Pêşgotina pirtûka “Destan û sitiranên kurdan yên êpîkîyê”

Pêşgotina pirtûka “Destan û sitiranên kurdan yên êpîkîyê”

JI NIMÛNEYÊN ZARGOTINA ME – 21

EM WEŞANDINA BERHEMÊN JI NIMÛNEYÊN ZARGOTINA XWE BERDEWAM DIKIN. BERHEMA 21Ê PÊŞGOTINA PIRTÛKA HECÎYÊ CINDÎ YA BI SERNAVÊ “DESTAN Û SITIRANÊN KURDAN YÊN ÊPÎKÎYÊ” YE, KU SALA 1962AN LI MOSKVAYÊ JI ALÎYÊ “WEŞANXANEYA EDEBÎYETA ROHILATÊ” HATÎYEÇAPKIRIN. LÊ PÊŞGOTINA WÊ PIRTÛKÊ BI ZIMANÊ RÛSÎ DERKETÎYE. TÊMÛRÊ XELÎL EW JI RÛSÎ WERGERANDÎYE KURDÎ Û RABERÎ WE DIKE. AMADEKIRINA TÊKSTAN, PÊŞGOTIN Û ŞIROVEKIRIN DI PIRTÛKÊ DA YÊN HECÎYÊ CINDÎ NE.

AMADEKAR Û WERGERA JI RÛSÎ: TÊMÛRÊ XELÎL

Kurd yek ji gelên kevnare yên Asîya Pêş in. Niha li Yekîtîya Sovêtîyê û welatên Rohilata Nêzîk (Tirkîyê, Îranê, Îraqê, Sûrîyayê, Afxanistanê, Pakîstanê) ji 7 mîlyonan zêdetir kurd dijîn. Piranîya kurdan erf-edetên xwe parastine.

Di nav dîroka gelê kurd da gelek nivîskarên bi nav û deng û karmendên sîyasî derketine. Şayîrên kurdan yên sedsalên navîn bi her awayî hewil dane berhemên xwe yên bi zmanê kurdî nivîsî di nav gel da bidine belakirinê. Ji wana yên herî bi nav û deng ev şayîr in: Elî Herîrî (1009-1079), Ahmed Mela Cizîrî (sedsala 12an), Feqîyê Teyran (1302-1375), Mela Batê (1417-1494), Ahmed Xanî (1591-1652), Nalî (1797-1855) û gelekên din1.

Kurdzanê bi nav û deng akadêmîk Î.A.Orbêlî dema derheqa şayîrên Rohilatê yê herî bi nav û deng da peyîvîye, navê xunedarê kurdan yê mezin Ahmedê Xanî jî daye2.

Kurdan bi zmanên gelên dinê jî efirandine.

Wek nimûne, dîrokzan şeref ed-Dîn Bîtlîsî (sedsala 16an) berhema xwe ya bi nav û deng “şeref-namê”3, ku derheqa dîroka kurdan da ne, bi farisî nivîsîye.

Di nav karmendên dewletê û serekqumandarên bi nav û deng da, ku roleke mezin lîstine di dîroka gelên Rohilata Nêzîk da, gelek kurd hene. Akadêmîk N.Y.Marr dinivîse: “Mîrên Ermenîstanê, serekqumandarên padşatîya Gurcistanê Zakarîy û Îvanê, gorî çavkanîyeke ermenîyan, bi esilê xwe va kurd bûne. Di nav mîrîtîyên malbetên xaçparêzên sedsala 13an da hurmeteke mezin bû, ku pêşîyên wan ji eşîreke kurdî bûna. Binemala şedadîyan di sedsala 10an da ji eşîreke kurdan peyda bûye, ku ji sala 951ê da li Arranê hukumdarî kirîye: beşeke şeddadîyan li Gencê hukumdarî kirîye. Ji beşeke dinê ya şeddadîyan di sedsalên 11 û 12an da desthilatdarên bajarê Anîyê bûne, wana li wir du mizgeft û heykelên misilmanîyê çêkirine. Pêşîyên şeddadîyan ji bajarê Dvînê ne; ew ji binemala kurda ya bi nav û deng Reverîyan bûne. Hema ji wî bajarî û ji wê eşîrê bûye binemala Eyûbîyan (1169-1250). Navê bingehvanê wê eşîra kurdan ya bi nav û deng ji her merivekî zane ra eyan e: ew Saleheddîn e, kurê Eyûbî, “yek ji mêrên dinya misilnmanîyê yê herî bi nav û deng”, û ev yek Katrmêr jî destnîşan dike, ku kurdan bi nav kirîye wek miletekî hov”4.

X X X

Li Rûsîya Qeyserîyê kurd miletekî nexwendî bû. Tenê piştî serketine dîwana Sovêtîyê li Ermenîstanê ji bo kurdên wê komarê elfaba hate çêkirinê. Niha kurdên Yekîtîya Sovêtîyê xwedî lîtêratûra xwe, rojnameya xwe, dibistanên xwe, xwedî zanyar û nivîskarên xwe ne.

Bi elfabaya kurdî ya nû edebîyeta sîyasî û bedewî, berhemên zanyarî, rojnameya “Rya teze”, ku organa PK KN Ermenîstanê ye, çap dibin.

Di nav çend salan da bi zmanê kurdî çend berevokên folklora kurdan ya dewlemend çap bûne. Bi vê yekê ra tevayî, li Ermenîstana Sovêtîyê çend berevokên folklora kurdî hatine wergerandinê ser zmanê ermenî5.

Kurd xwedî janra zargotina helbestkî ya dewlemend in, ku ji kûraya sedsalan hatîye gihîştîye me. Di folklora kurdî da aqilmendîya gel, mezinaya miletê kurd, dîroka wî ya şerê ji bo azadîyê tê ber çavan.

Rast e, berhemên destanî li warên cuda-cuda da peyda bûne, ango li cîyên ku kurd lê mane, lê bi demê ra ew bûne dewlemendtîya hemû gelê kurd, bi nisletên nû va ew hatine nûkirinê û gihîştine heta rojên me.

Taybetmendîya destana kurdî, dewlemendtîya wê di wê yekê da ne, ku ew himberî sertacên folklora hemcihanî yên bi nav û deng dikin.

Rast e, destanên kurdî ji alîyê kurdên bi ol û bawerîyên cuda hatine efirandinê, (kurdên sunî, şiyî, êzdî), lê şertên dînî nikarin tesîr li ser berhemên devkî yên gelan bikin. Hela di ser da, sitiranên kurdî, destan û berhemên folklorîk yên din ji alîyê ermenîyan, ereban, azirîyan, farisan, aşûrîyan dihatine hizkirinê û wana jî ew zargotin bi kar dianîn. Ka em mêze bikin çika derheqa vê yekê da N.Y.Marr çi dibêje: “Sitiranên kurdî yên ne dînî, an sitiranên evîndarîyê ne, an jî yên mêranîyê û mêrxasîyê ne. Û ew nimûneyên folklora kurdan ya dewlemend ji alîyê cînarên wan – ermenîyên xaçparêz da hatine hizkirinê. Rêwîyekî bi navê Morîs Vagnêr destnîşan kirîye: “Gelek sitiranên kurdan û êzdîyan li Asîya Pêş bi wergera tirkî jî hatine belakirinê”6. V.F.Mînorskîy Lalayan wek çavkanî destnîşan dike û dinivîse: “Bal aşûrîyên çiyayî bûye edet ku sitiranên kurdî bistirên û çîrokên kurdî bêjin”7.

Mêrxasên destanên kurdî bi koka xwe va zexm girêdayîne. “Bira qeda û bela neyê serê gurên çiya jî, gur gunene!”, gotineke kurdan wa dibêje. Nimûneyeke wa ya kevin gelekî hewaskar e. Dijmin li deşta şêr kurdekî di zik da birîndar dikin, lê ew dike hewar û gazî: “Wey li min pişt!”. Gava ji wî dipirsin çima ew ji pişta xwe digazine, ne axir di zik da birîndar bûye, ew wa bersîvê dide: “Eger pişta min hebûya, ez di zik da birîndar nedibûm”.

Milet qîmetekî pir mezin dide hêz û zoraya mêrxasên xwe û ew jî hemû dijwarîyan ra derbaz dibin û digihîjine armanca xwe. Vêrsyonên hikyat û çîrokên kurdî, ku ji demên buhurî hatine gihîştine me, bal gelên din yên Rohilatê jî hene (ermenîyan, farisan, ereban, azirîyan).

Mêrxasên folklora kurdan dikarin derkevine dijî dijminê xwe û tenê jê ra riya revê bihêlin. Gelek caran di wî karî da hespên wan yên behrî alî wan dikin. Ewana timê hazir in bi hespên xwe va bêne hewara kesên di derê teng da, ewana wek hespên baz difirin, tu dibêjî qey bi xweyê xwe ra dipeyîvin, şêwrên bi aqil didine wan. Di sitiranên kurdî yên mêranîyê da mêrxas û hesp bi hev ra dikalin, dipeyîvin. Hinek caran man û nemana mêrxas bi hespê wî va girêdaye. Dema mêrxas dimire, hespê wî dibe tevgelê şînê, kotel lê girêdidin û digerînin. Û hema di cî da li ser mêrxas û mêranîya wî sitiranên nû disêwirin, di wan sitiranan da him pesinê mêrxas, him jî pesinê hespê wî tê dayînê. Paşê li ser mexberê mêrxas heykelê hespê bi zîn datînin.

Destana kurdî six bi wî warî ra girêdaye, ku kurd lê dimînin. Dengbêj û hunermendên destanan dema rex berpalên çiyan, kanî û çeman, şadirwanên sar, ku dikine xulexul, şevên bi sitêrkan va tijî derbaz dibin, berhemên xwe wisa sade û tabiyî disêwirînin, wek wê ava zelal, ku ji binê erdê dertê. Mêrxasê ku bi rû va yekî eshabe û eblû ye, ji bedewîya tebîyetê diguhêre, dibe helbestvanekî nazik. Ev sitiran gelek nisletên şivan û gavanan ra berbihêrî û lezeta baş anîye. Di nav folklora kurdan ya dewlemend da ew destanên mêrxasîyê cîyekî taybet digirin, ku piranîya wan ji emir hatine hildan û bûyerên bûyî ne û mêrxasên wan, ku di dîroka kurdan da roleke mezin lîstine, ji gel ra bêlî ne.

“Tu bûyareke di nav jîyana kurdan da pirî-hindikî eyan bê guhdarî namîne,- nivîskarê ermenîyan yê bi nav û deng Raffî dinivîse.- Sitirana gelêrîyê him mêranî, him jî tirsonekî tîne ber çavan. Eger yek di şêr da qelsî kirîye an jî ji deşta şêr revîye, rojtira dinê jin û keçên eşîrê kilaman davêjine ser wî, qerfê xwe pê dikin, ew rûreş dikin. Ew sitiran li her deran bela dibe û her kes wê sitiranê distirê”8.

Mêrxasên sitiran-destanan şivan, heywanxwedîkir, nêçîrvan in; ev mêrxas di nav gel da xwedî hurmeteke bilind û qedirekî mezin in, ji ber ku ew kul-derd û daxazên milet tînine ser zaran. Eger gelê sade di sitiran-destanan da merivên paqij û helal xuya dikin, lê em vê yekê nikarin derheqa desthilatdar û serekeşîrên kurdan da bêjin. Evên dawî di sitiran-destanan da wek mixenet, berk, sext, qelp xuya dikin.

Bekirê Ewanê di destana “Mem û Zîn”ê da gunehkarekî wisan e, ku di rûyê wî da mêrxas mirine. Ew yekî wisa pîs e, ku di gorê da jî nahêle Mem û Zîn li wê dinyayê bi mirazê hev şa bibin. Ew dibe dirîyê orta kulîlkên ku li ser mezelê wana şîn bûye. Eva qerfekî gelekî xurt e.

Di nav sitiran-destanên kurdî da têma şerê ji bo azadîyê yê himberî dijminan cîkî taybet digire. Di wan da hişyarbûna gel û xwefemdarîya milet, hevgirtina eşîretan zelal xuya dibe. Mêrxasên milet di sitiranan da ne ji navê eşîra xwe, lê ji navê miletê xwe mêrxasîyan dikin. Ewana ji bo xatirê azadîya gelê kurd û namûsa miletê xwe şer dikin û şehîd dibin.

Dîrokzan şeref-ed-Dîn, Îskender Mûnşî û Arakêl Davrîjêsî derheqa jîyana dijwar û kesîb ya gundîyên Tirkîyê û Îranê da di sedsalên 16-17an da nivîsîne. Ewana herwiha derheqa serhildanên gel yên biçûk û mezin da jî nivîsîne. Di nav wan da serhildana Celalîyan ya here mezin bû. Yek ji serokên serhildanan Koroxlîyê navdar bûye, ku derheqa mêrxasîya wî da gelek sitiran hatine sêwirandinê û destan hatine nivîsarê.

Navê “Celalî” bi erebî tê maneya “kesên ku serî hildidin, yên mêrxas”. Çend eşîretên kurdan bi wî navî eyan in, wek Celalî-Sekanlî, Celalî-Banokî, Gêylanî-Celalî9.

Pey vê serhildanê ra çend herêmên kurdan yên mayîn da jî milet serî hilda. Ji wana ya here bi nav û deng serhildana kela Dimdimê bû, ku ji çiyayê Têrgewarê li Kurdistana Îranê, ser sînorê Tirkîyê destpê kir. Malûmatîyên derheqa vê serhildanê da di berhema zanyarî ya Îskender Mûnşî “Tarîx-î alamera-î Abbasî” da hene10.

Destana kurdan ya bi nav û deng “Dimdim” bi van bûyeran ra girêdayî ye. Şah Abbas hewil dide bi her awayî mêrxasê kela Dimdimê Xanê Çengzêrîn bîne rayê. Lê Xanê Çengzêrîn bi kuran va bi mêranî şer dikin û di şerê newekehev da bi mêrxasî şehîd dibin.

Him di vê destanê da, him jî di destanên mayîn da, rast e, mêrxas şehîd dikevin, lê milet xwe ji şerê ji bo azadîyê nade paş.

Di sitiranên kurdan yên êpîkîyê da bi mêran ra tevayî, jin û dayîk jî distirên. Jina kurd bi aqil û dûrdîtî ye. Dema rojên oxirmên giran, ew jina nazik dikare bibe weke gureke har. Ji bo nimûne, Werdeka ji sitiran-destana “Kerr û Kulik”. Mêrxasa milet kubar e, hazir e ji bo xatirê namûsa xwe û merivên xwe şehîd bibe, lê teslîm nabe. Keça kurdan dikare ji bo azadîyê rehê xwe jî bide. Ew dikare bê rezadilîya dê û bavên xwe bi xortê hizkirî ra bireve, here mala wî û gorî qanûnên milet, tu kes nikare wê ji mal derxe. Jîyana van keçên mêrxas di sitiranan da bi xurtî têne pesinandinê. Mêrxasên wisa ne Xecê û Sîabend, Mem û Zîn, ku bûne nimûneyên baş ji bo wan kesan, yên ku seba xatirê evînê û hizkirinê bi mêranî ber xwe didin û bi wê yekê va derdikevine dijî erf û edetên kevin yên ziyandar.

Di zargotina (folklora) kurdî da paqijaya gel, mêvanhizî, ruhmezinayî, kubarî, qedirgirtina mezinan, mêrê malê, ku hazir e bona xatirê mêvanê xwe emirê xwe jî bide, zelal xuya dibe. Eger dijmin xwe davêje malekê û piştgirîyê dixweze, malxwê malê dijminatîyê ji bîr dike, di hewara mêvanê xwe da tê û piştgirîyê dike.

Mêrxasê sitiran-destanên kurdî helal, rastgo û bi nan û xwê ne. Ewana derewan, mixenetîyan û bêbextîyan nakin, ewana rastgo, kubar in û ji mirinê natirsin.

X X X

Efrandarîya gel ya bi zar ya dewlemend heta îro jî rind nehatîye lêkolînê. Rast e, li Ermenîstanê çend berevokên nimûnên zargotina kurdan bi zmanê ermenî derketine, lê heta niha jî berevokên zargotina me bi rûsî derneketine. Tenê çend nivîsên cuda li hinek pirtûkan û weşanan da çap bûne.

Bona em gelê rûs û gelên din yên Yekîtîya Sovêtîyê bi zargotina xwe ya dewlemend ra bikine nas, me ev berevok amade kir.

Di karê wergera sitiran-destanên zargotina me ji kurdî ser zmanê rûsî da ev kes alî me kirine: Erebê şemo, kurdzanên navdar doktor Qanatê Kurdo, Î. Sûkêrman, O. Vîlçêvskî, M. Rûdênko û şayîrê kurd X. Mûradov.

Xênji wergerên sitiran-destanên kurdî, di berevokê da notayên wan awazan jî hene. Gava meriv guh dide sitiranên wisa, meriv şivanê zane bîr tîne, ku bi bilûra xwe kerîyê pêz ji cîkî cîguhêzî cîkî din dike, kerî dibe ber avê, paşê wisa li bilûrê dixe, ku pez mexel tê. Kîjan kurd sitirana “Bêjingbirê” nizane? Em vê yekê dikarin derheqa sitirana “Bêrîvanê” da jî bêjin, ku sertaca efrandarîya gel e. Di wê sitiranê da pesinê keça kurd a nazik û bedew tê dayînê. Hêza sitirana “Bêrîvanê” wî çaxî tam tê ber çavan, dema wê sitiranê li wêderê dibihêyî, ku ew lê xuliqîye, derbaharê, gava şivan li bilûrê dixe an jî kolozê xwe qot dike, tilîyê xwe dike guhên xwe, bi dengekî zîs distirê.

Dema meriv li deşt û çolan digere, ew dengê xweş dikeve guhê merivan. Ew rêncberên kurd in, ku distirên. Tu dibêjî qey xwelîbêcerkir bi wê sitiranê xwelîyê bi bereket dikin. Di dema xwe da kompozîtorê ermenîyan yê bi nav û deng notayên wê sitiranê bi têkstên bi zmanên ermenî û kurdîya bi tîpên latînî nivîsîne.

Di berevokê da têkstên kurdî yên sitiran-destanên kurdî û şirovekirinên anegor yên lazim hene.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev