Dersdarê zimanê kurdî, şayîr û nivîskar

Guhdarên hêja wek her rojên yekşeman, vê carê jî hûnê ji rêzenivîsa “35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” derheqa jînenîgarî û berhemên nivîskar an jî helbestvanekî me da guhdarî bikin. Îro emê behsa jînenîgarî û çend helbestên şayîrê navdar Rizalîyê Reşîd bikin, ku salên dirêj bûye serwêrê dibistana gundê Fêrîk li Ermenîstanê, helbestvanekî me yê naskirî ye. Hûn vê gotarê dikarin bi deng jî bibihên.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

 

 ROJA NÛ DERHEQA RIZALÎYÊ REŞÎD DA 

Şayîr û nivîskarê kurd, mamosta Rizalîyê Reşîd di roja 16ê hezîranê sala 1999an da li Ermenîstanê çû ser heqîya xwe. Rizalîyê Reşîd 69 salî bû. Mirina şayîrê hezkirî di nav dost û hevalên wî û hemû dorhêlên welatparêz da xemgînîyeke mezin peyda kir. 

Rizalîyê Reşîd, sala 1929a 16ê Kanûnê li paytextê Gurcistanê Tibîlîsîyê hatîye dinê. Dema çar salî bû bi dîya xwe ra tevayî hatine Ermenîstanê, gundê Kurekendê (niha Fêrîk) cem apê xwe Ahmê û pîrka xwe Xezalê. Rizalîyê biçûk li gundê xwe yê teze dest bi dibistanê dike. Du salên pêşin xwendin bi zimanê kurdî bû. Dû ra di sala 1938/39an xwendina kurdî ji mekteban tê hildan. Di dibistanên gundên kurdan da xwendin dibe bi zimanê ermenî. Loma careke din ji koma yekê dest pê dike. Piştî xwendina pêşin û navîn dest bi xwendina di kolêca mamostetîyê ya Êçmîadzînê dike. Piştî xwendina kolêcê dikeve înstîtûta pêdagojîyê beşê dîrokê dixwîne û dibe mamoste. Di navbera salên 1956-93 her li gundê xwe mamostatîya zimanê kurdî dike. Ji sala 1962a heta 1993 serwêrê mektebê bûye.

Pêdagog, dersdar Rizalîyê Reşîd di eynî wextê da şayîr û nivîskarekî berhemdar bû. Kitêba wî ya yekemîn “Berbi tavê” di sala 1964a da li Rewanê çap bû. Du berhemên wî yên din jî – “Xem û xeyal” (1982) û “Heyr û guman” (1989) wek pirtûk ronahî dîtine. Bilî van kitêban gelek berhemên wî wek şiêr û çîrok di gelek rojname û kovaran da ronahî dîtine. Herwiha ji sala 1955a heta vê dema dawî bi sedan gotar û helbestên wî di rojnameya “Rya teze” da çap bûne. Niha gelek helbest û kurteçîrokên wî yên neçapkirî ji bo çapê amade ne. Em hêvîdar in ew rojekê zûtir bên çapkirin û tevî edebîyata me bibin. 

Kerem bikin, çend helbest û çarînên wî bixûnin û guhdarî bikin: 

Kurdistan

Hezar, hezar sal û zeman

Hat dabirîn, çîyayên me man

Hezar, hezar av û tofan

Kişîyan û çûn, kanîyên me man.

Hezar, hezar qebîl û ber

Ser axa me saz kirin şer,

Weke berfa sîngê Sîpan

Helîyan, dîsa çîyayên me man.

Hezar, hezar car par kirin,

Hezar, hezar nav lê kirin,

Tofanê şûşt, dîsa birin,

Dîsa navêd qedîm ser man.

Hezar, hezar sedsal herin,

Merd û nemerd ser bigerin,

Te bernadin em ji destan,

Welatê me xweş Kurdistan. 

Çend çarîn

Evê dinê hela binê, çiqas xas û xavan e,

Çiya û banî, mêrg û kanî qey bê bûk û zava ne,

Reş, gewr, qîçik em bibin yek, wek keskesor, binhêrin:

Keskesor bi rengê tev hev çiqas bedew xuya ne.

* * *

Berî gişka te em dinê dane nas,

Û me danî hîmê ziyaret, bircêd xas,

Felek çi bû, îsafa te winda bû?

Mala xwe da ketim bin barê qesas.

* * *

Diya min digot – şîrê min li te helal be,

Rênga te rast, esmanê te zelal be,

Min bîr dikî, lê ji bîr meke – diya û min te

Kurdistan e, ber bibe mûm, şemal be.

* * *

Bextê heqîyê ketîye kêvir, Êzdîyo1 kuyî, dîyar be,

Rehmeke xêr bavê dinê, belkî îsaf hişyar be,

Qelpî, qûlpî bêne hildan, dev ji cegera hev berdin,

Dinya sar bûye, bê îtbar bûye: Êzdîyo, gidî, dîyar be.

* * *

Qe nizanim kîjan kalkê kalkê minî xêrnedî

Ez dûr xistim ji welatê binga vê dinya qedîm.

Vaye îdî bûm sirsirkê çirê çira, lê belê,

Hê ax, keser dil didine der, çar, ziyareta nedî.

* * *

Bese, lo-lo, bese lê-lê, pir şerm e,

Gazinê zar û zêça her ro bêne ser me.

Bidirînin van çeperêd nav welêt,

Çar hemêz bin, ku bîna me bê ber me.

Guhdarên ezîz, ji rêzenivîsa ”35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” we vê carê guhdarîya jînenîgarî û helbestên Rizalîyê Reşîd kir, ku gelek salan bûye serwêrê dibistana gundê Fêrîk li Ermenîstanê, yek ji helbestvanê me yê herî naskirî.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

 
1 Êzdî – yazîdî – navê xwedayê rehmê ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev