We dizanibû…? – 22

We dizanibû…? – 22

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…folklorîstê kurdan yê herî mezin – Hecîyê Cindî di jîyana xwe da ewqas nimûneyên zargotina gel berev kirine, ewqas gotar nivîsîne û çap kirine, ku gava ew navê wan gişkan da rêzê û weşand, pirtûkeke ji 100 rûpelî zêdetir derket.

…hetanî dawîya sedsala 19an li temamîya Rohilata Nêzîk û Navîn dîroknivîseke jin hebûye, ew jî kurd bûye û navê wê Mah Şeref-xanim Kurdistanî (1805-1847) ye. Navê wê wek dîrokzan û helbestavana kurd ji me ra wek Mestûre jî eyan e. Ewê li ser dîroka mîrîtîya Erdelanê (ya sedsalên 18an û 19an) pirtûkeke hêja nivîsîye û ew sala 1990î bi orîgînalê û wergera wê ya bi zimanê rûsî ji alîyê profêsor Yêvgênîya Vasîlyevayê li Moskvayê ronahî dîtîye.

…Celadet Bedirxan di hejmara 13an ya Hawarê de li ser Selahedîn weha dibêje:

“Di sala 1316/1898an de gava Împeratorê Almanya hatibû Şamê qesda gora Selahedîn kiribû û berî ku bigihe gorê, ji gergeroka peya bûbû û pêleke dirêj [ji bo rûmeta Selahedîn] bi peyatî çûbû ser gora wî. Her ev Selahedîn – mirov û serdarê mezin – Selahedînê me bû, Selahedînê kurd bû. Ji bona mezinahîya miletekî ma Selahedînek ne bes e.”

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev