Radyoya Riataza derheqa jînenîgarî, kar û barê helbestvanê mezin Fêrîkê Ûsiv da

Mîna toxim direşînim pirsêd melûl ser kaxez,

Wê pey minra guldin gelo, bigihîjin, bibin rez?

Yan hêsirê kesî serda wê nebarin wek baran,

Û bêxeda wê birizin, pûçbin, herin bê deng-hes… 

Na bi xêr, birêz û hêja Fêrikê Ûsiv, pirsêd melûl, ku mîna toxima te reşandiye li ser kaxez, tu car narizin, pûç nabin û naçin bê deng û hes. Her şêrekî te mîna cewahira giranbaha kete nava xezîna wêjeye gelê me. Netewe meyî şêkirdar, maşoqê hunurê te berbi bîranîna te, kiryameta te temene dibin.

Di nava ezmanê helbestvanîya kurdên Sovêta berê de, di sedsala 20an da (jê re dibên sedsala rênêsansa poêzîya kurdên Sovêta berê) çend stêrkên geş derketin, yek ji wan stêrkên here geş ya Ferîkê Ûsiv bû… ya ku li ezmana poêzîya kurdî da şewq vedide. Hezar mixabin, 19 sal berê têla emirê Fêrîkê Ûsiv hate birîne… şayîrê gorbihuşt 63 saliya xwe da xatirê xwe ji vê cîhana ronik xwest. Ewî dikaribû bi sedan helbest biefirandana û gelek berhemên giranbaha pêşkêşî xezîna edebiyeta kurdî bikira, eger ne mirina wiye bêwext bûya sala 1997an.

Bi rastî jî mirov bi bihîstina û bi xwendina helbestê wî têr nabe. Şayîrê mezin Fêrîkê Usiv bi hestê xwe êş, evîn, hêvî, derd, kul, xweşî û nexweşiya xwe tîne der û bi hest û xeyalên xwe asoyên berfireh diafirîne. Ji bona kûr femkirina êş û jana helbestvan, dibê berhemên wî baş nas bikî, kêm-hindikî jîyana wî nas bikî. Wan salên dawîyê ji ser Fêrîkê Ûsiv her ciqas gotar hatine nivîsandinê, û bêguman pêşerojê de wê dîsa bêna lêkolîn kirin û nirxandin, dîsa jî min xwest vê bernameya xwe ya çend sal berî wê amadekirî derheqa jînenîgarî, kar û barê helbestvanê hizkirî Fêrîkê Ûsiv raberî we bikim. Min xwest em îro jî bikevin nava derûnîya hestê wî yên nazik û xweş, poêzîya wî ya delal .. 

Em bi hêvî ne ku stêrka Fêrikê Ûsiv li asîmana helbestvanîya kurdî de herdem wê biçûrise û ber bi rêza helbestvanên klasîkên cîhanî va here, ji ber ku poêzîya Fêrîkê Ûsiv deranîna hestê mirovî ye, ronahiya rûh e, evîna bêsînor e…
Kerem bikin guhdarîya bernameya radyoya Riataza derheqa jînenîgarî, kar û barê helbestvanê mezin Fêrîkê Ûsiv bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev