Werin em hinekî jî bikenin – 20

Werin em hinekî jî bikenin – 20

Berevkar: Têmûrê Xelîl

SEBEBÊ GUHARTINA XANÎ

Mirovek ji şîrketa xanîyan ra dibêje, ku mala wî pêşberî himama jina ye, ew her ro li wan jinan dinhêre û dikeve halekî xirab. Nûnerên ji şîrketê tên ji mala wî li himamê dinihêrin, ku hîç jinek jî xuya nabe. Ji xwedîyê xanî ra dibêjin:

-Ka, jin xuya nabin!

Xwedîyê xanî dibêje:

-Hela ji kerema xwe kursîkê daynine ser masê, rabine ser û lê binihêrin, hûnê hêja bibînin, ku jin xuya dibin, an na.

Nûnerên ji şîrketê difikirin, ku çi hewce dike ew her ro kursîyê datîne ser masê, radibe ser kursîyê û li jinên tazî mêze dike, lê dîsa jî wê jî dicêribînin. Gava yek ji wan radibe ser kursîyê ser masê, derdikeve holê, ku ji wir jî jin xuya nabin. Vê carê jî nûnerên şîrketê dibêjin:

-Camêr, dîsa xuya nabin.

Xwedîyê malê ji kesê ser kursîyê ra dibê:

-Hinekî berbi milê çepê were, wê xuya bibin.

Berbi milê çepê tê, dîsa xuya nabin. Vê carê xwedîyê malê dibê:

-Hinekî jî ser milê çepê da were.

Gava hinekî jî berbi wî alî va tê, dibê rep, dikeve erdê. Wê demê xwedîyê malê ji wan ra dibêje:

-A, heyran, her ro ez di vî halî da me!

“KURMANCÎYA PAQIJ”

Lezgîn di nav bîst salên jîyana xwe ya li Ewropayê ser zimanê kurdî gelek kar kiribû, wek dibêjin, serê xwe êşandibû: gotinên tirkî, erebî ji zimanê xwe derxistibûn, bi zimanekî “helal-zelal-delal” kurmancî dipeyîvî.

Di nav wan salan da diya xwe ne dîtibû. Û rojek ji rojan jî diya wî hate mêvanîya wî. Lezgîn jî, ku gelek ji diya xwe hiz dikir, bi hişê wî, hediya here mezin, ku ji diya xwe ra bike, ew e, ku bi kurmancîya xwe ya “mînanî rûnê helandî paqij” bipeyîve.

Gava Lezgîn dest bi xeberdanê kir, diya wî şaş-metel lê dinihêrî û dawîyê awa gotê:

-Lao, tê bîra te, min digot ji welêt dernekeve, neçe, tuyê zimanê dayka xwe jî ji bîr bikî. Te dît, ku ez rast derketim!

Heta Lezgîn wê xwe efû bikira, ku… “ez wî zimanê tu dipeyîvî jî zanim” û filan, bêvan… dê peyva wî di dêv da birî û got:

-Zimanê ku dayka te ji te fêm neke, hema nepeyîve!

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev