Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Şîxadî… Rastî û nasîn – 1

Şîxadî… Rastî û nasîn – 1

Amer Çelik

Di nave baskên rûpelên dîroka Êzidiyatiyê de gelek navên navdar hatine xwendin ku bandora wan li vê olê hatiye kirin yan jî bandora Êzidiyatiyê lê bûye. Hebûn yên ku di rêk û pencerên civakî de  bi bandor bûn, di rêka eşîrî yan olî de bi bandor bûne. Hebûn yên ku di hiş û giyanê Êzidiyan de bi rêka çîrok, distan, car-caran qewl û beyt ji aliyê oldarên Êzidiyan ve di civatan de dihate gotin. Tevî ku dîrokê gelek ji wan navdaran ji bîr kiriye û nehatine tomar kirin jî lê hîn li ba Êzidiyan bi bîr tînin û qedrekî mezin û giran ji bo wan didine nîşan dan. Hinek ji wan navdaran bi hêrz diyar bûne û ew kes bûne sembûlek ji sembûlên Êzidiyatiyê. Ew kes bûne stûn û hîmê asê ji bo Êzidiyatiyê. Belê ew kes in ku kultûr, mîrasê Êzidiyatiyê zengîn û rengîn kirine. Ev kes in ku li cem Êzidiyan xwedî qîmetekî mezin û qedir giranin. Bi taybetî Şîxadî(E udî ibn Mûsafir ku xwedanê kiramatan ne bi kêmasê li  navÊzidiyan.

Kesatiye wek ya Şîxadî roleka xwe mezin û girîng di dîroka Êzidiyan de hebûye û heya. ewî ev ol bi aliyekî nûjen û tezekirinê dagerandiye.  Her usa nijadên vê olê jî bi hevû duve girêdabû û ewî li gorî dema xwe birêvbirine.  Ew birêvebirine(تنظيم )ku li ba Êzidiyan windabûbû. Ji ber ku cihê wî(Şîxadî) di nava xwedawendan de mezin bû, rola wî xwedî qîmet bû ,lewma jî Şîxadî cihekî xwe yî mezin û bilind di nave Êzidiyan peydekiribû. Gelek dîrokzan û heta oladar jî dibêjin ku kesekî di navgiranî û torevanî nasyayî wekî Şîxadî di wê dema ku Islamî roj bi roj har û dijwar dibû,navgiranên wekî Şîxadî  nav Êzidiyan de nehatiye dîtin. Ji ber van çend sedemane ewî cihekî evra(Mûqedis-مقدس) di nava Êzidiyan de peyde kiribû .

Bi çendî nivîs û nivîseran  li ser kesatiye Şîxadî behs dikin û tomar kirine ku ew mirovekî Muslman bû û kesatiyekî zaniyarê ola Islamî bû, belê mirovekî sofîzimî Islamî bû. Her weha bi deh(10)  navan li wî kirine û bi wan nava wî didin nasîn, helbet mebest awbû ku vê   olê(Êzidiyatî) bi ser Isalmiyê ve dagerînin. Bi dehê caran li rûpelê dîrokê de nivîsandine ta ku dîrok  û şarstaniye Êzidiyan şilo bikin.

Her çiqasî wan suxtekarên dîrokî li ber xwe dane ku dîroka ola Kurdistan(Êzidiyatiyê) bi rêya navgiranekî wekî Şîxadî ku qurtarek û rêzgarekî ji bo Êzidiyan û Êzidiyatiyê hêja û torîn bû, bi dehan çîrok û avsaniyên tewş û  navên ne durst li  kesatiyê  Şîxaî ve girêdane, bi sedan derew û bêbextî bi rêya kesatiye Şîxadî li Êzidiyan û Êzidiyatiyê kirine.

Ji ber giringî û navdariye vî kesî û rola ku di rêka mirovantiyê û Êzidatiyê de lîstiye hêjaye ku em xwe baş  biwestînin ta ku em rastiye vî zaniyarî (Şîxadî),vî navdarî, vî qurtalî,vî evradarî, wî xudawendî, wî oldarê putperistî  em baş û baş binasin. Pêwîste em  rûpelên dîrokê baş li ser hev rakin nivîsên baş û nebaş yên ser Şîxadî ji hevûdu cûda bikin, bixwînin û Şirûvekin nivîsên yên berbiaqil û çewta ji hev du cûde bikin ta ku em bikarîbin hinekî mafê vî zaniyarî, navgiranî bidinê. wan zaniyarên ku tev oldarî  mirovatiyê ne , felsef û adebiyatin .

Wekî ku ji dîrok û rêka Şîxadi diyar dibe , ne karekî hesane ku em bi rehtî bikarîbin rol, jiyan û kesatîye  Şîxadî ser rast bikin.Nexasim ku hinek dibêjin ku ew bi xwe Erebe û zaniyarên ola Îslamê ye , hevalbenê Şêx Aduulqadir Al-Gêlanî û Qedîb-All-ban, Hesen Al-Basrî  û hinek din ku stûne sofîzime Islamiye ne.Hinek ji  Erbîan dibêjin; Şîxadî Emawiye û hinek dibêjin; Kurde û hineke ji wan jî dibêjin; ku Şîxadî ye yê ku Êzidi  ji ser rêya Êzidiyatiyê dagerandine.

Sofîzim aliyek ji aliyên herî girînge di  jiyane giyanî de.Sofîzim cêrvandin û kiryariye berî ku Zav( مزهب)  û raman be. Kiriyar û pêkhatinên olî qîmetekî kûr û hêja, belê ew serkeftineke giyanî li        ser  bê oliyê ye yan naverok li ser rengê sofîzim û netewiyê  herdukan di dîtinekê de dighîne hev ku rastî ewa ya   pêkhatinên ber bi aqil, pêkhatinên rastteqûn yê ku giyan û nefisa mirovan pê dighêjê , belê danûstandinê pêra dikê. „Giyanê bilind“ dibe ku bizane sofizim û kûrbûne giyan di nava hinavê mirovan de dixwaze bighe xeleke ku insan bi Gêtî( Xailq) ve girêdide.

Diyar bûne sofizimê ne ji bo Islamê bi tenê hatiye peydekirin. HegerSofizim bûye sedemên ku hinek dîrokvanên Îslamî gotine ku Şîxadî sofizmsekî Islamiye. Hima-hima sofizm li ba hemû olan heye. Islam Xiristiyan û heta di nava olên Hindistanê de û der û dorên wê wekî Boziyan, Manewiya, Hindûsiye û Zeredeşiye. Belê Heta Çîna jî  nav û dengekî bilind bi sofizmê standine û hineke dibêjin ku Li Çînê sofîzm derbasî Islamê bûye dema ku Islamî  bi şer û şûr gihîştiye Çînê. Hinek dibêjin ku Sofîzim  Xûdênenasiye( كفر) ,bêoliyeالحاد obal û keçîyeخطيءة-اثم ji riya olî dadigerîne. Lê ya rast ku sofîzim têgihîştinên xwe yê taybet hene ku mirovê xwe dike şikestiyê olî , jiyana sofîzimî jiyanek hişk û dijware, mirovê sofizim herdem di perstinê de ye.

Hêja  Zûhêr Kazim Ebûd di pirtûke de ya bi navê  E,udeyî ibin Mûsafir Tezekiriyê( مجدد)  ola Êzidiyan. Li ser zimanê Hinek ji dîrokzanan dibêje ku Gotine Sofiya yan jî Sofîzim  binghê vê gotinê „Sofiya“  bi weteyê „Cindiyarî-Bervanî“( Al hikima -الحكمة) ku ew bi xwe gotineke Yunaniya.ya Her weha Hêja Zûhêr Ebûd dibêje ku Xirstiyanên Artûdûks navê qîzên xwe dikin Sofiya.  Em dixwazin bibêjin ku ev sofîzim ne ji bo Islamê bitenê hatiye. Gelek dîrokzan dibêjin ku gotine Sofîzim berî Islamê tête dîtin di herêma Mizrobotamiyê de,gelên ku di Mizrobotamiyê de Heger Êzidîbûn yan jî Xirstiyan û Ciho bûn, Somerî horî bûn Bailî û Asûr bûn, belê piraniye van olan  Sofîzim berî Islamê bi kar anîne. Henek ji ilim darên ola Êzidiyatiyê dibêjin; ku Xerqa libsê Pîr bû. Heger usaye mirov dikare bibiêje ku bi hezar salan Êzidiyan berî Islamê Sofîzimî  bi kar anîn in. Bi sedan mirovên Êzidî jiyane  xwe  tûj û dijwariye kirine, bi libsa Xarqa. Nimûne Faqîr û her weha yên ku Xarqa li xwe dikin

Hinekan ji dîrokzanan gotine ku E,udiyê(Şîxadî) ji binamala   Emewiyan ne û wî ji bo xewna xwe kar û xebat kiriye  ku Mîrtiye Emewiyan vegerîne. Xwedê giravî ji ber van sedeman bazdaya û çûye HeKarê !!…Ji encama bi dûkevtine siyaysî ya desthelat Ebasiyan, xwedê giravî  Desthelatiya Ebasiya fermana Şîxadî dane lewma  jî  Şîxadî dest bi belevkirine raman xwe ya Emewî  kiriye ji vê encamê Ebasiyan biryare kuştine wî dane. helbet  dîrokzanên Islamîne  yên ku Şerê Êzidiyatiyê û windabûne rastiya Şîxadî dikin û şerê xwe didûmînin.  Ev gotinên wan stûne wê bê hîm û bingeha

„Şîxadî ji ber Ebasiyan Bazdaye û çûye Hekarê…!?“

Werin em çend rûpelan ji dîrokê ji serhev rakin. Ma gelo ne destpêka desthelata Ebasiyan di sala 132 koçî bûye û Şîxadî di sala 466an yên koçî de hatiye diniyayê, ev tê wê weteyê ku Şîxadî 190 salî piştî desthelata Ebasiyan hatiye duniyayê. Her usa di vî babetî de gelek lêkolînvan wekî Mizûr, Zûhêr Ebûd, Xelîl Cindî û gelekên din  ku diyar dikin ku ewan dîrokzanên ola Islamê ne yên ku dibêjin Şîxadî Emewî ya û ji ber Ebasiyan bazdaye wan gotiye ku Şîxadî ji Bêt alfar/ Libnanê hatiye Kurdistanê bi ilm û agehdariyên olî û çavên desthelatan . werin em dîsa vegerin dem û çaxên desthelata Ebasiyan. Bi rastî ev dema gelekî girîne ku em derew û bêbexiye lêkoînvanên Islamî li ser nasîn û bingihê malbata Şîxadî diyar bikin.

Dest pêta hukumdariye Ebasiya wehaye:

  • Abû Ebas Alsefah 4 sal 9mihan desthelatiya Ebasiyan kiriye û 32 salîye xwe de, di sala 136ên koçî de miriye.
  • Abû Cefer Al-Mensûr 22 salan desthelatiya Ebasiyan kiriye û 62 salan jindar maye, di 158 koçî de miriya.
  • Mehdî Ibin Al-Mensûr 10 salan desthatiya Ebasiyan kiriye û di 43 saliya xwe de miriye,yanî di salên 169koçî de
  • Mehdî ibin Mehdî salek û sê mehan desthelatiye Ebasiyan kiriye û di sala 170 koçî de û 34 salên xwe de wefat kiriye. Bi rastî desthelatên Ebasiyan gelek in em navê desthelatê dawî bînin ser kaxezê.
  • Mûtewkil ibin Al-Me,utsim 4 salan desthelatiye Ebasiyan kiriye û di sal 247 koçî de û 40 saliye xwe de miriye.
  • Mûntesir ibin Al-Mûtewkil 6 miha tenê desthelatî kiriye û di sala 248koçî  di 40 saliye xwe de miriye

Cîroka ku ew celebê lêklînvan û dîrokzanê  ola Islame ku dibêjin E udî ibin Mûsafir (Şîxadî) ku ji ber Ebasiyan bazdabû û çuye Hekarê ew sedemên tên rojevê pir zihîfin  û  ji rastiyê gelekî dûrin. Yekem  em bibêjin;..Nasîne Şîxadî bi eşîr û miletê Hekarê re pir xûrt û qewîme, ev tê wê manê ku ewî ne bazdaye  û weke xwepêgirtekî akincî bûye. Nasîna Şîxabî bi cigrafiya herêma Hekarê û çiyayên herêmê. Belê ya herî rast û girîng zanîne Şîxadî bi zmanê Hekariyan (Kurdî) û nêzîk bûne wî rewş û jiyane Êzidiyan li wê deverê. Heger Şîxadî ne nejadê wê herêmê bûye,çawa bikarîbe Êzidiyan li dora xwe usa zû kom bike ola wan Birêvebirin(Tenzîm- تنظيم) bike. Tezekiribiye (Tecdîd- تجديد) bibirêvebirineke giyanî û civakî, ev kar peywendiyek bi hîmên xweve pir asas û  metînî  jêre pêwîste. Belê xemxûrê Êzidiyatî tenê  dikare wan xizmetên hêja û delal ji bo Êzidiyatî bike.

Hinek dibêjin Ku navê bavê Şîxadî  Mûsafir( مسافر) ew bi xwe ne nave belê hevalnave, bi Kurdî tê wetiye KOÇBER, belê paşnavê wî HEKARî ye. Xwedê giravî dema ew li Bêtfar bû(LIBNAN) jêre digotin Hekarî û navê bavê wî ŞoFΠ Al-Akrad   ev delîleke ku Şîxadî mirovekî Kurde (Êzidiye)

Di pirtûka „wefiyat Al-e´yan“( وفيات  الاعيان) ibin Xelkan dibêje ku Şîxadî dengekî xweyî  gelekî xweş û berz heye. Gelek xelek(Milet) li dû wî ne. Heger ev gotinên ibinXelkan rast bin,lewma jî  gelek xelek li dû wî bûne. Ji ber wî bi zimanê wan û baweriye wan zanîbû,   ji bav-kalan de ji êzidiyan ve î naskiriye lema jî Êzidiyan xwe li dora wî kom kiribûn.

Eraban li ber xwe dane ku wî (Şîxadî) ji bo xwe bibin , di dehên rûpelên dîrokê de tomarkirine û gotine ku ew Erebe Emewiye û sofizimekî Ilmê Islamiye. Her weha Kurdan jî gotine ku ew kurda û serkêşiya ola reseniye kurdatiyê(Êzidiyatiyê kiriye. Hineke gotiye ku ew ibin Al-Şamî ya …….û gelek nav û şaşiyên din…

Pêwîstiyên ku dike em lêkolînan li ser rastî û nasîne Şîxadî(E udî ibin Mûsafir) bikin, ku em wî dibînin tezekiriyê( مجدد)  baweriya olî ya Êzidiyan. Ew bû yê ku Bingeh û sistem ola Êzidiyan bi tezekirînê sîstemeke tevnepîr(العنكابوتي ) û berzekirine hîmên civakî bi zaniyariye xwe ol û civaka Êzidiyan û Êzidyatî  parast. Pêwîstiye şirovekirin û berzkirine rastiye Şîxadî û rastiye ku hinek dibêjin xwedê giravî Ereb bû û Emewiya, sofîzimekî Islamiye,  Islam bû û paşê dageriye Isalm terkda, Yên ku dibêjin  ku Şêx Şîxadî ibin Mûsafir li mîrasê malbata xwe digeriye(Emewî) û ji ber Ebasiyan bazdaiye û li Hekarê akincî bûye. Hinek dibêjin ku  ew kurdekî ji kurdên Libinanê ya li warê bav-kalên xwe zîviriye. Ê ku dibêjê Navê wî E udî ibin Şêx Mûsafir Şêx Ismahîl  AL Şamî û li Hekarê akincî bû. Hineke din dibêjin; Na ew navê wî E udî ibin Mûsafir bin Ismahîl ibin Mûsa ibin Mirwan ibin Al-Hesen e.

Hineke din dibêjin; Na E udî ibin Mûsafir ibin Mirwan ibin Al-Hekem ibin Mûsa Al-Şamî. ye

Hinek ji Kurdan jî dibêjin Ku ew kurda û navê wî ; E udî ibin Mûsafir ibin Ahmed. e

Hinek din dibêjin; ku  ew Emewiye kurê Mirwan ibin AlHekem e.

Heger em weha li van tevan guhdar bikin û bixwînin .Bi dehan nav û paşnav ji wî (Şîxadî) re peyde kirine.  Ji bo min ya rast û durust Êzidî  bi çî navê Şîxadî dinasin!?..Her usa emê di dawî de jî  çîrok û avsaniyê  Êzidiyan di vî babetî  yên ku oldarên ola Êzidiyatiyê di derbarê nasîne Şîxadî(E udî) ibin Mûsafir birjînin ser kaxezê.

Xwendevanên hêja wekî ku hûn dibînin nasîn û rastiye Şîxadî ne hesaniye, pêwîstî bi pirtûkên dîrokê hene. Me çend çavkanîyên hêja peyde kirine hîn em di gerê de ne.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev