Werin em hinekî jî bikenin – 19

Werin em hinekî jî bikenin – 19

Derheqa jinan da

Berevkar: Têmûrê Xelîl

CARA PÊŞIN E EW BERSÎVÊ NADE

Jina yekî miribû, li ser şîna wê gelek hewarî hatibûn. Mêrê wê ber gişkan ber serê bermalîya xwe rûdinê û dûr-dirêj dipeyîve. Pismamekî wî tê di guhê wî da dibêje, ku şerm e, di nav edetê me da tiştên ha tune, ku mêr ser kevanîya xwe şîneke giran bike, ew jî ber ewqas merivan.

Mêrê jinikê bersîvê dide, dibêjê:

-Heyran, bihêlin ez têr bipeyîvim. Di jîyana min da eva cara yekemîn e, ku ez dipeyîvim, ew bersîvê nade.

JÊ RA BÛYE XEYSET

Rojekê, dema mêr di mala xwe da bi bermalîya xwe ra razayî bûne, şev nîvê şevê yek li derê wan dixe. Mêrikê xewar xwe şaş dike, bêy ku cilê xwe li xwe bike, xwe ji qatê sisîyan davêje, direve.

Paşê ser hise-hisa dikeve, ku wê rojê ew li mala xwe razaye.

MÊRÊ DURÛ

Mêrek çevder bûye, pey erzê xelqê dikeve, namûsa xwe dike bin piyê xwe. Rojekê jî diçe havîngehê, rûdinê du nameyan dinivîse: yek ji bermalîya xwe ra, yek jî ji yara xwe ra. Di nameya bermalîyê da dinivîse: “Ew yara min yeke ji rê derketî ye, ez tenê wextê xwe pê ra derbaz dikim, lê bi rastî ji te hiz dikim”. Di nameya yara xwe da jî awa dinivîse: “Ez ji mecbûrî bi bermalîya xwe ra dijîm. Zarên min jê hene, ji ber wê jê ra, wek dibêjin, pişo-pişo dikim. Delala dilê min, ezê zûtirekê wê berdim û te bistînim”. Usa dibe, ku şaş dike, nameya ji bo jinê hatîye nivîsandin, dike zerfa yarê, lê nameya ji bo yarê hatîye nivîsandin, dike zerfa jinê û bi postê dişîne.

Piştî sitendina nameyan herdu jin jî dev jê berdidin.
Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev