MESTÛRE – SERÊ HÊJAYÎ TAC BÛ

MESTÛRE – SERÊ HÊJAYÎ TAC BÛ

TOSINÊ REŞÎD

Di dîroka xwe ya hezarsalan de gelê kurd gelek mîrgeh ava kirine, ku hinek ji wan hema bêjî serbixwe bûn. Di wan mîrgehan de jîyana çandeyî geş bûye.

Nîveka sedsalîya XIX ye yekemîn li Kurdistanê hê jî çend mîrgrhên kurda jîyana xwe didomandin.  Ew rast e serbixwe nîn bûn, lê bandûra mêtropolan jî ser wan zêde nîn bû. Mîrgehên Botan û Bahdînan, Soran, Baban, Erdelan, ji wan mîrgehan bûn. Seva wê dewranê ji alîyê bi pêş ve çûna dîroknûsîyê û poêzîyayê, bi taybetî mîrgehên Erdelan û Baban berbiçav bûn.

Li almanêxên poêzîyayê, yên wê dewranê, em rastî navên helbestavanên ji mîrgeha Erdelan; Mîrze Mûrtaza Afsar Kurdistanî, Asadalah beg Emîrî Sinê Erdelanî, Ekber beg Kurdistanî, Husên Qulî xan Senendecî û gelekên mayîn tên. Wê dewranê li serbajarê mîrgeha Baban, bajarê Silêmanîyê şayîrên wek Ebdurehman beg Selîm, Mistefa beg Kurdî û Mele Hîzra Nalî berhemên xwe disêwirandin.

Di cêrga van navan de şaîr û dîroknûsa xwedîya talanta mezin Mah Şeref xanim Kurdistanî, ku bi navê şayîrtîyê Mestûre hatibû nas kirinê, cîhê xwe, yê hêja digre.

Mestûre sala 1805 an, li serbajarê mîrgeha Erdelan, bajarê Senendecê ji dayîk bûye. Wê demê Amanalah xanê mezin welîyê Kurdistanê bû.

Di tamarên Mestûrê de xwîna du malbetên Erdelanê ye zor dikşîya; ji alîyê dê de xwîna wezîrên bi nislet, ji alîyê bavê de xwîna malbeta Qadîya. Malxalanê Mestûrê di şerkarîya ji bo mîrtîyê, roleke êgin dilîstin, lê malbavanê wê xwe dûrî karê usan digirtin.

Bavê Mestûrê, Ebdûl Hesen beg, mirovekî seva dewrana xwe gelekî xwendî, xwe ji karê mîrgehê dûr digirt. Wî bêtir guh dida karê perwerdeya zarên xwe, bi taybetî keça xwe ye nuxurî, Mestûrê. Ew bi keça xwe serbilind bû.

Torinaya kurda ye li Rojhilata Kurdistanê, di pirsa perwerde kirina keçan de çav dida Tehranê. Sitîya kurd gerek baş bikaribûya bistrê, govendê bigre û hespê bajo. Lê Ebdûl Hesen beg berî gişkî guh dida perwerda întêlêktûal. Wî hizkirina ber bi xwendinê, ku bal Mestûrê ji zikmakî hebû, hê geş dikir.

Rûpêlên dîroka Kurdistanê ye bi mêrxasî û comerdî ve tijî, lêgênd, evsene û stranên di der heqê mêranîya kal û bavan de, bandûreke mezin ser Mestûrê dihêlin. Lê dîroka Kurdistanê ji bo Mestûrê tenê rûpêlên pirtûkê dîroknûsa nîn bûn, Ebdûl Hesen beg keça xwe ye hizkirî gund û bajar, çîya û banîyên Kurdistanê digerand, kela û birc, koçk, sera û xasbaxçên mîrên kurda nîşanî wê dikirin, yê ku dijminê kurdaye sedsalan, hukumdarên Îranê û Romê wêran kiribûn.

Van seyran û dîdeman bi malûmatîyên dîroknûsan re tevayî, bal keça dilsoz daxweza bi pêş ve birina wî karî dîyar kirin, wekî bi xwe pênûsê hilde, çi ku pêşîya nîvîşkan hiştîye, temam bike, dîroka Kurdistana Erdelanê tam bike. Lê ew ê wî karî tenê piştî mêr kirinê dest pê bike.

Mestûre dawîya sala 1826 an mêr dike. Berî mêrkirina wê, welîyê Erdelanêyî xort, Xosro xan Banî Erdelan ê kurê Emanalah xanê Mezin, li malbeta Qadîya tê xezevê. Bav û kalkê Mestûrê davêje girtîgehê, wan bi 30 hezar tûmanî ceza dike û Mestûrê dibe herêma xwe. Bi vê zewacê qey bêjî welî û malbeta Qadîya li hev tên.

Mestûre ne jina Xosro xane tenê, ne jî ya yekemîn bû. Jina Xosro xane yekemîn Husnî Cihan bû, keça Fath Elî şah.

Rast e, ji Mestûrê re zar nebûn, lê ew di mêrkirina xwe de ne bêbext bû. Çawan bi xwe dinvîse, Xosro xan gelekî ew hiz dikir û kivş kiribû wezîra Enderûnê, bi gilîkî mayîn, seroka para jina. Heta mirina xanê bêwext jî Mestûre ma jina hizkirî. Û ew bi wê hizkirinê bextewer bû:

Ji çira dîyar bûna te, xanîyê dilê min ronîye vê şevê,

Ji xweşî, şabûna min heta melek jî şa dibin, vê şevê,

Ji bejn û rûyê qelemkêş, ez dîsan wek hercar serxweşim,

Bejna min sipingdar wek nêrgiz xwe bawrim dîsan vê şevê…

Pey mirina mêr re, sala 1835 an, ew kûl û derdên xwe bi gelek êlêgîya tîne ziman.

Di der heqê jîyana xwe, ya piştî mirina mêr heta çûyîna Silêmanîyê, sala 1846 an, Mestûre di dîroka xwe de tu tiştî nanvîse. Lê di der heqê rewşa wê, ya wan salan de, em ji helbestên wê pê dihesin.  Di helbesteke xwe de ew dinvîse:

Li padşatîya aqilbendîyê ça serok, ez im, jin, hatime bijartin,

Ji bera jinaye bindest, vê dewrê kes tune tayê min.

Serê me, yê hêjayî tac e, em bin çarşevê vedişêrin,

Çi fêde ji wê, ku bextê min, ez awa nuxsan kirim.

Bi destûra Xwedê dilovan, ji min re dikeve bêjim,

Kubarîya evê demê me, rûspîtîya dewranê ez im…

Sala 1846 an artêşa şahê Îranê davêje ser mîrgeha Erdelan, Riza Qulî xan ê welî, kurê Xosro xanî ji Husnî Cihan xanimê, hêsîr dikin û bi xwe re dibin Tehranê. Mestûre jî bi hezaran kesên Senendecê ve koçber dibe, berê xwe dide serbajarê mîrgeha Baban, Silêmanîyê.

Kurmetê wê, Husên Qulî xan, ku usan jî tîê wê, birê Xosro xan bû, wê dibe mala xwe. Germayîk di navbera Husên Qulî xan û Mestûrê de hebû û ew mêvandarî hinekî xemên Mestûrê sivik dike. Lê ew xweşî jî dirêj dom nake, zûtirkê Husên Qulî xan giran nexweş dikeve û ji dinîya ronik koç dike. Piştî vê bûyarê em cara yekemîn di berhema Mestûrê, ya dîrokî de, rastî gazina tên: “Bi Husên Qulî xan ra jîyana me şa bû, lê ev xweşîya me ne bi dilê felekê bû, ji ber ku piştî demekê, 4 ê zî-l-hîca, sala 1263 hicrê, (13 Noyabirê sala 1847 an) Husên Qulî xan ê torin nexweş ket û piştî rojekê lezande buhuştê.  Mirina wî dil û cegerên min sotin, çavên min tijî hêstir kirin.

Ez, Mestûre, ji wî delalîyê xwe dûr bi tenê me.  Du, sê rojin can û bedena min ji nexweşîyê di nav agir da ne.  Ka bi xwestina Xwedê wê çi bibe?”

Piştî vê nivîsarê, çend rojan şûn de, Kanûna sala 1847 an, di çil û du salîya xwe de, ji welat, bajarê hizkirî, ji xwîşk û bira, dost û pismaman dûr, Mestûre jî serê xwe datîne. Ew jina bi nav û deng li goristana Girdî Seywan, nêzîkî serbajarê mîrgeha Baban, Silêmanîyê, spartne axa Kurdistanê.

Kurdnasa rûs Yêvgênîya Vasîlyêva, ya ku berhema Mestûrê ye ser dîroka Erdelanê wergerandîye rûsî û bi pêşgotineke hêja çap kirîye, di gotareke xwe de seva Mestûrê dinvîse, wekî berî Mestûrê û dewrana wê li Rojhilata Nêzîk û Navîn ne di nav ereban de, ne di nav farisan de, ne di nav tirkan de û ne jî di nav ermenîyan de helbestvan û dîroknûsên jine tayê wê tune bûne. Lê zanekî farsayî bi nav û deng, ku dema Mestûrê jîye, Mestûrê nav dike ‘jineke wê demêye here bi nav û deng’.

Dîroknûsên wê dewranê usan jî seva xweşikî û bedewîya Mestûrê dinvîsin.

Yahîya Merîfet, di pêşgotina dîwana şiîrên Mestûrê de dinvîse, wekî dîyar bûna şayîreke usan, di wê demê de, ya ewqas mezin, xwedîya talanta zor, ewqas zane, dikare bê dîtin çawan sêreke gerdûnî.

Çawan me li jor got, Mestûrê xen ji şiîra usan jî bi dîrokê ve mijûl bûye û pey xwe “Dîroka Erdelanê” ya giranbiha hiştîye. Dîroknasê Îranê Nasir Azadpûr wê berhema Mestûrê sala 1946 an li Tehranê çap dike.

Kurdnasa rûs, Yêvgênîya Vasîlêva jî wê berhema Mestûrê sala 1990 î bi wergera rûsî li Mosko çap dike.

Navê şayîr û dîroknûsa kurde nîveka sadsalîya XIX yekemîn, Mah Şeref xanim Kurdistanî, Mestûrê, di dîroka çanda gelê me de cîhê xwe, yê hêja girtîye û mîrata wê li pey xwe hiştîye, hê jî benda lêkolînên zanîyarîye fireh e.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev