Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Profêsorê mezin û şayîrê naskirî

Guhdarên hêja wek her rojên yekşeman, vê carê jî hûnê ji rêzenivîsa “35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” derheqa jînenîgarî û berhemên nivîskar an jî helbestvanekî me da guhdarî bikin. Îro emê behsa jînenîgarî û destaneke Sehîdê Îbo bikin, ku profêsor, doktorê bizîşkîyê bû, şayîr û nivîskarekî navdar, gelek salan bûye bizîşkê zaran yê sereke li Ermenîstanê, mamostayê Înstîtûta Bizîşkîyê li Yêrêvanê. Hûn vê gotarê dikarin bi deng jî bibihên. 

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.
EW BIZÎŞKÊ ZARAN YÊ SEREKE BÛ LI ERMENÎSTANÊ

 Sehîdê Îbo derheqa xwe da

Sehîdê Îbo derheqa xwe da di romana xwe ya bi navê “Kurdê Rêwî” da nivîsîye. Emê perçekî jînenîgarîya wî ji wê pirtûkê raberî we bikin, perçek jî emê bi xwe di ser da zêde bikin, ji ber ku ew di pirtûka xwe da tenê derheqa zarotîya xwe, eşîra xwe, jîyana xwe ya kurdîtîyê da dinivîse. Ew perçe em li jêr radixine ber we:

“Ez ewledê êla Ortilîya me. Gelo ev nav ji ku pêşda hatîye? Ez tenê dikarim bêjim, ku li pişta çiyayê Girîdaxê mezin, di nava gelî û zihora da, tefekûrê dinya ronik, gundek hebûye, jê ra gotine Ortil. Pêşîyên me yên ji êla Ortila rojekê hêlîna xwe şihitandine, revîne, hatine û bûne binelîyê Surmelîyê.

Ji wan çaxa heta roja îro qurne derbaz bûne, sal li hev bûne gewlaz, gele ewled hatine û çûne, lê navê Ortilî li ser êla me maye.

Dê û bavê min tevî desteke êla Ortilîya li gundê Qereqoyînê diman. Gundîyên me yên berê niha babaxîya nakin, bi merdane dibêjin: “qatix em xwey kirine”. Wana her sibe dîzê qatix avîtine ser pişta merkeba, birine bajarê Îdirê, firotine. Çend qirûş qazanc kirine, bi teherekî mala xwe xwey kirine. Lê rojekê jî şûrê Romêyî neheq li me qelibî, gundîyên merûm li serê riya ketin. Tevî ermenîyên gundên cînar, eşîra me jî berê xwe da Ûrisêtê”.

Aha Sehîdê Îbo bi awakî wa tima qala beşeke jînenîgarîya xwe dike. Kêm meriv zanin, ku ew gelek salan bûye doxtorê zara yê sereke li Ermenîstanê, profêsorekî di cihanê da bi nav û deng. Navê wî wek doxtor li ser zarê wan hemû kesan bû, ku li ber destê wî ji êş û nexweşîyan xilaz bûbûn. Gava kurmancan zarên xwe yên nexweş dibirin bal wî bona ew çarekê ji wan ra bibîne, pirsa pêşin ew bû, ku ji wan dipirsî: “Navê zara te çi ye?”. Eger nav ne kurdî bûya, derseke kurdewarîyê dida wan.

Lê ji bo Sehîdê Îbo nav û deng ne gelek giring bû. Ewê çawa bi navê xwe şa û firnax bûbûya, gava gelê wî û welatê wî bindest bûn. Ji ber wê jî xwe li riya nivîsara berheman girt, ku bikaribe bi misqalekê va alîkarîya gelê xwe bike. Welatparêzî, kurdeyatî, kurmancî di nav berhemên wî da xuya dibin. Piranîya berhemên wî helbest in, lê wek me li jorê got, ewî romanok jî nivîsîye. Aramê Tîgran helbesteke wî “Xwezil dîsa zar bûma” kir kilam û ew nemir kir. 

Ka em bi hev ra bixûnin û guhdarî bikin, çika ew di destana xwe ya bi navê “Sînem” da çi dibêje.

Sînem

Sal û zeman berê

Wexta çiya jî nimz bûn

Xişîm û cahil bûn

Li gelîyê Elîbegê

Nava gundê rengîn

Deşt û mêrgên hêşîn

Êla Cûda dijît.

Konê reşe mezin

Li hev dibûn zincîr

Wir hebûn beg, hakim

Hebûn kesîb, sexîr.

Ku Şems nedîr dida

Ro bûkeke delal

Derdiket piş perdê

Dida ser çiya şemal

Û rewş dida erdê.

Kevanîya der mala

Kil didane meşka

Û sifreke vala

Dibû ewira keşka.

Qîzê kurde kezî

Kar xezalên qeşeng

Dibûn kewên esilî

Hevra dibirin deng.

Êla Cûda am û tam

Xwera dima bêminet

Hebû hurmet, hebû rehm

Hebû qedir û qîmet.

Selîm axê êlê bû

Xweyê kerî, sûrîya bû

Deşt û mêrgên bê ser û bin

Didane wî mal, ekin.

Hevt kurên axê hebûn

Hevt jî mîna telaşa

Hekîm bûn, lê xîret bûn

Bê xem bûn, bê talaşa.

Heft bira bûn, xûşkek her

Ew Sînema gerden zer

Avka lêvê axê bû

Dilê wî bû, ruhê ber.

Sînem usa bedew bû

Mîna ronga rû ezmîn

Dev, dirane şekir bûn

Gulî zirav û zêrîn

Bejine bilind, sipindar

Navkêlk zirav û kever

Sûretê sor ça hinar

Ser gerdena wêye zer.

2. 

Besa Sînemê çû, çû

Erebistanê geriya tev

Şeref xan tesele bû

Û wî kire zeve zev.

-Kuro, gelî cewrika

Gelî xulam û carî

Ez xanê êla ereba

Tev li ber min dizarin

Dibên, Selîm xanê kurd

Bavê heft kurên çê ye

Sînem qîza wîye xût

Ku himberî rojê ye.

Rabin êlê bigerin

Beg, beglika bînin vir

Defa hewarê lêxin

Bira xwezgîn herin wir.

Şeref xanê mixenet

Xanê êla ereba

Îdî kal bû, xweyewled

Mêrê hîjde canika.

Birûyên wî reş û gijnij

Çevên wî jî tijî xûn,

Lêve qalin, simêl tîş

Guh weke nanê loş bûn.

3. 

Şingîn xulam, cariya ket

Dar, gopalên xwe hildan

Ji sawa xanê mixenet

Nava êlê tev geriyan

Û wan anîn beglik, beg

Hatin mele, hatin pîr

Kirin kar û tivdarek

Sitendin xizmet û tivdîr.

-Herin, xan got mêranî

Bêjin: Selîm, qîza te

Bira bibe kevanî

Û bermalîya xanê me.

Eger wî kir na û qet

Rabin, werin bê deng his

Emê hinga qaz, qudret

Kapa hevra bavêjin…

4. 

Û rêketin beg, beglik

Dizgîn kihêla berdan

Payê hev dan bi kulzik

Oxira xêrê dane wan.

Û ajotin çûn û çûn

Sê roj, sê şev bihurîn

Ji êla xwe xewle bûn

Elîbegê êwirîn.

Çiyayê kurda nazik, naz

Li hev girtibûn govend

Xemilî bûn best û gaz

Gul, kulîlkên bîn û reng

Çêm kilama xwe digot

Kefa qerqaş ser lêva

Ça kihêlek gem dikot

Ha dilezand wî rêva

Terazin bi zîl, zîwan

Hêşîn mîna dêrekî

Direqisî wir leylan

Û qeytan bûn belekî.

Çiya berf dabû serê xwe

Mîna kolozê kurdî

Ewra dorê girtin telp

Mîna şera Hemûdî

Şirkê kanîya bercênîk

Ji sîngê çiyê têne xar

Û keskesor bû mêlît

Bona ezmîn bû guhar.

Best bû sifreke hêle

Zîwan fîncan in li ser

Kon jî çawa reşêle

Û qewaz in dorê zer.

Kanî hêdî dikişe

Ave zelal, cewahir

Qîzek hêdî dimeşe

Kûzê çinî li ser mil.

Orta ovê konê reş

Heft sitûn jêra bûne rewş

Heft kurên çê nav malê

Qîz bi meşa xezalê.

Konê Selîm xan bû ew

Lê heft sitûn, heft kurên wî

Û Belgîzera bedew

Jêra bûbû bermalî.

5. 

Beg û beglikên Şeref

Fesal çûne ser koçkê

Û wan kire zevezev

Çawa zar li malhoçkê

Bi edetê kal, bava

Li ser koçka pêş zomê

Hebû berê xwezgînîya

Ku dihatine wir timê.

Bes birin dane Selîm:

-Maqûl, eve hal-hewal

Me êwirîne xerîb

Wana teglîf nekin mal?

-Rabin gelî xulama

Herin kurên mine çê

Wan teglîf kin, bînin mal

Jêra bikin hurmetê.

Eme merdin û bê mûr

Malên me tim mêvanhiz

Ku hatine ji cîyê dûr

Ekber bide wana risq.

Mêvan qasidê rebê min

Herin teglîf bikin mal

Ezet-qulixî wan bikin

Jê bipirsin hal û kar.

Û ji mal çûn her heft kur

Navkêlk zirav, pelewan

Xulama jî êrîş kir

Pê-pê dane li pey wan

Û gihîşte xwezgîna

Beşer li ser lêvê wan.

Beg-beglikên Şeref xan

Li cîyê xwe rûniştî man

Kesî pizav me da xwe

Kes ranebû ji cîyê xwe

Usa qure, zmanzêrf

Wan selama hev vegirt.

Lê qasidê Şeref xan

Lê serkarê wan Evdal

Gotin xizmeta xwe tam

Emê bêjine Selîm xan

Bira rabe bê vira

Em rêwîne, riya me dûr

Erê, erê, na û na

Şeref xan ma riya me zûr.

6. 

Bes birin dane Selîm:

-Maqûl, eve hal-hewal.

Belgîzera jina wî

Xeberên han anîn zar:

-Selîm zarê wan nîne,

Ji mal derê, here wir

Şerme wan ra, ew kî ne

Usa berzeq in û kul.

Herin, bêjin bira bên.

-Qîzê, ew yek kêr nayê

Ew mêvan in, em malxwê

Ew xerîb in, em ji cî

Îro borcê me qencî.

Tişkî bêkêr nanîn zar

Evdal wana kir gazî:

-Rabin, gelî beglika

Em xwezgîn in û qazî

Îro ji êla ereba

Ji cî qure û qutam

Rabûn xwezgînê nemam.

Her heft kurê Selîm xan

Hêdî dane pêşîya wan,

Xulama hesp destkêş kir

Tewilandin li mêrga dur

Selîm li ber pêşmalê

Hate pêşîya mêvana

Ji wan pirsî kêf û hal

Û çelqemast dan wana.

Mêvan rûniştin ber sitêr

Dane hevdu xweş û bêş

Selîm xanê berbihêr

Xulam şandin nava pêz.

Du beranê çar mexel

Bûn qurbana wê cimhê

Anîn qawe û şerbet

Xarin heta nîşevê.

Paşê Selîm xanê kal

Bi erf, edetê dinê

Ji wan pirsî hal-hewal

Xizmet, mena hatinê.

Evdal simêlên xwe çûr

Tîmar kirin û wa got:

-Şeref xanê êla dûr

Xweyê malê, kur û dot

Em şandin û mera got

Herin wira mêranî

Bêjin: Selîm, qîza te

Bira bive kevanî

Û bermalîya xanê me.

Ew xulamê Şeref xan

Serê êla ereban

Xweyê hîjde kevanîya

Bihurîne deşt, zozan…

Bona dewa merivayê

Welleh, mêrê mîna wî

Boke, şêrê mîna wî

Tunene rû erdê han

Mêre, mêrxas Şeref xan.

-De gunê we situyê we

Hûn gazina bikin xwe

Emê herin bêjin xan

Van kir hal-hewalê han.

-Bêjin, qet me xem nîne

Boy namûsê em mirîne

Selîm xan got bi hêrs, kel

Xwezgîn cîda man metel

Her heft kura kir ku bên

Guhê wana jêkin jê

-Gelî kura, kar nekin

Mêvan qasidê rebê min

Herin bînin hespê wan

Bira herin ruh û can

Ew xerîb in, riya wan dûr

Bira herin bê qusûr…

7. 

Û rêketin por-poşman

Girtin rênga xweye nas

Cab jî dane Şeref xan

Xwezgîn hatin ça mêrxas.

Û ser hevra hatin, çûn

Ahil, cahil, zar, zilam

Li ser koçkê berev bûn

Hîvîya xanê qure man.

Lê Evdalê belengaz

Bû gongilê payîzê

Tev li dorê bûn qewaz

Qey bêjî ew bayîs e.

Û hat xanê pormijî

Pirçû, dilsar, brîndar

Çev xûnê bûbûn tijî.

Cava wa jêra bû qar.

-Welle xano, Evdal got,

Selîm xanê êla Cûd

Tu soz ne da, pîva, rot

Xwest me bike kel û kût

Dêlegura jina wî

Sozê bêkêr gotin te

Got, vegerin herin mal

Bêjine Şerefê dilsar

Em ne bindestê wî ne

Qîza mine delalî

Wîra nabe bermalî.

-Ker be, tûlengê xişîm

Ker be, gedengê êtîm

Te navê min, nanê min

Heram kirin û hiştin

Bicem, here ji van dera

Heta saxî û ser xwe

Yan na ez û Xwedê xwe

Tê bibî şîva gura.

Evdal qijik û pepûk

Li ber xan temene bû:

-Xwelîya bin pê te me, xan

Ez heyrana te me, xan

Kêf ya te ye, îzina te

Hanê serê min lêxe

Bibaxşîne, xweyê min

Ji serê min zêde ye

Çi jî bikî hêja ye

Xizmet ma nîvê rê ye.

8. 

Şeref xanê har û dîn

Evdal xarin gef û kîn

Paşê ji dil birîndar

Kire gazî û hewar.

-Kuro, gelî cewrika

Gelî xulam û carî

Ez xanê êla ereba

Tev li ber min dizarin…

Dibên, Selîm, xanê kurd

Ew nemamê bê hunur

Ez kirime sekesiz

Xwezgîn şandine bê risq.

Hey riata êla min

Defa hewarê lê xin

Werin cahil û ahil

Pelewanê xîret dil.

Selîm xanê kurdî qelp

Dilê min xist ten û derb

Dinya ku heye çerx e

Emê herin, kanê kî

Bokeberan, kî berx e

Kî bindest e, serdest kî.

9. 

Û bû hewar, hêwirze

Hatin erebên qure

Hatin qutam û berzeq

Hatin ji Îran û Tûran

Hildan das û kêlendî

Hildan dirgan û tevnî

Hildan mêkut, hildan stûn

Li bestekê berev bûn

Hildan şivdar û gopal

Payê xwe dan hal û qal.

Şeref xanê bejin mexmer

Wanara bû seresker

Û menekîya kir hîrîn

Tûk avîtin ser gemê

Bû qalme-qal, bû qîrîn

Te got diçin olemê.

Û ajotin, çûn û çûn

Sê roj, sê şev bihurîn

Erebistanê xewle bûn

Li Rêwandûzê êwirîn.

Û wê demê siyarek hat

Dizgîn li hespê berda

Ajot ber derê Selîm

Da alaya nav mala

Mîna tena neyara

Paşê qure û qutam

Xeberê han gotin xan:

-Selîm xanê êla Cûd

Ez hatime bal te xût

Ez qasidê Şeref xan

Serê êla ereban.

Şeref wa got mêranî

Ku Sînemê bide wî

Jêra bive bermalî.

Eger erê, em pizmam

Dewatvan e ordîya han

Lê eger na, em nemam

Eger bikî tu înkar

Şeref xan ra tu neyar…

Selîm xan ku dît ew yek

Gazî rîspîyên ovê kir

Şêwra xwe kir wana tev

Paşê Selîm wa dey kir:

-Tu qasidê roja reş

Tu şerûdî, kapê beş

Êla Cûda boy namûs…

Sozê xwe dibêje dûz

Zû vegere here bal

Şeref xanê xweyî kal

Sînem para wî nîne

Em ne bindestê wî ne

Qîza mine delalî

Wîra nabe bermalî.

Guhdarên ezîz, ji rêzenivîsa ”35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” we vê carê guhdarîya jînenîgarî û destaneke Sehîdê Îbo kir, ku profêsor, doktorê bizîşkîyê bû, şayîr û nivîskarekî navdar, gelek salan bûye bizîşkê zaran yê sereke li Ermenîstanê, mamostayê Înstîtûta Bizîşkîyê li Yêrêvanê. 

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev