Yura Nabîyêv: Divê kurd xwedî stratejiyeke neteweyî bin

Yura Nabîyêv: Divê kurd xwedî stratejiyeke neteweyî bin

Hevpeyvîna ajansa BasNûçe bi rêvebirê giştî yê malpera me ra

Mehmed Salih Bedirxan

Serokê Komeleya Dostaniya Rûsya û Kurdan Yura Nabiyev, diyar kir ku divê kurd di peywendiyên bi Rûsyayê re berjewendiyên neteweyî esas bigrin û xwedî stratejiyeke neteweyî li ser herêmê ferz bikin û beşdarî civînên dîplopmatîk ên cîhanê jî bibin.

Rûsya piştî ku rejîma sosyalist hilweşiya di nava salên 2000î de, bi pêşengiya Pûtîn ji nû ve xwe saz kir û ber bi salên xwe yên bi hêz ve çû û weke hêzêke sereke ya cihanê li herêmê xwiya bû. Her wiha tesîreke mezin li ser Koma Dewletên Yekgirtî jî kir û bi wê minasebetê Komarên Sovyetê yên berê li dorûbera Rûsyayê kom bûn.

Bi vê armancê Rûsya li hember welatên Rojava, nêzikî Îran û Çînê bû û piştî  8ê tebaxa 2008an deng veda. Di 8ê tebax 2008an de Başûrê Osetyayê û paşê jî Abhazyayê serxwebûnên xwe ragihandin, rageşiya di navbera Gurcîstan  û Rûsyayê tûşî şer bû û Rûsyayê derbekeye mezin li yekineyên Gurcîstanê yên li Başûrê Osetyayê dabû. Her wiha Gurcîstanê jî yekineyên xwe ji Başûrê Osetyayê û ji Abhazyayê kişandibûn. Piştî ku Rûsyayê yekîneyên gurcî ji wan herêman derxistin, serxwebûna wan herêman jî nas kir. Rûsyayê bi şerê Gurcîstanê  hêza xwe ya di herêmê de dîsa nîşan da û di sala 2014an de cudabûna Herêma Qirimê ya ji Ûkraynayê jî bi erênî pêşwazî kir.

DYA’yê, YE û geleke welatên Rojava li hember Rûsyayê nerazîbûn nîşan dan û ambargo anîn ser Rûsyayê. Herî dawî  Rûsya li ser daxwza daxwaza Beşar Esad, li Sûriyêeyê dest bi operasyonên leşkerî kir û ev jî bû sedema rageşiyên nû. Piştî  operasyonên hewayî yên Rûsyayê, hin dewletên weke Tirkiye, Qeter Erebîstana Siûdî daxwaza wê yekê ji Moskowê kirin ku dawî li bombebarana xwe ya li Xûmuûs û Hemayê bîne. Li hêla din Tirkiyeyê jî di 24ê mijdarê de, bi sedema ku qada wan a hewayî hatiye îxlalkirin, Balafira Rûsyayê ya SU 24 xist. Xistina balafira Rûsyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve, bû sedema destpêkirina qeyraneke nû û amborgoyên siyasî û aborî li ser Tirkiyeyê. Piştî xistina balafira rûs, di navbera rayedarên tirk û rûs de tu hevdîtinên dîplomatîk pêk nehatin û piştgiriya Rûsyayê ya hêzên kurd li hember DAIŞ’ê û serdana Hevserokê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş a Rûsyayê li Tirkiyeyê aciziyeke mezin pêk anî…

“Peywendiyên stratejîk di rojevê de ne”

Rojnameger û Serokê Komeleya Dostaniya Rûsya û Kurdan Yura Nabiyev, ku niha li Moskovayê dijî, peywendiyên kurd û rûsan ji Bas Nûçeyê re şîro ve kir. Nabiyev got ku, çapemeniya Rûsyayê, piştî qeyrana di navbera Tirkiye û Rûsyayê de cih daye kurdan û destnîşan dike ku, divê Rûsya nêzikî kurdan bibe.  Nabiyev ragihand ku divê peywendiya Moskow û kurdan stratejîk be û wiha dewam kir: “Serokkomarê Tirkiyeyê beriya çend mehan serdana Moskovayê kir. Pûtîn jî ew ji dil pêşwazî kir. Lê pêwendî di meseleya Sûriyêeyê de xerabûn. Niha jî stratejîkkirina têkiliyên kurd û rûsan tên axaftin. Mijara ku di demên dawiyê de herî tê axaftin ev e. Têkiliyên konjoktûrî wê tu sûdê nede kurdan.” Nabiyev li ser hevdîtinên dîplomatîk ên di navbera PYD û Rûsyayê de jî got ku kurd li herêmê hêzeke sereke ne û divê berjewendiyên xwe biparêzin.

“Divê stratejiyeke neteweyî hebe”

Nabiyev di derbarê bicihkirina keştiyên şer û yekîneyên şer ên Rûsyayê li Behraspî de jî ragihand ku di Rojhilata Navîn de proseyeke nû destpêkiriye û Rûsya jî aktorek girîng ê vê proseyê ye. Nabiyev diyar kir ku divê kurd di Rojhilata Navîn de, ku niha ji nû ve tê dîzayn kirin, berjewendiyên xwe yên neteweyî biparêzin û bi aktorên herêmê re têkiliyan deynin û wiha axivî: “Divê kurd divê stretejiyek neteweyî ku berjewendiyên wan diparêze, li ser herêmê ferz bikin.” Nabiyev her wiha amaje bi wê yekê kir ku hevsengiyên Rojhilata Navîn zû digûherin û divê kurd baldar bin û destnîşan kir ku ew ê hem li Kurdistanê û hem jî Rojhilata Navîn geşedanên nû rû bidin.

“Rûsya, di qeyrana Sûriyeyê de piştgiriyê dide kurdan”

Her wiha Yura Nabiyev ragihand ku, Rûsya ji venexwandina kurdan a di civînên çareserkirina qeyrana Sûriyêyê de aciz e û Rûsya, kurdên Rojavayê Kurdistanê weke perçeyekî Sûriyêyê û nûnerê gelekê  dibîne û anî ziman ku Rûsya dixwaze teqez kurd jî beşdarî civînên navneteweyî bibin. Nabiyev amaje pê kir ku divê kurd jî di nava xwe de rêkeftinekê pêk bînin û got hin partî di nava Opozîsyona Sûriyê de cih digirin û beşdarî civînan dibin, hinek jî beşdarî tu civînan nabin. Li hêla din Nabiyev ragihand ku kurdan xwe di têkoşîn û şerê li hember DAIŞ’ê de îspat kiriye û divê kurd beşdarî civînên çareserkirina siyasî bibin. Nabiyev, wiha berdewam kir: “Opozîsyona Sûriyê û komên din xwedî li maf û hiqûqa kurdan dernakevin. Divê kurd, demildest yekitiya xwe ya siyasî pêk bînin û di qada navneteweyî de cih bigirin.”

“Gazprom û RosNeft dê li RHK’ê kanên petrolê vekin”

Di berdewamiya axaftina xwe de Yura Nabiyev li ser pêwendiyên Rêveberiya Herêma Kurdistanê û Rûsyayê jî rawestiya û destnîşan kir ku li Kurdistanê vekirina bîrên petrolê ji aliyê Companiya Petrolê ya Gazpromê ve giring e. Nabiyev, ragihand ku ji bilî Gazpromê wê Companya Ros Neft jî li Kurdistanê di demek kurt de dest bi lêgerîna gaz û neftê bike. Nabiyev got: “Alîkarê Wezîrê Karên Derve Mihail Bogdanov, daxuyandibû ku ew hevalbendin Rojava û RHK’ê ne. Vê yekê jî bandoreke mezin li ser kurdên Rûsyayê jî kiriye.Yura Nabiyev got ku pêwendîyên aborî ên di navbera RHK-Rûsya de wê nêzîkatiyeke siyasî jî bi xwe re bîne û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Pêwendiyên kurdan ên bi Rûsyayê re divê bi awayekî stratejîk bin. Berjewendiyên her çar parçeyên Kurdistanê bigire nava xwe. Divê partiyên siyasî berjewendiyên siyasî ali ber çavan bigrin û pêwendiyên aborî vegûherînin pêwendiyên siyasî.”

Bas Haber Bas Nûçe

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev