We dizanibû…? – 21

We dizanibû…? – 21

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…sala 1993an di Tirkîyayê da 14 rojnamevan hatine kuştinê, hemû jî kurd bûne. Di vî alî da ev welatê “dêmokratîyê” di cihanê da cîyê pêşin digire.

…li Swed diha zef kovar û rojnameyên kurdî derketine, ne ku li hemû cihanê bi tevayî.

…berpirsyarê rojnameya kurdî – “Riya teze” yê berê Mîroyê Esed ji hemû berpirsyarên rojname û kovarên Sovyetistana berê wek berpirsyar diha dirêj xebitîye-34 salan (ji sala 1955an hetanî sala 1989an).

…ji rojnameyên kurdî, ku li Tirkîyê çap bûne, “Roja Welat” ya pêşin bû, ku behsa Kurdistanê kirîye û ya pêşin bû, ku tîraja xwe gîhande heta 40 hezar hebî.

…rojnameya kurdî ya here jîyandirêj “Rya teze” ye. Hejmara wê ya pêşin sala 1930î derketîye û heta roja îro jî ronahî dibîne.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev