Li ”Bajarê Muzîkê” Muzîsyeneka Kurd: Suzana Barmanî

Li ”Bajarê Muzîkê” Muzîsyeneka Kurd: Suzana Barmanî

Di afîşa muzîka herêmekê de tenê navekî kurdan heye

Salihê Kevirbirî

Borlänge yek ji bajarên herî xweş e li seranserê welatê Swêdê. Bajêr li aliyê başûrê navenda welêt e. Nêzîkî 50 hezar niştecihên vî bajarî hene û beşek ji vê nifûsê ji kurdan pêk tê. Bajarê ku sala 1390-î gundekî biçûk e, piştî ku sala 1875an bi xeta trênê ve tê girêdan roj bi roj mezin dibe.

Tîma Dalkurdê ku di 10 salên dawî de di warê futbolê de yek ji tîmên herî navdar e û tîmeke li ser navê kurdan e, li vî bajarî hatiye avakirin û sal bi sal serkeftinên nû li serkeftinên xwe zêde dike. Lê ewê Dalkurd ji bo rojên pêş bibe mijareke din ji bo nivîseke min a nû. Ezê bi berfirehî li ser vê tîma me ya giranbiha binivîsim.

Bajar ji bilî bajarê spor, pîşesazî û tûrîzmê, wekî bajarê çand û muzîkê jî tê naskirin. Borlänge sala 2013an mazûvanî li festîvaleke mezin a çandê kir ku li seranserê Swêdê deng veda. Ew jî ”Festîvala Muzîk û Evînê” bû. Hunermenda kurd a dengxweş Suzana Barmanî ji bîst salan zêdetir e ku bi deng û tembûra xwe, li vî bajarê qedîm ê çandê nûnertiya awaz û muzîka kurdî dike. Hem kurd, hem swêdî, hem jî neteweyên din ên li bajêr jê hez dikin û qedrekî mezin nîşanî wê didin.

Barmanî bi salan e ku ji bo muzîka kurdî diçerçire û ked û emegeke mezin dide. bi kilam û stranên xwe qedrekî baş di civakê de ji xwe re çêkiriye. Bi serpereştî û piştevaniya hevser û hevalê xwe yê jiyanê Josef Azad Erdem di destpêka salên 2000î de li Stenbolê albûmeke profesyonel derdixe. Sala 2009an ev xebat tevî DVD-CD-yekê derdikeve û jiyana wê di wê DVD-yê de bi awayeke belgefîlm û bi 6 zimanan; kurdî (kurmancî), îngilîzî, swêdî, erebî, tirkî û farsî tê nîşandan.

Suzana Barmanî di wê albûmê de bi van stran-kilamên xwe tê naskirin: Diyarbekir, Balance, Lawikê Metînî, Sorerî Hoyî Mernem, Desmala Min, Kevoka Çiyayê Min, Zerî, Hûr Hûr Lê Kir, Kanî Kanî, Ya Elbî, Hey Lolo.

Helbet jiyana Suzana Barmanî jiyaneke têr û tije ye, xwediya serpêhatiyeke dûr û dirêj e. Jiyana wê ya ku ji Efrîn û Helebê destpê dike, piştî keftûleftên giran li Swêdê berdewam dike. Suzana û Azad dê-bavê sê zarokan in: Jiyan, Lorî û Arvîn. Jiyana Suzanê bi serê xwe şayanê nivîsar û lêkolînan e. Lê bila îro bi çend xalan ve sînorkirî bimîne.

Ew qîza Reşîdê Evdilmecîd û Naza Elî ye. Apê Reşîd (Bavê Fûad) û Dayîka Nazê ew jin û mêr in ku bi welatperwerî, rewşenbîrî, mêvanperwerî û nandayîna xwe meşhûr in. Dê û bavê 6 keç û kurekî (Fûad, Feryal, Fîrdews, Felek, Leyla, Suzana, Mizgîn) bi salan deriyên mala xwe ji şaîr, hunermend, nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan re vekirin. Nexasim kurdên Sovyeta Berê gelek caran li mala wan qesidîn û bi mehan û hefteyan bûn mêvanên wan. Yek ji wan rewşenbîran Hamid Bedirxan bû ku beşeke mezin ji jiyana xwe li mala wan derbas kir û li wê malê jî rehma Xwedê kir. Naza Elî heta Moskva û St. Petersbûrgê çû û bû mêvanê Kurdzanê mezin Qanatê Kurdo. Bi qasî dizanim Eliyê Evdirehman, Eskerê Boyik, rehmetiyê Casimê Celîl, rehmetiyê Ordîxanê Celîl, herwiha Celîlê Celîl, Cemîla Celîl, Têmûrê Xelîl, Aramê Tîgran, Seydayê Cegerxwîn û gelek kesên din an li Helebê li mala wan bûne mêvan an jî li Yêrevan, Moskva û St. Petersbûrgê û kul û derd, şîn û şahî, xweşî û başiyê kurdan û kurdewariyê ji hev re gotine.

Jiyana Apê Reşîd romaneke qalind e ku dive mirov bixwîne. Min li ser Apê Reşîd nivîsareke berfireh nivîsand û tevî malpera Riya Teze di çend cihên din de jî hate weşandin. Ezê li vir careke din behsa wî nekim. Lê heke hûn bixwazin fermo vê lînkê bitikînin û bixwînin:

http://riataza.com/kurdish/2623-rehevale-cegerxwin-u-hamid-bedirxan-reide-evdilmecid.html

Salê çend caran serdana Swêdê dikim. Ji bilî Stockholma paytext, teqez serdana bajarê Borlängê jî dikim ku Suzana-Azad, Apê Reşîd-Dayika Nazê, Fûad-Mewlûda bi malbatî bibînim. Van rojan mizgîn ne tê de -ew li Almanyayê ye- tevahiya zarokên Apê Reşîd-Dayîka Nazê ji ber Şerê Suriye-Başûrê Rojava li heman bajarî civiyane. Dayika Nazê her roj nexweş e ji ber dûrbûna ji welat. Li ber xwe dikeve û dibêje; ”ez hînî vir nebûme!”

Mijar mijarê vedike, lê sedema nivîsandina vê gotarê bes afîşek bû. Afîşeke ku têkiliya wê bi Suzana Barmaniyê re heye.

Li navenda bajarê Borlängeyê afîşeke wisa heye ku tê de navê gelek kom û kesên stranbêj û muzîsyenan hatiye nivîsandin. Piraniya wan navan li seranserê Swêdê têne naskirin û navdar in. Hinek ji wan jî hene ku civaka muzîka dinyayê wan ji nêz ve nas dike û dişopîne. Heke ez navê çendekan ji wan bidim ev in: Mando Diao, Sugarplum Fairy, Jussi Björling, Clas Yngström, Sven-Erik Vilkström, Pierre Swärd, Rhymes&Riddim, Medwind, Greenleaf, Doris Hopp, Lars Ross, Apopocalyps, Mats Höjer-Sölve Olofsson, Prof Dylan, Helga Arvesten û gelek navên din.

Di wê afîşê de bi tenê navekî hunermendeka kurdan heye. Ew jî Suzana Barmanî ye. Ev jî sedemek e ku kurd bi vê hunermenda xwe serfiraz û serbilind bin…

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev