Sala Nû bi vê ciwanîyê destpê bikin. Pîroz be!

Sala Nû bi vê ciwanîyê destpê bikin. Pîroz be!

Bira şewqa vê ciwanîyê bikeve ser welatê me

Têmûrê Xelîl 

Carina şerê ji bo rizgarîyê yê gelek salan hêvîyên xurt nake dilê me, ku miletê me û welatê me bi wî şerî wê rizgar be û wek hemû miletan azad û bextewar bijî. Lê carina bûyarek tenê, an jî helwesteke kesekî tenê, nimûneya jîyana wî kesî tenê dibe sebeb, ku mirov paşeroja xwe ya geş, welatê xwe yê rizgarkirî, miletê xwe yê bextewar bîne ber çavan.

Me xwest bizanibin, ka di nav çend mehên ji destpêka malpera me heta serê salê me çawa kar kir, xwendevanan çi qîmet dane karê me. Û me bi nimûneya xwendevaneke me texmîn kir, ku me çi kirîye û emê çi bikin.

Ji destpêka weşana malpera me xwendevaneke me ya delal heye bi navê Nura Şane, ku hema bêje her ro nivîsên malpera me dixwîne, hinek ji wana belav dike, ser hinekan bi kurmancîyeke zelal û delal şirove dike û ji van hemûyan em pê hesiyan, ku ew ji Diyabekirê ye, di zarotîyê da bi malbetê va cîguhastî Stembolê bûne, ji wê jî çûye bajarekî, ku kurd hema bêje lê tunene, 6 salan li Ûnîversîteya Tendurîstîyê xwendîye û bi serketî temam kirîye. Û dilê merivan baristan dibe, ku yeke ha heye, dêmek yên wek wê dîsa hene, ku em nas nakin, dêmek rewşa kurdîaxivîna kurdên Kurdistana Bakur ne ewqas xeter e, wek ku em difikirin, dêmek nisleke ciwan digihîje, ku dikare bibe bingehê jîyana bi kurdî û kurdewarî. Û yekser ew fikir tê serê me, ku xwendevanên malpera me kesên ha ne û ev e qîmetê karê karmendên malperê, ku bi dilsozî karê ji bo miletê xwe dikin. (Hema bêje tevaya gelê me nizane, ku çi welatparêzên mezin xwe dane pişta vî karê welatparêzî pîroz, çi kesên xwedî kurmancîya delal û xwendî di malperê da kar dikin, çi xwendevanên delal û zane me dişopînin).

Emê li jêr nivîseke Nura Şane raberî we bikin, ku ewê di demnameya xwe da belav kirîye, bi hêvîya ku ewê bibe nimûneya çavdayînê bona gelek xort û keçên kurdan. Ew nivîs, herwiha nivîsên din yên Nûra Şane jî, ne tenê bi kurmancîyeke delal, bi welatparêzîyeke veşartî va dagirtîne, lê di wan da zanebûna çend zimanan, hayadarîya ji folklor û dewlemendîya edebîyeta me veşartî ne, herwiha di nivîsên wê da bi awayekî sergirtî û vekirî xuya dibe, ku ew dixweze ji gelê xwe ra bêje xwe biçûk nebînin, nivîskarên me ne kêmî nivîskarên cihanê yên bi nav û deng in, berhemên me ne kêmî berhemên nivîskarên navdar in, hela di ser da jî, bûyerên di berhemên nivîskarên di cihanê da navdar dibe ji folklora me, ji nivîskarên me derbazî nava wan bûne.

Fermo, nivîsê bixwînin:

Nura Şane

Ez ji fîlmên tirkên ku jê ra dibêjin yeşîlçam pir hezdikim. Jixwe ji sedî nod û neh fîlmên absûrd û evînî ne, lê kêm caran jî meseleyên cûda diketin nav naveroka wan.Fîlmek hebû ji sala 1960ê navê wê ‘’Kırık çanaklar’’ bû.
Dîyalogek li wir da derbas dibû, di her temaşekirinê da ez diketim bin bandora wê, hê jî di bîramin daye.Dû ra li mektebê di nav wan pasajên xwendinê da jî çend caran rastê wê dîyalogê hatim.
Niha dema min bi kêfxweşî pirtûka Xelîlê Çaçanê Muradovê bi navê ”Cewahîrên Kurdî” dixwend, nîşkavê di çîroka ”Kur ji kirina xwe şerm dike”da ew diyalog dîsa hat ber çavê min; hem metel mam, hem jî kêfxweş bûm.
Dûra min meraq kir ka bi rastî ew mesele aîdê kê ye, ji ku wisanî belav bûye.
Bi kurtî mesele ev e: Keça biçûk ji kalê xwe pir hezdike, weke du heval in. Lê ji ber kalbûnê di demên xwarinê da destên kalê wê tim dilerize û tebax ji destên wî dikevin û dişken. Bûka malê û bavê keçikê ji ber vê sedemê xwarina wî cûda dikin û êdî di tebaxên darîn da didine ber wî, keçika biçûk rojek jixwera texteyan dide ber xwe û wan dikolîne. Dê û bavê wê jê pirs dikin: “Tu çi dikî bi wana?”
Keça biçûk dibê bo we tebaxên darîn çêdikim, dema hûn kal û pîr bibin ezê jî xwarina we bi vana bidime ber we.
Helbet, keçika biçûk ne bo wan ceza bike digotin, wê digot qey gere meriv xwarina kesên kal û pîr di tebaxên darîn da bide wan.
Li gorî înternêtê ev ji şanoya Edmund Morris e ku navê wê The Wooden Dish e (1961). Heman bûyer di dawîya romana (As Intermitências da Morte) romannivîsê navdarê xwedîyê xelata Nobelê José Saramago da jî heye ku roman di sala 2005an da hatîye çapkirin.

Bifîkirin, ku meseleyeke ha him di nav ”Cewahîrên Kurdî” da bi cîh bûye, hem di şanoya nivîskareke Emerîkî da, hem jî pirtûkeke niviskarekî Portekîzî da.
Nizanim pêşî kê nivîsîye, lê Xelîlê Çaçan Muradov di sala 1924an da ji dayîk bûye, Edmund Morrîs 1940… Êdî hûn hesab bikin.

(Berî demekê nivîskar û lêkolîner Mehmet Gultekîn derheqa berhemeke din a Xelîlê Çaçan da di malpera me da gotarek çap kir û li wir tê gotinê, ku ew berhema bi sernavê Nimm Dich in Acht vor den Ränken der Frauen di pirtûka dersan a şagirtên dibistanên Almanîyayê da jî heye. Ew nivîs li vir e: http://riataza.com/kurdish/1816-biranina-xelile-cacan-muradov-u-ciroka-cirokeke-wi.html).

Piştî xwendina vê nivîsa delal a Nura Şane mirov difikire, ku bo çi hinek kurd bahaneyan digerin bona kurdînezanîna xwe bidine efûkirinê. Ku xudêgiravî, eger li malê kurdî biaxivin, dû ra dijwar e di dibistanên tirkan da bixwînin, karekî baş bibînin. Nura delal bi jîyana xwe va vê helwestê pûç derdixe. Hela di ser da jî, zimanê hemû endamên malbeta wê jî kurdî ye, ango zimanê dayîkê ye, wê dayîkê ku zarokên welatparêz, kurdîaxêv û xwendî mezin kirine. Kurdîaxivîna wan ji wan ra nebûye asteng, ku di civata Tirkîyê da xwedî karekî bi rûmet bibin, haya wan ji berhemên nivîskarên cihanê, hunermendîya ser dereceya bilind hebe, ji fîlmên di cihanê da navdar lezetê bibînin, ango xwe bextewar û dewlemend hîs dikin. Bo çi hûn ji vê bextewarîyê û dewlemendtîyê bêpar dimînin? Ne her kes dikare ha be! Hinek kes dikarin bêjin, emê nikaribin wek Nurayê ciwan bin. Bersîva vê jî heye: ciwanî ne ji we ye, ji Xwedê ye. Lê bi kurdî axivîn, xwendin, pêşketin, bi kurdî û kurdewarî jîyîn di dest we da ne. Dema hûn van her tiştî bikin, ji xwe hûn bedew dibin.

Em wisa texmîn dikin, ku nivîsên Nura Şane gelek xort û keçan kirine hezkirîyê kurdîyê, ew jî çav didine wê û hewil didin jîyana wan jî wisa kurdewarî û bi kurdî be, ku ew jî wek Nurayê ji jîyanê lezeteke kurdî bibînin.

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev