Guhastinên li Rojhilata Navîn û kurd

Guhastinên li Rojhilata Navîn û kurd

Tosinê Reşîd

Bahara ereban, ku ewqas pesnê wê didan, di serê ereban de reş bû. Li Tûnîsê, ku serhildana gel xwezayî bû, gihîşte armanca xwe; sîstêmeke pir-hindikî dêmokratîk û cîhê xwe girtî, hat damezirandin. Li Misrê gelek xwîn hat rijandinê, lê hema bêjî tişt nehat guhastin; cîhê gênêralekî, gênêralekî mayîn hat. Rewşa Yemenê ne zelal e. Dewleta Lîbîya êdî du perçe ye; du parlament, du hukumat. Berî ‘bahara ereban’ gelek kes ji welatên ereban diçûn Lîbîya kar bikin, niha xelqê Lîbîya ji welatê xwe direve. Ji bûyarên niha pêk tên xuya ye, wekî dûarojê Îraq û Sûrîya jî wê êdî wek xwe nemînin.

Sînorên ku dewletên di Cenga Cihanîyê ye Yekemîn de serkevtî, gor berjewendîyên xwe, bêyî hesab hildana faktorên netewî, olî û meshebî danîbûn, hew dikarin wek berê bimînîn. Nexşeya Rojhilata Navîn wê bê guhastin. Bi taybetî ew guhastin wê li Îraq û Sûrîya pêk bên, du dewlet, ku beşên Başûr û Rojava Kudistanê, bi peymana, awa gotî ‘Sykes-Picot’ (1915), gor berjewendîyên Brîtanîya Mezin û Fransa, kirine nav û îro di çarenûsa wan dewletan de kurd roleke giring dilîzin. Û şertên, ku di nexşa Rojhilata Navîne nû de, dewleta kurda ye serbixwe dikare cîh bigre, ber çavan e.

Lê gelo kurd ji van guhastinan re amade ne?

Di dîroka kurdan de, gelek caran dewletên mezin û yên deverê, ew ji bo berjewendîyên xwe bi kar anîne û dema pêwîstîya wê karanînê ne maye, bêxwedî hîştine. Di demên nêzîk de jî nimûnên usan ne kêm in. Yekîtîya Sovêt ji nîveka sala 1963 an bi şêweyekî vekirî piştgirîya serhildana kurdên Başûr, bi serokatîya Mistefa Barzanî, dikir. Lê gava sala 1972 an di navbera Yekîtîya Sovêt û Komara Îraqê de peymana dostanîyê û hevkarîyê hat îmze kirin, Yekîtîya Sovêtê pişta xwe da kurdan, ew tenê hîştin û dest pê kir, çek û sîlehên giran bifroşe desthilata Îraqê, ku şerê kurdan dikir. Vê carê Îranê û Dewletên Amêrîka Yekbûyî, ji bo rêjîma Îraqê, alîgira Yekîtîya Sovêt, sist bikin, pişgirîya kurdan kirin. Sêkrêtarê dewletêyî wê demê Henry Kisinger di bîranînên xwe de dinvîsê, wekî dema wî xwestîye navbera kurdên Başûr û Îranê xweş bike, M. Barzanî dij bûye û gotîye, wekî ew bawerîya xwe bi Îranê naynin. Ser van gotinên M. Barzanî, H. Kisinger ji M. Barzanî re dibêje, wekî DAY garant e. Lê gava sala 1975 an li Cizayîrê şahê Îranê û Seddem Husên li hev kirin, wekî bi hev ra şorişa kurdan bitemirînin, DAY garantîya xwe ji bîra kir. Ev yek gerek ji kurdan re bibe ders: xwe nespêrin tenê alîyekî.

Îro li Rojhilata Navîn du blokên sereke hene; bloka ‘Rojava’, ku DAY, Brîtanîya Mezin, Almanîya, Tirkîya, Erebistana Saudî û çend dewletên mayîn dikevin nav. Û bloka ‘Rojhilat’ ku Rûsîya, Îran, Sûrîya û hukumata şiîya li Bexdayê, dikevin nav. Û nabe di vê rewşê de kurd bi giştî xwe bispêrin blokekê, divêt ji xwe re balansekê çêkin. Potênsîyala kurda ye îroyîn wê îmkanê dide.

Îro gava besa serxwebûna kurdan tê, gelek pisporên sîyasî û sîyasetmedar wê bawerîyê ne, wekî pirsgirêkên kurdaye hundurîn ewqas mezin in, wekî nikarin besa serxwebûna Kurdistana Başûr bînin rojavê. Ew ku, gelek dewletên cihanê pişgirîya kurda dikin, ew nayê wê maneyê, wekî wê pişgirîya dewleta kurda ye serbixwe jî bikin.

Bi faktorên devra re tevayî, faktorên hundur jî giring in. Û hema faktorên hundur in, wekî rewşa Herêma Kurdistanê ye îroyîn aloz û metirsîdar dikin. Zarê merîya jî nagere bêje, lê rewşa îro li Başûra Kurdistanê, sala 1992 a tîne bîra merîya, rewşa berî şerê birakujîyê.

Qeyrana Seroketîya Herêma Kurdistanê, bi qeyrana aborî re tevayî, bûn sebebên gelek pirsgirêkan. 12 Cotmehê li Kelerê, Qeladiza û çênd deverên mayîn xwepêşandan çê bûn, ku bi xwe re tundûtûjî anîn; 5 kes hatin kuştin, gelek birîndar bûn. PDK ew bûyar kire stuyê bizava Gorran û li Herêmê rewş gelek xirab bû. Em ê bûyarên dûarojê bi hûrgilî neynin, lê sertîke mezin di navbera PDK û Gorran çê bû. YNK hinek gav avêtin, wekî wan bi hev bînin, lê çawan tê xuyayê, negihîşte armanca xwe. Niha gotûbêj temirîne. Eger berê ji bo gotûbêjan dest pê bikin, PDK şert dadanîn pêşîya Gorran, niha Gorran şerta datîne; heta çar wezîr û serokê parlamêntê venegerin ser karê xew, ew beşdarî gotûbêjan nabin.

Seredana serokê Herêmê Mesûd Barzanî li Erebistana Seûdî û Tirkîyê, ku gor media PDK serkevtî bû, ji alîyê Îranê ve hat rexne kirin, ji ber ku Erebstana Seûdî li deverê dijbera Îranê ye sereke ye û di şerên Rojhilata Navîn de Îran û Tirkîya pişgirîya du alîyên dijî hev dikin.

Hema wan rojên serdana serokê Herêmê, şandeke YNK ye ji berpirsên payebilind, çû Bexdayê û rastî nonerên şiîyan hat. Pirsgirêkên hukumata Bexdayê bi Erebistana Seûdî û Tirkîya re ne kêm in.

Ji alîyekî mayîn ve, bizava Gorran ji bo xwe hêzekî çekdar amade dike, ku tirsa şerê birakujîyê hê mezin dike. Û bi bawerîya me, ne bêyî pişgirîya Îranê.

Bi van pirsan ve girêdayî, alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, di merasîma Roja Ala Kudistanê de gotîye “Eger haya me ji me nebe, Kurdistan dê ji hev belavbibe. Şerm e eger em nebin yek!”

Bilî rewşa sîyasî, rewşa aborî jî ne baş e. Hukumata Bexdayê 17% para Kurdistanê ji bûcêya Îraqê nade. Lê pirsgirêkên aborîye mayîn jî hene. Ji bo dîtina rêyên başkirina rewşa aborî, raportek ji alîyê parlamentarê PDK’ê Ferset Sofî û yê YNK’ê Goran Azad ve hatîye amade kirin. Wê raportê rewşeke reşbîn derxist meydanê. Em ê tenê du nimûnan ji wê raportê bînin: ji frotana êlêktrîkê salê 300 mîlyon dolar dikeve xezna hukumata Herêmê, lê xercê deranîna wê – 3 mîlyar dolar e. Min bi çavên xwe dîtîye, wekî malbet û îdarê hukumatê hebûn, ku bi mehan, salan ji bo êlêktrîkê tiştek ne didan. Û xema kesî nîn bû.

Gor raportê li Herêma Kurdistanê, ji bo dor 5 mîlîyon xelkê Herêmê, mîlîyonek 390 hezar karmend hene û mûçeyê wanî mehane dike dor 700 mîlîon dolar. Ev malwêranî ye. Bo himber kirinê; Tirkîya 77 mîlîon e, 3 mîlîon karmendên wê hene, Erebistana Seûdî 30 mîlîyon e, mîlîonek 200 hezar karmendên wê hene.

Li Herêma Kurdistanê pêwîstîya rêformên aborî heye, ji wan yek jî divêt dîvêrsîfîkatsîya (pircûre kirina) aborîyê be. Jîyanê da xuyayê, wekî tenê bi dahatûya neftê, ew jî gava gerek piranîya wê ji Bexdayê bê, nabe.

Danîna lûla neftê ye ser erdê Îranê re, gaveke hêja ye, ew îmkana ku Tirkîya rojekê dikare rêya firotana nefta Kurdistanê bigre, ji meydanê radike.

Îro granîya xurekê Herêmê ji derva tê, ew jî gava axa Herêma Kurdistanê ewqas xêr û bêr e, wekî bêminet dikare Herêma Kurdistanê têr bike. Divê şên kirina gundan bê lez kirin û her îmkan bên saz kirin, wekî gundî vegerin ser milkên xwe.

***

Îro kurd çawan li Başûr, usan jî li Rojava Kurdistanê xwedîyê hêzên çekdar in, ku şerê dijî Daîş de gihîştine serkevtinên berbiçêv û li Rojhilata Navîn bûne faktoreke sîyasî û serbazî ye giring. Û ji bo ev destkevtin bikevin xizmeta gelê kurd, berî gişkî yekîtîya kurdan pêwîst e. Van demên nêzîk, di dîroka gelê kurd de, guhastinên mezin wê bibin; eger yekîtî û hevgirtina kurdan hebe, dikarin bigihîjne destkevtinên mezin. Le eger yekîtî tune be, her yek berjewendîyen partîya xwe ser berjewendyên gelê kurde giştî re bigre, wê dîsan di destên dewletên bi hêz û yên deverê de, bibin lîstok û dawîya dawî ber kodka vala rûnên.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev