Yek ji “Mîrê Helbesta Kurdî ya Modern” – Berken Bereh

Yek ji “Mîrê Helbesta Kurdî ya Modern” – Berken Bereh

“Gava ez bi nivîsê re nekevim zikrê, gelo ne şîrheram im?” *

SPOT 1: Di destpêkê de haya min ji nivîskarên li perçeyên din ên welêt tunebû. Lewre bi kurdî tu weşan tunebûn, rojname û kovarên ku partî/dezgehên siyasî derdixistin jî bi zimanê tirkî bûn û behsa îdolojiya marksîzmê dikirin. Li bakur Rojen Barnas, Mem Ronga, Arjen Arî, Malmîsanij, Mehmûd Lewendî dinivîsandin…

SPOT 2: Ez û nivîs wek du dildarên bi salan ji hev dûrketî û ji nişkave werine cem hev, bi kezebşewatî, bi hestên evînî û şehwetî hev hembêz dikin. Lewre nivîs; welatê min ê ku hespê giyan û xeyalên min bêtirs bi çargavî dibezin, robarên wê bi xumexum diherikin, kevokên wê semaxa azadiyê digerînin, hêwirzeya zarokan tevli wîtewîta çûkan dibe. Derew, kuştin, xiyanet, kedxwarî, sînor li wir nehatiye zanîn.

SALIHÊ KEVIRBIRÎ

Berken Bereh, yek ji helbestvanên kurd e ku ji beriya salên 1980’yî hewla cebirandinên êş û kulên kurmancî dide. Di sala 1954’an de li Şirnexa Botan çêbûye. Cara yekem di kovara “Tîrêj” de nivîsandiye. Helbest û gotarên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî de derketine û derdikevin. Tîrêj, Nûdem, Jiyana Rewşen, Hîwa, Azadiya Welat û Tîroj çend ji wan in. “Êş” (2001), “Şagirtên Evînê” (2003), “Pandomîm” (2006) û “Şîna Helbestê” (2008) berhemên helbestvan ên çapkirî ne.

Min pirsî, Berken Bereh bi dilgermî û henûniya xwe ya herdem bersivand…

***

Ev 30 sal in ku cenabê te, di nava jiyana “kurmanciya gewr” de ye. Gava tu salên destpêka nivîsandina xwe û salên niha didî ber hev, ferq û meyliyeke çawa xwe dide der?

Bê guman di navbera hingê û niha de cudahiyeke berbiçav heye. Wê demê kurdan bêhtir di nava siyaseta çepgir a tirkan de cih digirt û bi wan re têdikoşiyan. Kesên xwe ji vê realiteyê rizgar kirin, ji çand û kelepûra kurdî bêhtir enerjiya xwe ji bo pirs û pirsgirêkên îdeolojiya marksîstî xerc kirin. Di sala 1979’an de, bi navê “Tîrêj” kovareke ku yekem kovara bi du zaravayên kurdî -kurmancî, zazakî- dest bi weşanê kir. Ez nivîskarekî wê kovarê bûm. Ew çend sal bûn ku min bi kurmancî helbest lê dikirin ango dinivîsandin. Mixabin wê demê li bakur li ber destê min ne pirtûkeke kurmancî hebû, ne jî derdoreke ku bikaribim ji wan sûd werbigirim. Çavkaniyên min zêdetir ew kes bûn ku li medreseyan xwendibûn. Her wiha kilam û stranên kurmancî jî gelek caran dihatin hewara min!..

Îro bi dehan pirtûk û ansiklopediyên kurdî di refikên me de ji me re dibişirin û derdor û siyaseteke ku qedr û qîmetê dide nivîsa kurmancî heye. Kovarên wêjeyî ev 10-15 sal in ku bi berdewamî weşaneke kurdewar dikin. Rojnameyeke rojane bi kurmancî derdikeve, tora internetê xwe gihandiye her gelî û baniyî. Xwîner bi her awayî daw û doza berhemên bi kalîte dikin. Herçi nivîskar in, di hewldaneke resentir de ne. Ji ber vê hindê, ne di cih de ye ku ez li gorî derfeta nivîsandina dema despêka xwe û niha bidim ber hev.

Gava te destpê kir, hejmara kesên kurdînivîs ji tiliyên destekî kêmtir bû ne wisa? Çi li başûr, çi li bakur, çi jî li rojhilat, rojava û dîasporayê; kesên ku bi kurdî dinivîsandin kî û kê bûn?

Di destpêkê de haya min ji nivîskarên li perçeyên din ên welêt tunebû. Lewre bi kurdî tu weşan tune bûn, rojname û kovarên ku partî/dezgehên siyasî derdixistin jî bi zimanê tirkî bûn û behsa idolojiya marksîzmê dikirin. Li bakur Rojen Barnas, Mem Ronga, Arjen Arî, Malmîsanij, Mehmûd Lewendî dinivîsandin.

Di destpêka ciwanî û salên nivîsandina te de, berhemên kurdî yên li ber destên te çi bûn gelo? Di vî warî de, yek ji “delalên ber dilê” nifşê te Cegerxwîn bû ne wisa?

Wekî min got, haya min ji nivîskarên li perçeyên din ên welêt tunebû. Di hejmara yekem a Rizgariyê de -1975- bi navê “Diyen-Biyen Fû” helbesteke Cegerxwîn hatibû weşandin û min ew ji ber kiribû. Kasetên Şivan Perwer, kilam û stranên ku fraksiyonên kurdan tomar kiribûn û pirtûka Erebê Şemo ya bi navê “Şivanê Kurd” hebû.

Bê guman Cigerxwîn delalê ber dilê her kesî bû. Lewre kesê ku li seranserê welêt dihate naskirin ew bû. Sedema vê yekê kesên li medreseyan hatibûn perwerde kirin û têkiliyên siyasetê bi başûrê biçûk re bixwe bû. Taybetiyên helbestên Cegerwxîn jî ji bo vê hezkirinê guncav bûn. Helbestên kêşesazî bi hêsanî dihatin jiberkirin. Helbestên wî, rasterast xîtabî dil û hestên mirovî dikirin. Xwedî peyamên eşkere û neteweyî bûn. Ji ber van taybetiyan, helbestên Seydayê Cegerxwîn bêhtir dihatine belavkirin.

Cara yekem berhema ku kete destê te kîjan bû, berhem kengê kete destê te?

Di sala 1978’an de, pirtûka Erebê Şemo “Şivanê Kurd” hate weşandin û min ew li Enqerê bi dest xist. Roja ku ez vegeriyam min ew kirî da ku zêde bi xwe re negerînim. Lewre wê demê lêgerîn/lêpirsînên hêzên ewlekariyê/polîsan li her derê pêk dihatin. Dema ez li otobosê siwar bûm, ez çûm li dawiyê rûniştim da bi rehetî bikarim kitêbê vebikim û bixwînim. Min ew li rojnameyekê pêça bû û wisa dixwend. Ji dîtina wê ya li pirtûkfiroşî û heta xwendina wê, hem tirs, hem meraq û hem jî bi hestên neteweyî bilind dibûn, dema min dixwend jixwe ve diçûm.

Ez baş dizanim; tu yek ji wan kesan î ku kaxez, pênûs, hibir, soz û awaz ji bo wan nîşaneya gelek tiştan e. Dikarim bibêjim ku Berken Bereh bi nivîsandinê dikeve zikrê…

Belê te rast gotiye, siheta te xweş Salih… Lewre welatek bihizire ku li wir zimanê te tune tê hesibandin, perwerdehî bi her kêlîkekê xwe dibe sedema giyeneke pûç, zarok ji lîstokên xwe bêpar, jin wek qerwaşekê di nav çar dîwaran de hebskirî, bav di bin nîrê feodaliyê de wek evdan bijîn û tu vê rastî û êşê bi hemû şaneyên xwe bijî, dê ji bilî nivîsê çi bi kêrî te were? Helbet ez jî, ji van êşên xwe yên giyankuj, bi saya nivîsê dihedirim û ruhê xwe paqij dikim. Di vê xweteharkirin û paqijiyê de; her tîp, kîte û peyv bi dildariya xwe tê hewara min. Ma ez ji wan hez nekim, ezê çi bikim? Wekî din çi yê min heye bira can? Ez û nivîs wek du dildarên bi salan ji hev dûrketî û ji nişkave werine cem hev, bi kezebşewatî, bi hestên evînî û şehwetî hev hembêz dikin. Lewre nivîs; welatê min ê ku hespê giyan û xeyalên min bêtirs bi çargavî dibezin, robarên wê bi xumexum diherikin, kevokên wê semaxa azadiyê digerînin, hêwirzeya zarokan tevli wîtewîta çûkan dibe. Derew, kuştin, xiyanet, kedxwarî, sînor li wir nehatiye zanîn. Bi kurtasî bihûşta rastîn a mirovahiyê ye helbest. Ez li wir bi delalîkên xwe re ango bi tîp, kîte, peyv û biwêjan re bi azadî dijîm. Pirsek jî ji min; “Gava ez bi nivîsê re nekevim zikrê, gelo ne şîrheram im?..

Bi ya te hejmara kurdînivîsan kêm-zêde çend e. Çendê ji vê hejmarê, divê dest ji nivîsandinê berdin. Mexseda min ev e; gelo kesên ku bi nivîsandina xwe, “malik li kurdî/kurmancî mîrat dikin” pir hene gelo?

Hejmara nivîskarên zimanê kurdî di van salên dawî de bi rêjeyeke dûrî aqilan zêde bû. Ango kesê zane bixwîne û binivîse rahişt pênûsê û got “ez nivîskar im!” Sedema vê hewldanê; hestiyariya kurdperweriyê, armanca xwedîlêderketina nasnameya xwe ya neteweyî û çand û kelepora wê bixwe ye. Helbet ev dilsoziya zimanê kurdî, nivîsa kurdî û nivîskariya wê ji bo min tiştê herî pîroz e. Lewre jî kesê ristek an hevokek li nivîsa kurdî zêde bike, ez minetdarê wî/wê me. Lê wek her karî nivîskarî jî divê xwedî hinek pîvanan be. Dema ev pîvan tunebin, tiştê me kirî û çêkirî jî, wê ne hêjayî tu tiştî be. Hingê em bi nezanîn neheqiyê li nirxên xwe dikin. Helbet pir kes bi hestên baş rê li ber berhemên hêja ya kurmancî digirin an jî dilê xwendevanan dihêlin û mahdê wan dixelînin. Lê dîsa jî mafê min tuneye ku ji tu kesî re bibêjim nenivîse…

Berken Bereh heta niha di warê edebiyatê de çi kiriye, dixwaze çi bike. Kulên dilê xwe heta çi astê cebirandiye?

Ezbenî heta niha çar pirtûkên min ên helbestan hatine çapkirin û bi dehan gotarên min ên nirxandin û ceribînê hatine weşandin. Niha dosyayeke helbestan ji çapê re amade dikim. Di tevahiya van berheman de reng û nexşên jiyana min a heta niha cih digirin. Helbet ev reng û nexş di heman demê de ritûelên civak û xaka min in jî. Lewre li welatê min ji ber sedemên bindestiyê her kêlikek jiyana me û heta derûniya me hevpar e. Dagirkeran her li gorî daxwaz û xwestekên xwe sîrûşt û jiyana me ya civakî dîzayn kirine. Min di berhemên xwe de ev jiyana diltezîn bi her hêlê ve destnîşan kir û xwest rê û delîveyên rûxandin û jinûvesazkirina jiyanê nîşanî xwendevanên xwe bidim.

Heger ez bêm ser pirsa te ya, ka heta çi radeyê min kulên xwe cebirandiye… Berhemên min, hewldan û helwesta civaka me ya bo mafên xwe yên rewa hinek dilê min xweş dike. Heta nefesa min a dawî hebe, dê ev cebirandin bidome. Tu jî baş dizanî ku ruhê bi destê dagirkeran hatiye lewitandin zor dicebire…

Mala te ava ezbenî, siheta te xweş…

Ya te xweştir!..

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) – Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev