Hîmdarê Dewleta Dostikî mîr Bad îbn Dostik

Hîmdarê Dewleta Dostikî mîr Bad îbn Dostik

Emîn Narozî, lêkolîner

Babeta me digel zehmetî û nezelalîya ku ji ber kêmasîya agahdarîyên dîroknasan yên li ser vê dewletê derketine jî, bi awayekî giştî bi Dewleta Dostikî tê bi nav kirin. Ji xwe em tarîxa jîyana hîmdarê vê dewleta kurdî mîr Badê kurê Dostik jî bi rastlêhatin û tevîlîhevî peyda dikin. Çunkî dîrokê, ne li ser rojbûna wî, ne cihê bûna wî, ne malbata wî, ne zaroktîya wî û ne jî jîyana wî ya pêşî tu agahdarî nedaye me, digel giringîya van xalên han ku xeleka pêşî ya zincîra jîyana her kesî ye û ji bilî van jî heya di navê wî de jî cudayî derketîye.

Belkî jî sedemê vê kêmasîya tarîxê, ji ber îzolebûna herêma ku ev mîr lê mezin bûye be û dûrîya wê ji riyên navgînî yên kevn û paytextên navçeyên ku dîroknas û geştîvan lê gerîyabin. Digel derengmana zanayên kurdan ji tomarkirina nûçeyên Mîr Badê hemdemê xwe. Dibe ji ber vê yekê be jî ku dîrokê beşeke pir ya agahên ser vî mîrê kurd û mîrnişînîya wî ya bi navê Mîrnişînîya Dostikîyan tomar nekiribe. Çawa ku xebat û lebata wî ya dû re ya ji bo avakirina dewleta wî û têkoşîna wî ya dirêj di vî warî de jî, nehatîye qeyd kirin. Jixwe ew agahên zahf hindik ku em wan dibînin jî nêzî sed salî piştî mirina wî hatine tomar kirin.

Navê Mîr

Çavkanîyên dîrokê di biwara Bad de ji hev cuda bûne, çendî ku paşîyê sererast nekirine jî. Di tarîxa [Ibn Ezreq] Fariqî,[1] di Zeylu Tecarib ul-Umemê[2] de, di en-Nicûm uz-Zahîre[3] û hinek çavkanîyên din de “Bad” bi “d: د”ya erebî hatîye nivîsîn. Lê di el-Kamil,[4]el-´Îber,[5] Muxteseru Tarîx ud-Duwel,[6]

Daîret el-Me´arifa Bustanî[7] û hinek çavkanîyên din de jî “Baz” bi “z: ذ”ya erebî hatêye nivîsîn. Di tarîxa Îbn Bitrîq de jî carina bi “d: د“ya erebî û carina jî bi “z: ذ”ya[8] erebî hatîye nivîsîn.

Zana M. Emîn Zekî bi xwe ew bi “z: ذ” yê nivîsîye, digel zanîna wî bi nebûna awayê dawî di ti çavkanîyên tarîxî yên kevn[9] de jî. Lêbelê ez bi xwe awayê pêşî çêtir dibînim lewra:

  1. Maneya gotina Bad bi kurdî ba ye û dîyar e ji ber ku mîrê me di libt û tevger û serkeftinên xwe de sivik û lezgîn bûye, ew bibayê hatîya mînandin (şibandin) ku ji ber vê jî ev nav yan jî nasnav lê hatîye danîn. Lê belê digel nedîyarîya maneya Baz[10] jî ji xwe di bingehê zimanê kurdî de ji bilî zaravê hewramî herfa “z: ذ”yê yanî zala erebî tune, çendî tê gotin ku ew berê hebûye jî lê pişt re wenda bûye û niha hew di hewramî de maye.
  2. Ji xwe di nameya şahê biweyhî Semsam ud-Dewele de jî ku di sala 375/985-6an de ji serdar û nûnerê xwe yê Nisêbînê re ji bo peymana aştîyê bi mîr Bad re şandîye, navê Bad bi “d”yê du caran hatîye nivîsîn. Ev belgeyeke girîng e ku cara pêşî navê Bad tê de hatîye dayîn.[11]

Vêca di en-Nicûm ez-Zahîreyê de jî ev nav bi awayê “Pad” bi tîpa “p”ya kurdî hatîye nivîsîn, lê ez xwe bi vê çavkanîyê ve girênadim, hem ji ber ku min ew di cihekî din de weha nedîtîye û hem jî ji bilî ku jixwe ev çavkanî bi şaşîyên weha yên çapê û yên din wisa tijeye ku meriv serê rêzek du rêzan û belkî hê bêhtir jî bêkêmasîyên weha wê nabîne. Ji ber vê yekê digel navdarîya wê jî ji bilî wan agahên ku di çavkanîyên dîrokî yên din de jî eynî ne, pê ve bawerî bi agahên wê nayê. Tevlî ku nivîskarê wê [en-Nicûm uz-Zahîreyê] yek ji vanên dawî (sedsala 9ê koçî/15ê piştî Îsa)[12] ye jî. Herweha divê em zanibin ku dîroknas di berhemên xwe yên erebî de herfên “p”, “ç”, “g” û “j”ya kurdî û yên zimanên din bi herfên “b”, “c”, “k” û “z”yê nîşan didin, lê divîyabû ku wan ew ji hev cuda bikira û ji wan re nîşanine taybetî bikar bianîna çawa ku şareza Îbn Xeldûn ew cuda kirine û li ser vê yekê rexne li dîroknas û yên din kirîne.[13]

Ji xwe ji ber van sedemên gotî ye ku varîyanta “Pad” hewceyî lêkolîn û lêgerînê ye. Her weha hêjayî gotinê ye ku Şêx Ebd ul-Wehab en-Necarê ku el-Kamilê redekte kirîye û notên hêja li ser nivîsîne peyva “Bad” bi “b: ب”ya qalind û “z: ذ”ya erebî nivîsîye ku belkî mebesta wî bi “b”ya qalind “p” be.[14]

Piştî van cudahîyên ser xala Bad em li ser navê vî mîrî yê rastî cudahîyeke din jî dibînin. Çunkî hinek dîroknasên mîna wezîr [Ebû Şucca´] Rûzrawerî,[15] Îbn Texrebirdî[16] û Mihemed Emîn Zekî[17] gotine ku Bad nasnavê mîr e, navê wî jî Hiseyn îbn Dostik e û kunyeya wî jî Ebû Ebdullah e. Dîtina din jî ew e ku Bad navê mîr bi xwe bûye û Ebû Ebdullah îbn Dostik jî birayê Bad bûye ku di şerê Nisêbînê de hatîye kuştin.

Lê belê [Îbn Ezreq] Fariqî bi xwe di serê pêşî (r. 50) de çawa ku dê bê gotin jî, nivîsîye ku navê mîr Hiseyn e, Bad jî nasnavê wî ye û kunyeya wî jî Ebû Ebdullah e; lê di cihekî din de jî dîyar kirîye ku Hiseyn îbn Dostik Ebu-l-Fewaris e û birayê Bad e. Lewra wî gotîye: “Bad birayê xwe Ebu-l-Fewaris Huseyn îbn Dostik kirîye walîyê Meyafarqînê —- û navê wî jî li ser sûrê ye”.[18]

Fariqî bi vî awayî rewşê tevîhev kirîye û di deverina de di gotina wî de dijberî derketîye. Lê ka çawa ev şaşî çêbûye û çima ew pê nehisîyaye? Yan jî gelo dibe ku ev şaşîya çapê be? Yan jî gelo divê ku gotina wî ya dawî rast bê qebûl kirin? Lewra li gorî ku gotîye: “navê wî li ser sûrê ye”, divê wî bi xwe navê Ebu-l-Fewaris li ser dîwarê sûra ku li dora bajarê Farqînê ye, dîtibe.

Wî gotina xwe ya pêşî ku bi navê Hiseyn daye, dîyarkirina sedemê lêdanîna nasnavê Bad xurtir kirîye, çunkî wî ew ji bo tekezkirinê ducar kirîye. Bi hêvîya ku ev ya rast be û şaşî ji hêla çapê ve ketibe gotina wî ya paşî ya “Hiseyn îbn Dostik” ku piştî hevokê “birayê xwe Ebu-l-Fewaris kirîye walî”, hatîye. Lêbelê hingê jî pirsa ka gelo navê Ebu-l-Fewarisê birayê Bad çi ye? Ji bo çi çendî ku Fariqî navê wî li ser sûrê dîtîye jî çira di tarîxa xwe de ew negotîye? Gelo Ebu-l-Fewaris navê vî mîrî ye, ne kunyeya wî? Ji ber vê jî pir mimkin e ku rastîya hevokî weha be: “. . . Hiseyn îbn Dostik birayê xwe Ebu-l-Fewaris kire walîyê Meyafarqînê”, lê piştre di çapê de bi şaşî cihguhertin çêbûbe. Dibe ku ev Hiseyn, Hesen Îbn Dostik be jî yanî navê wî Hesen be û yê Bad jî Hiseyn be.

Bes her çawa be jî em nikarin dîtina Fariqî ya eseyî fêr bibin, çawa ku heya navê her yek ji wan di belgenameyên eseyî de neyên dîtin ne mumkin e ku ya rast jî derkeve holê. Ya girîngtir û resttirîn jî yan di berhemên Ebu l-Fewaris yên ku li ser sûra Farqînê hatine nivîsîn de ye yan jî ger ku hebin û bêne dîtin di berhemên mîr Bad yên Kurdistina Navîn de ne. Hêvî heye ku dîtina pêşî rasttir be ji ber ku wezîr Ebû Şucca´ê ku nêzîktirîn dîroknivîsê serdema Bad bûye û xwedî hemî agahên ser hikimdarîya navenda Dewleta Ebbasî û nûçeyên herêmê yên rasttirîn bûye, weha gotîye.

Bêguman wî agahên xwe ji mirovên Dewleta Biweyhî û serdarên sipahê yên hevdemên mîr Bad girtîye, digel zanîna ku ew di sala 476/1084an de hatîye ser wezîrtîya Xelîfe Muqtedir jî. Çawa ku Fariqî jî pêşî ev dîtin xurt kirîye, lê pişt re li gorî texmîna min ji alîyê çapê ve di nivîsê de şaşî çêbûye û her weha Îbn Esîr jî pêşî ev dîtin nivîsîye, lê dû re ya diduyan jî bi awayekî ne eseyî û xwedînedîyar danîye pey.

Heçî ew tiştê ku di nameya şahê biweyhî Semsam ed-Dewle de ku di sala 375/985an de ji serdar û nûnerê xwe yê Nisêbînê Se´d el-Hacib re rêkirîye û tê de du caran navê wî weke Bad  ne weke Huseyn îbn Dostik hildaye vê dîtinê qels nake. Çunkî Mîr ji navê xwe yê rastî bêhtir bi [nasnavê] Bad navdar bûye. Bi taybetî jî li derva û di qada navdewletî ya hingê de.[19]

Hoza (Eşîra) Bad

Gotina Fariqî ya rasterast ew e ku Bad ji eşîra Harbuxtî ye, [ew dibêje]: “Bad ibn Dostikê harbuxtî ku [navê wî] Ebû Ebdullah Hiseyn îbn Dostik e û nasnavê wî jî Bad e ji çiyayê Bahismê yê navbera wîlayeta Hîzan û Madenê derketîye. Wî xelkê li dora xwe civandiye, riyan birriye û êrîş birine ser [herêma] Dîyarê Bekir. Vêca dema Edud ud-Dewle jî miriye hingê rewş jê re li hev hatiye, hêza dora wî xurttir bûye û wî xwe desthilatdar dîtiye.[20] Cihê wî jî hingê di navbera derîyê Hîzan û Madenê de bûye.

Fariqî bi xwe Merwan îbn Dostik jî digihîjîne harbuxtîyan çawa ku dê di gotina wî ya rasterast de jî bê. Lê wî li ser vê eşîrê tu agahdarî nedane û cihê wê yê nav eşîrên cînar jî dîyar nekirîye. Her weha navê hozeke weha di nav eşîrên kurdan yên kevn de jî ku di çavkanîyên kevnare yên mîna Mirûc uz-Zeheb û Tenbîh ul-Eşrafa Mesûdî, Ehsen ut-Teqasîma Meqdesî, Mesalik ul-Ebsara Îbn Fedlullah ´Umerî û Subh el-E´eşaya [Qelqeşendî] de derbas bûne, nayê dîtin. Lê ez dizanim ev navê Harbuxt ku hem Bad û hem jî Merwan bi bal ve hatine dayîn û li gorî ku Fariqî jî yê dawî [Merwan] ji gundê Kormasa/Kûrmasa ku niha dikeve ber navçeya Şêrwanê dihesibîne, ji berê ve ji kurdên Şêrwayê/Şêrwanê re tê gotin. Ev navçeya Şêrwa/Şêrwan dikeve navbera Sêrt û Hîzanê.

Harbuxt bêjeyeke hevdudanî ye ku ji peyva “har”a bi maneya xwe ya eslî “zirr” e û niha jî li cem kurdên Torê (Tûrabidînê) û yên Botan tê bikar anîn û ji gotina “buxt/buxtan/buhtan/botana dîrokî ya navdar pêk hatîye; (belkî jî xerabûyê ji peyva “hur”a erebî be). Ev gotina buxtan/botan di serkanîyên erebî de ji bo herêma Botanê hatîye gotin ku dikeve başûrê herêma Şêrwaya/Şêrwana hevsînorê beşa Kurdistanê ya bin destê Turkîyeyê. Maneya harbuxtê esilbuxtî ye û em ji herdu navên Buxt, Buxtan ta dawî û Harbuxtê dizanin ku Buxtji bo herêma Botan tê gotin û Harbuxt jî heya serdema Fariqî (sedsala 6/12an) jî ji bo herêma ku vêgavê jê re Şêrwan tê gotin, hatîye bikaranîn.

Heçî botî bi xwe ji bo kurdên ku li başûrê herêmê (Botanê) diman, hatîye gotin û harbuxtî jî ji bo kurdên ku li bakurê herêmê (Şêrwanê) diman, hatîye bikaranîn; lê herdu hoz jî ji eynî binyadê bûne. Ji xwe ev biraxwetîya wan heya vê sedsala me ya niha jî tê zanîn û hem kurdên Botan û hem jî yên Şêrwanê dîyar dikin ku ew ji yek bingehê ne û ji hozeke kevnar in, çawa ku şêrwayî/şêrwanî vê biraxwetîyê ji dil û can jî diparêzin.

Li gorî vê yekê nexwe Şêrwa(n) navê nû ye ku piştî rabûna Harbuxtê ketîye cihê wê, lê ev navê dawî jî heya serdema Fariqî yanî heya sedsala 6/12an jî maye. Navê Şêrwa(n) bi xwe di sedsala 10/16an de jî hebûye yan jî peyda bûye, çunkî di Şerefnameyê de ji bo herêma navbihurî [navê Şêrwa] bi deh caran hatîye dayîn, lê navê Harbuxtê tê de nayê dîtin. Nexwe divê wendabûna navê kevn û derketina yê nû (Şêrwa/Şêrwan) di serdema navbera sedsala 6-12/12-16an de çêbûbe.[21]

Nexwe mîr Bad îbn Dostik yek ji zaroyên hoza harbuxtîyan û ji kurdên herêma şêrwa(n)ê bûye ku bi mêrxasî û pêşikvanîya xwe navdarin.

Ew gotinên ku di pirên çavkanîyên dîrokî yên mîna el-Kamil, el-Îber, Zeyl Tecarib el-Umem û ed-Duwel we-l-Îmarat ul-Kurdîye de li ser eslê Bad hatine:[22] ku ew ji kurdên himeydî ye, ez rast nabînim, digel zanîna ku himeydî li Eqre (Akrê) û der û dorên wê mane û bajarê Eqreya ku li kurdistana Îraqê dikeve bakur-rojhilatê Mûsilê jî bi Eqreya himeydîyan navdar e jî. Lewra dîrokê dîyar nekirîye ku ev mîr yan jî bavê wî çawa ji Eqreyê derketîye û çûye herêma Şêrwaya/Şêrwana ku bi qonaxa çend rojan jê dûr e û çima ji wê derê bar kirîye. Ji ber vê yekê jî ez bêhtir ji gotina Fariqî ya ku wî ji kurdên harbuxtî dihesibîne bawer dikim. Vêca gava rehmetî Hiseyn Hiznî Mukrîyanî di hinek çavkanîyan de dîtîye ku Bad digihîjînin kurdên himeydî, rabûye gotîye: “Dostik ji ber dijîtîya navbera wî û kurapê wî rabûye ji wê derê bar kirîye û çûye hêla Dîyarê Bekir.” Wî gelek tiştên ku tu dîroknasî qal nekirîye gotîye û tarîxa vê dewletê bi awayekî neteweperestî di kitêba xwe ya piçûk ya bi navê Pêşkewtin de bi tiştên nerast dagirtîye.

Dîroknasê pêşî ku Mîr gihandîye kurdên himeydî wezîr Ebû Şucca´ e çawa ku dê were. Dibe ku wî ev yek ji hinek kurdên himeydî bihîstibe weke ku Îbn el-Esîr jî hinek agahên ser Bad ji wan vediguhêze û dîyar dike ku ew bi agahên ser wî serwext bûne. Her weha dibe ku ev doz ji hêla kurdên himeydî bi xwe ve jî hatibe kirin çunkî ew ji ber kurdperwerîya xwe bi vî mîrî serbilind bûne. Ew bi mêrxasîyên wî wisa pesinîne û bûyerên wî girîng dîtine ku serpêhatîyên wî her tim veguhaztine heya serdema Îbn el-Esîr ku dused û pêncî salî piştî wextê mîr Bad jiyaye. Ew heya serdema wî jî pê pesinîne û ew ji eşîr û bavikê xwe hesab kirine.

Ji xwe di dîrokê de nimûneyên weha ku eşir yan jî malbat gelek caran kesên navdar û mêrxas yên dîrokî digehînin xwe pir in. Carna jî berevajiyê wê çêdibe mîna wanên ku xwe digihîjînin Xalid îbn el-Welîd çendî ku dîrokê birrîna zirrîyeta wî di sedsala pêşî ya koçî/heftê piştî Îsa de peyitandîye jî.[23]

Hêjayî gotinê ye ku Îbn Xellikan jî di jînenîgarîya Nesir ed-Dewle de li pey ustadên xwe Îbn Esîr û Wezîr Ebû Şucca´ çûye û wî jî ew gihandîye himeydîyan.[24]

Riataza.com

[1] Bnr. Ibn Ezreq Fariqî, Tarîxa el-Fariqî, r. 50. Fariqî Ehmed îbn Yûsuf îbn Elî îbn Ezreq e, ku piştî bidawîbûna dewleta Dostikî bi 3 salan hatîye dinê. Ew di sala 510/1118an de bûye û li Kurdistanê mezin û perwerde bûye, li wê derê li cem hinek alimên mezin yên mîna zana Ebû Mizafer îbn Şehrezorî û zana Ebû Mensûr Lewa´îqî xwendîye û di dewleta Artuqî ya tirkmenî de li Dîyarbekirê wezîfe girtîye. Di sala 562/1170yî de bûye birêvebirê Heskîfê (Hesenkeyfê), lê pişt re zivirîye Farqînê û li wê derê bûye serkarê karûbarê weqfan. Wî berê li şamê jî serkariya weqfan kiribû.

Fariqî li welatê Şamê, Îraq, Îran û Gurcistanê gerîyaye û li yê dawî (Gurcistanê) serekîya gelek karên girîng kirîye. Kalê wî Elî îbn Ezreq di Dewleta Dostikî de wezîfedar bûye. Fariqî tarîxa xwe bi navê “Tarîxa Meyafarqîn û Amedê” bi nav kirîye û di sala 572/1180yî de dest bi nivîsîna tarîxa xwe kirîye û ew kirîye du beş: beşa pêşî li ser tarîxa herdu bajarên kurdî Meyafarqîna paytexta dewleta Dostikî û ya Amedê (Dîyarbekirê) ye. Beşa duyemîn jî bi giştî li ser tarîxa dewleta Dostikî ya navdarê bi Merwanî ye û herweha gelek bûyerên dîroka giştî jî di xwe de digire. Diktorê Misrî ustad Bedewî Ebdu l-Letîf beşa duyemîn ya destnivêsên London, Cambridge û Oxfordê weşandîye û li serê doktoreya xwe daye, lê beşa pêşî heya niha jî nehatîye weşandin.

Belkî ev dîroknasê Kurdistanî yê yekemîn be ku li ser dewleteke kurdî yan jî bajarên Kurdistanê nivîsîbe. Ger ne ji Fariqî bûya dê piranîya dîroka wê dewletê wenda bibûya. Ew bi giştî zanatirîn kesê ser vê babetê ye, çendî ku agahên wezîr Ebû Şucca´ê xwedîyê Zeylu Tecarib il-Umemê li ser dema avakirina dewletê, ji ber nêzîkayîya wextê wî jê re, ji yê wî kûrtir in jî. Lê Wezîr yekemîn dîroknas e ku li ser bûyerên serdema mîr Bad nivîsîye.

Fariqî bi xwe di paytexta dewleta dostikî de mezin bûye, berhemên şahîtîya wê dîtiye û bûyerên wê ji niştecîyên wê, ji bavê xwe, ji kalê xwe û gelek kesên serdema wê (dewleta dostikî) veguhasîye. Ji ber vê jî wî rastîyên wê nivîsîye û bûye çavkanîya dîroknasên mîna Îbn Xellikanê Erbîlî, Îbn Cewzî, Yaqûtê Hemawî, îbn Esîr û yên din.

[2] Wezîr Ebû Şucca´ Rûzrawerî Zeyl Tecarib el-Umem, r. 84. [Tecarib ul Umem berhema nivîkarê mezin Ebû Elî Ehmed ibn Mihemed Meskiweyh e ku Wezîr Ebû Şucca´ Mihemed ibn Hiseyn Zehîredîn Rozrawerî/Rûzrawerî bi navê Zeylu Tecarib ul-Umem dawekê/berdewamekê li ser nivîsîye û cara pêşî di zeyla xwe de behsa bûyerên Bad û dewleta dostikî/merwanî kirîye.]

[3] Cemaledîn Ebû Mehasin Yûsuf ibn Texrebirdîyê Atabegî (813-874/1410-1469), en-Nicûm el-Zahîre fî Milûki Misir we l-Qahire, Dar ul-Kutub el-´Ilmîye, 1992, Beyrût, 4/145.

[4] Ezedîn Mihemed ibn Mihemed Ibn Esîr (m. 630/233), el-Kamil fî-Tarîxa, Dar ul-Kutub el-´Ilmîye, çapa dawî 1987, Beyrût, 9/13

[5] Tarîxa Ibn Xeldûn Ebdurehman, Kitab el-´Iber we Dîwan ul-Mubteda we l-Xeber, Daru ibn Hezem, 2003, Beyrût, 4/251

[6] Muxteseru Tarîx ud-Duwela Ibn ´Iberî Ebu l-Ferec Gregory Bar Habraeus, bêtarîx, bêcih, 2/133.

[7] Putros Bustanî, Daîret el-Me´arif, bêtarîx, bêcih, 5/41-41.

[8] Îbn Bitrîq, Tarîx el-Mecmû´ ´Ela t-Tehqîq we t-Tesdîq, r. 210

[9] M. Emîn Zekî, ed-Duwel we Îmarat el-Kurdîye, Metbe´e s-Se´ade, 1948, Misir, çap 2, r. 102.

[10] [Ya rastî maneya Baz heye û navê teyrekî ye ku xweş nêçîrê dike bi lez û bez xîşî ser nêçîra xwe dibe.]

[11] Bnr. Ehmed ibn Elî Qelqeşendî (m. 1418), Subh el-E´şa fî Sina´et il-Înşa, Dar ul-Kutub el-´Ilmiye, 1987, Beyrût, 7/110-111 ku di babeta lihevhatinê de dê deqa wê [nameyê] be.

[12] Îbn Texrebirdî, en-Nicûm uz-Zahîre, c. 4/145 û 5/157 ji çapa wênekirî ya Dar el-Kutub el-Misrîye.

[13] Ebdurehman Xeldûn, Muqedîme, metbe´e Mistafa Mihemed, bêtarîn, Qahîre, r. 34.

[14] Ibn Esîr, el-Kamil fî t-Tarîx, Tab´et Misr, 1353/1934,  Misir, 7/121.

[15] Ebû Şucca´ Rûzrawerî, Zeyl Tecarib el-Umem, r. 84.

[16] Ibn Texrebirdî, en-Nicûm uz-Zahîre, 4/152.

[17] Muhemmed Emîn Zekî, el-Duwel we-l-Îmarat el-Kurdiye, r. 201.

[18] Ibn Ezreq, Tarîx el-Fariqî, r. 52.

[19] Di Şerefnameyê de navê Bad nayê, çunkî ji mîr Şerefxan werê damezrênerê dewletê Nesir ud-Dewle Ehmed îbn Merwan bûye.

[20] Ibn Ezreq, Tarîx el-Fariqî, 51

[21] Li herêma Şêrwanê mîrnişîneyeke kurdî hebû ku di nav xwe de serbixwe bû û di pirê wextê xwe de hevpeymanê mîrnişînîya Botan bû. Dibe ku ev hevpeymanîya wan ji ber zanîna wan bi pismamîya wan be. Ev mîrnişînî dikete navbera mîrnişînîya Botan, Bedlîs û Heskîfê, lê ji hersiyan jî piçûktir bû û heya salên navîn yên sedsala 19an jî hebû ku hingê dewleta Osmanî di dema destdanîna ser desthilatdarîya Bedirxan Paşa ya Botan de, dawîya wê jî anî.

Dîroknasê kurd mîr Şerefxanê Bedlîsî di Şerefnameya xwe de di çapa Misrê ya farisî r. 299-309an de li ser mîrnişînîya Şêrwa ne hindik agahdarî daye. Wî gotîye ku mîrnişînî li dor salên 662/1264an ava bûye û weha domandîye: “Tê gotin ku bapîrê mîrekên wê yên pêşî wezîrê eyyûbîyan bûye û bi kurdekî eyyûbî re ku kalê mezinê Heskîfê (Hisn-i Kêfa) bû, hatibû Kurdistanê”. Her weha wî li ser devê yekî din jî mîrekên Şêrwan gihandîye mîrên Şêrwana başûrê Qafqasîyayê ku sê bira bûne: Ezedîn, Bedredîn û Îmadedîn, ew ji Şêrwanê daketine wîlayeta Kufrayê û lê mane û piştre jî bi alîkarîya eyyûbîyan desthilatdarîya wan welatan ketîye destê wan. Yê pêşî ji wan ku li kufrayê desthilatî girtîye mîr Huseyn îbn mîr Îbrahîm bûye û gava mirîye jî li ser wesîyeta wî welatê wî di nav pênc kurên wî de hatîye parve kirin.

Keleya Şabistanê û der û dorên wê gihîştîye Mihemedê kor, keleya kufrayê jî gihîştîye mîr Mîrza, keleya Êrûnê digel dora xwe jî gihîştîye mîr Şemsedîn û keleya Ewîl-Mawêlê jî gihîştîye Mecdedîn. Lê mîr Şah Mihemed bi xwe li Kufrayê desthilatdarî kirîye [Li pêş keleya Kufrayê gihabû kurê wî Mîrza. E. N.] û piştî mirina birayê xwe yê zarok Mecdedîn herêma Mawêlê jî bi ser ya xwe ve berdaye. Şah Mihemed jî çar kur li pey xwe hiştine ku mîr Ebdalê kurê wî piştî wî hatîye ser hikim û piştî mirina wî jî kurê wî Mihemed Şah bûye mezinê Şêrwanê. Evê dawî jî di nav wan mîrekên Kurdistanê de bû ku di sala 917/1511an de çûbûn heya Kurdistana Îranê cem Şah Îsmaîlê Sefewî û wî jî dest danîbû ser wan û ew avêtibûn zindanê. Ji nav zaroyên wî jî kurê wî Şah Mihemed Beg hat ser hikim û yek ji wan mîrekên kurdan yên welatparêz ku li dijî sîyaseta siltanê osmanî Qanûnî Siltan Sileyman ya li hemberî kurdan derketibûn, jî ew bû û Siltanî jî ev mîr ji ber cihê wî yê bi rûmet kuştibû. Piştî şah Mihemed, mîr Ebdal Begê birayê wî ketibû cihê wî. Li gorî Şerefxanê Bedlîsî di sala 1005/1596an de mîrê Şêrwanê Ebdal Beg îbn Zeynel beg bûye.

Ger ku rîwayeta dawî ya ku Şerefxan dibêje rast be, belkî jî derketina navê Şêrwanê, piştî desthilatdarîya malbata navdayî li herêmê hatibe danîn û ew jî ji navê şêrwana başûrê Qafqesyayê hatibe girtin. Îbn el-Esîr di Tarîxa l-Bahir fî-l-Dewle el-Atabegîye r. 72 de navekî nêzîkî Şêrwa yanî Şarwa dide. Li gorî gotina wî kela Şarwayê girêdayê bi mîrnişînîya Finikê ve bûye. Ew di behsa dorpêçana Zengî ya kela Finikê ya sala 539/1145an de dibêje: “Çend keleyên xwedîyê Finikê hebûn ku Şehîd (yanî Îmadedîn) ew vegirtin, mîna Heytem, Cedîde, Nisêbîn, Şêrwa û hinekî din ji keleyên Zozanan.” Ji xwe em dizanin ku Heytem bi xwe gundê Heytemê yê niha ye. Ew dikeve ser girê Harûnan ku bi qasî 20 kilometreyî li rojavayê Finikê dimîne û raserî Dicle dikeve, ew niha nêzî heştê malî ye.

[22] [Bnr. li jor li notên ber navên van kitêban ku agahên tamamî di wan notan de tên dayin.]

[23] Bnr. Îbn Esîr, Esed el-Xabe fî Me´rîfe s-Sehabe bê agahên ser kitêbê

[24] Îbn Xellikan Şemsedîn îbn Mihemed Erbîlî, Wefeyat el-E´yan we Enba`u Ebnaî-l-Zeman, c. 1, r. 57.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev