwe, wana argûmênteke cêribandî (bona hemû nasyonalîstên tirk) -pirsa ermenîya pêşda dikişandin, û sertbûna wê pirsê (ku bona gelê ermenîya bedbextî bû) bi dilê sîyaseta hukumdarên daşnak yên Ermenîstana “serbest” bû, ku karmendên ji Antantayê rê nîşanî wan didan.

Kemalîst û serokatîya serleşkerîyê ya li Anatolîya Rohilatê sîyaseta der ya Ermenîstana daşnaka ya şerletanîyê bi kar anîn bona berê tevgera kurda ya miletîyê bidne rêyeke ji wan ra destdayî. Di nav kurda da propoganda dihate derbazkirin bona bi tirka ra bibine yek û derkevine dijî destdirêjayên Ermenîstanê yên hindava axê da. Bi gotina qumandarê korpûsa eskerîyê ya 12a -Saleheddîn, bingehê yekîtîya tirka-kurda gerekê ew be, ku “nehêlin ax di alîyekî da di navbera tirka û kurda da, ku bi jimara xwe va pir in, û di alîyê mayîn da jî di nav miletên bi jimara xwe va biçûk va, ku ser eynî axê dijîn, bê parevekirinê(167). Saleheddîn fikra partîyayên sîyasî ji xwe ra kiribû bingeh û razî bû, ku tirk û kurd derbazî li ser wê axê bin, ku didine ermenîya, lê tenê bi wî şertî, ku mandata Amêrîkayê li ser hemû Tirkîyê hebe(168). Kemal, ku derheqa mandata Amêrîkayê da bîr ne anî, berk dijî wê yekê bû, ku di wan wilayetên rohilatê da ber ermenîya daxwin, li ku piranîya binecîyan wê demê tirk û kurd bûn. “Hela berî şêr piranîya binecîyên wan navça(169) tirk bûn,- wî di bersiva ji bo Saleheddîn ra şandî da nivîsîye,- jimara kurdên wa gotî zaza(170) kêmtir bû, lê ermenî lap hindik bûn”(171).

Ji alîyê împêrîyalîsta da xebitandina tevgerên miletên kêmjimar yên Împêratorîya Osmanîyê, xwesma yên xaçparêza, alî zêdekirina şovînîzma nasyonalîstên bûrjûwazîya Tirkîyê dikir, di nav wan da kemalîsta jî (em îdî derheqa derebegên xwînmij da nabêjin). Serokatîya eskerîyê hindava ermenîya da gelekî berk bû. Lê dîsa jî rê û dirbên tirka, ku “qezîya ji ermenîya” bi kar bînin bona dubendîyê bixine di navbera “merkeza hiş û sewdê kurda” li Stembolê û kurdên Anatolîya Rohilatê da, bi ser ne ket. Bahana dijî ermenîya gelekî sist bû bona bikaribin ser wê bingehê hevrakarkirina tirka-kurda çê bikin: dijîhevbûnên di navbera nasyonalîstên tirk û kurd da gelekî kûr bûn û ewana tenê ser demekê dikaribûn bibaxşînine hevdu û ber hev daxwin (gava qezîya der ya ji alîyê împêrîyalîsta da dikaribû him zirarê bida Tirkîyê, him jî Kurdistanê).

Tenê çend cara bûye, ku desteyên kurda û tirka (diha rast azirîyên ji Naxçiwanê) êrîşî ser gundên ermenîya kirine (li Qaqizmanê û wargên mayîn, ku wan dema sînorê di navbera Tirkîyê û Ermenîstanê da bû)(172). Lê bi tevayî, tu îzbatîyên ciddî tunene, ku di wê demê da kurd û ermenî qira hev anîne. Eva yeka derheqa pêşketina civaka kurda bi tevayî, û nasyonalîzma kurda bi cihê gotî, ya himberî dehsalîyên berê da dibêje. Serekên kurda, ku radibûne şerê ji bo mafên gelê xwe, rind zanibûn, ku bi rastî dijminên wan kî ne û tu cara ne dihîştin, ku dijminatîya wan ya berê di hindava ermenîya da dîsa serî hilde.

Kemal û hevalbendên wî zef zû fêm kirin, ku îdî nikarin kurda bixapînin û serekeşîra û serekên nasyonalîsta bînine hêla xwe (em bêjin, ku hêvîya wan li ser evên dawî qet tunebû). Aktîvbûna zaneyên kurd yên li Stembolê, hewldayîna wan ku bi serekên Anatolîya Rohilatê ra bikevine nava peywandîyan, kemalîst kiribûne nava rewşeke teng. Hela di tîrmeha sala 1919a da Kemal, ku Celadet, Kamûran û Ekram Bedir-xan ji Stembolê dişandine Kurdistanê, bi surî emirî li ser serleşkerê korpûsa 13a ya li Dîyarbekirê kiribû, ku wana bigrin. Dîwana cî turuş ne kir bêy fermana ji Stembolê wî emirî bi cî bîne. Bedirxanî bi alîkarîya welîyê Xarpûtê Elî Helîb beg xwe veşartin. Kemalê hêrsketî de`w ji dîwanê kir, ku “her mecala bi kar bînin bona pêşîya şerkarîya kurda ya nijadperestîyê bigrin”(173).

Di kêlma Kemal ya çapkirî da ev hemû bûyer tevlihev û berevajî bûn. Li wira xuya nabe, ku Noel havîna sala 1919a çûye li Kurdistana Tirkîyê, an na. Serkanîyên Îngilîs jî bê deng mabûn. Kemal bi xwe bi her awahî hewl dida îzbat bike, ku di tevrabûnên kurda da tilîya îngilîsa jî nav da ne. Ji bo nimûnê, tu bingeheke wî tunebû, gava digot, ku îngilîs tivdîra xwe dibînin ji Ûrfa alîyê wan da zevtkirî alayekê bişînine hewara kurda(174). Çend salixên mayîn jî pêxas in, ku wê nivîsarê da hebûn. Usa dihate texmînkirinê, ku Kemal qestbende hemû renga tevlihev dike, ku wêneyekî usa raxe ber çava, ku xudêgiravî îngilîs bi kurda ra tevayî dixwezin temamîya Anatolîya Rohilatê ji Tirkîyê biqetînin, li ser axa wê dewleta kurda saz bikin û şerkarîya tirka ya miletîyê bifetisînin.

Lê çi jî hebe, tirs û hewarza kemalîsta bi bingeh bûn. Eşîretên kurda yên li navçên Meletiyê, Xarpûtê û Dêrsimê, ku ji zêrandinên kemalîsta û nasyonalîstên ji Stembolê ji hal ketibûn û wek dibêjin “îdî kêr gihîştibû hestî”, hip-hazir sekinîbûn, ku şerê dijmin bikin. Tevgera kurda ji ber wê yekê jî bona kemalîsta bi qezîya bû, çimkî ew hema rex pozê wana -li Anatolîya Rohilatê û Navbendî xuliqî bû û serokatîya wan ya sîyasî jî li wir bû. Ji tirka ra lazim bû zû ji wê belayê xilas bin, ku dikaribû bihata serê wan. Ji ber wê jî Kemal û der-dorê wî dixwestin di serê sêrî da “nijadperestîya” kurda bihincirînin, da ku nehêlin ew xurttir bibe.

Hal di wê navçê da di îlona sala 1919a da gelekî sincirî. Di wê demê da li Anatolîya Navbendîyê û Rohilatê da bûyerên bi qîmetê xwe ji hev cihê bûn. Ya pêşin -kongreya komela parastina mafên hemû Tirkîyê li Sivasê (4-12ê îlonê), li ku dîwana tirka yekîtîyek çê kir bi navê Komela parastina mafên Anatolîyayê û Rumelîyê û Komîteyeke nû ya derecebilind hate çêkirin -weke hukumeteke demkurt ya bi serokatîya Kemal. Ya duda -seredena serdar Noel bi Kamûran û Celadet Bedirxana û nasyonalîstên kurda yên mayîn ra di çend navçeyên Kurdistana Roava-Bakûr (xwesma Eyntabê û Meletiyê).

Kemala kongreya Sivasê ya dîrokî, wek ku ya pey wê li Erzurumê, di karê sazbûn û pêşketina tevgera miletîyê-azadarîyê li Tirkîyê ji gişka va eyan e û gelekî bilind hatîye qîmetkirin. Lê em nikarin seredana Noel û êrdeka (kesên bi wî ra) ji kurda qîmet bikin wek bûyareke usa, ku dikaribû derketa dijî hevgirtina tirka. Hilbet, seredana Noel li wê “xala sincirî” ya Kurdistana Tirkîyê rûn berî agir da, xwesma eger em hildine ser hesêb, ku hindava kongreya Sivasê da dijminayîke pir hebû, li ku gelek neyarên hundur û der yên tevgera kemalîsta hebûn.

Ocaxa sereke ya tevrabûnên kurda di wî çaxî navça Meletiyê bû, li ku, bi salixa kurd berev bûbûn bona ala xwe ya miletîyê bilind bikin. Wana usa jî li wira hewl dabûn, ku kurdên Dêrsimê êrîş bibine li ser Xarpûtê. Li kongreya Sivasê Kemal înformasyon da derheqa bûyerên li Malatiyê û Noel û hevalên wî gunehkar kir, ku dixwezin serhildana kurda “bin bangawazîya sazkirina Kurdistana serbest” tevrakin(175). Kemalîsta kurdên şoreşger gunehkar kirin bona bi wezîrê eskerîyê û wezîrê karên hundur yên hukumeta Stembolê ra ketine nava peywandîya bona êrîş bînine li ser kongreya Sivasê û di temamîya Kurdistanê da helandayînên serhildanê dikirin(176).Kemal di têlêgrama xwe da (ya 11ê îlonê sala 1919a) hukumeta Ferîd paşa gunehkar kir, ku ew “destbi perçekirina… welêt kirîye û piştgirîya tevgera li Kurdistanê ya nijadperestîyê dike”(177).

Kemalîst “bona hincirandina tevrabûnên ku destpê dibûn” mecalên bi lez û kardar bi kar anîn. 10ê îlonê sala 1919a Mustefa Kemal fermaneke awa da qumandarê alaya 15a Îlyas-beg: “Lazime bi lez û bi karanîna hemû mecala tevgera kurda bifetisînin û gerekê li her dera di nav binecîya da bela bikin, ku ew kesên rabûne dijî dewletê, xwefiroşin, ku ji alîyê îngilîsa da hatine kirîn û dixwezin kurda rakine dijî padşah û ordîyê û yên ku dij derkevin, bêy ku gunehê xwe li wan bînin, wê bêne zêrandinê.

Gerekê herwiha bidine ber çava, ku eger ew xwefiroş bi îngilîsa ra bibine yek, wê demê emê mecbûr bin derkevine dijî eskerên welatên dereke jî, ku ji bo heyetîya me talûka çê dikin”(178).

Çend desteyên eskerên tirka yên ne mezin şandine Meletiyê (her yek ji wana weke taxbûrekê bû) û gava ew ranêzîkayî bajêr kirin, leşkerên kurd (diha rast, ewên xwe leşker didîtin), ku jimara wan ji hezar kesî kêmtir bû, fizirandin û ber xwe ne dan. Bedirxanî, herwiha piştgirên wan -welîyê Xarpûtê Elî Helîb beg, muteserîfê Meletiyê Xelîl Remî beg û hinekên mayîn cîguhastî Ûrfayê û Helebê bûn, li ku eskerên Brîtanîyayê bingeh girtibûn(179).

Noel jî mecbûr ma bireve. Kemal tirs lê dida firandinê, ku wê wî bigre, lê turuş ne kir. Îngilîs jî, wek xuya ye, di hindava xwe da ne xwestin ji rûyê kurda da navbera xwe û tirka û Mustefa Kemal xirab bikin, ji ber ku hêza wî ewqas xurt bûbû, ku hukumê wî li ser piranîya perçê Anatolîyayê hebû, û di hêlekê da jî piranîya kurda ne dixwestin bona berjewendîyên Brîtanîyayê şer bikin. Ji ber wê jî wana Noel dane revandinê.

13ê îlonê sala 1919a serhing Bell ji “Întellîcens servîsê” hate Meletiyê, yê ku elamî dîwana tirka kir, ku haya hukumeta Îngilîs ji karûbarê Noel tunebû û ewê paşda gazî wî bikin. Û usa jî kirin(180).

Rastîya bûyera ya bi rewşa Kurdistana Tirkîyê ra girêdayî di bahar, havîn û destpêka payîza sala 1919a da vî awahî bû. Ew yek balkêş e, ku rêaksyona kemalîsta li ser tevrabûnên eşîretên kurda, karkirina nasyonalîsta û tewlebazîyên îngilîsa ne ser wê derecê bû, ku ewqas dihatine werimandinê. Ji ber ku di salixên heyî da tu îzbatî tunene derheqa hêza tevgera kurda li Tirkîyê -ne di hindava axê, ne jî jimara leşkera da. Tevrabûnên kurda tenê li ser axa Meletiyê, Xarpûtê (Elazigê), Dêrsimê (Tûncelî) da pêşda diçûn; perçên Kurdistana Tirkîyê yên mayîn tev ne dibûn. Û ew tevrabûn jî ser dereca nimz bûn û hevketinên berbiçav ne dibûn. Tiştekî balkêş e, ku ji hezarekî kêmtir kurd derketibûn dijî desta kemalîsta ya cezakirinê, ew jî bêy ku gullekê berdin, ji hev bela bûn. Ber çava ye, ku ev hêzên hindik nikaribûn zirareke berbiçav bidine kongreya Sivasê(181). Ji ber wê jî ew bawerîyên di hinek nivîsarên me da, ku dijminên kemalîsta hewl didan bi destî hêzên şoreşgerên kurd belayekê bînine serê kongreya Sivasê(182), bê bingeh bûn, an jî gelekî hatibûne werimandinê(183).

Tirs û xofa kemalîsta ji nasyonalîstên kurda û tevgirêdanên wan bi îngilîsa ra jî gelek hatibûne zêdekirinê. Nêzîkî aqila nîbû, ku Kemal û der-dorê wî fêm ne kirana, ku seredana (rêwîtîya) çend Bedirxanîya û serdarekî îngilîs li Kurdistanê nikaribûn bûbûna sebebê berxweketinê, xwesma ku di wilayetên kurda da tevgera azadarîyê ya dijî tirka ne bi gef û gurr bû. Ev bûyer hêjayî tevlihevîyeke ser vê derecê nîbû. Lê sebebên Kemal hebûn, ku ser mesela “qezîya kurda” û “tewlebazîyên Îngilîs” qalmeqalmeke bilind derxe meydanê.

Ji wan sebeba ya sereke ew bû, ku pirsa kurda bi kar bîne bona şerkarîya dijî neyarên xwe yên sîyasî li Tirkîyê bi xwe û bona tevrakirina kampanîya propogandayê dijî Îngilîs, ku dijminê tevgera tirka ya miletîyê-azadarîyêyî herî zor û bi tehlûke ye. Kemal ev armanc danîbû pêşîya xwe û bûyera li Meletiyê ya bi kemala xwe ne mezin digîhande dereca “bona dewletê bi xeter”. Ew yek ji wî ra dest dida, ji ber ku Îngilîs û koma Damed Ferîd paşa jî tevî wê bûyerê bûbûn. Û karkirina wî gîhandibû wê derecê, ku hemû waletparêzên tirka bi serokatîya Kemal wî wek mirovekî xayîn didîtin. Bi vî awahî, dijminatîya dubare ya himberî serxwebûna Tirkîyê ber çava bû, û wî karî da sêparatîzma kurda jî rola xwe dilîst. Mustefa Kemal hela di kongreya Sivasê da qîmetekî vî awahî dida van bûyera û li kongreya duda ya Partîya Gel a Komarê (CHP) da li sala 1927a ev vêrsyona dûrî rastîyê careke mayîn dubare kir. Ji wan dema ew fikir bona dîroknivîsarîya tirka bû ya tradîsyon û ji wê jî hinek derbazî nava dîroknivîsarîya welatên dereke bû(184).

Kemalîsta pirsa kurda bi armancên sîyasî bi kar dianîn û di dema kongreyên Erzurumê û Sivasê kemala wê ya rast zêdetir nîşan didan. Lê ew tenê alîkî pirsê dianî ber çava, lê rola obyêktîv ya problêma kurda li Tirkîya pey şêr ra binperde dikirin. Kemalîst bi serokatîya pêşîkêşê (lîdêr) xwe yê dûrdîtî zef rind derc dikirin, ku tevgera kurda ya miletîyê, ku hey diçû xurttir dibû, çi bela dikaribû banîya serê wan. Û ji bo serê sêrî da pêşîya wê bê girtin, nasyonalîstên bûrjûwazî her mecal bi kar dianîn. Eva jî sebebê mayîn yê berxweketina kemalîsta ye hindava tevrabûnên kurda li Meletiyê, Xarpûtê û Dêrsimê.

Bi vî awahî, di destpêka karkirina xwe ya sîyasî da kemalîsta di pirsa miletîyê da, ku ji bo Tirkîyê gelekî giring bû, xwe li riya şovînîstîyê girtibûn. Ew hema bûne hêzeke sîyasî ya serbixwe, destpê kirin bere-bere bi wê rê ra çûn. Berhema kongreya Erzurumê ew bû, ku mafên hemû gelên kêmjimar hatne berbendkirinê û hela di ser da jî ew qet ne dihatine bîr anînê. Di wê da hatibû nivîsar:

“§ 1. Wilayetên Rohilatê yên Asîya Biçûk, wilayeta Trabzonê û senceqa Canikê yek ax e û dikeve di nav Împêratorîya Ottomanîyê. Wilayeta Trabzonê bi senceqa Canikê, wek ku wilayetên Erzurumê, Sivasê, Dîyarbekirê, Xarpûtê, Wanê û Bitlîsê, ku têne binavkirinê wilayetên Anatolîya Rohilatê, û herwiha hemû senceqên di nav wan wilayeta da, bi tu şerta va nikarin ji hev bêne qetandinê û wek axekê têne hesibandin, û pirsên jîyana xwe bi hev ra biryar dikin û armanca wan eynî ye. Musulmanên di van mentîqa da hindava hev da wek bira ne û ji dayîkekê bûne û mafên wan di her dereca da weke hev in.

  • 2. Bona her daxazeke dagîrkirina axa me, herwiha her tevbûneke di nava karê me da, ku ji bo sazkirina komên ermenîya û yûnana bên kirinê, emê riya xweparastinê û alîhevkirinê bidne ber xwe”(185).
  1.  Navê usa li wan nûnerên ji serokatîya eşîra dikirin, yên ku ji alîyê îngilîsa da dihatine kirînê, lê li vira gilî ne derheqa wan da ne.
  2.  Zaneyê pirsa kurda, serhingê Brîtanîyayê Elfînston ser bingehê lêgerînên xwe yên şexsî (arizî) derheqa rewşa li Kurdistana Tirkîyê ya piştî betalbûna şêr, awa nivîsîye: eşîretên kurda bi “bêdilî berbirî xeberdanên derheqa serxwebûn an jî otonomîya kurda dibûn, û razî bûn bin hukumdarîya Tirkîyê da bimînin” (Elphînston W. G., colonel. Kurds and the Kurdîsh Questîon.- Journal of the Central Asîan Socîety). Vol. XXIV, January 1948, pt I, rûpel 43.
  3. Kemal Mustefa. Riya Tirkîya nû. 1919-1927. Cild III. Êrîşkarîya hevalbenda, şerê yûnana-tirka û hevgirtina pêşenîya miletîyê. 1920-1921. Moskva, 1934, rûpel 390-392.
  4.  Ew navê fîncana zêr ya Îngilîs e, ku li ser wê wêneyê melîk Georgîyê Serketî ye, ku sîmbola Îngilîs bû.
  5.  Vira qesta wî Noel e û nizanî ji bo çi paşnavê wî di vê weşanê da (wek xuya ye, li eslê wê da jî, ku bi tirkî ye) hatîye feşkirinê.
  6.  Welîyê wilayeta Memûret-ul-Azîzîyê an jî yê Xarpûtê.
  7. Ataturk Kemal. Kêlm û xeberdanên bijare. Moskva, 1966, rûpel 51.
  8.  Welatparêzên tirk hêvîya xwe gelekî danîbûne li ser wî, lê ew hêvî pêk ne hat.
  9. Kemal Mustefa. Kêlm û xeberdanên bijare, rûpel 55.
  10.  Wek xuya ye, ew Komela damezirandina Kurdistanê ye.
  11. Kemal Mustefa. Riya Tirkîya nû. Cild I. Gavên pêşin yên tevgera miletîyê-azadîyê, 1929, rûpel 9.
  12.  Dîsa li wir, rûpel 203. Ji alîyê cîgirê welîyê wilayeta Dîyarbekirê Mustefa ji bo taxbûra sisîya ya ordîyê; 8ê hezîranê sala 1919a.
  13.  Dîsa li wir, rûpel 203-204, 208-209. 15ê hezîranê sala 1919a.
  14.  Dîsa li wir, rûpel 414. Qesta wê kongreya parastina mafên wilayetên rohilatê ye, ya ku 23 tîrmehê-6ê tebaxê sala 1919a li Erzurumê hate derbazkirinê.
  15.  Dîsa li wir, rûpel 65, 66, 68.
  16.  Dîsa li wir, rûpel 237-238.
  17.  Di nav wê kampanîya qerebalix da, ku kemalîsta tevrakiribûn bona hukumeta Damed Ferîd Paşa ji text bavêjin, dengê “kurd” jî hate bihîstinê. Ji bo nimûnê, bin manîfesta “Partîyên Tirkîyê” ya himberî hukumeta Ferîd-Paşa, ku “dijî qanûnê” bû(22ê tîrmehê sala 1919a), ku li rojnama “Idrak”ê da hate çapkirinê, îmzeyên “Partîa kurda ya miletîyê” û “Komela kurda” jî hebûn (ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 124. Komîsarê Brîtanîyayê yê sereke li Tirkîyê).
  18.  Dîsa li wir, rûpel 99-100. Saleheddîn ji bo qumandarê korpûsa 15a ya ordîyê Kazim Qerebekir, 13ê tebaxê sala 1919a.
  19.  Dîsa li wir, rûpel 100.
  20.  Qesta wê axa di navbera Êrzîncanê û Sivasê da ne.
  21.  Pareke gelê kurd, ku di mentîqa Dêrsimê (wilayeta Xarpûtê) da dimîne, ser dînê şiîya ye (ehlî heq, an jî alî-îlahî) û bi zaravê zazakî dipeyîve. Em wê jî bêjin, ku ew ne hindik in, çendsed hezar in.
  22.  Dîsa li wir, rûpel 101. Kemal ji bo qumandarên taxbûrên 12a û 20î, 21ê tebaxê sala 1919a.
  23. Nassîbîan A. Brîtaîn and the Armenîan Questîon, rûpel 163-164.

Sûcê daşnaka gelek di wî karî da heye, ku wana dixwest di navbera ermenîya û kurda û musulmanên mayîn da dijminatîyê pêşda bîne û ewana li ser axa bin destê xwe da li dû binecîyên tirk û kurd diketin (û ji wê peyketinê termîna “makrel” çê bû); daşnaka xwelîya tirka û kurda zevt dikirin û ew ax dikete bin destê karmendên hukumetê û parlamêntoyê. Talançîtî û êrîşkarîyên musulmana, ku heyfa xwe ji rojên buhurî dianîn, li her dera bela bûn û ev yek dibû sebeb, ku dewletên Antantayê têkilî nava karên wan bibin. (Boryan B. A. Ermenîstan, dîplomatîya navnetewî û Yekîtîya Sovyet. Para II, M.-L., 1929, rûpel 195, PRFR, 1919, vol. II. Wash., 1934, rûpel 860).

  1. Kemal Mustefa. Riya Tirkîya nû. Cild I, rûpel 118, 126.
  2.  Dîsa li wir, rûpel 134, 137, 138.
  3.  Dîsa li wir, rûpel 117.
  4.  Dîsa li wir, rûpel 266-267.
  5.  Dîsa li wir, rûpel 140.
  6.  Dîsa li wir, rûpel 255-256.
  7.  Dîsa li wir, rûpel 263.
  8.  Dîsa li wir, rûpel 281. Ji nivîsara Kezim Qerebekir ya 15ê îlonê sala 1919a. Herwaha binhêre: Bell G. Revîew, rûpel 71.

ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 154, belge 34-35. Noel ji bo A. Wîlson, 19ê îlonê sala 1919a.

  1.  Ordîya Sultanîyê ya berê piranî ji hev çû û belav bû, lê ew pêvajo kêmtir tesîra xwe li ser pêşenîya rohilatê hîşt, li ku Ermenîstana daşnaka derketibû dijî Tirkîyê. Vira eskerên herdemî hebûn û qumandarên wan (Kazim Qerebekir û yên mayîn) wî çaxî piştgirîya kemalîsta dikirin.
  2.  Binhêre: Mîller A. F. Nivîsên derheqa dîroka Tirkîyê ya nû, rûpel 89; Şamsûtdînov A. M. Têkoşîna miletîyê-azadîyê li Tirkîyê, salên 1918-1923, Moskva, 1966, rûpel 65.
  3.  Ev bîr-bawerî piranî yên wan nivîskaran e, ku mêla wan berbi kemalîsta bû û ew sîmpatîzanên Îngilîs bûn û piranîya wan jî ji Tirkîyê û Fransayê ne. Fransiza, ku bi dilreşî sîyaseta Îngilîs û Tirkîyê nîşan didan, dixwestin bi wî awayî gunehkarîya Fransayê di nava “împêrîyalîzmê” da ji ser xwe bidne hilanînê, û bi wê ra tevayî jî ew têkçûna xwe ya li Rohilata Nêzîk bidne efûkirinê, ku di şerê tevî hevalbenda xwe-Îngilîs da nikaribû ber xwe bida. Ji bo nimûnê, lêkolînera di dema xweda navdar Berta Georg-Golî, ku bi temayên derheqa “rohilatê” da dinivîsî, gava qala dek-dolavên îngilîsa yên li Tirkîya Rohilatê û kar û barên çawîş Mak-Novîll (Noel) dike, dide kivşê, ku DAY û Fransa xwesma bona wê yekê gelekî ber xwe diketin, ku îngilîsa sala 1919a Kîlîkîya zevt kiribûn, û ewê yekê îzin da “împêrîyalîzma Brîtanîyayê”, ku “ecêb-nenerên mezin li Kurdistanê bike” (Georges-Goullîs B. La questîon turque. Une page d`hîstoîre turque et dèrreure europennes 1919-1931. P., 1931, rûpel 23, 28, 87-88).
  1.  Xebateke taybetî derheqa têkoşîna kurda da ne, li Tirkîya piştî şêr da: ya M. A. Hasratyan {Gîsarov M. A. Pirsa kurda li Tirkîyê (ji destpêka tevgera kemalîsta hetanî konfêransa Lozanê).- Welat û miletên Rohilata Nêzîk û Navîn. VII. Kurdzanî. Yêrêvan 1975} û di wê da piranî nivîs û çavkanîyên bi zimanê tirkî hatine karanînê. Xudanê nivîsê îzbatîyên zanyarî yên nû dike nava ulm û bawerîyên ciddî raber dike. Lê gerekê wê jî bidne ber çava, ku zanyar û weşangerên tirk bûyer usa raber kirine, ku ji riya Kemal derneketine û ew riya bi sîyaseta şovînîstîyê va nixamtî jî timê dijî kurda bûye, ji ber ku komên Tirkîyê yên serkarîkir her cara jî hewil dane tevgera kurda bi awakî reş û feşkirî, wek ya ji alîyê casûsa da teşkîlkirî nîşan bidin. Ji ber wê jî, ne hemû malûmatîyên ji wan nivîsa hilgirtî rast in (ji bo nimûnê, derheqa wê yekê da, ku Helîm Rehîm, diha rast-Rehîm-bey-xwe wek “hukumdarê Kurdistanê” îlan kirîye, û derheqa kongreya serekeşîrên kurda ya li Şîroyê) (hema li wir, rûpel 51-52).

Derheqa wê yekê da rojnameke bi navê “Gazet” jî di hejmara xwe ya 3ê adarê sala 1925a da nivîsîye, ango dema serhildana Şêx Sehîd da, gava temamîya pressa Tirkîyê bi nivîsên dijî kurda va ximximî bû. Di nivîsên mayîn da derheqa vê yekê da nayê bîranînê.

  1.  Kemal Mustefa. Riya Tirkîya nû. Cild I, rûpel 301.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev