Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Li Qirgizîstanê Artêşa Polîsên Kurd

Li Qirgizîstanê Artêşa Polîsên Kurd

Salihê Kevirbirî / Bîşkek

Dîroka Kurdên Qirgizîstanê bi êş û elemên giran dagirtiye. Cara yekemîn dema fermana wan ji hêla Sovyeta Sosyalîst ve hate dayîn, rûpelên salnameyan 1937ê nişan didan. Pêşniyar û daxwaza ku ji hêla Lavrentî Berîa ve hate kirin, di havîna 1937ê de bû ferman û biryara Îosîf Stalîn. Sala 1937ê ji Nexçîvan û Ermenistanê, sala 1944ê jî ji Gurcistanê bi deh hezaran kurd li trênên barbir û qamyonên heywanan hatin siwarkirin û di bin kontrol û dorpêçkirina leşkerên Artêşa Sor de, ber bi Asya Navîn hatin sirgûnkirin.

Sirgûna sala 1937ê jî, sirgûna sala 1944ê jî di mehên zivistanê de hatine kirin. Sirgunî bi trênên bar û heywanan hatin kirin. Bi sedan kesên di van vagonan de, bi taybetî jî jin, zarok, kal û pîr qir bûn. Kesên ji ber serma, seqem, nexweşî û bêdermaniyê dema ku dimiriyan, meytên wan ji hêla leşkerên Artêşa Sor ve derdixistin û diavêtin derve. Kesî nizanibû bi ku ve dibin û diavêjin ku derê.

Îro li Qazaxistan, Qirgizîstan û Ûzbekîstanê li gorî dane û rêjeyên ne fermî bi qasî 200 hezar kurd dijîn. Beşeke girîng ji van kurdan îro jiyana xwe li Qirgizîstanê berdewam dikin. Sala 1989ê, di dema Sovyetê de serjimarî hatiye çêkirin û li gorî serjimariyê, hejmara kurdên Qirgizîstanê 14.300 kes e. Lê li gorî daneyên kurdan, ev reqem gelek zêdetir e.

Kurdên Qirgizîstanê jî wekî tevahiya kurdên Qazaxistanê, Ûzbekistanê û Turkmenistanê, ji sala 1937ê heta destpêka salên 1950yî di nava şert û mercên gelekî dijwar de jiyana xwe derbas kirin. Xwendin ji wan re qedexe bû, xebat ji wan re qedexe bû, ji gundekî çûyîna gundekî din li wan hatibû qedexekirin. Nêzîkî 20 salan di nava dorpêçkirineke leşkeri de man. Bi gotineke kurmancî; ‘jiyan li wan hatibû herimandin.’ Piştî mirina Stalîn û hatina Xrûşçov êdî rewşa wan hêdî hêdî guherî û bi herikîna zemên re ketin nava jiyaneke asayî.

Mîralay, ‘Palkovnîk’ ango ‘Albay’ ên kurdan!

Civaka kurdên Qirgizîstanê piştî salên 60î gelek navên girîng derxistin. Di nav wan de gelek hakim, dozger, endezyar û doktor hene. Lê divê mijarê de balkêşiya kurdên Qirgizîstanê ew e ku ew xwediyê ‘artêşeke polîsan’ in.

Li Qirgizîstanê artêşeke polîsan heye ku ji kurdan pêk tê. Her dem ji 50 kesî zêdetir polîsên kurd hebûne, vê gavê jî hene ku di astên bilind de wek fermandar kar dikin. Rojnameger û nivîskar Hejarê Şamil derbarê vê mijarê de dibêje ku di nav wan kurdan de gelek payebilind hene: “Rast e, di nav kurdên me de gelek mîralay hene ku rûs ji wan re ‘polkovnîk’, tirk ‘albay’ û ‘yarbay’ dibêjin.”

Vê gavê beşek ji wan polîsên payeberz û payenizmên kurd di sîstema polîsiyê de kar nakin. Ji ber ku hinek ji wan malnişîn bûne, hinek ji wan karên din dikin. Hejarê Şamil diyar dike ku ev rewş tenê li Sovyeta kevin, li Qirgizîstanê hebûye û heye: “Hewqas polîsên zêde wekî kurd li tu komarên Yekitiya Sovyetê de tunebûn û niha jî tunene. Mesela, carcaran gazî min dikin, diçim serdan û vexwendinan. Bala xwe didimê ku 40-50 polîs rûniştî ne. Hemû kurd in ha! Li Azerbaycanê jî gelek polîsên kurd hebûn, lê mixabin kurdên Azerbaycanê ji sedî 99 hatine asîmîlekirin û pişaftin.”

Ezizê Dawidê Axa Begê û Îbrahîmê Paşayê Nadir du ji wan payebilindên polîsan in ku salên dûvedirêj di Wezareta Karên Navxweyî ya Qirgizîstanê de kar kirine. Her du jî endamên çalak ên civaka kurdan in û xwediyê gelek xelat û madalyayên hêja ne.

Ezîzê Dawidê Axa Begê eşkere dike ku wekî polîsê payebilind ê kurd, kesekî bi navê Nadîrov hebûye û lê zêde dike: “Min Nadîrov nedîtiye, çûye rehma Xwedê. Di salên 60î de wekî polîs kar kiriye. Niha jî gelek xortên me li vê derê polîs in. Maşellah zehf in û baş dixebitin. Dewlet tu caran ferqî naxe navbera me. Nabêje ev kurd e, ev qirgiz e, ev ûris e. Tiştên wisa di nava me de tunene. Di navbera me polîsan de neteweperestî û miliyetçîtî jî tuneye. Em hemû hevalên hev in. Em wekî bira bi hev re didin û distînin.”

Herçî Îbrahîmê Paşayê Nadir e îdîa dike ku ‘hew’ mabû ew di nava Artêşa Polîsan de bibe ‘general.’ Paşê behsa vê yekê dike: “Di nava vê xizmeta mezin de, ku min kiriye, heke Qirgizîstan welatê min bûya, niha ev der Kurdistan bûya, ez general bûm! Hevalên min ên qirgiz bixwe dibêjin, ‘’Îbrahîmê Paşê, heyf e tu dibêjî ez kurd im, çima tu di pasaporta xwe de nanivîsî ‘ez qirgiz im’, binivîse ‘qirgiz’, tê bibî general.’ Min got baş e, min di pasaporta xwe de nivîsand, lê ezê li ser û çavê xwe çi binivîsim?’ Ez kurd im, tu nikarî ji miletê xwe re bibêjî ‘na ez ne kurd im.“

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev