Ji pirtûka ”Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (di salên 1917-1923)”

Ji pirtûka ”Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (di salên 1917-1923)”

 Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşa 2an ya ji cildeya 2an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya bi sernavê ”Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (di salên 1917-1923)” ya bi sernavê ”Têkoşîna kurdan û kemalîst” raberî we dikin. Beşa bi vê sernavê ya 1ê me berî heftêyekê çap kiribû.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye. Kê bixweze xwe bide ber karê çapkirinê, fermo!

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

TÊKOŞÎNA KURDAN Û KEMALÎST – 2

Berhema kongreya Sivasê jî bi vî ruhî bû. Di wê da dihate gotin: “Ew axa ku di nav van sînora da ne, ku bi şertên peymana 30ê oktobir sala 1918a di navbera hevalbenda û Împêratorîya Ottomanîyê da hatîye îmzekirinê û piranîya binecîyên wê musulman in, erdekî tam û tomerî ye. Hemû binecîyên van axa, ku bi hev ra wek dost in û qedirê hev digrin, di şertên erdnîgarîyê û miletzanîyê (gêografî û êtnografî) da gerekê wek birayên hev bên dîtin”(186).

Fikra van dêklarasyona ya niştimanperwerîyê û dijî împêrîyalîstîyê ber çava ye. Lê ew jî ber çava ye, ku kemalîst û komên sîyasî yên nêzîkî wan bin perda van bangawazîyên bona wê demê bi rastî jî pêşverû, hewl didan pêşîya bilindbûna tevgerên miletîyê bigrin, pirsa miletîyê, ku bi Tirkîya nû va xuliqî bû, ji rojevê derxin. Bi vî awahî, bona şerkarîya dijî hêzên nijadperest û împêrîyalîstîyê kemalîst bangî hemû miletên Tirkîyê dikirin yek bin, lê pêkanîna wê yekîtîyê û hevgirtinê ne li ser bingehê dêmokratîyê, lê li ser bingehê şovînîstîyê dixwestin pêk bînin, ku gorî berjewendîyên bûrjûwazîya Tirkîyê be. Gotinên hîç û pûç yên derheqa hesabhildana “şertên êtnîkîyê”, an jî “gêografîyê û êtnografîyê” di esilê xwe da tiştek ne diguhêrandin. Bernama kemalîsta di pirsa miletîyê da di dema em li ser disekinin da diha bi hûrgilî li “Sonda miletîyê” da hatîye raçavkirin, ku 28ê çirîya paşin sala 1920-î di parlamentoya Ottomanîyê li Stembolê da hatîye qebûlkirin, ku tam bin kontrola kemalîsta da bû. “Sonda miletîyê” (“Mîsakî mîllî”) bû ala tevgera gelê tirk ya azadarîyê, dijî împê-rîyalîstîyê, lê di pirsa miletîyê da awa dihate gotinê:

“1. Qedera wan axa, li ku piranîya binecîyan ereb bûn û di dema îmzekirina lihevhatina 30ê oktobirê sala 1918a ji alîyê eskerên der va hatibûne zevtkirinê, gerekê bi daxaza dilê binecîyên li wira bê biryarkirinê. Hemû perçên axê, ku gorî lihevhatinê di vî an wî alîyê xetê da mane, û li ku piranîya binecîyan musulmanên Ottomanîyê ne, ku xwîn û dînê wan yek e, hindava hevdu da dost û bira ne û hurmeta hev digrin, qedirê qanûnên welatê xwe digrin, wek axeke tam û yekgirtî ne û tu kes bi hîç şerta nikare wêya perçe bike…

  1. Mafên gelên kêmjimar di çarçova wê lihevhatinê da, ku di navbera dewletên hevalbend û dijminên wan û herwiha dewletên sisîya da ku berjewendîyên wan tê da hene, hatine qebûlkirinê, ji alîyê me da wê ewqasî bêne parastinê, çiqasî ku mafên musulmanên li wan welatên cînar da bêne parastinê”(187).

Di vê dokûmênta giring da sê derece gelekî balkêş in:

  1. Kemalîsta bawerîyên xwe yên şovînîstîyê bi rengê hinkûfî osmanîyê û îslamîyê raxistine ber çava, lê bi tiştekî ji cantirka dihatine cihêkirinê, ku miletçîtîya wan ji sînorên Tirkîyê derbaztir ne dibû(188).
  2. Kemalîsta mafê gelên biçûk yên bi xwe biryarkirina qedera xwe û bikaranîna mecalên sîyasî bona safîkirina pirsa miletîyê di welêt da heta di çarçova teng ya nasyonalîzma bûrjûwazî û dêmokratîya bûrjûwazî da jî tam înkar dikirin; bi rastî, wana ew jî înkar dikirin, ku li welêt pirseke usa heye.
  3. Kemalîst, ku mecbûr man problêma gelên biçûk wek problêma navnetewî qebûl bikin (çi ku wana ne li Erzurumê, ne jî li Sivasê ne kirin), bi fesadî ew pirs avêtine li ser Antantayê û ji safîkirina wê xwe ta dan.

Bi vî awahî bû sîstema bîr-bawerîyên serokatîya kemalîsta hindava problêma miletîyê Tirkîyê da, herwiha hindava pirsa kurda da jî, ku wan çaxa (paşdemê da jî) pirseke here giring bû. Hilbet, ew yek tu tiştekî baş ne da kurda. Çi ku derheqa Îngilîs û dewletên împê-rîyalîstîyê yên mayîn da ne, em dikarin bêjin, ku ew riya şovînîstîyê, ku kemalîsta hindava miletên Tirkîyê yên kêmjimar, xwesma kurda da, hilbijartibû, ji wan ra dibû delîleke baş bona tevî karê wan bibin û ewana gelek cara tev bûn jî.

Lê ji destpêka tevgera miletîyê-azadarîyê li Tirkîyê hetanî ser-ketina wê hindava hêzên hundur û agrêsorên der, ku bi wê yekê xilas bû, ku welêt da qeydê komarê ya nû hate testîqkirinê, di navbera dîwana kemalîsta û şerkarîya kurda ya miletîyê-azadarîyê da dijderketineke eşkere û hemtomerî ne bû. Kemalîst, ku bi darê zorê tevrabûnên kurda nava xwînê da dimewicandin, ser wê bawerîyê bûn, ku hindava kurda da diha baş e sîyaseta milahîmkirinê derbaz bikin, lê ne ku ya zordayînê.

Derbazkirina taktîka dûrdîtî û fesal hindava kurdên Tirkîyê da bona wê bû, ku guhdarîya hêzên xwe berî her tiştî bidne ser pirsdanîna hemmiletîyê – destxistina serbestîya welêt. Lê hindava kurdên Îraqê, Sûrîyê û Îranê da kemalîsta xwe li riya pesindayîna tevgera wan ya dijî dagîrkarên îngilîs û fransiz û berdevkên wan yên ereb û fariz girtin, ji bo ku zirareke diha mezin bighînine zoraya Îngilîs û Fransîyayê ya eskerîyê-sîyasîyê li meydana Rohilata Nêzîk. Bi wê ra tevayî kemalîst ser wê bawerîyê bûn, ku piştgirîkirineke usa wê kurdên Tirkîyê bide milahîmkirinê, ji ber ku ewana ketibûne heyra kurdên xwe yên li welatên cînar da jî. Û kar û emelên dijî împêrîyalîstîyê û yên welatparêzîyê, ku rûyê destdirêjayên ji alîyê îngilîsa-fransiza, û herwiha şerletanîyên daşnaka yên li Anatolîya Rohilatê û Başûr-Rohilatê da pêşda dihatin, bi dilê kurdên Tirkîyê jî bûn. Bi vî awahî, li wan dema bê hemdî xwe bingeheke usa çê bûbû, ku armanc û daxazên tevgerên miletîyê yên tirka û kurda digihîştine hev. Û kemalîsta hewl dan vê yekê bona berjewendîyên xwe bi kar bînin û hinek cara ser ketin jî. Bi kurtî, gilî tenê derheqa yekîtîya demkurt ya di navbera kemalîzmê û tevgera kurda da bû, ew jî di wî alî da, ku dijî dagîrkarên îngilîs-fransiz û daşnaka bû.

Kemalîsta, ku hewl didan çiqas ji destê wan tê danûsitendinên bi kurda ra bidne başkirinê, hindava serokatîya kurda ya derebegîyê-eşîrîyê (û ber komên civaka tirka yên konsêrvatîv jî) çend berdaxwerin kirin. Wek me îdî da kivşkirinê, ewana ne tenê lez ne diketin derkevine dijî bîr-bawerîyên berê yên osmanîyê, îslamîyê û “padşatîyê” (piştgirên sultan û xelîf), lê herwiha ew bona armancên xwe yên sîyasî bi kar anîn. Ewana himberî dijminê xwe yê qaneqanê-hukumeta Stembolê jî fesal bûn. Wek ku qumandarê korpûsa 13a pey kongreya Sivasê ra nivîsîye, hela zûye em tewqê xwe ji hukumetê bibirin, ji ber ku li Xarpûtê û Dîyarbekirê hal ne rehet e, li ku “propoganda îngilîs û hinek kurdên cahil” ji bo yekîtîya miletîyê tehlûka çê dikin. “Gerekê hildine ser hesêb, ku tenê bi qedirgirtina xelîfatê em dikarin dijî tevrabûnên eşîretên ereba û kurda yên navça min ber xwe bidin”(189). Kemalîst û serokê wan bi xwe tevî serekên kurda çend rasthatin dane teşkîlkirinê, li ku hewl didan wana ji tevgera miletîyê dûrxin û derxine dijî hukumeta Ferîd paşa(190).

Kemalîst bi her awahî dicêribandin serekên kurdên Anatolîya Rohilatê derxine dijî ermenîya û ji bextê wan ra daşnaka bahaneke usa didan jî. Di dawîya meha çileya paşin sala 1919a Mustefa Kemal li Erzurumê rastî çend serekeşîrên ereba û kurda hat; di rojevê da pirsa şerkarîya dijî Ermenîstanê bû. Nûnerên Azirbêcana mûsafatîsta jî tevî wê rasthatinê dibûn. Mustefa Kemal pêşnîyar kir ji eşîretên ereba û kurda “hêzên îslamîyê” (“kuvve-î îslamîye”) saz bikin bi serokatîya serekeşîra(191). Balkêş e, ku bona pêkanîna wê planê tu kurdekî xwe ne da ber. Û eva jî îzbatî ye, ku dijminatîya kurda-ermenîya ya “tradîsyon” sist bûye.

Hewldanên kemalîsta di alîyê temirandina agir-alava ku li Kurdistana Tirkîyê destpê bûbû, bi temamî nîbe jî, bi ser ketin. Ji wana ra li hev hat pêşîya wê yekê bigrin, ku tevrabûnên li hinek cîya (wek yên li Meletiyê, an jî Dêrsimê) bibine serhildanên hemmiletîyê, yên ku dikaribûn dîwana tirka ya bi ser xweva nehatî ji hev bikirana. Li Rohilata Tirkîyê da pêşenîya kurda usa jî bi ser ne ket. Hela di ser da jî, rûyê aktîvbûna destdirêjayên dewletên Antantayê hindava Tirkîyê da, pareke binecîyên kurda (piranî li başûr-rohilata welêt, li ku kurd rû bi rû rastî dagîrkarîya îngilîsa û fransiza hatin), kete nava şerê dijî împêrîyalîstîyê, ku hey diçû xurttir dibû. Kurd him di desteyên partîzanîyê da, him di nav alayên ordîya kemalîsta da, him jî bi eşîra xwe va derketine dijî dagîrkarên fransiz, îngilîs, îtalî û hurum (yûnan).

Xwesma tevgelîya kurda di şerê dijî dagîrkarîya fransiza li Kîlîkîyayê bi hêz bû, ku nêzîkî erdê wilayetên kurda bû û kurd jî wira diman. Li vira serekên eşîretên kurda, ku cêribandina wan ya şerkirinê hebû, gelek cara serokatî li desteyên tirkên partîzan dikirin û gorî fermanên kemalîsta yên xusûsî di şerê navça Ûrfayê da bi ser jî ketin(192). Di dawîya meha çileya pêşin sala 1919a kurda firansiza ji Maraşê raqetandin, lê nikaribûn bajêr bin destê xwe da xwey kin(193). Kurdên, ku li navça sînorê Tirkîyê-Îraqê yê niha dijîtin, wek berê, xwe li tabîya dijî îngilîsa girtibûn; li Cizîr-îbin-Omerê, Şirnaxê û cîyên mayîn gelek cara di navbera wana û desteyên îngilîs yên cezakar da pevçûn çê dibûn(194). Di nav kurdên Zaxo, Erbîlê, Akrayê, Koy-Sincaqê û Suleymanîyê da rûyê wê yekê da tevlihevîyên mezin çê bûn, ji ber ku îngilîsa ne dixwest wan navça bikine nava dewleta kurda, ku hatibû biryarkirinê li ser axa Kurdistana Tirkîyê saz bikin(195). Û rast e, kemalîst dijî sazkirina dewleteke usa bûn, lê wana bi her awahî helan dida bîr-bawerîyên kurdên ser sînor û yên Kurdistana Başûr yên dijî Îngilîs(196).

Bi vî awahî, di destpêka tevgera kemalîsta da di peywandîyên navbera wan û kurda da gelek derecên pozîtîv hebûn, ku bingehê wan dijîtîya tevayî ya himberî sîyaseta zevtkarîyê ya desthilatdarên Roavayê bû. Ew şerkarî heta wê demê jî berdewam bû, hetanî ku şerkarîya tirka ya miletîyê-azadarîyê bi temamî bi ser ket. Lê di nav temamîya wê demê da tabîgirtineke dijî hev jî tê ber çava, ku di navbera armancên şerkarîyên tirka û kurda yên miletîyê-azadarîyê da hebûn.

Bûyerên, ku di dema kongreyên Erzurumê û Sivasê da li Kurdistana Tirkîyê dibûn, hilbet, nikaribûn alî pakkirina danûsitendinên di navbera nasyonalîstên kurda yên li Stembolê û kemalîsta da bikirana. Hela eksî wê, serketinên kemalîsta yên pêşin, qewînkirina tabîya wan ya eskerîyê-sîyasîyê li Anatolîyayê, ji alîyê wan da îlankirina bernamên xwe yên sîyaseta hundur û der, derza (qelş) di navbera wan û nasyonalîzma kurda da didane firekirinê, yên ku bi zar-zimanê serekên xwe gelek cara armancên xwe -rizgarkirina Kurdistanê ji bin hukumdarîya tirka anîne zimên. Hela di nîveka sala 1919a da jî hemû dîtindara bi awakî geş û zelal didîtin, ku ava kemalîzmê û nasyonalîzma kurda di cewekê da nikare here(197).

Kemal bi xwe di hindava armanc û karkirina komelên kurda yên miletîyê li Stembolê -Rêxistina kurda ya pêşverû (Kurd tealî cemîyetî), Komela kurda ya gelî (Kurd mîllî cemîyetî) û yên kêm navdar gelekî şikber bû. Paşdemê da ewî dokûmênt weşandin, li ku dida îzbatkirinê, ku di paytext da lihevkirina mixenetîyê ya kurda-îngilîsa heye û dêmê wê yê sereke jî Seîd Melle bû. Wek ku ji van dokûmênta dihate fêmkirinê (ew gelekî tarî û dijî hev bûn), ewana êmîsar şandine li Kurdistanê û xwestine Zekî paşa bikine ser qulixa wezîrê mezin, yê ku di nîveka salên 90î da teşkîldarê hemîdîya û gelkujî û talankarîyên hindava ermenîya da bû û “qedir û hurmeta wî di nav kurda da hebû”.

Wek xuya dibe, Kemal îzbatîya nayne, lê dîsa jî bi xwebawer dike gazî: “Me her mecal û firsendên bin destê me da hebûn bi kar anîn bona nehêlin ew plan bi ser kevin, qezîya ji me bê dûrxistin û me rewşa sazbûyî da milahîmkirinê. Me gelek hereket xerc kir bona hincirandina serhildana, tevrabûna û me dijmin raqetandin”(198). Jiberxwederxistin ber çava ye.

Kemal bi dilekî kovan xwesma îngilîsa gelekî gunehkar dike. Di nama xwe da ya ji bo serokekî Komela dostên Îngilîs li Stembolê maqûl Fryû, ku Damed Ferîd paşa dabû damezirandinê, Kemal wî di nav piştgirîya Seîd Melle da gunehkar dike û dibêje: “Zapitê îngilîs Noel gelek hewl da, ku kurdên musulman yên navça Dîyarbekirê derxe dijî rêxistinên miletîyê. Ewî herwiha hewl da, ku li Meletiyê bi welîyê Xarpûtê yê berê û mutaserîfê Meletiyê derbê bigihîne Sivasê. Gelo ew emel gihîştine netîcekê? Ew tenê cihana pêşketî şermezar kirin?”(199).

Kemal di nav reşbeleka ji bo wezîrê mezin Elî Riza paşa, ku ketibû dewsa neyarê hemû welatparêzên tirka Damed Ferîd paşa, ji navê Komîteya rûmetbilind ya Komela parastina mafên Anatolîyayê û Rumelîyê “emelên ne zagûnî yên hukumeta berê” dida rêzê, berî her tiştî ew yek dianî ber çava, ku li kongreya aşîtîyê ya li Parîsê razîbûn hebûye, ku “avtonomîya Ermenîstanê ya fire bê damezirandinê û gerekê wilayetên me yên rohilatê jî biketana navê”, û “du an jî sê wilayet jî ne kirine nava sînorên me” (“çiyayên Tavrosê wek sînor qebûl kirine”, ango, piranîya perça Kurdistana Tirkîyê)(200).

Bi gilîkî mayîn gotî, di fikra kemalîsta da tunebû axên ermenîya û kurda bidne tu kesî.

Kemal ew yek pirseke giring hesab dikir û îzbatîya wê jî ew bû, ku dema seredana xwe ya pêşin li Enqerê, ku zûtirekê bû paytextê Tirkîyê, ew di kêlma xwe ya 31ê çileya pêşin sala 1919a ber “giregirên” bajêr bi xusûsî li ser wê pirsê sekinî. Di kêlma xwe da wî derheqa sînorên Tirkîyê da awa got: “Ew ax dikevine nava sînorên me, ku roja girêdana peymanê bin destê eskerên me da bûn. Ew ji kenarê başûr yê devtenga Aleksandrettê destpê dibe, paşê bi Antîyoxîoyê derbaz dibe, tê digihîje Helebê û bi riya hesin ya Qitmê digihîje çemê Ferêt heta diçe Ceblusê. Ji wira ew berjêrî Dêre Zorê dibe, paşê berbi rohilatê diçe û digihîje heta Mûsilê, Kêrkûkê û Suleymanîyê. Ev sînor ne tenê bi hêzên ordîya me hatne parastinê, lê herwiha wê da mentîqên usa hene, ku tê da tenê tirk û kurd dimînin. Ji wê xetê berbi başûr miletê ser dînê me dijîn, ku zimanê wan erebî ye. Em hemû parên axa xwe, ku dikevine nava goveka vî sînorî, hesab dikin erdekî tam-tomerî û hîç perçekî wê nikare jê bê qetandinê(201).

Wek dibêjin, ji vê zelaltir nayê gotin. Kemal eşkere dest davîte ne tenê axa Kurdistana Bakûr û Roavayê, lê herwiha Kurdistana Başûr jî. Çi ku derheqa sîyaseta kemalîsta ya “der” da ne hindava pirsa kurda da, ew di dema piştî Sivasê jî bi riya şovînîstîyê dihate derbazkirinê. Tabîya serokatîya ordîyê gelekî balkêş e. Serleşkerê korpûsa 20-î ya ordîyê Mehmûd 17ê oktobir sala 1919a ji Kemal ra nivîsîye: “Riya tek-tenê bona safîkirina pirsa miletîyê li Tirkîyê ew e, ku binecîya û axa di navbera Tirkîyê û welatên cînar da bi hev bêne guhêrandinê. …Hukumet gerekê serdestîyê bide tirka û musulmana. Lê çi ku derheqa miletên biçûk da ne, jîyan û milkê wan bê parastinê û kefîlkirinê, besî wan e”(202). Serleşkerê korpûsa ordîyê ya 13a Cevdet, ku derheqa tabîya çend karmendan li wilayetên kurda da ji Kemal ra got, ser da awa zêde kir: “Berî girêdana peymana aşîtîyê gerekê tu şexsekî usa neşînine li Kurdistanê û ser qulixeke bilind kivş nekin, ku bi esilê xwe va yê wan dera be”(203).

Em bêjin, ku mehên pêşin yên pey kongreya Sivasê ra li Kurdistana Tirkîyê bêdengîyek hebû. Ji bahara sala 1920î li vir dîsa tevrabûn çê bûn. Û ew tiştekî ji text-bext nîbû. Di hêlekê da di wê demê hukumê kemalîsta li Anatolîyayê îdî bi hêz bûbû û yekîtî di nav wan da hebû, ku paşê wana cîyê xwe li Enqerê jî qewîn kirin û parlamênt (Meclîsa Miletîyê ya Tirkîyê ya Mezin-MMTM) û hukumeta xwe saz kirin, ku tenê mirovekî serokatî li wan dikir, ew jî Mustefa Kemal paşa bû. Serketinên kemalîzmê yên di dereca sîyaseta der da û bernama wan ya miletçîtîyê di nav kurda da hewarze pêşda anî. Di hêleke mayîn da jî, serttîya di navbera kemalîsta û hukumeta Stembolê da, ku Antantayê, xwesma jî Îngilîs piştgirîya wan dikirin, hîn zêde kûr bû. Hal çiqas diçû disincirî û di mehên nîsan-gulanê sala 1920î di nav wan da pevçûn çê bûn. Dewletên Antantayê eşkere êrîşî ser Tirkîyê kirin (dagîrkirina Stembolê ji alîyê eskerên Îngilîs da 16ê adarê sala 1920î), lê di meha tîrmehê da eskerên yûnan destpê kirin êrîş birine ser Anatolîyayê. “Pirsa Tirkîyê” kete nava xala here xeter. Bi wê ra tevayî di nav hevalbenda da hewaskarîya bikaranîna kurda dijî tevgera kemalîsta pêşda hat.

Di gulan-hezîrana sala 1920î dîsa qebîlên eşîreta milla bi serokatîya Mehmûd Îsmayîl, Xelîl Bahur û Ebdulrehman beg serî hildan. Wana bi îngilîsa û fransiza ra peywandî danîn û bang kirin hemû qebîlên ji Sîîrtê girtî hetanî Dêrsimê bighîjine hev. Gava fransiz êrîşî li ser Ûrfayê kirin, millî jî berê xwe dane Siwêrekê. Eşîra millî ji eskerên alaya 3a (19ê hezîranê) çend derb xwerin û vekişyane bakûr-rohilatê, lê di tebaxê da bi 3 hezar siyarîya û hezarek peya va careke mayîn derbazî ser axa Tirkîyê bûn û Wêranşeher zevt kirin, lê di destpêka îlonê da mecbûr man teslîm bin(204).

Hema di wê demê da serekê eşîra cibran Xalid beg serokatî li tevgera kurda ya partîzanîyê kir, yê ku di dema xwe da serekekî hemîdîya bû. Ewî bi hogirên xwe ra tevayî li navçeyên Warto, Xinûsê, Melezgirê, Karliovayê, Bulanikê têkoşîna ji bo serxwebûna Kurdistanê îlan kir û derkete dijî biryarên kongreyên Erzurumê û Sivasê û xalên şovînîstîyê yên “Sonda Miletîyê”. Destbi tivdarekdîtina serhildanê bû û bona wê yekê Xalid beg bi nasyonalîstên Stembolê ra kete nava peywandîyan(205).

Propoganda bona kara serxwebûna kurda wek berê endamên malbeta Bedirxanîya bi aktîvî dikirin û di wî karî da îngilîs pişta wan sekinîbûn(206). Qasidên wana di hezîrana sala 1920î da hatine Mûsilê û Zaxo. Hema di wê demê jî kemalîsta di nav eşîretên kurdên Kurdistana Başûr û xeta ser sînor propoganda dijî Brîtanîyayê gumreh kirin(207).

Bi vî awahî, rewşa sîyasî di Kurdistana piştî şêr da sert û ne zelal bû. Li her dera milet nerazîbûna xwe dianî zimên. Pêla dewrana azadarîyê, ku bin tesîra Oktobira Mezin li her dera bela dibû, gelê kurd jî hingavtibû. Li hemû perçên Kurdistanê şerên çekdarîyê yên bona serxwebûnê destpê bûn, nasyonalîzma kurda bû hejeke sîyasî ya ciddî û meremê wê yê sereke damezirandina dewleta kurda ya serbixwe û yekgirtî bû. Bi vê yekê ra tevayî, kêmasî jî derketine ser rûyê avê, ku hinkûfî tevrabûnên kurda bûn. Hinek tevrabûn ne bûne serhildanên hemtomerî, ew yek hela ji sê perçên Kurditanê qe di perçekî da jî bi ser ne ket (li Kurdistana Başûr -Îraqê, Rohilatê -Îranê, Roava û Bakûr -Tirkîyê), lê nasyonalîzma kurda sisttîya xwe ya sîyasî û teşkîldarîyê, tam girêdana xwe ji piştgirîya ji der va, piranî jî ji Îngilîs, texmîn kir. Tabîyên nûnerên ku bi fermî hukumdarî li navçeyên kurda yên axa Rohilata Nêzîk dikirin, wê demê pir sist bûbûn û dewsa wê hukumê nasyonalîstên dijî wan zêde bû (li Îranê û hinek jî dereng li Îraqê), lê ya sereke ew bû, ku tevbûna dewletên Împêrîyalîstîyê yên Antantayê, xwesma Îngilîs û Fransîyayê, di nav pirsa kurda da diha pir bû ne tenê di dereca sîyasî da, lê herwiha eskerî da jî. Û eva yeka bû faktoreke giring di pêşdakişandina pirsa kurda di nav temamîya dema piştî şêr da.

Bi vî awahî, qedera Kurdistanê û temamîya gelê kurd ne li ser axa wê, ne li Stembolê, Tehranê, Bexdayê, lê li Londonê û Parîsê dihate biryarkirinê, lê eger em tenê salên şêr yên pêşin hildin -tenê li paytextê Fransîyayê, li ku kongreya dewletên serketî dada (mehkema) welatên Hevgirtina Çara dikirin, di nav wan da herwiha Tirkîyayê jî. Şehîdên wê mehkema împêrîyalîsta û dagîrkara gelên am û tam (sivîl) bûn, di nav wan da gelê kurd jî, û şerê buhurî bilî xwînrêtinê, belengazîyê, kavilbûnê tiştek ne da wan.

  1.  Dîsa li wir, rûpel 414.
  2.  Îrandust. Hêzên, ku şoreşa kemalîsta dileqînin, rûpel 83. Di pirtûka “Riya berbi Tirkîya nû” (cild III, çavkanîya 3a, rûpel 251-254) da têksta “Sonda Miletîyê” ji fransî hatîye wergerandin û bi redaktorîkirina xwe va ji ya ku tirkî hatîye wergerandin, tê cudakirin.
  3.  Wek ku dîrokzanê îngilîs Arnold Toynbî rast texmîn kirîye, gorî “Sonda Miletîyê” ne tenê kurdên Anatolîyayê gerekê bikevine bin hukumê Tirkîyê, lê herwiha kurdên Mûsilê jî. Du bahaneyên tirka li ser xwedî lê derketina Mûsilê hebûn,- Toynbî gotina xwe berdewam dike.- Ya pêşin, “xeyalî” (?) bû, ji ruhê “Sonda Miletîyê” dihat û derdikete dijî Antantayê. Ya duda, “praktîk” bû, ku pirsa kurda hildigirte nav xwe. Nasîyonalîstên tirka, ku heqê bi xwe biryarkirina qedera xwe didane ereba (bilî erebên Mûsilê û Kîlîkîyayê) “amade nîbûn heqekî usa bidne kurda jî”. Toynbî ev yek bi awakî usa şirovedike, ku bawerîya me pê nayê-ku kurd ji alîyê civakî û çandî da paşketî bûn (“tu zaravekî kurdî ne bûbû bingehê zimanê lîteratûrî”, ku li ser minaqeşe divê). Hema xût ji bo wê jî nasîyonalîstên tirk dixwestin kurda di nava miletê tirk da “bihelînin”. Dijwar nîne texmîn bikin, ku argumentên Toynbî yên di dereca peywendîyên di navbera gelan da yên kesên bi sîyaset û fikirdarîya bûrjûwazî ne. Praktîka dîwana Sovyetî îzbat kirîye, ku “şûndamayîntîya” miletekî ne asteng e, ku nikaribin serbixwe bin, hela eksî wê, ew mecbûr dike ku zûtirîn wext ew serxwebûn bi dest xînin. (Toynbee Arnold I. The Îslamîc World sînce the Place Settlement.- Survey of Înternatîonal Affaîrs, 1925. Vol. I L., 1925, rûpel 491-492).
  4. Kemal Mustefa. Riya Tirkîya nû. Cild I, rûpel 255-256. Ahmed Cevdet ji qumandarê korpûsa 3a ya ordîyê ra, 14ê îlonê sala 1919a.
  5.  Binhêre: Gîsarov M. A. Pirsa kurda li Tirkîyê, rûpel 51-52.
  6.  ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 190, belge 50. Komîsarê Brîtanîyayê yê tewrebilind li Tirkîyê, cîgirê admîral C. de Robek ji Kerzon ra, 26ê çileya pêşin sala 1919a.
  7. Êfendîyeva N. Z. Têkoşîna gelê tirk dijî dagîrkarên fransiz li rohilata Anatolîyayê (1919-1921). Baku, 1966, rûpel 90, 123.
  8. Kemal Mustefa. Riya Tirkîya nû. Cild III, rûpel 257.
  9.  Dîsa li wir, rûpel 256; ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 147, belge 14.
  10. Noel E. W. C. major. Note on the Kurdîsh Sîtuatîon, rûpel 16-19.
  11.  Tiştekî balkêş: Kazim Qerebekir-Paşa, ku wî çaxî hevalbendê Kemal bû, ji wezîreta Eskerîyê ya li Stembolê înformasîyon sitendibû derheqa tevgera kurda ya li Îraqê (ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 49. De Robek ji Kerzon ra, 26ê çileya pêşin sala 1919a).
  12. Gavan S. S. Kurdîstan, rûpel 21-24; ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 190, belge 66, de Robek ji Kerzon ra, 5ê sibatê sala 1920î.

“Tevgera kemalîstîyê,- Hevên nivîsîye,- ya rasîstîyê û ya dijî kurda ye” (Gavan S. S. Kurdîstan, rûpel 23).

  1. Kemal Mustefa. Riya Tirkîya nû. Cild II. Tivdarekdîtina baza Angorîyê di salên 1919-1920î da. Moskva, rûpel 110-113.
  2.  Dîsa li wir, rûpel 114.
  3.  Dîsa li wir, rûpel 189.
  4.  Dîsa li wir, rûpel 303-304.
  5.  Dîsa li wir, rûpel 224.
  6.  Dîsa li wir, rûpel 228.
  7. Kemal Mustefa. Riya Tirkîya nû. Cild III. rûpel 83-84.
  8. Gîsarov M. A. Pirsa kurda li Tirkîyê, rûpel 55-56.
  9.  Rojnama Almanîyayê “Kölnîşêr saytung” 4ê tebaxê sala 1920î nivîsîye, ku kemalîst van demên dawî dijî desteyên kurda şer dikin, yên ku “bi rezadilîya xwe” dixwezin ji “Tirkîyê biqetin û Kurdistana otonom saz bikin”. Tevrabûn hatine gihîştine hetanî der-dorê Enqerê jî, û ewê yekê ne tenê kemalîsta çavtirsandî kirîye, lê herwiha hukumeta Stembolê jî. (Bultena Komîsarîyata Gelî ya Karên Der va. 1920, hejmar 33, 05.10, rûpel 43; 15.08, rûpel 27).
  10.  ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 156, belge 9. Nama Suleymanaxa ji zapitê Brîtanîyayê yê sîyasî li Mûsilê, 25ê hezîranê, sala 1920î.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev