Malbata Mîr Bad (ji Dewleta Dostikî ya Abdureqîb Yûsuf)

Malbata Mîr Bad (ji Dewleta Dostikî ya Abdureqîb Yûsuf)

Em çapkirina wergerên lêkolîner Emîn Narozî ji dîroka malbet û dewletên Kurdistanê berdewam bikin. Fermo, wergereke nû, a bi sernavê ”Malbata Mîr Bad (ji Dewleta Dostikî ya Abdureqîb Yûsuf)”.

Wergera ji erebî: Emîn Narozî

Babeta malbata mîr Bad jî ji ya hoza wî ne kêmtir tevîhev e. Em di çavkanîyan de li ser malbata wî ji bilî agahên Îbn Esîr ku destpêka jiyana wî weke şivanekî nîşan dide ti agahên dîtir nabînin. Ji ber vê jî ji bo eseyîkirina cihekî civakî yê baş ji malbata Bad re di nav kurdên Şêrwa(nê) de divê em veguhastina Îbn Esîr ya ku ji hinek kurdên himeydî yên hevalên xwe girtîye ji holê rakin. Herweha veguhastinên din ku bi riya veguhêzên (rawîyên) nedîyar weke ku dîroknasekî ew ji devê yê din girtibe belav bûye jî bidin alîyekî, çunkî di rastîyê de veguhêz her yek e û ew jî Îbn Esîr bi xwe ye.

Ji xwe bi nerastderxistina vê veguhaztinê re ji malbatê re jî cihekî civakî yê eşkere derdikeve holê. Digel wê zanîna ku ji bo bidestxisitina payeyeke civakî û rûmetdarî ne şert e mirov ji bingehê malbateke navdar be jî. Lewra di dîrokê de gelek mirov hew bi hêz û birî û şarezahîya xwe, bê wergirtina serfirazî û mezinahîyê bi mîratgirî ji mezinekî jî çawa ku tê îddîa kirin, gihane payeyên bilindtirîn. Weke ku mîrekî şair jî gotîye:

“. . . Xwedê neke ku ez bi dê û bavekî bême navdan”

Yanî yê serfîraz ew e ku bi hêz û çîka xwe gihaye serektîyê ne bi [mezinahîya] dê û bavê xwe.

Min bi xwe ji vê zehmetîyê ji bilî îzbatkirina rastîyeke berzekirî ku ji veguhaztineke navdar î nerast û temsîlî tê, tu tişt nediva. Ew veguhastina ku ji hêla îbn el-Esîr ve di el-Kamilê de ji devê hinek kurdên himeydî hatîye girtin. Çunkî wî gotîye: “Hinek ji dostên min ji kurdên himeydî ku serwextên bi agahên ser Bad bûn ji min re gotin: ´. . . wî (Bad) di destpêkê de pez xwedî dikir û ew yekî camêr î qenc bû, wî pezê xwe serjê dikir û dida xelkê ta ku bi camêrî hat nasîn û xelk li dora wî civîya. [Gava xelk lê kom bû] ew rabû, wî riyan birrî û çi tiştê ku jê re jê hat jî derxist [da xelkê] û koma wî jî bêhtir bû`[1] Ev gotin çendî ku di hinek xalan de weke ya Fariqî be jî lê Fariqî negotîye ku wî pez çêrandîye.

Vêca gava qenc li naveroka vê gotinê bê nihêrin, tê fahmê ku Bad ji malbateke pir feqîr bûye û şivanî kirîye û piştre ji ber tinebûnê û vê malabata belengaz ew bûye rêbirr . . . ta dawî; lê ger em vê gotinê bidin ber bûyerên dîrokî yên cîhanê em dê bibînin ku ew li pîvanên bûyerên tarîxê nayê û bi wan re nayê hember kirin. Ji xwe tiştên girîngtirîn li cem dîroknasan jî ew e ku bi riya daneberhev û hemberkirinê rastî û çewtîya bûyeran ji hev bên veqetandin û ew derkevin holê.[2]

Pîvana me li vê derê berhevdan û hemberkirina pêwendîyên malbatî di navbera malbata Bad û Merwan de ye û li ser yên di navbera famîleya Merwan û ya beşnewîyên desthilatdarên kevn yên keleya Finikê de ye. Çunkî mirovatîya navbera malbata Merwan û ya beşnewî ku li gorî Îbn Esîr[3] diya mîrê Finikê Ebû Tahirê beşnewî qîza Merwan bûye, nîşan dide ku cihekî Merwan yê civakî yê bilind hebûye. Ji ber ku gava em li adetê gelê kurd û bi taybetî jî malbatên arîstokrat binêrin, em dibînin ku ger malbata Merwan jî ne malbateke mezin û bi rûmet bûya ji ber bêhinkûfîyê ev mirovatî di navbera wan de pêk nedihat. Lewra mirovatîya mîrekên finikê[4]yên bihêz tevlî pozbilindî û qedirgiranîya wan bi yekî amî ji kolanê re dûrî hiş û aqil e û qet nebûyî ye.

Li ser mirovatîya navbera malbata Bad û Merwan Fariqî weha gotîye: “Merwanê kurê Lekekê Harbuxtî zavayê Bad bû û çar kurên wî ji xweha wî hebûn. Yê mezin mîr Ebû Elî Hesen bû, yê diduyan Seîd bû, yê sisîyan Ehmed bû û yê çaran jî Kek bû. Ew ji gundekî navbera Sêrt û Madenê bû ku jê re Kurmas dihat gotin û niha jî ava ye. Her zaroyekî wî jî komek zaro ji wan hebûn. Aşekî Merwan hebû ku wî ew dişixuland û ew mezin û pêşikên Kurmasê bûn.”[5] Her weha Îbn Texrebirdî jî eynî tiştî gotîye.[6]

Vêca dema em weha dilbicih bibin ku belê Merwan li gundê xwe û li herêma xwe jî xwedîyê cihekî baş bûye ta ku mîrekên keleya Finikê pê re mirovatî kirine çawa ku me qal kir. Hingê dixuyê ku malbata Bad jî li herêmê mîna malbata Merwan xwedîqedir bûye û hempayê malbata wan bûye. Nexwe ew ne ji malbateke feqîr û di tinehîyê de bûye û ew bi xwe jî ne mîna ku Îbn Esîr dîyar dike, şivanekî kêm û amî bûye.[7]

Ji bilî vê rastîya berbiçav ku ji beramberîya van herdu malbatan tê zanîn ihtîmaleke din jî heye ku ew jî yekbûna van herdu malbatan e û biratîya mîr Bad û mîr Merwan ji hêla bavê ve ye, yanî ji du dê û bavekî bin. Ji ber ku:

  1. Li cem hinek dîroknasan navê bavê herduyan jî Dostik e.
  2. Herdu jî ji hoza harbuxtî ne.
  3. Herdu jî ji yek herêmekê, ji navbera Sêrt û Hîzanê ne, yanî navçeya Şêrwan ku gundê Kormasê heya vê serdema me jî ava ye û navdar e.

Digel ku Fariqî herêma Bad bi Hîzanê tenê sînor nekiriye jî lê belkî gotîye: “Ew ji çîyayê Bahesmê ku di navbera Hîzan û Madenê de ye, derketîye.” Maden bi xwe ne Hîzan e û ji çavkanîyên dîrokî û cografyayên kevn tê zanîn ku Maden dikeve navbera Sêrt û Hîzanê[8]û di navbera wan de Şêrwan heye. Ji xwe rehmetîyê Mihemed Elî Ewnî jî herdu gotinan bi awayê ku herdu mîr ji yek malbatê û bira bûne û Merwan zavayê Bad bûye, yanî mêrê xweha wî bûye, kirîye yek.

Ew weha dibêje: “Merwan bi xweha Bad ya ji dê re zewicî ye, yanî ew [Bad û Merwan] birayê hev yê ji bavê ne lê diya wan cuda ye û xweha Bad [ya jina Merwan] ji bavekî din bûye. Nexwe dewlet ya dostikî ye ne ya dostikî û merwanî ye[9] yanî ew her yek dewlet e ku Bad ew damezrandîye û ji ber vê yekê jî ti sedemê ku hem bi dostikî û hem jî bi merwanî bê navdan nîne. Em dê wê bi dewleta dostikî ku ji navê bavê [hîmdarê wê] mîr Bad tê û piştî wî jî ketîye destê zaro û nevîyên [birayê] wî Merwan, bi nav bikin. Ji xwe diBuxyet el-Telebê de jî – ger ku hevok ne şaş be – li ser biratîya Bad û Merwan weha dibêje: “Nesir ud-Dewleyê birazîyê Badê kurd”,[10] bes mirov nikare vê weke delîleke eseyî bipejirîne çunkî dibe ku hevok şaş be û rasatîya wê weha be jî: “Nesir ud-Dewleyê xwarzîyê Badê kurd”.

Lewra di van berhemên kevn de em rastî gelek şaşîyên weha ku ji hêla çapê yan jî jibernivîskarî ve çêdibin, dibînin. Weke nimûne di Tarîxa Îbn Pitrîq de dinivîse ku “Bad birayê xwe Ebû Elî şandîye alîkarîya Seqlarûs”[11] çawa ku dê di devereke din ya vê kitêbê de gotina wî bi xwe bê dayîn. Dibe ku rast be yanî “kurê birayê wî“ be, lê dibe ku “kurê xweha wî” be jî, ji ber ku di gotina wî ya di r. 210an de: “Mumehîd ud-Dewle kurê xweha Badê kurd e” hatiye.

Li ser bavê mîr Bad û Merwan

Di çavkanîyên dîrokî yên kevn ku behsa mîr Bad dikin hemî de navê bavê wî Dostik e, ji bilî Zeylu Tecarib el-Umemê ku tê de Doşink hatîye, lê pir mimkin e ku ew jî xerabûyê ji Dostik[12] be. Her weha ji bilî el-´Îberê jî ku tê de jî Doştik hatîye dayîn û ji bilîPêşkewtina Mukrîyanî ku tê de jî Doştîk hatîye nivîsîn.[13]

Bes li ser bavê Merwan çavkanî gelekî ji hev cihê bûne; çunkî wan hem Dostik, hem Lekek, hem Kesra û hem jî Mezyed daye. Yê pêşî bi xwe [yanî Dostik] ji hêla Îbn Xellikan ve di jînenîgarîya Nesir ud-Dewle de hatîye dayîn û Îbn el-´Îmad jî hima daye pey û jê veguhaztîye; çawa ku ez-Zehebî jî daye pey rêça wan. Heçî Îbn Xellikan e di jînenîgarîya Nesir ud-Dewle de xwe daye ser agahên Fariqî (Îbn el-Ezreq), weke ku wî bi xwe jî weha gotîye. Lê belê di du xalên girîng de ew jê cuda bûye, yek jê navê bavê Merwan e ku Dostik daye, lê di tarîxa Fariqî de navê bavê wî Lekek hatîye; ya diduyan jî gihandina wî [Bad] ya eşîra himeydî ye ku Fariqî ew gihandiye harbuxtîyan. Lê wî sedemê cudabûna xwe jî dîyar nekirîye. Belkî jî di vî warî de wî xwe dabe ser hinek çavkanîyên din ku me ew nedîtibin.

Gelek çavkanîyên dîrokî yên mîna el-Kamil, el-´Îber, Zeylu Tecarib ul-Umem, el-Muxteser fî Exbar el-Beşer û el-Bîdaye we-l-Nîhayeqet behsa navê bavê Merwan nekirîye.[14] Lê Lekek bi xwe di tarîxa el-Fariqî de yek carekê derbas bûye çawa ku di gotina wî bi xwe de jî bihurî.[15]

Ez bi xwe dibêjim ku ger navê bavê Merwan ne Dostik be ew ne Lekek e jî, çunkî ew di dîroka kurdan de û di cihekî din de jî nehatîye dîtin û ne jî bihîstin. Her weha ji xwe maneya wê jî nedîyar e û ji ber vê yekê jî ez dibêjim Lekek xirabûyê Kek e û li gorî vê jî divê hevok: “Merwan îbn el-Kek” be, lê piştre “e”ya wê ketibe û mabe Merwan îbn Lekek û weha hatibe weşandin.

Ji xwe ew keka ku di kurdî bi maneya birayê mezin tê di dîroka kurdî ya nû û kevn tev de weke nav hatîye bikaranîn. Nimûne mîrê Eqreyê (Akrê) Mibarezedîn Kek navdar e ku di dîrokê de derbs dibe û di sedsala 7/13an de jiyaye. Herweke ku Merwan bi xwe jî navê kurekî xwe danîye Kek û dibe mebest jê jî jiyandina navê bavê wî be.

Fariqî ji carekê bêhtir navê kurapê Nesir ud-Dewle gihandîye bapîrê wan Kek û navê pênc apên Nesir ud-Dewle yên birayên Merwan daye ku nivîsîna vê yekê jî çend caran di dîroka wî de[16] ji me re eseyî dike ku bavê Merwan Kek bûye û ew ne Kek îbn Merwanê birayê Mîr e. Lewra di tarîxa Fariqî ya çapkirî de behsa yê dawî ji carekê pê ve ew jî di r. 59an de nehatîye dayîn û çawa ku tê texmîn kirin yan ew bi zarokî mirîye, yan jî ev nav bi şaşî ketîye wê tarîxê.[17] Herweha Fariqî navê bavê Kek jî daye me, yanî navê bapîrê Merwanê bavê mîran ku ew jî Kek e. Wî gava navê kurapên Nesir ud-Dewle nivîsîye, gotîye: “Mîr Merzûban îbn Belaşû (Belaşo?) îbn Kek îbn Merwan jî ji wan e”, lê wî ew nav bes carekê gotîye. Vêca ger ew jî ji ber şaşiyên nivîsînê filitî be.

Digel ku ez di neseba dostikîyan de bawerîya xwe bi Fariqî tînim jî lê dîsa ez nikarim gotina wî di ser dervayê tarîxa wî re bigirim, çawa ku ez nikarim dîtina Îbn Xellikan û ya yên din jî di ser ya wî re bigirim. Ji xwe babet jî ne dûrê şaşî û tevlîhevîyê ye, weke ku bi şaşî piştî gotina Bad îbn Dostik gotibe “Merwan îbn Dostik”, yan jî ji ber mirovatî û pêwendîya Bad û Merwan û zaroyên wî texmîn kiribe ku Merwan bi xwe birayê Bad e. Lê heçî Kesra bi xwe di Nicûm el-Zahîre de derbas dibe, lê ew jî dibe ku şaşîya çapê be, lewra şaşî û kîmasîyên weha di vê kitêbê, di çapa Misrê ya sala 1954an de pirr in.[18] Bes Mezyed bi xwe di Tarîxa îslamê ya mezin ya destnivîs r. 97an de derbas dibe.[19]

Dibe ku Mezyed ji hêla çapê ve xerabûyê Merwan be jî, Lê belê hêvî heye ku ev cudahî dîyar bibin û ev belkîyên han jî di pêşerojê de ji holê rabin. Ew jî bi derketina bapîrê Merwan yê rastî, yan jî bi dîtina yek ji berhemên dewletê li ber navê wî yan jî navê kurekî wî yan jî yê nevîyekî wî çêdibe. Yan jî bi ditina hinek çavkanîyên mîna el-Camî´ el-Tewarîxa Tebîb Ebû Nesir et-Tikrîtî ku heya niha neketîye destê me.

Destdanîna Dewleta Biweyhî ya ser Kurdistana başûr û navîn

Piştî ku ´Adud ud-Dewle li Îraqê dest danî ser hikim û di sala 367/977an de[20] ew ji destê ´Îzz ud-Dewle Bextîyar derxist, wî qesta bidawîanîna Dewleta Hemdanîyan ya Mûsilê, Kurdistana navîn [navenda Kurdstanê] û beşek ji Kurdistana başûr [başûrê Kurdistanê] kir. Ew bi fermandarîya hêzeke xurt ve ber bi Mûsilê ve çû û dest danî ser. Mîr Ebû Texelubê Hemdanî[21] ji ber şikîya û revîya Nisêbînê, lê wî di rîya Sincarê de hêzeke leşkerî xiste pey û yeke din jî di ser Cizîra Botan re (Cezîreya îbn ´Umer) bi dû xist. Ebû Texelub nikaribû xwe li ber leşkerê biweyhîyan ragire û rabû çû Farqînê, ji wê derê jî çû Bedlîsê. Fermandarê hêza biweyhîyan ew bû ku li pey Ebu-l-Wefa Tahir îbn Mihemed bû. Ebû Texelub dû re zivirî Heseniyê (Zaxoyê) û ji wê derê çû keleya Kewaşê[22] û keleyên kurdan yên din yên herêma Behdînan. Wî malê xwe yê ku li wan keleyan hebû bir û berê xwe da Bedlîsê, ji wê derê jî çû Hisin Zeyad (Keleya Zeyad) û Xarpûta navenda Elazixê (el-Ezîzê). Armanca Ebû Texelub ew bû ku alîkarîya leşkerî ji bîzansîyan wergire, lê gava ji wê bêhêvî bû hingê rabû zivirî bajarê Dîyarbekir (Amedê).

Ebu l-Wefa bi xwe dora bajarê Farqînê girt û piştî dorpêçana nêzî sê mehan û parastineke çê ji hêla walîyê wê Hezarmîr ve dest danî ser. Dû re jî piştî reva Ebû Texelub jê dest danî ser kele û bajarên Dîyarê Bekir hemî digel bajarê Dîyarbekirê. Îcar bi vî awayî jî çi bigir hikmê Dewleta Biweyhî gihîşt vê beşa Kurdistanê hemî ku ew jî di sala 368/979an de bû. Her di wê salê de ´Adud ud-Dewle leşker şand ser herêma Behdînan ya ber hikmê wîlayeta Hekarîya (li gor nasînên kevnar) û keleyên wê hemî vegirt. Keleya Kewaşê, Hirorê (keleya Qumrî ya ku dikeve Berwarîya jorî), Melasê, Berqê û Şabanîyê[23]

Di sala 379/990î de serwerê biweyhîyan leşker kişand ser herêma Şehrezorê ku bi vê yekê jî Dewleta Biweyhî dest danî ser Kurdistana Başûr [Başûrê Kurdistanê] û Kurdistana Navîn [Navenda Kurdistanê] bi tevayî.
Riataza.com

[1] Ibn Esir, el-Kamil, 9/210.

[2] Mebest ji qiyasê daneberhev e ne ku pîvana (qîyasa) mentiqî yan jî usulî ye.

[3] Ibn Esir, el-Kamil, 9/210.

[4] Finik: gundê Finikê ku niha di şikeftên wê de heft malbat bi tenê dijîn bi qasî 15 kmyan li nêzî bakurê Cizîra Botan dikeve û li ser qeraxê rojhilat yê çemê Dîcle dimîne. Ev li navsera zincîra çiyayê Reş ê ku ji ber çemê Bênatê ber û berê Dîcle dirêj dibe heya devtenga Qesrika Gêlî ya ku dikeve navbera wê û zincîra Cûdî.

Finik bi xwe bajarekî kevnar e û berhemên kevn lê hene, di çavkanîyên dîrokî û cografî yên serdema îslamê de bi navê (Penyaka-Penk) hatîye û niha jî du tîmsalên ser kevir yên serdema persîyan (farisan) li Finikê têne dîtin. Çawa ku em dizanîna me ku serdema persîyan (Eşkanîyan) ji nîvê sedsala sêyemîn ya berî Îsa dest pê dike û heya sedsala sisiyên piştî Îsa didomîne. Berhemên bajarî û gutlek ji sûra wê ya saxlem ji hêla rojhilat û başûr ve xwiya dibe û sûra wê ya başûr bi qasî bîst metreyî ji Dîcle ne dûr e. Çemê Finikê ku dirêjîya wî ji kîlometreyekê kêmtir e bajarî dike du beş.

Keleya Finikê bi hemî avahiya xwe ve ji serê çiyayekî tek ku dikeve raserî rojavayê bajêr, tê dîtin. Ew çiyayekî gilover û nebînayî ye ku nêzî sêbeşên bilindîya wî bi kevirekî qatqatî, şeqkirî û mîna dîwarekî çêkirî dorpêçayî ye. Ji xwe agahên tarîxî yên li ser Finikê ji dema îslamê ve ne hindik in û gelek behsa wê di berhemên dîrokî de jî tê kirin. Ew navenda beşa bakurê Botan bûye û heyanî malbata Azîzan mîrîtîyê nebiribû bajarê cizîrê, ew navenda mîrnişînîyê bûye jî. Dîroknas behsa mîrîtîya beşnewî ya Finikê ku malbata beşnewî (beznewî) ava kiribû, dikin. Dîroknasan navê Beşnewî li kurdên wê beşa Botan danîne, lê ya rastî ew navê malbateke tenê bûye ku li Finikê û der û dorên wê rûniştiye. Niha jî malbateke belawela bi navê Bernewî li gundên mîna Hînema [û yên din] hene ku eşîra Harûnan lê rûdinê.

Mîrê şair Huseynê kurê Dawidê Beşnewî di qesîdeya xwe de nivîsîye ku mîrekên Finikê mihranî ne çawa dê di jînenîgarîya wî de jî bê gotin. Ji vê jî dîyar dibe ku beşnewîyan bi hindakayî be jî heya sedsala dehan/şazdehan jî keleya Finikê û mîrîtîya xwe parastîye û li hemberî desthiladariya malbata ezîzan têkoşîn daye ta ku mîrekên Cizîrê Finik vegirtîye û ew jê qewirandine herêma Heskîfê (Hesenkeyfê). Ew lê xebitîne ku mîrnişînîyekê li wê derê ava bikin, lê li gorî agahên Şerefxanê Bedlîsî di Şerefnameyê de dinivîse, ew bi ser neketine.

Her çawa be jî Finik bi cihê xwe yê dilrakêş, bostanê pir, ava xwe ya xilbe mirov şa dike. Digel çemê wê û yê Dîcle çemekî din yê piçûk jî ji hêla rojava ve ji binê keleyê derdikeve. Gundekî piçûk bi navê Kereşa li dawîya şûnwarên bajêr yên kevnare hatiye avakirin. Herweha li kenarê Dîcle yê rojava li hemberî Finikê warên sûreke kevn ku li dora keleya niha ya bi navê Xendekê bû, tên dîtin û gundê Xendeka [Xendûka] nû jî li başûrê wê dikeve.

[5] Ibn Ezreq, Tarîxa Fariqî, r. 59.

[6] Ibn Texrebirdî, en-Nicûm ez-Zahîre, 4/145; di çapa wênekirî ya Dar el-Kutubê, c. 5, r. 69 de, Merwan îbn Dostik hatîye û di c. 4, r. 45 de jî Merwan îbn Kesra ye.

[7] Îbn Esîr, el-Kamil, c. 9, [r.] 13.

[8] Li Tarîx el-Bahîre fî Dewlet el-Atabegîye, r. 66an binêre ku Îbn el-Esîr tê de gotîye Maden dikeve navbera Sêrt û Hîzanê, lê li gorî zanîna me herêma navbera wan Şêrwa ye. Nexwe divê ev Maden di aqarê Şêrwayê de be, çunkî wî gotîye: “Îmadeddîn Zengî di sala 538/1144an de bajarê Tanzê û yê Sêrtê vegirtîye û dest danîye ser bajarê Madena ku misa ji ermenistanê tê, lê tê saz kirin. Her weha bajarê `Hizan, keleya Zoqê, keleya Fetlîsê (Bedlîsê), keleya Batasa, ya Hesa û ya Qerneynê jî vegirtîye”.

[9] Mihemd Emîn Zekî Beg, ed-Duwel we Îmarat ul-Kurdîye, r. 102, nota Mihemed Elî Ewnî.

[10] Îbn el-´Edîm, Buxye t-Teleb fî Tarîxî Heleb, 2/61.

[11] Se´îd îbn el-Bitrîq, el-Tarîx el-Mecmû´ ´ela-l-Tehqîq we-l-Tersdîq, r. 167.

[12] Ebû Şucca´ Ruzrawerî, Zeyl Tecarib el-Umem, 84.

[13] Hiseyn Hiznî Mukrîyanî, Pêşkewtin, r. 60

[14] Bnr. Îbn Xellikan, Wefeyat el-E´yan, 1/159; Îbn el-´Îmad el-Henbelî, Şuzurat uz-Zeheb, 2/29; Şemsedîn ez-Zehebî, el-Îber fî Xeberî men Xeber, 7/97.

[15] Ibn Ezreq el-Fariqî, b. n., r. 59.

[16] Ibn Ezreq, Tarîx el-Fariqî, r. 149, 262, 263, li dara rêzemalbata dostikîyan binêre!

[17] Kek weke kurê Merwan yê çaran di Tarîxa Fariqî ya çapkirî de hatîye nivîsîn, lê di destnivîsa Fariqî de, di wî cihî de ew tune. Nivîskarî cihê navê kurê çaran vale hiştîye, çawa ku edîtor û weşangêrê wê Dr. Bedewî Ebd el-Letîf jî dîyar dike. Lê wî navê Kek li gorî ya çapkirî di 262yan û li gorî destnivîsa “B” jî di r. 90î de bi hevokê “ji wan e mîr Merzuban t. d. . . .”, veguhastîye. Ji ber vê jî ez tu guman tê de nakim ku dê di pelê destnivîsê yê gotî di hejmara “B” de şaşî hebe. Ew şaş bûye, jê werê ev Merwan bavê Mîr e û Kek jî li wê derê kurê wî yê çaran û birayê Mîr e ku nivîskarî cihê wî vala hiştîye ye. Dibe ku Fariqî bi xwe jî navê kurê Merwan yê çaran ku bêdunde (bêziriyet) çûye, nizanibe çawa ku dîroknasekî din jî weha negotîye. Îbn Tuxrebirdî di el-Nicûm el-Zahîre, c. 4, r. 145an de sê kurên Merwan nîşan dane, lê pişt re jê zivirîye û nivîsîye: Ew Hesen, Seîd, Ehmed û birayekî din in. Belkî wî jî Tarîxa Fariqî dîtibe, lê navê kurê çaran nedîtibe.

[18] Îbn Texrebirdî, en-Nicûm ez-Zahîre, c. 4, r. 245.

[19] Destnivîs di biroya midûrê weqfan de li Bexdayê di hejmara 5890î de heye. Kitêb ya ez-Zehebî ye û kurtasî ji Îbn Mela el-Helebî ye. Her weha divê bê gotin ku di Pêşkewtina rehmetîyê Hiseyn Hiznî Mukrîyanî de hinek tiştên ku tu tarîxê ew tesbît nekirîne, hatine nivîsîn. Ji xwe ew di tu çavkanîyan de jî nayên dîtin û wî bi xwe jî çavkanîyên jê wergirtîya nedaye ku ev tişt jî bi jîyana mîr Bad ya pêşî ve girêdayî ne. Ew dibêje: “ Bad di sala 324/936an de li Dîyarbekirê bûye û hê dozdeh salî bûye bavê wî jê re mamosteyekî girtîye ku di du salan de ew fêrî xwendin û nivîsînê kirîye. Wî di diwazde salîya xwe de dest bi fîrbûna pîşeyê cengê kirîye û di sala 339/951ê de jî bi sipaha bavê xwe re li hemberî neyarî tixûbê xwe yê Cizîrê parastîye.”

Ji bo Dostik jî nivîsîye ku ew li dor salên 321/933yan de mezinê hoza xwe bûye û di 328/940î de hinek mêrxasên wî êrîşî ser Dîyarbekir kirine û ew di 339/951ê de gihaye ber Cizîrê. Ew di 348/958an de mirîye û li Sêrtê hatîye veşartin. Ji xwe dê ji xwendevanan re jî dîyar bibe ku ev agahên han hem bi tenê Mukrîyanî nivîsîne û hem jî gava ew vê kitêba me bixwîne û bûyerên herêmê yên wê serdemê jî bibîne dê pê bihise ka rewş çi ye.

[20] Ji bo eslê biweyhîyan û destpêka derketina dewleta wan jî li cihê “têkilîyên derve” binêre!

[21] Ebû Texelub Xezanfer îbn Nasir ed-Dewle îbn Hemdan e û dîya wî Fatîmeya keça Ehmedê kurd e. Ew piştî girtin û zindankirina bavê xwe yê pîr hat ser hikim. Ebû Texelub di sala 369/980yî de hat kuştin.

[22] Keleya Kewaşê dikeve zincîra çiyayê Spî li bakurê Dihokê û rojhilatê gundê Kaşê ku niha jî di “Deşta Silîvanê” de tê nasîn. Kele bi xwe li rojavayê Sêmîlê dikeve pişta gundê Marûnê yê ser rîya Dihok û Zaxoyê. Şûnwarên vê keleya asê ku gelek caran di kitêbên dîrokî de behsa wan hatîye kirin, niha jî tên dîtin. Ev ne keleya Ermiştê (Erdemiştê) ye, çawa ku hejmareke dîroknas û cografînasan texmîn kirîye. Yek ji wan jî Yaqûtê Hemawî ye ku di Mu´cem ul-Buldana xwe de di xala Kewaşê de gotîye: “Kewaş navê nû yê keleya Erdemiştê ye.” Keleya din jî dîsa dikeve rêzezincîra çiyayê Spî navbera gundê Ermişt û Bafîyan û başûrê Zaxoyê ku dûrîya navbera herdu keleyan nêzî deh kmyî ye. Texmîna min ya ji bo sedemê vê şaşêya van dîrokzanan ew e ku piştî piçûkbûna rewşa keleya Ermiştê rewşa keleya Kewaşê jî ji dawîya sedsala sêyemîn/nehemîn ve diyar bû, bi taybetî jî di serdema hemdanîyan de û ji ber ku herdu kele diketin yek rêzezincîrê û nêzî hevdu bûn jî wan texmîn kir ku herdu yek in û Kawaş jî navê nû yê keleya Ermiştê ye. Her weha girîng e ku bê destnîşan kirin ku hinek dîroknasên kurd yên vê serdemê jî yên mîna Hiseyn Hiznî Mukrîyanî di Pêşkewtinê de guman kirine ku keleya Kawaşê, Kawaş e, yanî bajarê Westanê ye ku dikeve ser qeraxê deryaçeya Wanê.

[23] Ibn Esîr, El-Kamil, c. 7, r. 92, 95, 369, 230, 257; Mihemed Emîn Zekî, Tarîxê Kurd û Kurdistanê, r. 133.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev