Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Kurdên Azirbêcanê (Laçîn, Kêlbecar, herêma Naxçiwanê)

Kurdên Azirbêcanê (Laçîn, Kêlbecar, herêma Naxçiwanê)

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” a 21ê vê carê pêşgotin û du beşên wergera kurdî a pirtûka A. Bûkşpan a bi sernavê “Kurdên Azirbêcanê” raberî we dikin, ku sala 1932an li Bekûyê bi zimanê rûsî çap bûye.

Ev pirtûka zanyarî ji alîyê Weşanxana Înstîtûta Azirbêcanê ya Zanyarî-Lêkolînê da bi zimanê rûsî çap bûye. Di pirtûkê da li ser bingeha nivîsên zanyarî yên kesên ji Awropayê (E.B.Soane, Mînorskî, Benzegr, A.Wîlson û yên din) herweha qala her çar perçên Kurdistanê, şerê kurdan yê ji bo azadîyê (serhildanên bi serokatîya Bedirxanan, Yezdanşîr, Ubeydulle), destdirêjayên împêrîyalîzmê, têkçûna biryarên Lozanê, mîrîtîya Şeddadîyan û h.w.d. da jî tê kirinê.

Ev pirtûk piştî rêwîtîya êxpêdîsyoneke zanyarî li Kurdistana Sor, Naxçiwanê û Qerebaxê hatîye nivîsar û serokê êxpêdîsyonê A. Bûkşpan bi xwe bûye.

Di vê berhemê da çavkanîyên ji pirtûkên zaynar-rohilatzanên di cihanê da bi nav û deng hatine bikaranînê.

Min ev pirtûka delal bi daxweza Înstîtûta Kurdî a Parîsê wergerandîye kurdî, lê heta niha jî çap nebûye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

P Ê Ş G O T I N

Ev pirtûka, ku em raberî we dikin, berhema xebata êkspêdîsyona taybetî ye li navçeyên berê yên devera Kurdistanê ya li Azirbêcanê (navçeyên Laçînê û Kelbecarê) û herêma Naxçiwanê, ku wek komarên otonom di nav KSS Azirbêcanê da nin. Ew êkspêdîsyon havîna sala 1931ê ji alîyê Komîsarîyata Perwerdeya Gelî ya Azirbêcanê (perça zanyarî) û Înstîtûta Azirbêcanê ya Zanyarî-Lêkolînê da (perça Rohilatê) hatibû teşkîlkirinê bona lêkolînê bikin, çika di nav kurdên Azirbêcanê da karê pêşxistin û belakirina çanda wan di çi rewşê da ne û çawa pêşda diçe.

Di nav pirsên, ku êkspêdîsyon gerekê li ser bisekinîya, yên here giring ew bûn, ku bi taybetîyên zimanê kurdên Azirbêcanê û komara otonom ya Naxçiwanê, mînanîhevbûn û cudatîyên zimanê kurdên Azirbêcanê û yên Ermenîstanê ra (piranîya wan êzîdî ne, lê nizanî ji bo çi heta niha jî di dokûmêntên fermî, salixên statîstîkîyê û yên mayîn da ew wek miletekî cihê têne nîşandanê) bibine nas, ji bo ku bikaribin li ser zimanê kurdî lêkolîna bikin û gorî wê jî pirtûkên dersa, berevokên zanyarî û yên mayîn bal xwe biweşînin.

Pirsgirêkeke êkspêdîsyonê jî ew bû, ku di karê vekirina dibistanên kurdî, kûrsên hilanîna nexwendîtîyê di nav kurda da û bi wan pirsa va girêdayî wan biryara pêk bînin, ku Şêwrdarîya miletên kêmjimar yên Azirbêcanê destnîşan kirine, ya ku di meha hezîranê sala 1931ê li Bekûyê hate derbazkirinê.

Bi tevayî êkspêdîsyonê pirsên dabûne pêş xwe, pêk anîn. Di vî alî da, wek ku di biryara civîna Komîsarîyata perwerdeya gelî ya 20ê îlonê sala 1931ê da tê gotinê, êkspêdîsyon di xebata xwe da bi ser ket.

Lê bi vê xebata bingehîn ra tevayî, tevbûyên êkspêdîsyonê çend tiştên bi armanca sereke ra girêdayî jî “ber çevê xwe ra derbaz kirin”, wek: karê pêşxistina xwendin û çanda kurda di şertên jîyana eşîrîyê da, erf-edetên usa da, ku ne hinkûfî cûrê jîyana sosîyalîstîyê ne.

Demkurtîya êkspêdîsyonê (ji 2ê tebaxê heta 8ê îlonê sala 1931ê), gund û navçeyên kurda yên ji hev gelekî dûr, zehmetîyên bi çûyîna bal wan va girêdayî (xwesma li navça Kelbecarê), li ser riya bêqusûr pêkanîna daxazên me dibûne asteng. Ji me ra li hev nehat karê xwe usa biserxînin, wek ku ew yek serokatîya Partîya Komûnîstîyê danîbû pêşîya xwe bona bi her alî pêşdabirina çanda navçeyên gelên kêmjimar yên Yekîtîya Sovyêt, ku berê kolonîyayên Rûsîya Qeyserîyê bûn, lê dû ra jî ketine bin destê hukumeta mûsafeta ya bûrjûazîyê-milkedarîyê da.

Kar û barên, ku me di dema êkspêdîsyonê kirîye, bona pêkanîna wê xebata mezin û dijwar têr nake. Û ew salixên ku em raberî we dikin, xwesma yên bi hesab û jimara va girêdayî, ji bo demên êkspêdîsyonê ne (tebax-îlona sala 1931ê) û rewşa wan navça ya îroyîn tam naynine ber çeva.

Lê gerekê bê destnîşankirin, ku xebateke awa barekî giran e û tenê kolêktîveke ji pêşekzan-têorêtîka, xwesma jî aborîzan-agrarzana, dikaribû di vî karî da bi ser keta.

Em bêjin, ku di nav endamên êkspêdîsyona me da tu aborîzanek tunebû.

Ev hemû nikaribû tesîra xwe li ser xebata me nekira.

Lê bi kêmanî, berraberdan û dibe şaşîyan ra tevayî jî me hewce dît vê xebata xwe çap bikin.

Û em gerekê ewê yekê hema niha bikin, ji ber ku nivîsên derheqa kurdên Azirbêcanê da yên di dema Sovêtîyê da derketî (ya dawî, sala 1929a), û nivîseke usa li ser rûpelên prêssa Pişkavkazê jî heye (rojnama “Zarya Vostoka”), ji rastîyê gelekî dûr in.

Di dawîyê ez, wek serokê êkspêdîsyonê, dixwezim sipasîya xwe ji hemû endam û tevgelên êkspêdîsyonê – Î.Morogûlov (kurdzan), ku me ew ji Ermenîstanê dewat kiribû bona tevî xebata êkspêdîsyona me bibe, Samed Şahsûwerovê kurd (mamostayê berê yê dibistana gundê Mînkendê, navça Laçînê, lê niha li Moskvayê dixûne), Îdrîs Hesenov (zimanzan, tikrzan, Bekû) û A.Alêkpêrov (êtnograf, Bekû) ra bêjim.

Ji navê êkspêdîsyonê razîbûna xwe didime rêxistinên partîyê û sovêtîyê yên navçeyên Laçînê û Kelbecarê, û herweha Komîtêya Şêwra Gelî ya komara otonom ya Naxçiwanê û Komîtêya herêmê ya PK Azirbêcanê, yên ku bi her awayî alî serketina xebata êkspêdîsyonê kirin.

Razîbûneke taybetî didime Komîtêya Perwerdeya Gelî ya Ermenîstanê û rêdaksyona rojnama “Rya teze”, ku piştgirîya me kirin. Di dema seredana me ya demkurt li Êrîvanê (Yêrêvan, Rewan.- NW)karmendên Komîtêya Perwerdeya Gelî ya KSS Ermenîstanê, ronakbîrên kurd derheqa wê xebata xwe ya mezin da ji me ra gotin, ku wana di alîyê xebata çandî di nav kurdên Ermenîstanê da kirine û ev komara biratîyê – Komara Sovyêtî ya Sosîyalîstîyê ya Ermenîstanê – heta niha jî ew karê pîroz berdewam dike.

Kurdên Azirbêcanê (Laçîn, Kêlbecar, herêma Naxçiwanê)

Casûsekî împêrîyalîzma Îngilîs yê herî bi nav û deng E.B.Soane, ku qala rasthatina xwe ya pêşin bi kurdên Kurdistana Tirkîyê ra dike, dinivîse: “Ew miletekî mezin û kubar e, ku li ser axên çiyayî yên Tirkîyê û Farizistanê (weke 125 hezar kîlomêtrên çargoşe) dijî. Rast e, warên jîyînê yên eşîrên kurda serhevdu riya 14 rojan ji Londonê dûr in, lê kurd yek ji wan miletên Rohilata Navîn e, ku ji hemîyan kêmtir lêkolîn ser wan hatîye kirinê”.

Lê ev ewqasî jî ne rast e. Çend nivîsên bûrjûazîyê yên derheqa kurdên Tirkîyê û Farizistanê da hene. Û di nav wan da nivîsên bi zimanê îngilîsî jî cîyê yekemîn digrin. Em bêjin, ku Soane bi xwe bi kêmanî 10 berhemên derheqa kurda da nivîsîne (ew yek di wê bîblîografîyê da heye, ku di berhema wî ya dawî da çap bûye). Berhemên Rîç (“Narrative of a Residence in Koordistan”, sala 1736a), Frêzêr (Travels in Koordistan, sala 1840î) û yên mayîn heta niha jî kemala xwe unda ne kirine.

Lê pirtûka Soane “To Mesopotamia and Kurdistan in disguise” du cara hatîye weşandinê û di pêşgotina çapa duda da, ku salka 1926a ronahî dîtîye, bi taybetî tê destnîşankirinê, ku fikrên Soane, ku ewî di salên 1908-1909a da gotine, hemî jî rast derketin û di wî alî da xebatên wî bi ser ketine. Emê hela vegerine li ser wê pêşgotinê. Em tenê bêjin, ku fikra Soane derheqa wê yekê da, ku li ser kurda kêm lêkolîn hatine kirinê, derheqa me da ne, û di wî alî da bin destê me da pir kêm nivîs hene ne tenê derheqa kurdên welatên dereke da, lê herweha li ser kurdên Pişkavkazê jî, û berî gişkî jî wê navça Azirbêcanê, ku heta sala 1929a bi fermî dihate binavkirinê wek Kurdistan.

Em nikarin wê yekê bêjin, ku edebîyata rûsa ya berî şoreşa Oktobir, xwesma jî nivîsên zabita, bi berhemên derheqa kurdên welatên dereke, xwesma jî yên Pişkavkazê va, dewlemend in. Berhemên Avêryanov, Karsêv, Mînorskî, gotarên N.Y.Marr, Trotêr, pirtûka Yêgîyazarov derheqa kurdên Êrîvanê da, hinek malûmatî û bîranînên derheqa kurda da, ku di nivîsên komîsyona arkêologîyê ya Kavkazê û nivîsên karmendên Qeyserîyê derheqa zevtkirina Kavkazê da hene – a evana hema bêje ew hemû nivîs in, ku bi zimanê rûsî derheqa kurda da hatine weşandinê(1).

Em wê jî bêjin, ku di van berheman da, ku emê li jêr bi hûrgilî qala wan bikin, derheqa kurdên Azirbêcanê da hema bêje tu tişt tune.

Di edebîyata piştî Oktobirê da derheqa kurdên Azirbêcanê da ji wê jî kêmtir tişt hene. Xênji du kitêbokên Sîsoev û Çûrsîn yên derheqa êtnografîya (miletzanî) kurdên Azirbêcanê da, ku piranî dubarekirinên xudannivîsên berî şoreşê ne û di bingeha wan da sohbetên bi Samed Şahsûvarov ra nin (mamostayê dibistana gundê Mînkendê, navça Laçînê), tu tişt tune.

Haya me ji hesabdayîna profêsor V.A.Gûrko-Kryajîn derheqa êkspêdîsyona li Kurdistanê da heye, ku di havîna sala 1929a hatîye derbazkirinê. Lê ew nehatîye weşandin; mixabin, ew bin destê me da tune. Lê nivîsa Mamet derheqa wê êkspêdîsyonê da (kovara “Îstorîk-Marksîst”, cild XVII, sal 1930, rûpel 81-83) û herweha du nivîsên V.A.Gûrko-Kryajîn yên derheqa ewê êkspêdîsyonê da, ku ewî wek înformasyon di rojnama “Zarya Vostoka” da çap kirine (16ê tebaxê sala 1929a, hejmar 186/2154 û 18ê tebaxê, hejmar 188/2156) me tînine ser wê bawerîyê, ku di fikrên V.A.Gûrko-Kryajîn da gelek şaşîyên sîyasî yên mezin hene, ew fikir dijî prînsîpên Marksîstîyê û Lênînîyê ne, di bingeha wan da îzbatîyên bê bingeh hene, ku ewî di dema êkspêdîsyonê da berev kirine.

A ev e ew hemû “berhem”, ku di bin destê êkspêdîsyona Komîtêya Azirbêcanê ya Perwerdeya Gelî û Înstîtûta Zanyarî-Lêkolînê ya Azirbêcanê da heye, ku ev rêxistin bi xwe 2ê tebaxê sala 1931ê ew şandibû bona lêkolîna wan pirsa, ku bi pêşdabirina çanda kurda va girêdayî bûn.

Kurdistana Azirbêcanê diha nêzîkî paytextê KSS Azirbêcanê ye, ne ku London, ji Bekûyê heta Laçînê (navbenda Kurdistanê) riya ji rojekê jî kêmtir e.

Êkspêdîsyon 2ê tebaxê şev ji Bekûyê derket û rojtira dinê, 3ê tebaxê sala 1931ê êvarê, îdî li Laçînê bû.

(1)Bîblîografîya bi hûrgilî derheqa kurda da di gotara V.Mînorskî da heye, ku li “Ensyklopaedie des islam. Lieferung 36”, sal 1928a, rûpel 1217-1240 da çap bûye.

Ax û sînorên Kurdistana Azirbêcanê

Niha em li ser wê pirsê bisekinin, çika ew çi herêm e, ku bi biryara PK Azirbêcanê sala 1923a hate binavkirinê Kurdistan û bû otonom? Gelo xerîta wê ya gêografî çawan e? Bin gotina Kurdistan an jî herêma Kurdistan da dihate fêmkirin ew ax, ku Azirbêcanê dabû kurda bona ew bi xwe serokatîyê li xwe bikin û ew herêma otonom sala 1929a ji holê hate rakirinê, bû qeza, ku tê da çar navçe hebûn: ji bakûr heta başûr: Kelbecar, Laçîn, Kubetli û perçekî navça Cebraîlê.

Sînorên qeza Kurdistanê ya berê dikete di navbera gêdûka Mûrovdaxê û besta Gencîyê. Kurdistan ji alîyê çemê Kengûr-Alangezê da ser sînorê qeza Nor-Bayezîdê bû, ku dikete di nav axa Ermenîstanê. Ji başûr-roavayê sînorên wê bi navçeyên Şarûr-Derelegezê û Zangêzûrê ra (KSS Ermenîstanê) hebûn.

Ji alîyê başûr-rohilatê va çemê Akerê bûbû sînorê wê û qeza Cebraîlê, û ew sînor ji gundê Efendîler va destpê dibû, dihat digihîşte heta çemê Mîlhelewê, ku ew jî dikete nava çemê Akerê. Alîyê mayîn da jî sînorê Kurdistanê bi Qerebaxê ra jî hebûn, ji başûr-rohilata çemê Akerê bigre, were hetanî gêdûka Mûrovdaxê. Perçê Kurdistanê yê bakûr çiyayî bû. Çûyîna navçeyên bakûr, xwesma navça Kelbecarê, pir zehmet bû û bi xeter bû jî. Başûrê wê, ku navçe Kubetlîyê li wir e, ser sînorê herêma rex çemê Erez bû.

Şertên Kurdistanê yên gêografî mora xwe li ser taybetîyên evê qeza Kurdistanê xistine û tesîra xwe li ser jîyana binecîyan û rengê evê herêmê bi tevayî kirîye.

Êkspêdîsyonê piranîya wextê xwe li ser lênihêrandina du navçeyên qeza Kurdistanê xerc kir – Laçînê û Kelbecarê, wextê mayîn jî da herêma Naxçiwanê, ku ser sînorên wê, yên li rex çemê Erez, kurd lê diman. Di nivîsa xwe da emê piranî li ser kurdên navçeyên Laçînê û Kelbecarê bisekinin, ji ber di nav jîyana wan û kurdên Naxçiwanê da ferq heye û ew di nav kurdên Azirbêcanê da cîkî taybetî digrin.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev