Şingal garantora Kobanê ye

Şingal garantora Kobanê ye

Arif Zêrevan

Nefel — Azadkirina Şingalê di bin serqumandariya serokê hemî hêzên çekdar yên Kurdistanê Mesûd Barzanî de ne tenê destketeka insanî û axê ye ji bo kurdên êzdî lê belê ji bo qedera hemî miletê kurd destketeka cografîk û stratejîk e. Ji îro û pê ve Şingal garantora Kobanê ye jî.

Rewşa berî pênc mehan bînin bîra xwe: Cepheya xêrnexwazên miletê kurd bi desteka Îran, Iraq, Sûriye çar partiyên başûrê Kurdistanê anî cem hev û bi serkêşiya Goranê xwest li Parlamentoya Kurdistanê “derbeyeka qanûnî” li hemberî serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û PDK-ê bike.

Plan ew bû ko Goran, YNK, Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî bi rêya parlamentoyê sîstema siyasî ya Kurdistanê bêyî rizamendiya PDK-ê biguhorin û di heman demê de jî Partiya Karkerên Kurdistanê haziriya êrişeka mezin ya çekdarî li dijî PDK-ê kiribû.

Cepheya xêrnexwazan dê bi rêya qanûnî derbeyeka kujende li serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî daba û PKK-ê jî bi êrişên xwe yên çekdarî dê seranserê tixûbê bakur û başûrê Kurdistanê li PDK-ê bikira cehenem. Yanî plana têkbirina Barzanî û PDK-ê hazir û aktîv bû.

Emerîka û Brîtanya gelekê lêxebitîn ko Goranê û cepheya xêrnexwazan qane bikin da dest ji projeya xwe ya “derbeyeka qanûnî” li parlamentoyê berdin. Cepheya xêrnexwaz yanî cepheya şerker li ser ya xwe israr dikir û rêberê Goranê Noşîrwan Mistefa difikirî ya ko wî û mitefiqên wî nekarîne bi rêya çekdarî li hemberî Mesûd Barzanî û PDK-ê bikin dê vê carê bi rêya parlamentoyê bikin.

Piştî ko Brett McGurkê nûnerê serokê Emerîkayê Barack Obama li Hewlêrê fêm kir ko bi rastî niyeta Goranê û mitefiqên wê xirab e wî cidiyeta meseleyê fêm kir û lewra jî Emerîkayê helwêsteka dostane ji bo miletê kurd nîşan da û li aliyê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî sefa xwe girt.

Bi piştgiriya Emerîkayê plana “derbeyeka qanûnî” li hemberî Barzanî têkçû. Plana êrişeka PKK-ê ya çekdar li hemberî PDK-ê jî bi êrişên balafirên şerî yên Tirkiyeyê li ser Qendîlê û cihên dî têkçû. Ji 22-yê hezîranê û pê ve balafirên Tirkiyeyê bi awayekê berfireh li hedefên PKK-ê yên li hemî başûrê Kurdistanê da û ev bû wekî “ava heyatê” ji bo PDK-ê. Yanî şerê Tirkiyeyê û PKK-ê yê piştî hilbijartinên heftê hezîranê endîrekt xizmeteka mezin ji bo PDK-ê kir û rê li ber plana xêrnexwazên Kurdistanê girt.

Piştî têkçûna plana Îran, Iraq, Sûriye, Goran, YNK, Yekgirtû û PKK-ê ya têkbirina PDK-ê û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî xew li wan herimî û nezanîn çi bikin. Vê carê Rûsyayê hêzên xwe yên taybet li Qamişloyê bi cih kir û têkiliyên xwe yên digel rejîma Sûriyeyê û PYD-ê hêj xurttir kir û heyetên PYD-ê li Moskowayê kir mêvan.

PYD-ê li Moskowayê ji Rûsyayê dixwest ko arîkariya wê bike da Şingalê bi temamî bigire û PDK-ê ji Şingalê derxe. Bi girtina Şingalê hem destê PKK/PYD-ê xurt dibû û hem jî destê Îran, Iraq û Rûsyayê xurt dibû û PDK ji hemî aliyan ve dihat dorpêç kirin. Planeka xêrnexwaz û dijminên Kurdistanê têkçûbû lê belê dest ji xwe bernedabûn û dixwestin bi rêya Şingalê derbeyeka dî ya kujende li Mesûd Barzanî û PDK-ê bidin.

Rewş xeter bû, dem zêde namabû û diviya serok Barzanî û Emerîkayê zû hemleyek kiribûna da rê li ber dijminên Kurdistanê bigirin. Bi Operasyona Azadkirina Şingalê rêberê miletê kurd Mesûd Barzanî careka dî pişta hemî dijminên xwe li erdê da û firseteka nû ji bo avakirina dewleteka kurdî ya serbixwe berpê kir.

Divêt mirov ji bîr neke ko Mesrûr Barzanî wekî kurê babê xwe di prosesa azadkirina Rebîeyê de û azadkirina Şingalê de jî roleka gelek mezin lehîst û xizmeteka mezin ji bo serok Barzanî û miletê kurd kir.

Operasyona Azadkirina Şingalê bi desteka aktîv û xurt ya Emerîkayê 12-ê meha 11an sala 2015an destpê kir û 13-ê mehê Mesûd Barzanî li Şingalê mizgîniya azadkirinê da miletê kurd û alaya Kurdistanê ya 6000 m2 li ser sîloya Şingalê hat hildan.

Medyaya kurdî nemaze Kurdistan24, Rûdaw, Kurdistan TV û Zagros TV bi awayekê zindî ji nêva bajarê Şingalê û ji çiyayê Şingalê weşana zindî kirin û medyaya PKK-ê nekarî vê carê bi îdiayên xwe yên derew rastiya li ser erdê serobin bike.

Bi Operasyona Azadkirina Şingalê tixûbê başûrê Kurdistanê digel Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê fireh bû û ji Pêşxabûrê gehişt heta cadeya 47-ê li ser tixûbê Sûriyeyê. Yanî niho li dor 150 km ji tixûbê Sûriyeyê û Iraqê ketiye bin desthilata pêşmergeyan û hikûmeta başûrê Kurdistanê de. Berî rizgarkirina Rebîe û Şingalê tixûbê başûr digel rojavayê Kurdistanê ne zêdetirî 20 km bû.

Lewra em dibêjin azadkirina Şingalê ne tenê meseleya axê û kurdên êzdî ye. Ev meseleyeka stratejîk ya hemî miletê kurd e û Şingal hêdî garantota Kobanê û rojavayê Kurdistanê ye.

Ji îro û pê ve desthilata başûrê Kurdistanê dikare ji berê gelek hêsanîtir arîkariya kurdên Rojava bike ji ber tixûbê xwe digel Rojava firehtir kir û balansa siyasî jî di berjewendiya miletê kurd de hat guhortin.

PYD dê ji îro û pê ve wekî berê nekare bêminet hespê xwe li meydana Rojava bibezîne û zilmê li kurdên Rojava û rikeberên xwe yên siyasî bike. Her ji niho ve em dibînin ko terefdarên ENKS-ê li hemberî PYD û YPG-ê xwenîşandanan dikin.

Azadkirina Şingalê destê miletê kurd û rêberê miletê kurd Mesûd Barzanî xurt kir. Azadkirina Şingalê rêya serxwebûnê kurttir kir. Azadkirina Şingalê cesaret da kurdên Rojava. Azadkirina Şingalê paşeroja Kobanê û Rojavayê Kurdistanê jî garantî dike.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev