LI BAKURÊ KURDISTANÊ PIRANIYA NIFŞÊ NU DÎROKA KURDISTANÊ Û KESAYETAN NIZANIN!

LI BAKURÊ KURDISTANÊ PIRANIYA NIFŞÊ NU DÎROKA KURDISTANÊ Û KESAYETAN NIZANIN!

Nifşek tenê bi gotin û exlaqê PKKê mezin bû!

Bayram Ayaz

Ev nifşe jî mixabin carna wisa ji qalikê xwe derdikevin, hududê xwe derbas dikin ku mirov gelekî şaş û matmayî dimîne! Ji xwe re difikirim, gelo çi bi van ciwanan kirine ku ev kes wisa bê ku lê bifikirin, dikarin bibin dijminê yên xeynê xwe!
Ji bo van ciwanên efsûnkirî (bila qusurê nenêrin ku ez vê gotinê bi kar tînim, lê efsûnkirin e ev! Bi Latînî jê re tê gotin indoktrîne kirin (indoctrinate). Ev rewşeke ne baş e, heta tehlûkeyeke mezin e. Jiber ku ev ciwan ne amade ne goh bidin rastiyeke din. Ji bo van rastî tenê ew e, tiştên PKK ji wan re dibêje û dinivîse! Emrê min bi xwe di nav partî/rêxistinan de derbas bûye. Helbet divê mirov baweriya xwe bi Partiya xwe hebe, lê ne bi korîtî! Siyaset û rêkxistinî, oldarî (dîn) û murîdî nîne! Mirovên me, bi taybetî ciwanên me, hewce ye dilsoz û dildarên doza milet û welatê xwe bin û ne hêsîrê (dîlê) partî û rêxistinan!

Min çima vê mijarê nivisî, çi dixwazim?
Yek armanceka min heye! Ew jî gilî û gazindên min bigîhe ciwanan, ew nebin murîd! Ji doza Kurdistanê re murîd ne gerek in, me pêdivî bi mirovên zana, ji dîroka milet û welatê xwe agahdar heye! Mirovên zana û têgihîştî, wêrek û çalak yên ku bikarin rewşê binirxînin û li dû rastiyan herin.

Carna ez li medya civakî û cihên din rastî hin nivîsan û nirxandinan dibim. An jî di jiyana xwe ya taybet de dibim şahidê hin helwestan, şaş dibim, nizanim çi bêjim! Carna tu mêze dikî xortekî an keçekî nûgîhayî, dikare li te vegere bêje: “Mesud Barzanî… bahsa wî ji min re neke!”

Wê demê ez dicemidim, dibim wekî mûmyayekî! Xeberekî Kurdan heye dibêje, wê demê ‘tu çil xenceran li min bidî dilopekî xwîn ji min naherike’!

An jî mînakekî din bidim. Yekî sivik, xwe nezan, bê exlaq (bi navê Emin Zerban) dikare di malperekî PKKê bi navê “lêkolîn stratejik” (!) de, binivîse ku “Mesûd Barzanî keç û jinên Êzîdî difroşe”! Ev nivîs ji aliyê PKKyîyan ve tê xwendin û li goreyê wî şekil digrin.
Ê wisa ye, eger ciwanekî PKKyî bi vî cureyî (ku ne yek û du nivîs in!) nivîsan bixwîne û bê ku li ser bifikire, bi van rezîletiyan, manîpülasyonan, derew û bêbextiyan bawer be, helbet dikare vegere ji yekî wek min re bêje: “Mesud Barzanî… bahsa wî ji min re neke!”.

BIRÎNA ME, MALXOPANIYA ME EV E !
Ev ciwan, ev nifşe, dê ji doza miletê Kurd re û Kurdistanê re xizmetekî bi çi cureyî pêkbîne. Ev cure kes tenê dikarin bibin murîdê rêxistina xwe û ew rêxistin ji wan re çi bêje, dê wî tiştî bikin!

Mînakekî dawî bdim.
Doh dostekî (M. S. Ö.) li hesabê xwe twitter-ê de vî kurtenivîsê parve kir.
Dinivîse:
“Bi nasekî re sohbet dikim.
Got, Barzanî dibêje: -AKP bi heq e Kurda dikuje.
Min got: – çewa?
Got: -Barzanî dibêje; Şer ji bajaran derxin.”

Mesud Barzanî gotiye “şer ji bajaran derxin” û van gotinên wî kirine: qaşo “Barzani dibêje: – AKP bi heq e Kurda dikuje.”!
De were vî kerî di vî bûrî re derbas bike, bi vê kerîtiyê re bahsa rastiyê bike!
Lê ev gotin li cureyê fikrandina PKKyiyan -mixabin, sed mixabin- tê! De were vê meseleyê safî bike!
PDK û PKK du partiyên cuda ne. Fikr û siyaseta wan ne wek hevdu ye! Lê sewiyeka siyasetê heye, qedr û qîmeta welatparêziyê heye.
Di medya PDKê de tu qet li cîhekî bi vî cureyî nivîsekî nikarî bibînî!
Ferq û cudahiya PDKê û PKKê ev e.
Siyaset hewce ye sewiyeka xwe hebe!
Kesê dîroka miletê xwe, dîroka welatê xwe Kurdistanê bizane, van pîsîtiyan nake! Rê nade van pîsîtiyan! Vê bêsewiyetiyê li xwe qedexe dike, qet ti carî rê nade van aloziyan!
Ez rojekê ji rojan di medya merkezî ya PDKê de, ne bi qasî van bêbextiyên PKKê, bi qasî nîv nîveka wê jî bêm, ezê nivîseke wisa li ser medya Partiya ku ez gellekî qedr û qîmeta wê dizanim û jê hêvî me ku dê bikare doza Kurdistanê bi hêzên Kurdistanî din re bi hevra bigihîne pêvejoya Dewleteka Serbixwe Ya Kurdistanê.
De kerem bikin, gelî PKKyiyan, hûn dikarin li bêexlaqekî wekî Emin Zerban vegerin bêjin, wey derewçîno, ev çi rezaletî ye, hûn dikin û me bi van derewan dixapînin?
Kerem bikin, hûn bi zanîn û wijdana xwe!

Eger demê we hebe û hûn
– çend xulekên (deqîqeyên) xwe bidin vê videoyê temaşe bikin,
– çend nivîsan derbarê dîroka berxwedana Barzaniyan ji bo doza miletê Kurd û Kurdistanê bixwînin dê alîkar be ku mirov zêdetir ji dîroka miletê xwe agahdar be

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev