Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Bernameya radyoya Ria taza ya nû “Civak û sîyaset” – 6

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz!

Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Çawa me we pêşda agahdar kiribû, her heftê zanyar, karmendên civakî, nivîskar, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî wê bibin mêvanê bernameyê, yên ku weke 30 deqeyan wê bersîva pirsên me bidin derbarê rewşa sîyasî û civakî li her çar parçeyên Kurdistanê û li cihanê. Em bi hêvî ne, ku bernemaya me wê bala we bikşîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Vê carê mêvanê me ye nivîskar, sîyasetmedar, binecîyê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê birêz Ronî Alî. Berî destpêka hevpêyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya birêz Ronî Alî. Kî ye Ronî Alî?

 

 Ronî Alî ji xelkê Kobanî ye. Ew sala 1968an li bajarê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Kolêja yasayê wergirtiye. Derdora 30 salî di nav tevgera kurdî de dixebitî, endamê partiya Hevgirtina Gel ya Rojavayê Kurdistanê bû. Ji ber karê xwe ye sîyasî ji 1992 – 1995 di zîndanê de bû. Vê demê di warê nivîsandin û helbestê de bi zimanên kurdî û erebî dixebite. Niha di gel malbeta xwe li paytexta Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê dijî. U wek sîyasetmedarê serbixwe rewşê dişopîne û gotar û lêkolînan di malper û mêdîya kurdî de diwesîne.

Radyoya Ria Taza ligel sîyasetmedar birêz Ronî Alî hevpeyvînek derbarê bûyerên li Bakûre Kurdistanê, derheqa sîyaseta xendeqan û koçberiya li bajar û herêmên Kurdan pêk anî. Di hevpêyvînê de herwiha Ronî Alî anî ziman ku êrîşên polîsên Tirk yên li ser gelê kurd li wan herêman de berdewam in. Herwiha derheqa Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Tirkyê û dê wê çi bandorê li şerê li Bakûrê Kurdistanê hebe, nêrîna xwe derheqa tevgera sîyasî ya Rojavayê Kurdistanê, derbarê civata Neteweyên Yêkbûyî li New Yorkê ku bi tevahiya endamên xwe piştgiriya proja aştiyê di Sûriye de kir, ku wê di meha tê de di nav opozîsyona û rêjîma Sûriyê de dest pê bike, di wê navberê da derheqa rewşa Kurdan, û derheqa xirabbûna têkiliyên Tirkîyê û Rûsiyayê da, ji ber daxistina firokeya Rûsî çawa Kurdistan dikare sûd jê werbigire û herwiha nêrinên xwe derbarê mijara têkiliyên Başûrê Kurdistanê û Rûsîya û hwd. guhdarên radyoya Ria taza re pervekir.

Em birêz Ronî Alî re li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê bi radyotêlêfonê ve hatin girêdan.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên nivîskar, sîyasetmedarê kurd ji Rojavayê Kurdistanê birêz Ronî Alî bikin.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev