Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Rojeva Kurdistanê serbixwebûn e

Rojeva Kurdistanê serbixwebûn e

Mehmed Salih Bedirxan

Bidarvekirina Şêx Nemirê Şîe agirê şerê mezhebî yê Rojhilata Nêzîk gûrrtir kir. Erebîstana Siûdî bi darvekirina Şêx Nemir xwest peyamekê tûnd bide cemaata Şîe mezheb û di sere de Komara Îslamî ya Îranê. Qralliyeta Erebîstana Siûdî, Qeter, Îmarat, Kûweyt, Bahreyn bi Mîhwera Şîe re tûşî kêşeyan bûn û balyozgerên xwe ji Îranê vekişanadin. Guman tê de nîne ku Îran û Erebîstana Siûdî ji bo serkirdayetîya Rojhilata Nêzîk di rikberîyê de ne. Şerê rikberîya herdu welatan rikberîya alîyên mezhebî wergirtîye û di navbera komên Şîe û Sunne de li Rojhilata Nêzîk şerên dijwar pêk tên.

Wisa xwîya dike ku mirina Şêx Nemir, ew ê bibe pêngava şerekî navxweyî li Kendava Erebî û welatên erebî tûşî aqûbeta Sûrîyê bibin. Gelheya Erebîstana Siûdî ji sedî 24, gelheya Bahreynê ji sedî 74, gelheya Qeterê sedî 25, gelheya Kûweytê ji sedî 42, gelheya Yemenê ji sedî 38 Şîe mezheb in û ew ê li hember desthiladarîya erebên Sunne mezheb xwepêşandan û tazahûratan birêve bibin. Ji xwe hêza Şîeyên Libnanö, Îraqê tê zanîn û bihêzbûna Beşar Esad a li Sûrîyê jî dibe palpişteke qewî ji bo wan komên Şîe mezheb. Hêzeke mezin a Şîeyan li Pakîstanê jî heye. Medya Îranê gelekî balê dikşîne ser rewşa Bahreynê. Tehlîlgerên sîyasî yên Îranî didin zanîn ku Bahreyna xelkê wê ji sedî 74 Şîe mezheb e, ew ê êdî desthilatdarîya Manamayê qebûl neke. Ne dûr e ku bordûman û şerê navxweyî yê di navbera Hûsî û hêzên bi ser rêjîma Yemenê li welatên din jî belav bibin. Di egereke wisa de ew ê koalisyona Erebîstana Siûdî serperiştîya wê dike komên Şîe mezheb ê ji bo xwepêşandanan derdikevin kuçeyan bordûman bike.

Dîsa di gurrbûna nava vî agirê mezhebî de ew ê kurd çi bikin? Gelo egera wê yekê heye ku şerê mezhebî bi ser Rêveberîya Herêma Kurdistanê jî de were? Yan jî mimkune gelo Rêveberîya Herêma Kurdistanê bibe hevpeymanê Mihwera Sunne mezheb? Hin malperên zimanhalê partî û rêxistinên kurdan navê Rêveberîya Herêma Kurdistanê û Serokê wê Mesûd Barzanî li gel Qeter, Îmarat, Erbîstana Siûdî hildidin û îddîa dikin ku Rêveberîya Herêma Kurdistanê jî parçeyekî alîyên Mîhwera Sunne ye.

Bereksî wan îddîayan, Serokê Rêveberîya Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî berîya bi çend rojan, di kombûna li gel nûner û konsolgerên 36 welatan ê li Hewlerê de eşkere kir ku rageşî û nakokîya mezhebî ew ê xeterên ji DAIŞ’ê mezintir bi ser herêmê de bîne. Mesûd Barzanî tekezî li ser wê yekê jî kir ku arişeyên mezhebî li Kurdistanê tunene û ew rêgirîyê li ber wê yekê dikin û ew ê nebin parçeyekî şerê mezhebî. Barzanî di wê civînê de destnîşanî bi wêrankarîya DAIŞ’ê jî kir û got: “Eger li ser pevçûnên mezhebî israr hebe DAIŞ here jî ew ê ya ji DAIŞ’ê xirabtir derkeve holê.” Li hêla din Berpirsê Peywendîyên Derve yê Rêveberîya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa jî li ser meseleyê di press konferansekê de axivî û wî jî da zanîn ku ew ê nebin parçeyekî şerê mezhebî. Felah Mistefa ragihand ku ew ê nebin parçeyekî rageşîya Rîyad û Tehranê jî û berîya ku ew alozî mezin bibin divê Neteweyên Yekgirtî mûdaxeleyî herêmê bike.

Niha rojeva germ a Rêveberîya Herêma Kurdistanê rapirsîna serbixwebûna Kurdistanê ye. Li gor hin agahîyan, alîyên sîyasî ji bo rapirsinê ew ê li gel hev bicivin û di rapirsînê de yekdeng bin. Di van çend rojên dawîyê de aanûstendinên germ di navbera PDK’ê û YNK’ê de rû didin. Ne dûre ku herdu alî ji bo peymana stratejîk dîsa rêk bikevin. Tê zanîn ku hin endamên Tevgera Goranê jî, ji helwesta hin serkirdeyê Goranê ya li hember PDK’ê û Serokê Rêveberîya Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî aciz in û dixwazin ew arîşeya sîyasî bi dawî bibe. Amaje li ser wê yekê jî heye ku Sekreterê Mekteba Sîyasî yê Xaneqînê, Umran Abdulah Ferec û Berpirsê Peywendîyên Mekteba Sîyasî yê Xaneqînê Erqan Rehim Kerim û 17 endamên partîyê ji ber nerazîbûna hin helwestên serkirdeyan ji partîyê îstîfa kirine. Tê gotin ku PDK’ê jî, bêyî qebûlkirina tu mercên Tevgera Goranê razîbûye ku bi serkirdeyên û Goranê Omer Seyid Elî re bicive û rapirsîna serbixwebûna Kurdistanê li gel wî gotûbêj bike.

Navendeke lêkolînên raya giştî ya bi navê Asûde jî berîya bi çend rojan eşkere kir ku ji sedî 79ê gelê kurd ji serbixwebûnê re dibêjin “erê.” Serokê Rêveberîya Herêma Kurdistanê jî bi civîna li gel nûner û balyozgeran re, careke din israra serbixwebûnê Kurdistanê ji cihanê eşkere kir. Li gel rayedarên Rêveberîya Herêma Kurdistanê gelê Kurdistanê jî gihiştîye wê armancê ku divê çarenûsa xwe ew dîyar bikin û meseleyên herêmê nebin arîşeyên wan. Ew ê di siberojê de hin civîn û kombûnên din ê giring li Kurdistanê pêk werin û rapirsîn weke mijara sereka ya raya giştî ya Rêveberîya Herêma Kurdistanê be gotûbêjkirin.

Êrîşa DAIŞ’ê ya ser navçeyên Rêveberîya Herêma Kurdistanê ne tenê ji kurdan re, ji cihanê re jî îsbat kir ku divê kurd çarenûsa xwe bi destê xwe dîyar bikin.

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev