
Tengezar Marînî
”Gelek ji hevalên wê bi birêka êrîşên firokeyên cengê hatin kuştin, bav dîl di cengê de hate girtin, xwarin nebû. Lê ceng bidawî hat, ev havîna herî xweş e, di jiyana min de, ku temenê min bibe sed sal jî, dê ev xweştirîn buhar û havîn be li ber dilê min. Rast e mirov hest bi aştiyê gelekî nake-gelek vê peyvê dikin-, lê ji bo min aştî, aştî ye”.
Di 14.06.1945an, dema Ingeborg Bachmann 18 salî bû, ew hevok di deftera rojane ya xwe de nivîsîbû. Wate piştî şerê cîhanê yê diwem jiyana wê destpê kir. Lewra jî em dibêjin, Ingeborg Bachmann helbestvana elmanînivîs ya piştî cenga cîhanê ya diwemîn e û wilo jî bû helbestavana herî bi navûdeng ya wê serdemê…
Wergera helbestan: Tengezar Marînî
”Ev barana gulan me berbi kû ve dibe,
Şev e, bi birûskan ronî dibe û birûskên
belgan, ku bi aramî xuş xuş di nav daran de dikirin,
ev xuş-xuş gav bi gav li dûv me tên.
tişta gulan geş dike, ew e cihê ku tête temirandin,
baran rûbarê me mişt dike. Oh şeva dirêj!
belê belgeyek e, ya em pêrgî hev kiribûn, li pêlan siwar dibû.
Li dûv şopa me dihat. “Ji dîwana wê ya bi navê Çekan deynin”
Ev şev, ew reşahî, ya rast ew şer çendî dirêj kir. Dirêjkir, ji ber sedemên siyasî yên wê demê, Ingeborg nikarîbû, hevalê xwe yê helbestvan PAUL CELAN, yê cihû, ku ji ber zulma Naziyan derbeder bûbû, bibîne. Bi hêvî bû, bikaribe li pêlekê siwar bibe û qeftek gul bigihîne destê wî.
”Peyva rast, helbesta baş, dikare gerdûneke xweş û baş biafirîne” I.B.
Mirov dikare vê peyvê beramber pendeke elmanî bike: ”eger me peyvek hebûya, eger me zimanek hebûya, em pêdivî bi çek û sîlahan nedibûn”. Ingeborg Bachmanê gotina xwe ya li jor bi zanebûn beramber wê pendê kir. Vê demê jî ew hevokê lê dixwe û em, pêdivî vê beramberbûnê ne. Eger karîgerû cihê peyva rewşenbîrên bi xwe ve westiyayî, rewşenbîrên rasteqîn e, rewşenbîrên bi xwe bawer, hebûya, dê kultûra me, edebiyata me, jiyana me, di qûnax û asteyeke din de bûya.
Komponîst Hans Werner Henze dibêje: ”Nivîsên I.Bachmannê yên dema gencîtiyê, ew geliyên teng û ew baştêgehevtina sinoran, li ser min kire bar, ku ez êşa wê biyavê gelekî bikêşim”
Ingeborg êk ji nivîskarên jin yên elmanînivîs, di sedsala 20an de, ya herî bi navbang e, di 25.06.1926an li Klagenfurt/Austuria, hatiye dinê, xwendina Fîlosofî li Graz, Innsbruck û Wien xwendiye.
Di sala 1950an de, nameya dektorayê, di babeta ”Rexnekirina li felsefa heyînê (Exisstential Philosohi, li ba Martin Heidiger)” nivîsî.
Li Rom, Paris, London, München û USA jiyaye.
Di sala 1959/1960 wek mamoste li zanîngeha Goethe li Frankfurt/Mainz waneya poetik/helbestvaniyê dida.
Xelatên ko Ingeborg Bachmannê wergirtine ev in:
-
1953 xelata grûpa 47
-
1954 xelata Elmanî ya pîşesaziyê.
-
1957 xelata toreyî a Bremer
-
1959 xelata xelata yariyên guhdarkirinê ên şerê koran.
-
1964 xelata Georg Büchner
-
1968 xelata welatê Austuria a mezin
-
1971 xelata Anton-Wildgans a pîşesaziya Austuriya a toreyê.
Di sala 17.10.1973ê, li Romê, di buyera şewateke li hotêlekê wexer kir.
Di mirina wê, gelek rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar hestên xwe di rêya nivîsan ve anîne zimên, yek ji wan jî, ku gelekî nêzîkî wê bû û di grûpa edebiyatê ya 47 de endam bû, nivîskar Heinrich Böll bû, ku di sala 1972an de, xelata Nobel ya edebiyatê wergirtibû.
”Ez wê wek keçekê bibîr tînim,
Bila kesek behwer neke, ku ez ê îro mirina Ingeborg Bachmannê, wek lehenga romana wê ”Şêweyên Mirinê” diyar bikim. Ev mirina bi vî şêweyî, nexweş û xerab, mîna rewşa edebiyatê li ser textê jiyanê diyar dibit.
Ingeborg êşên xwe, bi şêweyê abstrakt, weke hestên di helbestên xwe de, bi torekirin (biedebiyatkirin) kirine. Me, êdî nedixwest qêrîna wê guhdar bikin, çunku ew bi xwe bûbû edeb, wêne û bûbû efsane”.
Di dawî ez dibêjim, jiyan, helbest, tore û yên bi wan girêdayî pirsa ziman in.
I.Bachmann dibêje: „Cîhan dûr e, cih û re ji welatekî bo yê din gelek in, min gelek ji wan naskirin, ji hemî bajaran, min kelehên wan dîtin, mirovên hatin û çûn min dîtin. Dûr bûn zevî ji rojê û berfê, di navbera xetên tirênê û kolanan de bûn, di navbera çiyan û deryan de bû. Devê cîhanê dûr bû û mișt bû ji dengan di guhê min de“.
Lê ez dibêjim, dîrok herdem dersan dide, lê șargirtê werbigirin tune ne.
Günter Grass
NIVÎSKARÊ ELMAN GÜNTER GRASSÊ XELATA NOBEL WERGIRTIYE, EV HELBEST BI BÎRANÎNA MIRINA INGEBORG BACHMANN GOTIYE:
ŞÊWEYÊN MIRINÊ
Perseus* nebêje
Bêdeng, Beteigeuze**
Dişike,
Zeviyên wê ên berfê
di nîşana hirçên mezin de:
Xwîşka we
Vegeriya malê ji biyanistanê,
bo peyvê
Weha bû
Malbat bi miliyonên stêran, mișt bûbû
Bi peyvekê dorpêç dibû.
Günter Grass ”Die Zeit” vom 26. Oktober 1973
www.ingeborg-bachmann-forum.de/ibwidmung.htm
-
Perseus: xudawendekî girîkan e/ Yewnan, kurê mezinê xudayan Zeus bû.
-
Beteigeuze: ew jî xudayekî girîka ye, lê burcek ji burcên Stêrkan e jî.
Çend helbestê Ingeborg Bachman
JI DIL
BO ANNA ACHMATOVAYÊ.
Peyv qet ew nexapandiye
Û ez dibêjim we,
yê ji we dizanê, ku pêdvî bi alîkariyê heye,
bi peyvan,
yê ku alîkariya wî nabe,
Ne di rêçên kurt re
û ne ne jî di yên dirêj re.
Bila hevokeke cihgirtî,
bi aramî
di xirecira peyvan de, saz bike.
Kesê neşê vê hevokê binivîsîne
bila wê imze neke.
Barê giran
Keştiya havînê ya mezin hate dagirtin
Keleka rojê li benderê* amade ye,
Dema li pey te sînik** ket û qêriya
Keştiya havînê ya mezin hate dagirtin
Keleka rojê li benderê amade ye,
Û li ser lêvên bejna Galionê***
Serqot derbas bû girnijîna lemure****
Keleka rojê li benderê amade ye
Dema li pey te sînik ket û qêriya
Ji rojava ferman bo xendiqandinê tê
Belê dibe çavekî bel di roniyê de, mest dibe
Dema li pey te sînik ket û qêriya
-
* cihê ber deryayê (Mîna,i)
-
** balindeyê sipî ê li ser deryan difirin (Ereb. Newres)
-
*** keleka ji daran ava dibe (Shîra,î)
-
**** Rom. giyanê palvedar di şêweyê lawiran de.
DAGÎRKIRIN
Ez hatibûm mêrgistanê
Çaxê bûbû şev
Di mêrgên şûnbirînên hestdar de
Û ba, li berahîkê hingirî bû
Evînê hew diçêriya
Zingil lal bû
Û goşî kal bû
Çix* di xakê de kutayî bû
Miriya,i reviya bû
Li tarîyê terpilî
Ji xakê min ew kişan dibû
Hildabû asîman min ew
Bi hemî hêzê
Bo ev welat bi ahengan
mişt bibe
li stirih hertepilî bûm
dilxwazî di bayê bahozê de
li jêrî pirpirîna qirşikan
da hemî kok bijîn.
* Çix: stirih
Demekê ji dil ra
Min wisa bêriya te kiriye
Ji ber vê bêrîkirinê caran nesax dibim,
û heviya min ew e,
careke din te bibînim,
li deverekê, li demeke necivankirî,
lê li demeke nêzîk