Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Ehmedê Xanî û neteweperwerîya kurdan

Ehmedê Xanî û neteweperwerîya kurdan

Tosinê Reşîd

Di sedsalîya XVII de, çend bûyarên mezin li Kurdistanê pêk hatin, ku tesîreke hêle ser gelê kurd hîştin. Heta hingê giranîya axa Kurdistanê di bin destê împêratorîya Sefewîyan de bû, ya ku di sedsalîya XVI de hatibû damezirandin. Lê di qewxa Çaldiranê[1] de, ya di navbera împêratorîyên Sefewîya û Osmanîya de, ku 23 Tebaxê, sala 1514 an pêk hat, Sefewîya qewxe da der û axa Kurdistanê bi peymana Qesra Şîrin (1639), di navbera wan herdu împêratorîyên Rojhilata Navîn e here mezin de hate dabeş kirin.

Herdu împêratoryan jî ser sînorên di navbera xwe de, ji bo parastina wan sînoran, pişgirîya mîrgehên kurdan dikirin. Lê şerê di navbera herdu împêratorîyan de, bi sebebên cihê, gelek salan domand û di wî şerî de gund û bajarên Kurdistanê wêran dibûn, lawên kurdan dihatin kuştin. Gelek caran ew şer bi destên mîrên kurdan dihatin kirin. Şerên di nabera mîr û hukumdarên kurdan bi xwe de jî, ne kêm bûn. Lê dîsan jî di van mîrgehên nîvserbixwe de, îmkana bi pêş ve birina ziman û çanda kurdî hebû. Di vî werî de, bi taybetî mîrgeha Botan û serbajarê wê, Cizîr, bi nav û deng bûn. Ji mîrgeha Botan şayîrên me ye klasîk; Melaê Batêyî,  Melayê Cizîrî, Elî Herîrî û Feqîyê Teyra û çendekên mayîn derketin. Lê wêjeya kurdîye klasîk, bi Ehemedê Xanî û bi taybetî, bi destana “Mem û Zîn”, gihîşte helanên here bilind. Bi wê destanê E. Xanî bû şayîrê kurdayî sedsalîyên navîne herî bi nav û deng.

S

ebebekî wê, wekî nav û rûmeta E. Xanî ewqas di nav kurdan de bilind e, ew e, wekî şayîrê mezin daxwez û hêvîyên gel, di berhemên xwe de  û berî gişkî, di destana xwe ye nemir, “Mem û Zîn” de, anînne ziman.

Şayîrên kurda ye berî E. Xanî, çawan mijarên destanên xwe, evsenên Rojhilata Navîne giştî hildidan: Feqîyê Teyran “Şêx Senan”, Selîm Silêman “Ûsiv û Zelîxe”, Harîs Bîdlîsî “Leylê û Mecnûn”… Lê E. Xanî ji bo destanên xwe, evsena kurdîye gelerî “Memê Alan” jibart. Hilbijartina destana kurdîye gelerî “Memê Alan”, çawan mijara destana xwe ye netewî, dikare, usan jî, bi wê bê şirovekirin, wekî bûyarên destanê li bajarê Cizîrê, serbajarê mîrgeha Botan, pêk tên. Û di destana E. Xanî de, mîrgeha Botan dewleta kurda ye.

Destana “Memê Alan”, li gelek deverên Kurdistanê, Serhed jî di nav de, bi navê “Mem û Zîn” dîyar e. Ne dûr e, wekî sebeb hema ev e, wekî E. Xanî yê serhedî, navê “Mem û Zîn” daye ser destana xwe.

  1. Xanî di destpêka destana “Mem û Zîn” de du sebebên, wekî wî ev destan nivîsîye, tîne ziman;
  2. Wî berhema xwe bi kurdî nivîsî;

“Da ku xelk nebêje herçî ku kurd in

Ne têgihîştî ne, bêesil in, nezan û nemerd in.

Cûre-cûre netewe xwedî pirtûk in,

Kurd tenê bê par û bê pirtûk in.”

  1. Bindestîya gelê kurd anî ziman û xwest bide kivşê, wekî gelê kurd, eger îmkan hebin, wê pêş bikeve.

“Na, kurd ne pirr xav û negihîştî ne

Lê belê bêmecal û bêkes û sêwî ne.

Ne ku hemî pêkve nezan û nexwendî ne

Lê belê bêçare, bextireş û bêxwedî ne.”

“Mêm û Zîn” bûye destana netewî û ji alîyê gelê kurd ve hatîye hizkirin, ji ber ku di wê destanê de E. Xanî ê mezin derd û kulên gelê kurd û rewşa welatê kurdayî bindest anîye ziman. Wî bi wê destanê, hêvî û aramanc di dilê gel de tev rakirine. Rewşa Kurdistana perçê kirî û bi xwîna kurda avdayî, bindestî, nezanî û bêçarîya kurda ji E. Xanî re bibûn derd û wî ew derdê xwe di destanê de dianî ziman.

Û E. Xanî ê mezin di “Mem û Zîn” de dinale: dinale, wekî welatê wî, perçe kirî, pêpes kirî û bi xwînê avdayî ye, wekî gelên mayîn bi şayîrên xwe bi nav û deng in, tenê kurd bê par û bê pirtûk in. Ji wî re bibû derd, wekî kurd di tarîya nezanî û bindestîyê de dinalin, wekî kurd gelek baştirîn lawên xwe di şerên navbera Îran û Osmanîyan de unda dikin, şerê ku pêwîstîya wan pê tune. Dinale wekî dijminaya di navbera hozên kurdan de rê nade wan bibin yek û bi hev re berjewendîyên welatê xwe biparêzin û dawîya dawî dinale, wekî zimanê kurdî, çawan zimanekî nizm, bêrûmet, bêkêrî ji bo sêwirandina peykarên wêjeyî, dihat dîtin.

Van derdan tabetî ne didan şayîrê mezin û ew rêya derketina ji vê rewşê digerîya. Çawan tê xuyayê, ew gelek zû tê gihîşt, wekî bi zimanê dagirkeran nikarî çanda netewî bi pêş bixî, çavê gelê xwe vekî, rêya serbilindîyê bidî pêşîyê. Divêt kurd rûmeta xwe, rûmeta welatê xwe û rûmeta zimanê xwe bigrin. Xanî yê mezn ev rê dida pêşîya kurdan.

  1. Xanî bi xwe ji bextê kurda şaş û metel dimîne:

Ez şaş mame di hîkmeta Xwedê da

Kurd di hebûn û dewleta dinê da

Gelo çima û ji ber çi mane bêpar,

Hemî ji ber çi bûne bindest û stûxwar!

Paşê ji derda pesnê mêranîya kurda dide, helana dide kurdan:

Wan bi şûrê xwe girtîye bajarê meşhûrîyê

Wan dîl girtîye welatê xîretê û mêrxasîyê.

Her mîrekî wan bi camêrîya xwe Hatem e,

Her mîrekî wan bi şerkarîya xwe Ristem e.

Bala xwe bidê, ji welatê ereban heta welatê gurcan,

Kurditîye ku bûye wek kela û bircan.

Lê ji talebextan re ev mêranî wan xwedî nake:

        

Ev Rom û Ecem, wek du deryaên dijî hev in

Her cara ku bilivin û ji warên xwe derkevn,

Kurd bi xwînê dilewitin û dimînin,

Wek berzexek wan ji hev diqetînin.

Lê derdekî kurdayî mezin heye:

Bi qasî ku ji ber mêrxasîya xwe xîretkarin ew,

Ewas jî ji minetê nefretkar in ew.

Ji ber wê yekê ye ku ew tim ne li hev in,

Tim ji hev cuda ne û tim dijî hev in.

  1. Xanî çareserîya derd û kulên kudên bindest, di serxwebûnê de dibîne. Bê guman ji bo wê dewranê li Rojhilata Navîn serxwebûn bi rêya şah, siltan û padişah dibû û Xanî dinvîse:

Eger hebûya ji bo me padîşahek,

Xwedê layîq bidîya ji bo wî kulahek (tacek)

Û bihata dîyar kirin ji bo wî textek,

Eşkera vebûya ji bo me jî bextek.

Bi dest biketa ji bo wî tacek

Bê guman ji me ra jî dê çêbûya rewacek.

Xanî ne tenê ser pêwîstîya serxwebûnê û ava kirina dewletê nivîsîye, lê usan jî rêya damezirandina wê dewletê, seva wê dewranê, anîye ziman:

Herçî kesê dest avêt şûr bi têkoşîn û xîret,

Wî xiste destê xwe bi mêranî, dewlet.

Celadêt Alî Bedirxan (bi navê Herekol Azîzan), seva E. Xanî dinvîse: “Xanî di wextekî welê de rabû ku – berîya nuho bi sê sed û neh salan[2] – ne li cem me, lê li Ewropayê jî xelk hêj li miliyet û li nijada xwe hişîyar nebûbûn û zelamên ji yek miletî hev û du ji bo katolîkî an protêstanîyê dikuştin. Di heyameke welê de Ehmedê Xanî bîra miletîya xwe, bîra Kurdanîya xwe biribû û ji Kurdan re gotibû hon berî her tiştî Kurd in, rabin ser xwe, dewleteke Kurdî çekin û bindestîya miletên din mekin”[3].

Gerek em bîr bînin, wê dewranê di nav gelên musulman de jî yekîtîya dîn ser yekîtîya gelan re bû. Herdu dewletên Rojhilata Navîne mezin, ku Kurdistan di nav xwe de par kiribûn, musulman bûn, divêt pêwendîyên wan bi kurdan re ser yekîtîya dîn bihatana ava kirin. Lê dîsan jî E. Xanî yê mezin xwest kurd bi kurdîtîya xwe rabin û ji bindestîya wan rizgar bibin.

Bûyarên destana “Mem û Zîn” li Cizîra Botan, serbajarê mîrgeha Botan, pêk tên. Serdema Xanî mîrgeha Botan hê jî hebû. Fermandarê mîrgeha Botan kurd bû, zimanê mîrgehê kurdî bû. Çawan M. Emîn Bozarsalan dinvîse “Lewra di Kurdistanê de Botan hêleka gelek giring e. Ji ber ku Botan hema, hema dikeve nîveka Kurdistanê, ji tesîra çandeya  Tirkan, Ereban û Eceman dûr maye; rengê xwe, yê neteweyî û rîyê xwe, yê kûrdîtîyê parastîye.[4] ” Mîrgeha Botan û bi taybetî serbajarê wê, Cizîr, di wêje, folklor û çanda kurdî de cîhekî giring digrin.

Û Xanî, bi zanebûn, mîrgeha Botan çawan dewletekê kurdî tîne ber çavan.

Ew dinvîse:

Rom, Ereb û Ecem jê ra bûbûn binferman

Meşûr û navdar bû, bi navê Mîrê Botan.

  1. Xanî, ji ber ku mîrên Bota kurd bûn, wan û fermandarîya wan digihîne esmana. Ew methê mîrgehê wek dewleta serbixwe dide.

Tiştekî balkêş e, wekî Xanîyê mezin gava pesnê mêrxasan dide, nimûnan yan ji evseneyên kevnar, yan jî ji kurdan tîne. Ev jî nîşaneke neteweperwerîya kurdî ye.

  1. Xanî ê mezin, di “Mem û Zîn” de devê birîna kurdaye keder vedike, derd û kulên kurdên blindest û welatê perçekirî û bi xwînê avdayî tîne ziman. Û rewşenbîrê mezin rêya ji wê rewşê derketinê nîşan dike. Dawîyê çawan nimûna dewleta kurdan mîrgeha Botan tîne.

Bêtirî sêsid heyştê sal berê E. Xanî prînsîpên netweperwerîyê anîn ziman, ku wê dûarojê, di dêmokratîya Rojava de, çawan mafên çarenûsa gelan bên nas kirin.

[1] Bi bawerîya me ev nav gerek bi kurdî, Çardêran be. Dûrojê di zimanên serdestan de be Çaldiran. – T. R.

2  Mîr Celadêt Bedirxan ev gotar sala 1941 ê nivîsîye. Eger em bi çavên îroîn binhêrin dike 383 sak berê.

3  Herekol Azîzan, ‘Hewar’, hejmar 33, rû.9. 1941.

4  EhmedE Xanî “Mem û Zîn”, wergera tîpên latînî û kurdîya xwerû: M. Emîn Bozarsalan, ‘Deng’, 1995 Upsala, rû 31.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev