Werin em hinekî jî bikenin – 21

Werin em hinekî jî bikenin – 21

Berevkar: Têmûrê Xelîl

Derheqa cixarekişandinê da

“TENÊ PIŞTÎ XWERINÊ DIKIŞÎNIM”

Merivek diçe bal doxtor, dibêjê:

-Ez dixwezim cixarekişandinê terk bidim. Min çiqas cêribandîye, nikaribûme. Gelo tu çi rê dikarî bidî pêşiya min, da ku ez bikaribim ji vê belayê xilaz bim?

Doxtir jî dibîne, ku mêrik bi carekê ra nikare biterkîne, jê ra dibêje:

-Ya te zehmet e. Tu gerekê tenê piştî xwerinê yekê bikişînî.

Çend rojan bi gotina min bike, eger nebû, paşê were, emê rêyeke mayîn bibînin, belkî dewsa rojê 3-4 liban, 1-2 lib bikişînî.

Piştî çendekê mêrik dîsa tê bal doxtor, jê ra dibêje:

-Min wek gotina te kir, lê rojê dîsa bîst hebî dikişînim.

Doxtir careke din jê ra dibêje:

-Filankes, ne min ji te ra got piştî xwerinê tenê yekê bikişîne.

Cixarekêş lê vedigerîne, dibêje:

-Belê, ez wek gotina te dikim, tenê piştî xwerinê dikişînim û rojê 20 heb derdikeve.

“ÇIMA DIXWEZÎ DIRÊJ BIJÎYÎ?”

Merivekî azep diçe ser doxtor û dixweze bizanibe, ku çi gerekê bike, bona dirêj bijî. Doxtor jî çend pirsan didê:

-Tu cixarê dikişînî?

-Na!

-Vodkayê, şeravê, avcehê, ango îçkê vedixwî?

-Na!

-Bi jinan ra digerî?

-Na!

-Ez fêm nakim, tu ji bo çi dixwezî dirêj bijî?

“MIN SED CARÎ TERK DAYE!”

Gişk zanin, ku cixareterkdayîn gelek zehmet e. Camêrek jî dixweze pesinê xwe bide, ku ne gelekî zehmet e, awa dibêje:

-Qe jî ne zehmet e, min di jîyana xwe da weke sed carî terikandîye!

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev