Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

We dizanibû…? – 19

We dizanibû…? – 19

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…kompozîtorê ermenîyan yê herî bi nav û deng Komîtas, ku Konservatorîya Yêrêvanê li ser navê wî ye, xebata xwe ya dîplomîyê di Konservatorîya Bêrlînê da li ser sazbendîya kurdî nivîsîye.

…kompozîtorê Sovyetistana berê yê bi nav û deng Aram Xaçatûryan berhema xwe ya here bi nav û deng “Reqasa bi şûran” ser bingehê sazbendîya (mûzîka) kurdî – cirîdê saz kirîye û navê wê yê berê “Reqasa şivanên kurd” bû.

…Cegerxwînê mezin derheqa dostanîya kurda û ermenîya da awa gotîye: “Em birîndarê şûrekî ne…”.

…helbestvanê kurdên Sovyeta berê yê bi nav û deng Mîkayêlê Reşîd yekemîn helbestvanê kurd e, ku helbestên xwe bi çar zimanan – kurdî, ermenî, gurcî û rûsî nivîsîne û bi van zimanan berevokên wî yên helbestan çap bûne.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev