Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Çend pirsên ”nezanan“ û bersîvên „zaneyan“ – 21

Çend pirsên ”nezanan“ û bersîvên „zaneyan“ – 21

Ji jîyana kurdan ya rojane

Amadekar: Têmûrê Xelîl

• • •

-Ez benî, îro wisa bûye, ku welatên cihanê li Îraqê sê komên (grûp) miletan nas dikin: sunî, şiyî û kurd. Îcar sunî û şiyî navên dînî ne, lê kurd jî navê milet e. Wisa dertê ku kurd ne sunî ne, ne jî şiyî ne. Gelo nabe, ku kurd jî wek wan bi navê dînê xwe yê rasteqîn, ango êzdîtîyê bêne naskirin?

-Dibe. “Sunî” û “şiyî” navên dînî yên ereban e û eger em navê dînî yê kurdan jî daynin li ser kurdan ew dînê êzdîtî ye. Ango, ji vir û şûnda welatên cihanê dikarin wan hersê koman awa bi nav bikin: sunî, şiyî û êzdî.

• • •

-Ez benî, li Kurdistana Bakur pir kes bi tirkî dipeyivin. Kêm kes bi kurdî dipeyivin. Gelo tu dikarî bêjî, ka kê tirkî dipeyive, kê kurdî dipeyive?

-Piranîya kesên, ku tirkî dipeyivin, ew kes in, ku nexwendî ne û tu zimanan jî baş nizanin, lê tirkî ji zimanên din baştir zanin. Ji ber wê jî tirkî dipeyivin. Lê piranîya kesên, ku kurdî dipeyivin, ew kes in, ku xwendî ne û gelek zimanan zanin. Ango, ew kes kurdî dipeyivin, yên ku tirkî û zimanên din baş zanin.

• • •

-Ez benî, ji kurdên Bakur kê bi tirkî dipeyive û kê bi kurdî dipeyive?

-Ew kes bi tirkî dipeyivin, yên ku bi tirkî nizanin. Û ew kes bi kurdî dipeyivin, yên ku tirkîya wan baş e.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev