Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Ewê 50 salan xizmetî çand û edebîyeta kurdî kir

Guhdarên hêja wek her rojên yekşeman, vê carê jî hûnê ji rêzenivîsa “35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” derheqa jînenîgarî û berhemên nivîskar an jî helbestvanekî me da guhdarî bikin. Îro emê behsa jînenîgarî û berhemeke niväskar Sîma Semend a bi navê ”Guman” bikin, ku gelek salan yek ji karmendên radyoya kurdî ya Rewanê bûye.

Hûn vê gotarê dikarin bi deng jî bibihên.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e. 

Têmûrê Xelîl derheqa Sîma Semend da  

Emê îro cara pêşin we bi jînenîgarîya nivîskareke kurd, ronakbîr Sîma Semend ra bidine naskirinê, paşê emê serpêhatîyeke wê ya bi sernavê “Guman” raberî we bikin.

Sîma Semend di malbeteke wisa da mezin bûye, ku karê çend endamên wê di hêla pêşketina çand û edebîyeta me da pir bûye. Wek ewê bi xwe digot, tesîra wana li ser wê gelek bûye. Bavê wê – Semendê Elî Sîabendov yekemîn kurdê cihanê bû, ku ji bo mêranîya di şerê dijî faşîstên alman da xelata “Mêrxsaê Yekîtîya Sovyet” wergirtibû, gelek salan bûbû wezîrê dewleta Ermenîstanê, serekê beşa kadroyan ya wezîreta malhebûna gundîtîyê. Xwedî gelek berhemên kurdî yên edebî bûye, ku di nav wan da ya here berbiçav destana “Xecê û Sîabend” e. Mêrê Sîmê – Karlênê Çaçanî, zanyar û helbestvanekî naskirî ye, doktorê dîrokê ye. Gelek salan serwêrî li Komela nivîskarên kurd li Ermenîstanê kirîye, xwedî gelek berhemên derheqa dîroka kurda û Kurdistanê ye û çend berevokên helbestan dane çapkirin.

Xanima vê malê – Sîma Semend weke 30 salan di beşa radyoya kurdî ya Rewanê da rêvebirîya gelek bernameyên edebî kirîye, herwiha nivîsên ji bo zaran amade kirîye, rêportaj û hevpeyvînên balkêş raberî guhdarvanan kirîye.

Sîma Semend sala 1933an li Ermenîstanê ji diya xwe bûye. Kal û bavên wê mihacirên ji welatê kal û bavan – Kurdistanê bûne. Eşîra wan ya Rojkîyan berî 180 salan ji Bitlîsê xwe li riya mihacirîyê girtin, gelek zehmetî û dijwarî dîtin, heta xwe gîhandine Ermenîstanê, ku wê demê di bin desthilata Împêratorîya Rûsîyayê da bû. Hema li vî welatî şên û aza da ew destbi xwendinê kir, ûnîvêrsîtêta dewletê xilaz kir. Û heta dawîya jîyana xwe, sala 2008an, meha çileya paşin, xizmetî gelê xwe kir.

Ewê gelek berhemên edebî, xwesma serpêhatî nivîsîn û bi berevokên cuda dane çapkirin. Yek ji wan ya bi sernavê “Xezal” ewqas li serokê weşanxaneya “Nûdem”ê, nivîskarê navdar – Firat Cewerî xweş hat, ku ewî ew pirtûk ji herfên kirîlî guhartin ser tîpên latînî û ji nû va bi kurdî da çapkirinê.

Sîma Semend bi van karên ji bo milet kardar û kêrhatî ra tevayî çar keçên kurdan yên delal mezin kir, wek dibêjin, fira xist, da ber xwendinê. Mala wê bi mêvanhizîyê va deng dabû. Dergehê wan xwesma ber wan hemû kurdên ronakbîr vekirîbû, ku ji welatê kal û bavan dihatin. Hemû neferên malê bi kurdî hatine perwedekirin, bi kurdî mezin bûn.

Guhdarên hêja, belkî we bi xwe jî dengê Sîma Semend bihîstibe, ji ber ku gelek caran ewê nivîsên xwe bi xwe bi radyoya Rewanê dixwendin. Xwesma ew bûbû hizkirîya zarokên kurd, dema ewê di heftêyê da carekê bernameyek ji bo wan hazir dikir. Em bikine bîra we, ku hûn vê bernameya me jî dikarin bi Întêrnêtê guhdarî bikin. Lê kê ku bixweze vê gotarê wek nivîs bixûne, ew jî li ser malpera radyoya bi zimanê kurdî ya “Dengê Rûsîyayê” heye.

Îro ji berê zêdetir jinên kurdan bi karê edebîyetê va gîro ne, berhemên delal dinivîsin û çap dikin. Em hêvîdar in, ku piştî vê bernameya me ya derheqa dota kurdan ya delal – Sîma Semend û berhema wê da, gelek jinên kurdan wê xwe li riya nivîsa berhemên bi zimanên kurdî bigirin û keda xwe bikine nava pêşketina edebîyeta me, da ku ew gul vede û pêş bikeve.

Niha jî berhemeke wê bixûnin

Guman

Rojeke meha gulanêye xweş bû. Kulfetek ber pencerê sekinîbû, kûr û dûr difikirî, ro dikir-dipîva. Merîya, ku dêmê wê dinihêrî, tê derdixist, ku ew di keçanîyê da gelekî bedew bûye. Çevêd reş, birûyên qeytanî di ser da şede. Lê ji wan çevêd reş gelek hêsir barîbûne ser sûretê wêye qerqaşe notlanî berfa yekşevî, lê hinarêd sûretê wê ji wede zûtir çilmisîbûn.

Serhatîya emirê wê zelûlî bûye; ewê rojeke xweş ne dît. Gava 7-8 salî bûye, diya wê dimire û ew dikeve ber destê dêmarîyê, ber tan û niçên wê. Bav jî tê guhastinê. Ew jî di qîzê da dikeve. Lema cimaet dibêje: ”Dê bû dêmarî, bav bû kavarî”. Heta çardehsalîya xwe ew di mala bavê da bû. Ewê ji xwendinê gelek hiz dikir, lê nehîştin ew bixûne; dane mêr. Ewê dergîstîyê xwe nedîbû, lê cînaran û qewim-pismaman derheqa wî da gelekî baş xeber didan. Gava mêr kir, bû xweyî mal û hal, mêrê wê gelekî jê ra heyf bû.

Ewê ancax çevêd xwe vekiribûn, ancax dewsa xem û keseran kew girtibûn, faşîstên alman avîtine ser welatê me û ji wê rojê da xurê wê kulfeta terr û can av û hêsir bûn. Tevî bi mîlyonan merivên welatê me mêrê wê jî çû ber şêr. Jina bûkîn, dergûşa kurîn di mal da hîşt. Hingê kurê wê – Sûto, şeş salî bû. Zerîfê kur nola ronaya çevêd xwe xwey kir. Gelek çetinayî, rojêd birçî, şevêd bêxew, telî-tengasî derbaz kirin. Lê tu caran gumana xwe ne dibirî, hîvîya Têmûrê xwe bû. Awa Zerîf li ber pencerê sekinîbû û derheqa wan rojên çetin, derheqa Têmûrê xwe, emirê xweyî buhurîyî zelûl da difikirî. Difikirî, ku îdî şer jî xilaz bûye, lê çi ra nameyên mêrê wê nayên, xeberek derheqa wî da tune. Nişkêva dengekî ew ji wan mitaleyan hişyar kir. Ew tê bêjî ji xewê veciniqî; kurê wê – Sûto li ber sekinîbû û nameyek di dêst da bi kel û bîn ji dê ra digot:

-Dayê, eva nameya bavo ye.

Zerîfê zû-zû name ji destê kur hilda, lez vekir, lê destêd wê diricifîn, ber çevêd wê reşevehat. Ewê nikaribû bixwenda. Bi teherekî name vekir û destnivîsara nenas dît. Qidûmên wê sist bûn, cî bi cî rûnişt. Sûto ku ew yek dît, tirsîya, av anî da dê. Ewê vexwar, hinekî ser xwe da hat, paşê got:

-Min digo qey emê ji şabûnan bifirin. Lê şabûna çi? Binhêr, eva destxeta bavê te nîne, yekî dinê nivîsîye. Ez nikarim bixûnim, ka tu bixûne.

Sûto name ji destê dê hilda û xwend, ku Têmûr bê ser û berate unda bûye. Gava Sûto ev xeber xwendin, Zerîf xwe va çû, lê Sûtoyê belengaz sar bû, di cî da ma, nizanibû çi bikira, çi komek bida dê. Ewî name danî, nêzîkî dê bû, ew hemêz kir û ew jî girîya. Ewî dît dê bi xwe va nayê, gazî cînaran kir. Cînar hatin tijî malê bûn, av anîn, derman anîn û bi zor-cefayekî Zerîf ser hişê wê da anîn. Ewê wisa dilûband, digirîya, nav dilê merîyan jor da dianî xwarê, çawa dibêjin, kevir û kuçik dihelandin. Der û cînar jî pê ra digirîyan, çimkî wana zanibû çi hatîye serê Zerîfa hêsîre situxware xêrnedîtî. Ewana nêzîkî wê bûn, ber dilê wê da hatin, lê çi feyde, ewê bawer ne dikir, ewê rind zanibû, ku mêrê wê îdî tu caran venagere, tu caran nava zarêd xwe da rûnanê, çimkî nameyên wisa gelek merîyan sitendibû û ew jî di wê rojê da bûn. Sûto dê hemêz kiribû, ew radimûsa, lava lê dikir, ku negirî. Zerîfê jî ew hemêz kir û gotê:

-Na lawo, na, Xwedê ji min ra dilê rehet ne xwestîye, virhada ezê hê biçerçirim, bextê reşî – reş e. Ji vir şûnda ezê şev û ro li xwe bikim yek, bona nêt û meremên bavê te bînime sêrî. Lê, kurê min, tu bizanibe, derd û kulêd dayka te pir bûn, ev jî ser da zêde bû. Xwedê ez dame bona derd û kulan. Min hemankî çevêd xwe vekiribûn, ew jî Hîtlêrê faşîst nav çevêd min xist, ez situxwar û belengaz kirim, tu jî, ezîzê min, sêwî kirî.

Sûto nizanibû çi bike, çi cûreyî dilminaya bide ber dilê dê, çi bike, ku kula dê hinekî sivik bike. Dê ketibû nava mitalan û gava bîr dianî, ku kurê wê bê bav e, kizîn ji dilê wê dihat. Ber çevêd wê ra rojên buhurî derbaz dibûn, gava Sûto teze jê ra bûbû, Têmûr çawa dorê diçû-dihat, çawa ew hemêz dikir. Gava paşî xebatê dihate malê, hela ji ber derî dipirsî: “Sûto hişyar e, yan raza ye?”. Wextê Zerîfê digot hişyar e, ew şa dibû, ber bi colangê dibezîya, Sûtoyê biçûk hiltanî û radimûsa, pê ra şa û firnax dibû. Wê demê ewî her tişt ji bîr dikir, Zerîfê zorê gede ji destê wî derdixist. Di van mitalan da, ber pencerê rûniştî, destêd xwe tewarkirî xwe ji xwe ra digot: “Ji xêra mala Xwedê ra xwezil te niha derî vekira û qasekê halê min mêze kira”.

Lê dîsa jî, sergirtî be jî, hêvîya dê û kur tam nehatibû birînê, ji ber ku di nameyê da nedihate gotinê, ku Têmûr şehîd bûye. Tê da hatibû nivîsar, ku bê ser û berate winda bûye. Eger winda bûye, hêvî heye, ku dikare bê dîtin.

Ji wê rojê çar-pênc meh derbaz bûbûn. Rojekê jî Sûto ji dê ra got:

-Dayê, nizanim çima, ez gumana xwe nabirim, min tirê bavê minê ese bê. Ez wisa bawer im, tuyê bibînî! Ezê bikevime înstîtûtê bixûnim û bavê minê bê, bi me şa be, wê ji te ra bêje – eferim ji şîrê te ra, te kur mezin kir, da ber xwendinê.

Sûto îdî destpê kiribû întamên bona qebûlkirina înstîtûtê dida. Piştî ku întama xilazîyê jî bi açixî da, bi şabûn derkete der va. Diya wî û apê wî jî şabûna wî texmîn kirin, lê gava pê hesîyan, ku di înstîtûtê da hatîye qebûlkirin, lingên wan ji şabûnan erd ne digirt.

Ewana bi dilekî eşq û şa berê xwe dane malê. Gihîştine ber dêrî, dîtin, ku cînar berevî ber derê wan bûne, şa dibûn, dikenîyan, beşera hemûyan xweş bû. Zerîfê digot qey ew berev bûne bona Sûto bimbarek û pîroz bikin. Lê dest xwe da texmîn kir, ku sebeb ne ew e. Dilê wê bi lez lê xist, ber çavên wê reşevehat, gava bihîst, ku cînar hevra-hevra dibêjin: “Zerîf, çevêd te ron, mizgînîya me ji te ra…”.

Zerîfê digot qey ev hemû xewn e. Çû mal, kete hundur, dît, ku cimaet li wir kimkimî ye û ser kursîyekî merivekî seqet rûniştîye. Zerîfê demekê lê nihêrî, ewî jî li wê nihêrî, te qey digot herdu jî ketine nava gêjgerîngeke hewas. Zerîfê gava dengekî şîrinî nas bihîst, te digot qey ewî dengî ew hilfirande ezmîn. Tenê ev xeber hate ser zaran: “Têmûr…”. Têmûr zef hatibû guhartin, belengaz bûbû, porê wî sipî bûbûn, çev di kor da çûbûn. Hemîn lingekî wî jî tunebû. Zerîfê xwe avîte ser lingê mêrê xweyî silamet, hemêz kir û demeke dirêj wisa ma.

Cînaran texmîn kir, ku Zerîf rê nade kurê xwe, gotinê:

-Zerîf, ne Sûto û Elî jî dixwezin herine rûyê Têmûr, de bes e, xwe bide alîkî.

Zerîf pey demekê ra rabû, û Sûto, Elî xwe avîtine pêsîra Têmûr. Ewî bawer ne dikir, ku ew Sûto ye ewqas mezin bûye. Ewî kurê xwe wisa hemêz kiribû, te digot qey dixweze hizreta salan bi carekê va jê hilde.

Îdî nîvê şevê bû, mala Têmûr ji mêvanan xalî bûbû. Têmûr ber pencerê sekinîbû û mêze dikir, kûr û dûr difikirî. Gundî gişke ketibûne xewa hingorê. Tenê Têmûr hişyar bû. Careke din li neferên xwe nihêrî, ku îdî razabûn, hey vedibeşirî, hey dikewgirî û xewa wî ji şabûnan ne dihat…

Guhdarên ezîz, ji rêzenivîsa ”35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” we vê carê guhdarîya jînenîgarî û berhemeke nivîskar Sîma Semend a bi navê ”Guman” kir, ku gelek salan yek ji karmendên radyoya kurdî ya Rewanê bûye.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev