Pirtûka A.Bûkşpan û qedera kurdên Azirbêcanê

Pirtûka A.Bûkşpan û qedera kurdên Azirbêcanê

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” a 20î vê carê pêşgotina wergera kurdî a pirtûka A. Bûkşpan a bi sernavê “Kurdên Azirbêcanê” raberî we dikin, ku sala 1932an li Bekûyê bi zimanê rûsî çap bûye.

Ev pirtûka zanyarî ji alîyê Weşanxana Înstîtûta Azirbêcanê ya Zanyarî-Lêkolînê da bi zimanê rûsî çap bûye. Di pirtûkê da li ser bingeha nivîsên zanyarî yên kesên ji Awropayê (E.B.Soane, Mînorskî, Benzegr, A.Wîlson û yên din) herweha qala her çar perçên Kurdistanê, şerê kurdan yê ji bo azadîyê (serhildanên bi serokatîya Bedirxanan, Yezdanşîr, Ubeydulle), destdirêjayên împêrîyalîzmê, têkçûna biryarên Lozanê, mîrîtîya Şeddadîyan û h.w.d. da jî tê kirinê.

Ev pirtûk piştî rêwîtîya êxpêdîsyoneke zanyarî li Kurdistana Sor, Naxçiwanê û Qerebaxê hatîye nivîsar û serokê êxpêdîsyonê A. Bûkşpan bi xwe bûye.

Di vê berhemê da çavkanîyên ji pirtûkên zaynar-rohilatzanên di cihanê da bi nav û deng hatine bikaranînê.

Min ev pirtûka delal bi daxweza Înstîtûta Kurdî a Parîsê wergerandîye kurdî, lê heta niha jî çap nebûye.

Min berî ku kurdî çap bibe, hîvî ji akademîsyen, profêsorê kurd yê mezin Şekroyê Xudo kir, bona ew pêşgotinekê bona varyanta kurdî a vê pirtûkê binivîse. Ewî daxweza min pêk anî û ez wê pêşgotinê bi dil raberî we dikim.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Kurdistana Sor û pirtûka “Kurd li Azerbêcanê”

Şekroyê Xudo

Akadêmîk, doktorê dîrokê, profêsor

Sala 1931ê rohilatzan-kurdzanên Azirbêcana Sovêtîyê ya berê li herêma Kurdistanê û warên komara Azirbêcanê yên mayîn da, ku kurd lê diman, êkspêdîsyoneke dîrokî-êtnografî pêk anîn. Armanc û pirsdanînên ewê êkspêdîsyonê di pêşgotina pirtûka A.Bûkşpan ya bi sernivîsa “Kurdên Azirbêcanê” da cî girtine. Meriv dibê qey ev tiştekî xêrxazîyê ye û ev kar gorî wê sîyasetê hatîye kirinê, ku dîwana Sovêtîyê hindava gelên kêmjimar da, di nav wan da kurda jî, derbaz dikir.

Di çarçova wê sîyasetê da, ku dewleta Sovêtîyê îlan kiribû bona pê bihese çika miletên kêmjimar di çi rewşê da nin û bona qedirgirtina mafên wan yên êtno-kûltûrî, li herêma Kurdistanê (bi biryara dewleta Azirbêcanê ew ji sala 1923a wek otonomîya kurda hatibû îlankirinê)  çend êkspêdîsyonên êtnografî hatine derbazkirinê. Gorî malûmatîyên, ku ketine destê me, wan çaxa du êkspêdîsyonên usa hatine derbazkirinê. Ya pêşin di sala 1929a bi serokatîya profêsor V.A.Gûrko-Kryajîn hate derbazkirinê, ku bi gotarên xwe yên derheqa tevgera kurda û pirsa kurda da, ku tê da gelek nerastî hebûn û bi ruhê wan dema hatibûne nivîsarê, “deng dabû”. Serokê êkspêdîsyona duda xudanê evê pirtûkê A.Bûkşpan bû. Endamên vê êkspêdîsyonê ev kes bûn: dilxwazê kurda yê mezin Î.Morogûlovê aşûrî, ku ji Ermenîstanê bû, mamostayê zimanê kurdî Samed Şahsûvarovê ji gundê Mînkendê, navça Laçînê û yên mayîn.

Gelo ev êkspêdîsyon çi dan, gelo ew rewşa civakî-kûltûrî ya kurdên Azirbêcanê, ku piştî wan êkspêdîsyona endamên wê raxistine ber çevan, çawa bû? Derheqa êkspêdîsyona pêşin da em vê yekê dikarin bêjin: merî dikare xebatên Gûrko-Kryajîn yên salên 20-30î rexne bike, ji ber ku kil û kêmasî tê da hene, lê tu kes nikare înkar bike, ku ew bi profêsyonalî hatine nivîsarê û ew derheqa kurda da xwedî zanebûnên pir e. Bi vê yekê ra girêdayî merî dikare texmîn bike, ku berhem û lêkolînên wî gerekê balkêş bûna. Wek xuya ye, ew balkêşî bûye sebeb, ku nivîsên wî “betavebûne” (“unda bûne”), ji ber ku ew nivîs, wek yên ku piştî derbazkirina êkspêdîsyona duda ya bi serokatîya A.Bûkşpan hatine nivîsarê, dikaribûn rewşa kurda û çanda wan bi awakî zelal banîyana ber çeva û li ser wê bingehê jî gerekê pirsgirêkên pêşdabirina çanda wan çareser bikirana û rewşa wî miletî bidana xweşkirinê. Lê di wan dema da ev hemû îdî nedihate hesabê azirîyan.

Çima? Ji ber ku îdî dem ne ew dem bû, sîyaseta nû berê xwe ji kurdên Azirbêcanê guhartibû.

Rast e, pirtûka Bûkşpan “Kurdên Azirbêcanê” bi gelek şaşî û kêmasîyan va dagirtîye, lê ew bi wê yekê va balkêş e, ku pirî-hindikî dêmê (bengz, rû) herêma Kurdistanê tîne ber çeva, tê da malûmatîyên hewaskar hene derheqa jimara kurda, rewşa wan ya civakî-aborî da.

Bîr û bawerîyên xudanê pirtûkê, cûrê analîzkirina lêkolînên wî yên derheqa kurda da bi ruhê wê demê va hatine nivîsarê û raberkirinê. Ewî hemû îzbatîyên bin destê xwe da yên derheqa kurda da bi lûla “pêvajoya şoreşgerîyê ya hemcihanê ya bin ala Marksîzm-Lênînîzmê” ra derbaz kirîye.

Sîyaseta “piştgirîya gelên bindest”, ku dewleta Sovêtîyê îlan kiribû, ser kurda derbaz nedibû, ji ber ku pêwendîyên dostanîyê bi Tirkîya kemalîstîyê û daxaza, ku seba xatirê kurda pêwendîyên xwe bi Îranê ra xirab nekin, bûne faktorên sereke di sîyaseta Sovêtîyê ya hindava kurda da.

Gerekê bê destnîşankirinê, ku bi tevayî li Yektîya Sovêtîyê di sîyaseta dewletê ya hindava gelên kêmjimar da gelek xalên baş hebûn. Kurdên Sovêtîyê jî bona pêşdabirina çanda xwe ji wê sîyasetê karê ketin. Di vî karî da pirsa derheqa kurdên Azirbêcanê da cîkî giring digire. Derheqa wan da emê li jêr ji we ra şirove bikin.

Giringî û qîmetê pirtûka Bûkşpan di wê yekê da ne, ku ew bi îzbatî, malûmatîyên statîstîkîyê û lêkolînên xwe va, ku endamên êkspêdîsyonê di dema karkirina xwe ya li navçeyên kurda yên li Azirbêcanê berev kirine û amade kirine, alî me dikin, ku em pê bihesin çika berî pêkanîna sîyaseta helandinê hindava kurdên Azirbêcanê da rewşa kurda li wira çawa bûye.

Bona ev problêm bi awakî zelal bê ber çeva, pêwîste qe na em bi kurtî dîroka kurdên Azirbêcanê bînine ber çeva.

• • •

Di salên Perestroykayê (Daçêkirinê) û, xwesma, di salên piştî wê da pirsa derheqa hal û demên kurdên li Komara Sovyetî ya Sosîyalîst (KSS) Azirbêcanê ji alîyê dîrokzana, êtnografa, rojnamevana û mexlûqetzana da, him li Yekîtîya Sovyet, him jî li welatên din bû têma minaqeşekirinê. Hewaskarîya ewqasî mezin hindava bext û qedera kurdên Azirbêcanê da bi çi va girêdayî bû? Kurdên Sovêtîyê, ku li vî welatî ji miletên kêmjimar bûn û perçekî miletê kurdî pirmîlyonê bûn, di kontêksta himberîhevkirina rewşa wan bi rewşa giran ya birayên wan li Kurdistanê, bala pêşekzana dikişand. Lê di goveka (çarçova) wê hewaskarîyê da pirseke giring jî hate holê: ferq û cudatîyên mezin di navbera kurdên Azirbêcanê û kurdên Sovêtîyê yên mayîn da (ji bo nimûne, Ermenîstanê û Gurcistanê). Û tiştê herî ecêbmayînê jî ew e, ku gilî derheqa wargê êtno-sîyasî yê yekgirtî – welatê Sovêtîyê da ne. Li Azirbêcanê di nav demeke kurt da sîyaseta bi destî zorê asîmîlekirina gelê kurd hate pêkanînê, ku ji kurdên Sovêtîyê yên here pirjimar bûn. Ew yek çawa qewimî, çi faktorên guhêrandina strûktûra dêmografîyê li herêma ku kurd li wir ser hev dijîyan û çi firsendên sîyasî hatine bikaranînê bona pêkanîna wê armancê?

Bingeha bona bi obyêktîvî ronahîkirina ewê pirsê dikarin îzbatîyên dîrokî û malûmatîyên statîstîkîyê yên fermî bin. Em ser da zêde bikin, ku bona ronahîkirina van pirsa him fikrên komên Azirbêcanê yên fermî û piştovanên wan derheqa “bi rezadilî asîmîlebûna kurda” û him testîqkirinên çend xwedînivîsên (avtor) “kurd” derheqa “Qeza Kurdistanê ya otonom” û hela “Komara Kurda ya otonom” di teşkîla Azirbêcanê da, ku çend weşana da derketine, fikrên pûç û bê bingeh in.

Bona zelalkirina dêmê vê pirsa ku em li ser disekinin, em berê xwe bidne çend îzbatî û malûmatîyên azirîyan. Anegorî hesabkirina binecîya ya sala 1921ê tenê li gundên KSS Azirbêcanê da jimara kurda 32.780 merî bûn. (Binhêre: Şirovekirina karkirina Komîsarîyata Sovêtîyê ya Gel ya KPSSF (Komarên Pişkavkazê yên Sovyetîye Sosîyalîstîye Fêdêratîv), Tîflîs, s. 1923, rûpel 16). Di sala 1926a jimara kurda li Azirbêcanê weke 41 hezara bû (1,8% binecîyên komarê). (Binhêre: K. M. Mamêdov, Jimara binecîyên KSS Azirbêcanê di nav 60 salan da, Bekû, s. 1982, rûpel 55). Giring e bidne kivşkirinê, ku kurdên KSS Ermenîstanê û KSS Gurcistanê (xwesma êzdî) di sedsalên 19a û 20î ji dest zordestîya Tirkîyê mihacirî wira bûne, lê kurdên Azirbêcanê ji demên buhurî da li ser axa kal û bava dijîtin. Xuya ye gilî derheqa sedsalên 10 û 11an, dema hukumdarîya mîrîtîya kurda ya Şeddadîya da ne, ku temamîya wê herêmê bin bandûra wê da bû. Gerekê bê gotinê, ku hetanî nîveka sedsala 20î kurdên Azirbêcanê di jîyana komarê ya mexlûqetîyê-sîyasî da xwedîyê çend mafên miletîyê bûn.

Di meha tîrmehê sala 1923a li Azirbêcanê di eynî demê da Devera Otonom ya Qerebaxê û Herêma Kurdistanê hatine teşkîlkirinê. Bin destê me da îzbatî tunene derheqa statuya Herêma Kurdistanê da wek yekîtîyeke miletî-dewletî ya otonom. Lê dîsa jî ew yek giringîya pirsa qedera kurdên Azirbêcanê danaxîne. Gelekî giring e bidne ber hesêb, ku ew herêma ku dihate binavkirinê wek Herêma Kurdistanê, cîyê bi kompakt jîyana kurda bû, ku di navê wê da jî xuya dibe û, ya duda, di salên dîwana Sovêtîyê yên pêşin da sîyaseta dewletê ya derbarê hesabkirin jimara miletên Yekîtîya Sovêtîyê yên kêmjimar û pêşdabirina kûltûra wan, li ser kurdên Azirbêcanê jî derbaz dibû. Tiştekî balkêş e, ku V. Î. Lênîn bi xwe guh daye ser rewşa binecîyên kurd ya xirab li wê herêmê. Ewî di têlêgrama xwe ya ser navê serokê Şêwra Komîsarîyata Gelî ya Azirbêcanê N. Narîmanov nivîsîye: “…gorîkirina 40 mîlyon pere ji bo birçîyên Povoljîyayê û Kurdistanê – îzbatîya wê yekê ya here baş e, ku em hazirin bin ala Înternasîyonala Sor da bimeşin. Serokê Şêwra Komîsarîyata Gelî ya Komarên Rûsîyayê yên Sovêtîêye Sosîyalîstîye Fêdêratîv Lênîn.” (V. Î. Lênîn, “Berevoka efrandina”, çapa 3a, cild 4, rûpel 100).

Lê vira pirseke nazik hebû, ku taybetîya rewşa kurdên kêmjimar dianî ber çava. Kurdên Sovêtîyê, ku beşeke gelê kurdî perçekirî bûn, hema bêje hertim tesîra rewşa sîyasî ya herêma ku kurd lê diman (Kurdistanê) ser xwe texmîn dikirin. Em bîr bînin, ku ew dema em li ser disekinin da, pirsa kurda li Tirkîyê gelek berk bû. Tiştekî eyan e, ku di destpêka salên 20î kemalîsta li Tirkîyê gelekî aktîv bi serokatîya kurda ra diketine nava pêwendîya bona xwe ji şertên Peymana Sevrê xilaz bikin, ya ku riya serxwebûna kurda vedikir. Pêşî kemalîsta derheqa wekehevtîya sîyasî ya kurda û tirka da elam kirin, hela behsa otonomîya bona kurda jî kirin. Lê piştî Peymana Lozanê (sala 1923a), ku şertên Peymana Sevrê binax kir, kemalîsta di sîyaseta xwe ya derheqa pirsa kurda da berê xwe guhastin û li soz û qirarên xwe xwedî derneketin. Nerazîbûna kurda bi wê sîyasetê ra warguhêzî serhildanê bû, ku sala 1925a bi serokatîya Şêx Sehîd destpê bû. Kemalîsta ku serhildana kurda di nava xwînê da mewicandin, elam kirin, ku Tirkîyê da ne kurd hene, ne jî pirsa kurda heye. Evê yekê tesîr li ser rewşa kurdên Azirbêcanê kir. Du faktora alî wê yekê kirin: ya pêşin, hukumata Sovêtîyê di nav pêwendîyên baş da bû bi kemalîsta ra û zanibû ku ew mafên ku Sovyetê daye kurda, ne bi dilê wan e û ne dixwest xatirê wan keve, ji ber ku kurdên birayên wan li Tirkîyê ji hemû mafa hatine mehrûmkirinê. Ya duda: Tirkîye nû ketibû heyra bext û qedera Azirbêcanê da, ku bi êtnîkî ji xwîn-qinêtekê bûn. Em wê jî bêjin, ku ewê yekê di hucetên axê yên di navbera Azirbêcanê û Ermenîstanê da rola xwe lîst û wî alî da azirî karê ketin.

Fikrên jorgotî wê pirsê ji me ra zelal dike, ku çima serokên Azirbêcanê bi rû va xwe li riya “prînsîpên întêrnasîyonalîzmê” girtibûn, lê di rastîyê da di pirsa kurda da sîyaseta bi dilê Tirkîyê bi kar dianîn. Dîwana Azirbêcanê du pirsdanîn danîbûn pêşîya xwe bona di pirsa kurda da biserkeve: a) seba xatirê Tirkîyê xwe ji otonomîya kurda xilas bike û navê “Kurdistan” ji holê rake, ku li Tirkîyê hatîye qedexekirin; b) careke mayîn vegere li ser sîyaseta xwe ya hindava kurdên kêmjimar da, usa, ku bere-bere wana bihelîne û asîmîle bike. Bona pêkanîna ewê pirsdanînê, faktora îslamê jî dihate bikaranînê, û di şertên kûltûra sîyasî ya nimiz û xwefemdarîya miletîyê ya nekamilbûyî da, dîn ser miletîyê ra bû. (Em bikine bîra we, ku kemalîsta li Lozanê bi saya serê “yekîtîya dînî ya tirka û kurda” kurda ji nav lîsta miletên Tirkîyê yên kêmjimar derxistin). Temamîya wan pirsa, ku qedera gelê kurd li Azirbêcanê va girêdayî bû, tam diketine nava wî qalibî.

Serokatîya komara Azirbêcanê sala 1930î navê “Herêma Kurdistanê” guhart û kir “Navça Kurdistanê”. Lê hema di wê salê da ew navça miletîyê jî ji holê rakirin û bi wê yekê va bingehê sîyaseta asîmîlekirina kurda, pêpeskirina (binpêkirin) mafên wan yên miletîyê hate danînê.

Eserên ewê sîyasetê bi awakî ferih (zelal) di malûmatîyên statîstîkîyê yên derheqa kurdên Azirbêcanê da xuya dibin. Li Azirbêcanê jimara azirîya her zêde dibû, lê ya kurda kêm dibû. Ji bo nimûnê, sala 1926a jimara kurda 41 hezar bû, ku dikire 1,8 % hemû binecîyên komarê, sala 1939a jimara kurda serhevdu bû 6 hezar (0,2%), sala 1959a – 1,5 hezar, sala 1970î – 5,5 hezar (0,1%), Piştî hesabkirina binecîya ya sala 1979a hate elamkirinê, ku li Azirbêcanê kurd tunene. Bona himberîhevkirinê em bidne kivşê, ku jimara kurda li komarên cînarên Azirbêcanê – Ermenîstanê û Gurcistanê ji nîveka salên 20î, ku me derheqa wê da li jorê got, 3,5-4 cara zêde bûye. Ev malûmatîyên statîstîkîyê yên fermî îzbatîyên here berbiçav in. Em wê jî bêjin, ku piranîya kurdên Azirbêcanê li gunda diman û gelek zaro dianîn. Eger em hesabeke sade bikin, em dikarin bêjin, ku niha li Azirbêcanê dikaribû 350-400 hezarî nekêmtir kurd hebûna.

Pirsa derheqa mafên kurda yên miletîyê da li vira bi cûrê xwe hel kirin: kurd tunene, tê wê manê, ku derheqa mafên wan da nikare tu xeberdan hebe. Xudanê evê gotarê ji çend azirîyên bi qulixa bilind û zanyara şirovekirinên ecêb bihîstîye derheqa “betavebûna” kurda li wê komerê da. Ewana, bi gotina wan, “bi daxaza dilê xwe asîmîle bûne”. (Em bêjin, ku di hinek şerta da asîmîlebûna wî awahî diqewime. Lê çi ku derheqa “asîmîlebûna rezadil” da ne, ew têrmîneke berxwederxistî ye û bona wê ye, ku ewê yekê efû bikin, çi ku anîne serê kurda).

Bona kurda şertekî pêşketina di nav qulixa xwe da ew bû, ku bêje “ez azirî me”. Bûbû qanûn, ku bona karekî baş bidne te, an jî bona sitendina navê doktorîyê û yên mayîn, kurd gelek cara mecbûr bûn di nasnameyên xwe da ber navê “miletî” xwe “azirî” binivîsin. Ev “sîyaseta hindava kurda da” ya miletçîyên azirî tenê bi van îzbatîya va kuta nabe. Ew sîyaset ya pirplan bû. Em çend îzbatî û nimûneyên mayîn bînin:

Di nîveka salên 60î beşa kurdzanîyê ya Înstîtuta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Zanyarî ya KSS Azirbêcanê hate dadanê, ew jî wê demê, gava problêmên lêgerîn û lêkolînan pir bûn. Di wan deman da destpêkirî hemû zanyarên kurd yên bi nav û deng, sîyasetmedar û şoreşger, Mêrxasên Yekîtîya Sovêtîyê û Mêrxasên xebata sosîyalîstîyê kirin azirî. Em dikarin gelek nimûneyên feşkirina dîroka kurda ya berê bînin. Nimûneyeke balkêş – Çîngîz Îldirim e. Ew şoreşgerê kurd yê bi nav û deng di dokûmêntên xwe yên partîyayê da û di nameyên ku ji serokên dewleta Sovêtîyê S. Kîrov û S. Orconîkîdzê ra şandine, gelek cara bi sebebên cihê-cihê li kurdîtîya xwe xwedî derketîye. Lê dîsa jî azirî wî azirî dihesibînin. (Binhêre: Polonskî L., “Çîngîz Îldirim”, Bekû, s. 1986, rûpel 233, 240, 247, 273 û yên mayîn).

Şair û xunedarê kurd yê bi nav û deng di sedsala 17a da, ronahîdarê îdeya kurda ya miletîyê Ahmedê Xanî, ku efrandinên xwe bi kurdî nivîsîne û tu xetek bi tirkî ne nivîsîye, azirîkî bi paşnavê Huseynov wî nav kirîye wek “şairê kurda-tirka”. (Binhêre: A. A. Huseynov,Jîyan û mêrxasî, Moskva, s. 1987).

Di pirtûka akadêmîk Z. Bûnîyatov ya bi sernavê Hukumdarên jin yên rohilata musulmanîyê da malbetên kurda yên Şikakî, Rûzakî(Rojkî) û yên mayîn, ku malbetên bi nav û deng in û şika tu pêşekzana tuneye ku ew kurd in, ser azirîya hatine hesibandinê. Tiştekî balkêş e, ku dîrokzan-tirkzanên azirî bi hemû pirsên dîrok û aborîya Tirkîya nû û kevin va mijûl dibin, xênji pirsekê – pirsa kurda. Hewaskar e bidne kivşkirinê, ku di çend kovarên welatên dereke da (yên kurdî û înglîsî) yekşivêtîya (minanîhevbûn, hevşibandin) rewşa kurdên Azirbêcanê û Tirkîyê tê ber çava, ji ber ku kûrsa sîyasî yek e.

Dawîyê em dixwezin guhdarîya xwendevana daynine ser ecêbeke giran, ku pirsa me va girêdayî ye. Herêma Kurdistanê (dû ra bû navçe) ji holê hate rakirinê, lê rojnama ku organa wê bû -“Sovêtskîy Kûrdîstan” (“Kurdistana Sovêtîyê”), heta dawîya salên 50î jî derdiket.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev