Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Werin em hinekî jî bikenin – 22

Werin em hinekî jî bikenin – 22

Berevkar: Têmûrê Xelîl

Li hêwirgehê û di trênê da

                         

“EWANA EZ VERÊ DIKIRIM”

Sê heval berî ku trên bê, li xwerinxaneyekê dixwin-vedixwin. Dema hatina trênê nêzîk dibe, ew radibin, berbi hêwirgehê (îstasyon) dilezînin. Dudu ji wan pê ra digihînin, siwar dibin, yek pêra nagihîne û di ser da jî pîrqe-pîrqa wî ye, dikene. Camêrek nêzîkî wî dibe, dibêjê:

-Heyran, hevalên te çûn, tu ji trênê mayî, hela di ser da jî dikenî?

Heval bersîvê didê, dibêjê:

-Yê ku wê biçûya, ez bûm. Ew herdu hevalên min hatibûn ez verê dikirim.

“EWÎ DEWSA MIN YEKÎ DIN HIŞYAR KIRÎYE”

Xortek ji karmenda trênê hîvî dike, ku berbangê seheta 5an wî hişyar bike, ji bo ku di wextê xwe da ji trênê peya be. Kamend pênc deqeyan berî ku sehet bibe pênc, wî hişyar dike. Di odeya wî da yekî polîs jî raza bûye. Evê te xwe şaş dike, dewsa cilên xwe, yên polîs li xwe dike, kumê wî jî dide serê xwe û peya dibe. Hinekî bi rê va diçe, di sîya xwe da dinihêre, ku kumê polîs di serê wî da ne, paşê jî li cilên xwe dinihêre, dibîne ku cilên polîs li wî ne. Difikire, difikire, xwe bi xwe ra dibêje:

-Ev karmendê trênê şaş kirîye: dewsa min hişyar bikira, yê polîs hişyar kirîye.

“BAŞ E KU PIR DERENG NE MAME”

Merivek pê ra nagihîne di wextê xwe da xwe bighîne trênê û ji hevalekî dipirse:

-Gelo trên berî çend deqeyan çû?

Heval bersîvê dide, dibêje:

-Welle, eva du deqe jî tune.

Ew camêr hinekî beşerxweş dibe û dibêje:

-Baş e, ku pir derengî neketime!

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev