Dersên Şengalê

Dersên Şengalê

Tosinê Reşîd

Berî komkujîya Şengalê, me çend kesên ji Yekîtîya Sovêta berê, ji Serokê Rêvebirîya Herêma Kukrdistanê M. Barzanî, Serekwezîrê HK N. Barzanî û serokê parlamênta HK dok. M. Yûsûf re nameyeke vekirî şand. Bi gelek pirsên mayîn re tevayî, me ji seroketîya Herêma Kurdistanê dixwest, wekî  jimara êzdîyan di hêzên pêşmergan de bê zêde kirin, li deverên êzdî piranîya rûniştvana ne, berpirsên partî û hukumatê, gor jimara wan, êzdî bîn. Gelo nema me rola xwe lîst, yanê na, ez nizanim, lê pirsa zêde kirina jimara êzdîyan di hêzên pêşmergan de kete gotûbêjê. Lê êdî dereng bû.

Gava Daîş ê êrişî Şengalê kir, berpisên partîyan û hukumatê êdî ne li wir bûn, piranîya hêzên pêşmêrga jî, bêyî gullekê agir bikin, ji Şengalê vekişîyan.
Vekişandina pêşmêrgan bi tu aweyî nayê efû kirin. Ew ji bo çi gênêral  Îsmaîl Melle Mihemed, ku wek gênêral Simê tê naskirin, dikaribû bi 20 pêşmergeyan ve li Şengalê bimîne û şerekî mirin-mayînê li dijî Daîş ê bike, lê gênêralên mayî, bi pêşmergên xwe ve, wê vekşîn? Gor gotinên gênêral Simê, roj hebûne, wekî di navbera wan û Daîş ê de 10 mêtro bûye. Wan li çavê mirinê nihêrîye, lê nerevîne.
Mêrxasên êzdîya; Qasimê Şeşo, Qasimê Dirbo û çendekên mayîn, bi tivingên kevne ji malan berevkirî, bi desta çekdarên ku di nav wan de naşî û kal jî hebûn, karibûn mezergeha Şerfedîn û çênd deverên pîroze mayîn, heta rizgar kirna Şengalê, biparêzin.

Û dersa Şengalê ye yekemîn ew e, wekî pêşmerge û berpirsên li Şengalê êzîyên cîh bûna, wê tu carî jin û zarên xwe, gund û bajarên xwe usan bi hêsanî destê dijmin ve bernedana. Wê qet na ewqas ber xwe bidana, heta xelkên sîvîl xwe bigîhanda çîya. Û bi hezaran keç û jinên êzdîya wê neketana destê Daîş ê û ew zulm wê li wan nehata kirin. Bi hezaran mêr, jin û zarên êzdîya wê nehatana kuştin.
Piştî êrişên Daîş ê ye hovane, piranîya êzdîyên Şengalê berê xwe dane çîyayên Şengalê. Lê zûtirkê ew çîya jî ji alîyê Daîş ê ve hatin dorpêç kirin û hêsîrên êzdîya, ber germa havînê, bê sitar, bê xurek û av man. Çiqwesî jî bi hêlîkoptêran hinek alîkarî ji wan re diçû, lê ji bo bi seda hezaran kesên gihîştibûne serê çîya, kêm bû.
Û hêzên pêşmerge, bi hevkarîya şervanên YPG, karibûn dorpêça Daîş ê biqelêşin û rêyekê ji hêsîrên êzdîyan re vekin. Piranîya hêsîrê êzdîya bi wê rê ji destê Daîş ê filitin û ser Rojava Kurdistanê re berê xwe dane Herêma Kurdistanê.

Dersa Şengalê ye duyemîn jî ew e, wekî dema hevkarîya hêzên kurdan hebe, dikarin pirsgirêkên gelek mezin çareser bikin.
Di dîroka gelên Rojhilata Navîn de dînê îslamê roleke mezin lîstîye û hê jî dilîze. Û kurdên musulman, wek cînarê xwe ye tirk, ereb û faris, bi sedsalan çawan kafir li êzdîya nihêrîne û gelek caran beşdarî komkujîyên wan bûne. Û van bûyaran di bîra êzdîyan de cîhekî gelek mezin girtîye.
Lê îro gelek tişt hatîye guhastin; li Kurdistanê, çiqwes jî bi gavên hêdî, çanda bi pêk ve jîyanê cîhê xwe digre, rûmeta kêmenetewan û kêmeolan tê girtin.
Em ji bîra nekein, êzdîyên Şengalê ye ku ji destê Daîş ê filitî bûn, berê xwe dane Herêma Kurdistanê. Ser Rojava re, ber sînorê Turkîyê re, bi sedan kîlomêtir dane ber xwe û xwe gîhandine Herêma Kurdistanê. Wan bawerîya xwe bi Herêma Kurdistanê anî, rizgarîya xwe li wir dît.
Eva jî dersa Şengalê ye sêyemîn e.

Dersa çaremîn ew e, ku di dîroka êzdîyan de, cara yekemîn kurdên musulman li êzdîya xwedî derketin, kurdên deverên Zaxo û Duhokê, êzdî di xanîyên xwe de sitar kirin, nan û av kirin. Di gelek deveran êzdî heta di mizgeftan de bi cîh kirin. Belê, kêm û kurtî jî hebûn, lê dîsan jî ev guhastinên mezin in, çawan di hişmendîya kurdên êzdî, usan jî di hişmendîya kurdên musulman de. Ev serkevtineke sîyaseta bi pêk ve jîyanê ye.
Piştî komkujîya Şengalê, ji Ji bo rizgar kirina Şengalê, kurdên herçar perçên Kurdistanê şer kirin herçar perçên Kurdistanê û kurdên diaspora yê alîkarî ji şengalyan re hat.. Ev jî dersa Şengalê ye pêncemîn û ya herî giring e.
Ev ders giringîya sîyaseta bi pêk ve jîyanê dîyar dikin û divêt roj bi roj ew sîyaset cîhê xwe di jîyana xelkê Herêma Kurdistanê fire bike.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev