Çend pirsên ”nezanan“ û bersîvên „zaneyan“ – 19

Çend pirsên ”nezanan“ û bersîvên „zaneyan“ – 19

Ji jîyana kurdan ya rojane

Amadekar: Têmûrê Xelîl

• • •

-Ez benî, van dawîyan hate belûkirin, ku kurdekî meyî aqil û welatparêz bi dewleta tirkan va hatîye girêdan. Ev yek hîç nakeve serê min. Gelo ew çawa dibe?

-Dewletek ku dikeve nava miletekî, yên aqil hildibijêre, ji bo ku înformasyonên giranbuha jê bistîne û yê welatparêz hildibijêre, ku şika tu kesî li ser tunebe û her kes wek te bêje: ”Ev yek hîç nakeve serê min”.

• • •

-Ez benî, hinek komele û rêxistinên kurdan hene ji dewletê peran distînin, pareke wan peran ji bo milet bi kar tînin, parek jî dixun. Lê hinekên dinê jî ji dewletê peran distînin û wan peran naxun (lê wek maeş didine hinek karmendên xwe), lê ji bo milet kar jî nakin. Gelo ji vana kîjan baş in?

-Herdu jî gerekê herine ber mehkemê. Yên pêşin gerekê herine ber mehkema dewletê, ji ber ku perên dewletê xwerine; lê yên dinê gerekê herine ber mehkema milet, ji ber ku bona milet kar nekirine. Îcar milet – miletê me ye, lê dewlet – ne dewleta me ye. Eger em li milet bifikirin, ew kesên ku ji bo milet kar dikin û li dû xwe kar dihêlin, ew gelek ji yên din baştir in.

• • •

-Ez benî, gelo ji kurdan kê pirtir bi tirkî diaxivin; ewên ku bi kurdî baş nizanin?

-Na, ewên ku bi tirkî baş nizanin!

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev