DI MÎTOS, DÎROK Û ZARGOTINA KURDÎ DE “ROSTEMÊ ZALÊ”

DI MÎTOS, DÎROK Û ZARGOTINA KURDÎ DE “ROSTEMÊ ZALÊ”

Lêkolînerekî ji Kurdistana Bakur bi daxweza malpera me nivîseke balkêş ser Rostemê Zal nivîsîye û ji me ra şandîye. Ji bo dirêjbûna nivîsê, em wê dikin 3 beş û her hetfê raberî we – xwendevanên xwe dikin. Em hêvîdar in zanebûnên we di hêla zargotina me da dewlemend bin.

Şemoyê Memê, lêkolîner

Rostemê Zalê Zer[1] yek ji navdartirîn lehengê mitolojiya Îrana qedîm e. Ev rûzemîn di bin bandora dînê kurdan yê qedîm Zerdeştî û Yezdanî yê de maye. Helbet efsane û zargotina Îrana qedîm jî li gor wan baweriyan teşe girtiye. Ji ber ku destana Rostemê Zal li Îrana qedîm de derbas dibe, divê em bizanin ku em behsa ku derê dikin. Îrana qedîm tixûbên wî pir fireh e û hema bêje bi dehan dewlet, împaratorî ji dewra antîk heta niha avabûne. Bi rêzê , xelkên Elam, Med, Axamenîş, Sasanî, Eşkanî, Pers, Ecem, Kurd, Tirk û gelek miletên kêmhejmar li wir jiyane. Ji wan hemiyan re Îranî hatiye gotin û ev peyv ne ji navê neteweyekî, navê herêmekê ye. Bandora herî zêde jî Medan û Sasaniyan li vî coxrafyayê pêkanîne. Jixwe Destana Rostem jî li wan erdan derbas dibe. Medan gelek bandor li bîr û ramanên xelkên mayîn kirine. Li gor lêkolîneran, Persîyan ji bilî ola Medan, gelek efsane û çîrokên wan jî kirine malên xwe. Ji ber vê yekê, pir eşkere ye ku destana Medan “Rostem”, wekî ya xwe nîşan dane. Li gor Heredot, efsaneyên dewra Kuraşê Duyem (Key Xisro) de mane, wekî; destana Kawa, destana Rostemê Zalê berhemên Medan in. Naveroka destana Rostemê Zal hema bêje baweriyên Medyayê dagirtîne.

Li gor gotina Persiyan tixûbên Îranê ji çîyayên Zagrosê, ji rojavayê perava Persiya, ji çiyayên Hîndîkûş, ji hêla bakûr heta pêlava rojava ya behra Kaspînê digire nava xwe.[2] Li Îrana qedîm sê şahînşahîtî mevcûd bûne. Li rojava Persîya, li rojhilat Balch an jî Bakterie û navêndê de jî Medya ango imparatoriya Medan. Li gor gotina dîrokzanên kevn yên rojhilatî, şahê Belchiya yê yekem Cemşît bûye. Cemşît B.Z di salên 3500an de bajarê Belchê rêvedibir. Cemşît binemala Paişdadîs(Pîşdadî) ava kiriye. Pey wî re binemala “Kawa”(Keyanî) an jî wekî tên nasîn, binemala “zanyar”an hukim kirine. Binemala sêyemîn jî bi navê “aspa” hatine nasîn. Wexta vî binemalê pêxember Zerdeşt rabûye. Key Guşt Aspa (Vîştaspa) baweriya Zerdeşt hebandiye û wekî dînê dewletê pejirandiye.

Em li gor bûyerên di Şahnameyê de diborin de pêdihesin ku Rostem dewra Key Kûbat (Kavî Kavata), Key Kavûs (Kavî Ûsadhan) û Key Xisro(kavî Hûsravah) de jiyaye. Diroknasên rojava, Key Xisro bi navê Kûraşê II. (Cyrus II.) dizanin. Kûraşê II. B.Z. di nav salên 559-529 an de bûye desthilat. Ango sî salî hukim kiriye. Lê Şahnameyê de têgotin ku wedê(maweya) hikumdariya wî şest sal bûye. Rostem fermandarê Key Kubat, Key Kavûs û Key Xisro yê herî payebilind û mêrxas bûye. Wekî Şahnameyê de tê gotin, Key Kavûs û Key Xisro jî her tim bilêv kirine wekî xêra Rostem, xêra şûr û mertalê wî welatê wî aza û bextewar e û xirabiya Efrasiyabê Tûranî nagihije tu encamî.

Gelo Rostem kesayetiyekî rasteqîn e an jî bi temamî efsaneyî ye. Navê Rostem û Kawa Avestayê de derbas nabin. Li gor rojhilatzan A. Christensenê ev herdu nav di dewra Sasaniyan de tevî efsaneyê bûne. Şerefxan, ji Firdewsî neqîl dike û dibêje Rostem kurd bûye û bi navê Rostem-î Kurdî hatiye nasîn. Gûrdal Aksoy jî dibêje ku “Vî derbarê de çend zanyar (Th. Nöldeke, Das Iranische Nationalepos, 10,11; Christensen, Les Kayanids, s.136-46) iddaa kirine ku Rostem lehengekî Sakayî ye. Herzfeld jî pirtûka xwe ya bi navê ‘Dîroka Arkeolojiya Îranê’ de dibêje ku Rostem ne ji Îranî ye, lê Qralê Sakastanê ye û bawermendekî Zerdestî yê serhişk bûye.”[3] Li gor Herzfeld navê Rostem nasnavê Xwedanekî ye û dibe ku navê Xwedan Vrtragna[4] be. Lê avestayê de navê Key Xisro wekî Kavî Hûsravah û navê Efrasiyab jî wekî Frangrasyon derbas dibe. Dîrokzanên Tirk iddaa dikin ku Efrasiyab Alp Er Tûnga ye. Alp Er Tûnga destanekî Tirka ya antîk e. Ev nav di Şahnameyê de wekî Efrasiyab derbas dibe û neyarê Key Xisro û Rostem yê herî mezin e. Di dewra herî baştirîn ya dewleta sakayan de jiyaye û dawiya dewletê jî disa dewrana wî de bi tekçûna wî encam daye. Heredot û gelek dîrokzanên ewil Efrasiyab wekî “Astiyag” nivîsine û ev kes Qralê dewleta Medan yê dawî bûye û Key Xisro (Kuraşê II. ) jî nevîyê vî ye. Sînorê Tûran û Îranê Çemê Ceyhûnê(Amû Derya) bûye. Li jora Çêm xelkên Sakayî (Îskît) li jêrê jî xelkên Îranî dijiyan. Di berhevokên kurdî de jî bi navê “Ava Şehderûtê” behsa vî çemê tê kirinê û bi sedan salan di nav her dewletan de wekî sînor maye.

Dîrokzan behs dikin ku bi navê Rostem fermandarekî dewra Keykûbad, Keykavûs û Key Xisro hebûye. Fermandarekî binav û deng bûye. Dîrokzanê qurna dehemîn Taberî ku ew jî xelkê îranê ye, piştrast dike ku Rostem fermandarê Key Kavûs bûye. Taberî dinivîse ku, Key Kavûs wexta ku kurê wî Siyavahş bû, ji bo perwerde kirinê sparte bendeyê xwe yê herî payebilind Rostem. Navê Rostem dinivîse, “Rostem bîn Destan bîn Berman bîn Harnek bîn Girşasp bîn Asrt bîn Sehm bîn Nerîman.”[5] Heman berhemê de tê gotin ku, “Rostem merivekî xurt û sitemkar bûye.” Wexta ku Key Kavûs eskerên xwe ajot ser Yêmenê, ji ber padîşahê wir têk çûye û bi destê padîşahê wir, di bîrekê de dîl tê girtin. Li gor baweriya farsiyan Rostem heta navenda Yêmenê çûye û Key Kavûs ji bîrê derxistiye. Li ser vê mêraniya wî Key Kavûs erdê Sicîstanê û Zabilîstanê li ser wî qeyd kiriye û tacek û textekî nigên wî zîv hatiye çêkirîn daye wî ku welatê xwe birêvebibe. Ebdullah M. Varlı pirtûka xwe de behs dike ku Sicîstan ku destê Rostem de bû jixwe xelkê wir Kurd bûne. “Her wusa hemû dîrokzannê Ereban ji bo komalê Sisîstanê (dive Sicîstan be) gotine; Evan Kurdin”[6].

Piştî ku Kuraşê Duyem qralê Medan Astîyag têk bir, êdî xelkê Pers bûbûn desthilat û xelkên Medî bûbûn bindest. Persiyan xwastin ku xelkên Medî bi darê zorê asîmîle bikin. Lê ji ber ku çand, bawerî û zimanekî wan ê dewlemend hebû, xelkên Persiyan her çiqasî desthilat bûn jî ew ketin bin bandora Mediyan. Çanda îranê li ser mîrata Elam- Medan ava bû. Ji bilî çanda Medan, Persiyan navên “arî” jî wergirtin û mîrata wan heta istilaya Misilmanan li ser platoyê domandin.[7]

Ew bûyerên dîrokî ji zarê gel hatine wergirtin û nivîsîn. Herçiqasî hatibin nivîsîn jî, bûyerên rasteqînî bi sedan salan li ser zarê gel hatine gotin û wexta ku zarekî derbasî zarekî din bûne gelek tişt lê zêde bûne û bûyer, kes û dem formekî asayî guheziye formekî derasayî. Heta roja ku dîsa hatine nivîsînê jî wisa berdewam kirine. Dive ku fermandarekî bi navê Rostem jiyabe û merivekî rêzê be. Lê belê di nav zêna xelkê de ew kes wekî xwe nemaye û bi xêra zargotinî wesfên derasayî di kesayetiya wî de hatine komkirin. “Mîtos di bûyina lehengekî de ne dawî ye, qonaxa yekem e. Bîranîna rûdaneke dîrokî yan jî kesayetiyekî rasteqînî herî zêde, dibe ku du an jî sêsed salan hebûna xwe berdewam bike. Sedema we jî ew e ku ji bo zêna gelerî bîranîna kesayetiyên rasteqînî û bûyerên tekane gelekî dijwar in”.[8] Em dibînin ku kirinên Rostem jî di nav gel de bi sedan salan hatine gotin û di zargotina kurdan de formekî efsaneyî cihê xwe girtine. Êdî Rostem dikare şêran re şer bike û wan bi lepên xwe bikuje, dêwan re bikeve qal û cengê, dêwên heft serî bikuje û xelkê destê wan rizgar bike, fîlan têk bibe, bi tena serê xwe bi sedan leşkeran bikuje û qet derbek jî lê negire. Gurzekî heftsid pûtî wekî mûyekî bilind bike û hwd. Dawiyê di zargotina Kurdî de merivekî ne rêzê ye, êdî lehengekî antîk e; wekî Îndra, Threatona, Herakles û yên mayîn. Destan li nav van şert û mercan de hatiye honandin.Her çiqasî me navê “Mitos û Dîrok” jî gotara xwe zêde kir, mebesta me ya herî zêde Rostem û zargotina Kurda ye.

Ev çîroka Rostemê Zal e. Çîrokeke dûr û dirêj; têr û tijî ye. Em ê berê ewil bala xwe bidin gelo Firdewsî çi şêweyê destana Rostem honandiye û paşê zargotina Kurdî de ev destan çawa hatiye bikaranin bi hûrgilî bikolin.

Firdewsî û Rostemê Zalê

Zargotina Kurda ji ber nimûne û firehiya babetên xwe bandorekî mezin li ser gelek nivîskarên rojhilatî û rojavayî hiştiye; nemaze jî li ser nivîskarên Faris, Ermen, Tirk û Ereb. Gelek nimûneyên zargotina Kurdî wergerandine zimanê xwe û berhemen xwe de bikar anîne. Heciyê Cindî destnîşan dike, “timî ji nimûnê zargotina cimaetekê dikaribû derbasî nava zargotina cimaeta dine cînar bibûya…bi vê nêtê jî got em şîrovekin, axaftina wan meselok û xeberokêd Kurda, wekî nava nivîsarêd Firdûsî, S’edîda (Sediyê Şîrazî) dibînin.”[9] Wisa xûyaye berhema Firdewsî gelek nimûneyên kurdî dagirtiye. Di Şahnameyê de em rastî gelek meselok , metelokan tên, dîsa rastî edet û rêûresman tên ku ji mêj ve ev kevneşopî di nav gelê Kurd de hebûne; wekî ji bo mirinekî reş girêdan, xalî li ser ser xwe de kirin, por, rû û cilên xwe çirandin… Rostem, ji ber ku kurê xwe Sohrab bi nezanî dikuje xalîyê li ser serê xwe de dirijîne, cilên xwe diçirine. Xelkên Zabîlê şîn û giriyê dikin û reş girêdidin. Diya Sohrab, Tehmîne bi destên xwe cil û bergên xwe çirand, porê xwe rûçikand, xalî li ser serê xwe reşand û bi diranên xwe goştê milê xwe gez kir. Li ser kurê xwe dilorand.

Gelek efsane û agahiyên dîroka qedîma “Medya ûPersiya”yê bi xêra Firdewsî ji windabûnê xilas bûne. Navê wî yê rasteqîn Ebolqasim e. Her çiqasî derheqê cihê jidayîkbûnê û sala jidayîkbûna agahiyeke sedîsed rast nînbe jî lekolînêrên derheqê Firdewsî û berhema wî de xebat kirine gihîştine encamekî hevpar. Firdewsî li rojhilata Îranê gundek an jî navçeyeke bajarê Tûsê ji dayik bûye. Tarîxa jidayîkbûna wî jî di nav salên 932-941 de nîşan didin. Wexta ku şahname temam kiriye Fîrdewsî nêzî heyştê salî bûye. Tê gotin ku Firdewsî xên ji Farsî, Erebî û zimanê îrana qedîm û zimanê proto-Kurdî;Pehlewî jî zanibûye. Ji bo nivîsandina Şahnameyê, aliyekî de salix û sulixan sûd wergirtiye û para herî zêde jê sûdwergirtiye berhemên berî wî hatine nivîsin in û gelekên wan jî zimanê pehlewî bûne.

Şahê Sasaniyan , Nûşîrewan di sedsala 6’an de derheqê hikumdarên berê de agahî dane berhevkirin û pirtûkxaneya xwe de parastiye. Disa beriya Firdewsî hikumdarê Samaniyan Yezdicird, ferman daye zanyarê xwe yê herî zana û ji mala torinan, Danîşwer ku bi alikariya mûbîdên ku vê karê re mijûl in, kevneşopîyên pirtûkxaneya Nûşîrewan de bi rêk û pek bide ber hev û kêmasiyan temam bike. Danîşwer ew nivîsên belavbûyî dide hev û ji dewra Kiyumers heta dewra Husrevî Pervîz pirtûkekî bi navê “Hudayname” amade dike. Huda, peyva guhastî ya kurdî ya Xwedê an jî Xoda ye. Li vir dewsa şah hatiye bikaranîn zimanê Pehlewî bi wateya Şah digire.[10] Ev pirtûk bi fermana Hz. Omer beşeke wî, bi zimanê erebî hatibû wergerandin. Wexta ku arteşa erebên misilman erdê Sasaniyan dagirkirin, bi tevî serwet û samana wan pirtûkxaneya wan jî ket destê misilmanan. Tê gotin ku Hz. Omer ji nav wan nivisan de pirtûka ku behsa keyayên Medyayê û Îrana qedîm dikin, daye welgerandin ji bo zimanê Erebî. Ji nav wan de, di pirtûka Danîşwer de wexta mijar hatiye ser dînê Zerdeşt û serpêhatiyen bavê Rostem; Zal û teyrê simîr, li gor xelîfeyê ev berhem behsa tiştên xirab jî dike lema dest ji wergerandina berhemê berdaye.

Wêje, huner û zanîst gelekî bala hikumdarê dewleta Gazneyî (Zabilîstanê), Mehmûd dikişand, nemaze rûdanên borî û serpêhatiyên lehengên navdar. Ev serpêhatiyên ecêp û bi îbret bi baldarî guhdar dikir û ger nivisarek bidîta dixwand. Kesên ku ev meraqa hikumdar serwext dibûn ji wî re gelek çîrok û efsane dişandin. “Merivekî bajarê Mervê bi navê Servîazad ku îddaa dikir ku binemala Nerîman e, serborîyên Sam, Zal û Rostem ku di mala wan de hatine veşartin[11] pêşkeşî Siltan Mehmûd kir. Siltan Mahmûd dixwast ev nivîsên cûrbicûr wekî pirtûkekî birêkûpêk bide nivîsandin. Encama hewldanên xwe de ev xebat sparte Firdewsî. Tê gotin ku Siltan Mehmûd ji ber heqê her bendekî ê zêrek bida. Firdewsî berê ewil bi xêra hevalekî xwe yê bi nav Leşkerî pirtûka Danîşwer destxistiye û ev bûye bingeha şahnameyê. Fîrdewsî heta derketiye pêşberê Siltan Mehmûd gelekî hewl daye, rastî gelek astengî û çavreşîyên helbestvanên serayê hatine. Encamên hewldanên xwe de bi xêra merivekî payebilindê serayê, Mahek “Destanî Rostem û Îsfendîyar” pêşkeşî Siltan Mehmûd kiriye û pişt vê rasthatinê, Siltan ferman daye ku Firdewsî bibîne. Firdewsî dîwana siltan de çend bend gotiye û tê gotin ku gelekî kêfa siltan jê tê û jê re dibêje “ Bi xêra te dîwana me bû firdews” ango dîwana me bû bihuşt. Lema jî nasnavê wî ma Fîrdewsî. Destpêka nivîsandina berhemê de karê Firdewsî hêsan bûye lê belê her roj sterka wî geş dibû lema hesûdî û çavreşîyên wezîr û helbestvanên serayê jî her roj bêhtir gur dibûn. Wexta ku Firdewsî ev berhem kuta kir temenê wî nêzî heyştê salî bûbû. Siltan Mehmûd ferman da ku jê re bi barê fîlekî zêr bişînin lê belê Siltan Mehmûd dikeve ber bayê wezîr. Wezîr ew qayîl kiriye ku dewsa zêran 60 hezar dîrhem zîv bişîne bes e. Lê belê Firdewsî ev ji bo xwe bêhurmetî qebûl kir. Ji ber ev berhema giranbiha tu qîmeta peran nîne li gor Firdewsî. Jixwe xwastina wezîr jî ev bû ku Firdewsî ber çevê siltan reş bike lema ev tevgera wî, bi destewerdana xwe ve ji bo Siltan Mehmût wekî bêhurmetî da nîşandan û ev tevger wekî tîrekî vegeriya Fîrdewsî û mecbûr ma ku erdê Siltan Mehmûd biterkîne. Sala 1020an de dîsa li gundê xwe, di mala xwe de bê mal û milk, çawa Şahnameyê de li ser mirina gelek pehlewan û hikumdaran jî gotiye, “vê dinyaya derewîn barkiriye çûye.”

Berhema Firdewsî ya payebilind 60.000 bendan pêk tê. Li nav van beytan de navê ku herî zêde jê tê behs kirin Rostem e. Şahnameyê de tê xûya kirin ku bi xêra Rostem û binemala wî stêrka şahên Îranê geş bûye. Di dewra pelewantiya Rostem de Îran gihiştiye dewra xwe ya herî xurt û bibandor. Keyayên Îranê kengî biketiyana tengasiyê alîkarî mala Zal û Rostem dixwastin. Ji ber xizmet û xebatên Sam rêvebirina Zabilîstanê bi destê keyayên Îranê hayiye spartin ji bo Sam. Piştî Sam, Zal û piştî wî jî Rostem rêveberiya heremê hildaye destê xwe. Di çîrokên kurdî yên Rostem de jî em dibînin ku şahên Îranê ji ber sersariya Rostem çend caran lê dane xeyîdandinê û Rostem terkeserî welatê xwe kiriye û encamê de dijmin davêje ser sînorê wan û şahên Îranê meriv şandine ku Rostem vegere û jixwe mikûr tên “Îro roja Rostem bû, min çavê xwe kor kir, ez Rostem hilatim.”[12] Baş xuya dike ku Îran an Medya bê navê Rostem nayê bilêvkirin.

Destana Rustemê Zal, ji mêj ve di nav miletê Kurd de jî hatiye zanîn û gotin. Ev serpêhatiyên Rostem, paşê bi destê Firdewsî hatine berhev kirin û ji ber ku farisî hatine nivîsîn wekî malê Persiyan hatine nîşandan. Firdewsî pirtûka xwe ya navdar “Şahname”yê de beşekî fireh serpêhatiyên Rostem re terxan kiriye. Rostem hember Tûraniyan mêrxasiyekî berbiçav nîşan daye. Jixwe xelkê Arî ye, ango Aryan. Arî peywekî pehlewîye û wateya wî “ yên ku bi agir in.” Peyva Arî dibe ku bê meneya yên ku êgir diparêzin jî be. Jixwe xelkên aryanê Zerduştî bûn û agir wekî tiştekî pîroz dihebandin .Li gor baweriyeke din jî Rostem û binemala wî Yarsanî bûne. Jixwe baweriya yarsanîtî jî heman heremê bi bandor bû. Navê rostem di nav heft fermandarên qenciyê, parêzerên yarsanitîyê de jî derbas dibe. Helbesteke Şa Îbrahîm Eyyût de pesnê Rostem tê dayîn û tê gotin ku Rostem çawa tola Siyawiş ji Efrasîyab stendiye.[13]

Binemala Rostem

Di nav gelên rojhilata navîn, nemaze di nav gelê Kurd de wek edetek gelek eşkereye ku kesek qet nebe navê heft kal-bavê xwe jiber bizane. Li Kurdîstanê, nemaze li gundan wexta ku dixwazin yekî binasin navê bavê wî dipirsin, ger nasnekirin paşê jî navê bavê bavê wî/wê dipirsin. Di nav kurdan de jî Rostem bi tenê navê xwe na, navê bav û kalikên xwe tê zanîn. Behsa kal-bavên Rostem de jî gelek nav hatine rêz kirin. Li gor berhevoka kurdnasên Alman Eugen Prym û Albert Socin de şaxeke Rostem de behsa binemala wî tê kirin;“Rostem bû kurê Zalê, Zalê kurê Qarê bû, Qar kurê Samê bû, Sam kurê Pîrî bû, Pîr kurê Nelîma bû, Nelîma kurê Qawiya (Kawa) bû, Qawiya kurê Qeyteran bû, Qeyteran kurê Qamêran (Karman) bû, Qamêran jî newiyê Adem bû.” Li gor Şahnameyê jî Rostem kurê Zal e, Zal kurê Sam e, Sam jî kurê Nerîman e. Nerîman yek jî serhengê leşkerê Ferîdûn bûye. Disa di pirtûka Zargotina Kurda I de tê gotin “Milet usa bawer dike, wekî Rostem Kurd bûye, wekî carna zarbêj navê hevt kal-bavê wî hildidin: Rostemî Zal, Zalê Dal, Dalê Kam, Kamê Sam, Samê Narîman, Narîmanê Qereman.”[14] Heman pirtûkê de dîsan tê gotin ku, “berevkirina, civandina zargotina kurda li van salên paşwextiyê nîşan dide, wekî şaxê Rostemî Zal nava kurdada gele eyanin û ew bi navê “Cengleme” yane jî ‘Rostemî’, eyanin. Xen ji wê dîroknivîsê kurda yêd sedsaliya XVI Şeref-xan Bîdlîsî, çaxê derheqa pelewanê zemanê berêde dinivîse, divêje “Rostemî kurê Zal kurd bû- eva pelewanê hanaya bi can-cendekê xweyê fîlî û pelewanekî guzlî hena padşayê Kêy-Kûbadda jîye, her weha ew li Sîstanê ji dîya xwe bûye, lema jî navê Rostemî Zabûlî lêkirine. Fîrdaûsî Tûsî , Xudanê Şah-namê, -de bira xwede rema wîda be!- navê wî danî Rostemî kurd.”[15] Şerefxan her wekî Rostem, fermandarê şahê ecem Hurmuz bîn Nûşîrevan, Behramê Çopîn; Gurgîn Mîlad, Mevlana Tacettînî Kurdî, dildarê ku ji bo Şîrîn gelek êş û azar kişandiye û çiya qelaştiye, Ferhad jî kurd dihesibîne. Di berhevoka kurdî de jî ew pelewanên hevalên Rostem jî kurd tên nîşandan û tê gotin padîşahê Îranê Kinkaûs(key Kavûs) , xwedêgiravî ji ber destdirêjiya Siyawiş li jina xwe ji pelewanên wekî Gevoyê Guderz, Tûsê Nevzer dixwaze Siyawiş bikujin lê Guderzê bavê Gevo dibêje; “Em Kurmancin, em nikarin kurê padşa bikujin. Îro , go, dilê wî ji kurê wî maye, dibêjît herin bikujîn. Êdî sibê dilê wî vegerîbe ji kurî, êdî wê me biqelîne, koka Guderza, ya Nevzerîan bîne.” Gevo xwe dide pesna û Firingîsê jina Siyawiş re dibêje “ Ez Kurmancê teme, go, min negote te çiqas Tûranî hemû min berevke, min minet ji wan tune.”[16]

Rostem pirî caran navê bajarê xwe ve tê destnîşan kirin wekî Rostemê Zabilê an jî Zabilîstanê. “Eva Welata navê wî yê kevn Zabilîstan e û Genze bajarekî. Kesê ku ji we Şehnama Firdosî xandibe dizane eva Zabilîstan şûna binemala mêrê mezin û pehlevanê cihanê bi nav û deng Rostem ê kur ê Zal e, ku di pirtûkê dîrokan de Rostemê Zabilî tê gotinê. Tê zanînê ku evan deran hêj di berya zanê da di sala 700-600 da şûnwarê kurdan bûye. Welatê Zabilîstan di nîveka Xoresan û Hindistanê dane. Zabilîstan welatê ku di wan gavan da jêra Ğur hatiye gotinê bi xweber e.”[17] Padîşahên Kabîlê bi xurt bûn û wêrekiya xwe hatine nasîn û wekî tê zanîn ev der ji wekî Zabîlê bin destê binemala Rostem de bûye. Bi xêra wan pelewanan împaratoriya îranê hertim serketiye. Wekî gotinekî tê gotin “ heya padîşahê Kabîlê dernekebe ser text, padîşahê Hindê namirin.”[18]

Firdewsî behsa Efsaneya Kawa (Gave) û Dehhaq jî dike û dibêje ku wexta ku şeytan bi dilqê aşpêjekî bû xizmetkarê Dehhaq jê re gelek xwarinên bi lezzet û xweş pehtin û Dehhaq ew pir eciband û pîroz kir. Aşpêj xwast ku serpîlên wî maç bike ku serbilind be. Wexta ku şeytan ev tişt kir li ser pîlên wî du seriyên meran peyda bûn. Şeytan dîsa bi dilqê hekîmekî hat serayê û çareyek nîşanî Dehhaq da ku divê rojê serê du xortan jêke û mujiyên wan bide wan meran ku rehet bin. Dehhaq vî çareyê diceribîne û tê gotin ku herroj du xort dihatin kuştin. Paşê du aspêjên Dehhaq yên dilpak dewsa her xortan , xortek serê wî jê kirin û dewsa yê din jî mujiyê miyekî lê zêde kirin û ew kesê ku serbest berdan jî şandin çiyayên bilind. Firdewsî dibêje ku ew kesen li ser çiyan hev civiyan xelkê Kurd pêkanîne. Xurt in(wekî Rostem ), req in û biyabanî ne. Kawayê hesinker jî, ji ber ku hivdeh kurê xwe dabû qurbanî ji bo ya hijdehan serî li ber Dehhaq rakirîye û bi rêberiya wî û pêşmala wî ya bûye sembola serhildan û serkeftinê ew xortên serê çiya jî tevlî xwe zulma Dehhaq holê rakirine û Padîşahtî dane Ferîdûn. Şahên dewra Rostem ji binemala Feridûn in. Rostem dive ku binemala Kawayê hesinker be. Jixwe gelek pelewanên Îranê jî, wekî Gûderz, Gurgîn… , binemala Kawa ne. Ew pêşmala Kawa ku paşê buye alaya Keyaniya Îranê xîret daye wan. Îro jî xelkê Kurd xwe peyrewên Kawayê hesinker dihesibînin.

Riataza.com

[1] Ji ber ku Zal ji diya xwe bi porspî hatibû dinyayê û hemû mûyên li ser wî spî û zer bûn jê re Zalê Zer hatiye gotin. Sam ev kemasîya wî nîşana ehrîmen hesibandiye û nexwastiye pê rûreş be, ew li ser çiyayê Elbûrzê tena serê xwe hiştiye û teyrê Sîmir ev biriye hêlina xwe û wekî çêlikekî di bin baskê xwe de xwedî kiriye.

[2] Norma Lorre Goodrich; Sam Zal ve Oğlu Rustem, r.5, Ord. Prof. Şemdettin Günaltay, Îran Tarihi Cilt.I, r. 1

[3] Gürdal Aksoy, Bir Söylence , Bir Tarih Newroz, 1998 Ankara. Yurt yayın. r. 163

[4] Vrtragna

[5] Taberî, Milletler ve Hükümdarlar Tarihî II, r.728

[6] Ebdullah Memê Mehmet Varlî, Diroka Dugelên Kurdan ( 600-1500) r.83

[7] Ord. Prof. Şemdettin Günaltay, b.n.b. , r. 125

[8] Mircea Eliade, Ebedî Dönûş Mitosu, r. 54

[9] Heciyê Cindî, Meselok û Xeberokêd Cimaeta Kurda, r. 17

[10] Firdevsî, Şehname C.I, rr.11-14

[11] Firdevsî, Şehname C.I , r.17

[12] Heciyê Cindî, Şaxêd Eposa “Rostemê Zalê” Kurdî, r. 211

[13] Doç. Dr. Abdurrahman Adak, Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, r. 131

[14] Ordîxanê Celîl- Celîlê Celîl , Zargotina Kurda I, r.38

[15]Ordîxanê Celîl- Celîlê Celîl, b.nb. r. 38, Şerefxan Bidlîsî, Şerefname ( Kürt Tarihî) r. 23

[16] Heciyê Cindî, Şaxêd Eposa “Rostemê Zalê” Kurdî, rr. 277,288

[17] Ebdullah Memê Mehmet Varlî, b.n.b, r. 142

[18] Ebdullah Memê Mehmet Varlî , b.n.b, r.142

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev