Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Serbilindîya miletekî û welatekî – Şivan Perwer 60 salî ye. Pîroz be!

Serbilindîya miletekî û welatekî – Şivan Perwer 60 salî ye. Pîroz be!

Têmûrê Xelîl

Hûn meraq dikin qey ezê di vê nivîsa xwe da çawa behsa hunermendîya Şivan Perwer ya sitiranêjîyê bikim? Li ser wî guhî ranezên. Ew yek ne hedê min e. Hûn difikirin ezê behsa jînenîgarîya wî bikim? Evê jî ji serê xwe derxin, dinya Şivan Perwer nas dike. Ezê behsa çend bûyerên balkêş yên di dema hevaltîya min û Şivan ya zêdeyî 40 salan da bikim, ku heta niha min behs nekirîye. Min belkî îro jî nekira, eger îro rojbûna wî nîbûya. Ez zanim, ku ew bixwîne, wê kêfxweş be. Me hevaltîyeke wisa kirîye, ku dema ji min ra têlêfon dikir û pirsa neferên mala me, zarokên min dikir, wana yek bi yek bi nav dikirin.

Sala 1974an bû, hevalekî min doktor Omer Heso, ku kurdekî Kurdistanê bû û li Moskvayê dixwend, kasêta pêşin a Şivan Perwer ji min ra şand. Ew cara pêşin bû, ku dengê Şivan gihîşte Ermenîstanê. Piştî me li malê guhdarî kir, bavê min biryar kir van sitiranan bi radyoya kurdî ya Rewanê belav bikin. Lê gote min, ku ne ewqas hêsan e em wana belav bikin, ji ber ku sitiranên Şivan piranî dijî Tirkîyê ne, di navbera Tirkîyê û Yekîtîya Sovyet jî ne xirab e, tirk dikarin şikyat bikin û Moskva jî nehêle ew sitiran bi radyoya kurdî ya Rewanê (di esilê xwe da ew radyoya Sovyet bû) bêne weşandin. Min gotê serokê radyoyê tu yî, tu ku nikaribî, êdî kê dikare? Gote min, ku ser min ra biryara komîsyona qebûlkirina sitiranan heye, ku li rex radyoya kurdî kar dikir. Endamên wê ronakbîrên kurd û ermenî, herwiha zaneyên sitiranbêjîyê bûn. Bi rastî jî, roja komîsyona taybet guhdarîya sitiranên Şivan kir bona bi radyoya me bêne weşandin, çend kes, di nav wan da kurdek jî, dij derketin, gotin ku Şivan propaganda şer dike, dibêje ”Kurdino, merdino, herine pêş”, ango şer bikin, lêxin, cem me jî propagandakirina şêr qedexe ye. Lê bi saya serê piştgirîkirina profêsor Şekroyê Xudo, helbestvanê navdar Simoyê Şemo, nivîskar Egîtê Xudo û çend ermenîyên dost, sitiranên Şivan hatine qebûlkirin û weşandin.

Ji wê şûnda min biryar kir cîyê Şivan Perwer bigerim, pêwendî jê ra daynim, da ku em bikaribin kasêtên wî yên din jî peyda bikin û belav bikin. Min zanibû, ku piranîya sitiranên wî rêxistina Komkarê ya Merkezî li Almanîyayê amade dike û Şivan jî wan salan li Almanîyayê, bajarê Heydelbergê dijît. Ez ji Komkarê navnîşana Şivan pê hesiyam û min nameyek jê ra nivîsî. Piştî çend rojan bersîva min da û got, ku ez pir kêfxweş im, ku tu kurdê Sovyet yê pêşin î, ku ez nas dikim, herwiha ez wê jî zanim, ku bavê te sitiranên min belav kirine, rêz ji bo wî, rojê gelek kes ji Kurdistanê têlêfonî min dikin, dibêjin em her ro sitiranên te bi radyoya Rewanê dibihîzin.

Ji wê rojê şûnda wî hemû kasêtên xwe bi destî Komkarê ji min ra dişand û min dida radyoyê û belav dibû. Dû ra em gelek caran li Hollandayê (li konserta wî ya li Arnhaymê), Almanîyayê (di roja 400 salîya ronahîdîtina ”Mem û Zîn”a Ahmedê Xanî, ku ez bi profêsor Îvan Farîzovê xudanê ferhenga Rûsî-Kurdî bi fermî çûbûm pîrozîya berhema kurdan a sereke), Bêlçîkayê hevdu dît û bêtir nêzîkî hev dibûn. Di dema konserta Hollandayê berî konsertê me hev nedîtibû. Min hew dît, piştî çend sitiranan ji temaşevanan ra got: ”Min bihîstîye, ku birayekî min – Têmûrê Xelîl, di salonê da ne. Ez hêvî dikim bê ser sehnê çend sitiranan an helbestan bêje”.

Rojekê jî bazirganekî kurd yê welatparêz Pîr Mirazê Koçer biryar kir cara pêşin Şivan bîne Moskvayê bona konsertekê bide. Ez wan salan li Moskvayê dimam û bi teglîfkirina Navenda Çanda Kurdî li Moskvayê çûbûm wir û wek cîgirê rojnameya Navendê ya bi navê ”Golos Kurda” (Dengê Kurd) kar dikir, ku bi zimanê rûsî, lê ser kurdan çap dibû. Me qayîlîya Şivan sitend û dest bi amadekarîya bernameyeke xurt kir. Şivan hat, bo wî mêvanxaneya here bi nav û deng da odeyeke luks qeyd kiribûn, lê Şivan li wir nema, got bêhna min li vir dernayê, ezê mala birayê xwe Têmûr bimînim. Û 3 rojan me lezeta bi Şivan ra dît. Ji gelek kurdên Yekîtîya Sovyeta berê û Rûsîyayê ra hatibû gotin, ku Şivan wê bê Moskvayê û roja konsertê bi sedan kurd ji cî û warên cuda, heta 5 hezar kîlomêtr ji Moskvayê dûr bo Şivanê zindî bibînin, hatine Moskvayê. Rêvebira şevê keça min Mîdîya bû, ku wê demê li Ûnîvêrsîteya Moskvayê ya sereke da dixwend, min jî destana Cegerxwîn a bi navê ”Zincîr ji gerdena min şikest” ezber kiribû û di şevê da, di navbirîya konserta Şivan da bi weke 10 deqeyan got, heta Şivan bêhna xwe vede.

Dû ra me gelek caran hev dît. Sala 1990î ez bi bi teglîfkirina yek ji bingehdarên Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swed Henefî Çelepli bi xanima xwe ra bi mêvanî çûbûme Swedê, Stokholmê. Min li wir gelek hevalên xwe dîtin. Yek ji wan Mehmed Uzunê rehmetî, gote min em herin mêvanê xezûrê min Celal Uzun, ku li bajarekî din – Uppsalayê dimîne. Û em bi xanima wê Zozanê ra tevayî çûne Uppsalayê, bûne mêvanê wî camêrî. Şivan Perwer jî li wî bajarî dima û min jê ra têlêfon kir. Destxweda hat, gote min, tu îşev mêvanê van camêran î, sibê ez têm te dibim mala me, hûnê çend rojan cem me bin. Ez 3 rojan mêvanê Şivanê Mezin bûm. Pişt ra em bûne mêvanê M.Emîn Bozarslan, Şoreş Zîrek, Heyder Diljen û bo min serbilindî bû, ku em çend rojan jî li mala Reşo Zîlan bûne mêvan. Min li her malekê jî kurdî, kurdîtî, kurdewarî dît û fikirîm bo çi her kurd ne wek wan e? Heta ji henekên wan jî bêhna kurmancî a xweş dihat. Şivan û Gulistana xanima wî wisa xweş xweşîyên xwe li hevdu dikirin, ku şevbihêrkên gundê alîyê Elegezê diketine bîra min. Gulistanê digot min bi yekî gundî ra mêr kir, Şivan digot marîfeta min ji xanima min e, ji ber ku Gulê qîza axan e. Kurê wan – Serxwebûn bi kurdîyeke wisa diaxivî, te digot qey tevaya jîyana wî li Kurdistanê derbaz bûye û gotinek jî tirkî nizanibû. Lê ew li Swed ji diya xwe bûbû.

Piştî hevdîtina me a li Swed di sala 1990î da, ez sala 1997an bi malbetê va çûme Swedê min îltîca kir. Em li kampekê diman. Piştî 2 rojan Şivan bi çend hevalên xwe va hate kampê dîtina me. Li kampê gelek kurd hebûn. Dora me berev bûn, yekî digot ev camêr çiqas dişibe Şivan Perwer! Yekî jî digot dengê wî jî mînanî dengê Şivan e. Yekî dinê got bejina Şivan duqatî bejina vî camêrî ye, hûn çawa dişibînine hev? Şivan jî bersîva wan dida, digot: ”Eger ez Şivan Perwer bûma, êdî derdê min çi bû?”

Rojekê jî ez li dawetekê bûm, zengilê têlêfona min hat. Min xeberda, xilaz kir, hevalekî min pirsî ew kê bû, min got Şivan Perwer bû. Jinikekê ber xwe neda, got: ”Weyla min qirikê, Têmûr derew ne dikirin, wê wî jî destpê kirîye”. Dû ra jî got: ”Ma heyfa te nîne?”

Li ber çavên me Şivan ejdaheyek bû, Şivan jîyana me bi xweşî guhart, Şivan xemil da jîyana me, Şivan ketibû her malekê û bibû neferê her melekê û ew mal germ dikir, bînxweş dikir, bextewar dikir. Ez serbilind im, ku hemû sitiranên wî min peyda kirine û dîyarî dane radyoya kurdî a Rewanê û bavê min jî ew gîhandîye her kurdekî cihanê. Herwiha sitiranên Eyşe Şanê, Husênê Farê, Mehmûd Qizil û yên gelekên din jî.

Dibêjin, ku kesek an çend kes nikarin di qedera miletekî da roleke mezin bilîzin. Şivan bi sitiranên xwe va ew yek înkar kir.

Cegerxwînê mezin helbest nivîsî, Şivan ew kirine sitiran, Xelîlê Çaçan ew cara pêşin bi radyoya ku ew serokatî lê dikir, li cihanê da belavkirin. Van hersêkan bi hev ra sêgoşeyeke şîyarkirina miletê kurd saz kirin û bi ser ketin.

Desteya rêvebir ya malpera Riataza.com bi dil û can 60 salîya dengbêj, sazbend, kurdê welatparêz, serbilindîya miletekî û welatekî Şivan Perwer pîroz dike.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev