Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

DERDÊ EVÎNÊ

DERDÊ EVÎNÊ

Sêvdîn hotêla ‘Rossia’, hiz ne dikir. Rast e li navenda bajarê Moskva bû, cîhê wê xweş bû, lê dîsan jî gava navê wê hotêlê didan, gotineke pîrka wî dikete bîrê – “xiringêle”. Qet nizanibû ew peyv ji ku hatibû, lê gava gelek merî li cîhekî berev dibûn, her yekî tiştek digot û guh ne didane hev; pîrikê digot “xiringêle ye”.
Û li hotêla ‘Rossia’ herdem xiringêle bû, bi şev û bi roj…

Lê Memê li wir xwest. Ew li wir dima û ne dixwest here cîhekî mayî. Sêvdîn bixwesta, nexwesta gerek biçûya; Memê hin mêvan bû, hin jî çend saleka ji wî mezintir bû. Qedrê dinê bû.
Ew ji perê şiher dihat, lema zû ji mal derket û wek bîst hûrdemî zû gihîşte cîh. Berê hinekî li wan der, doran gerya, wek deh hûrdema jî xwe wir mijûl kir, paşê çû hundur. Bi rastî jî xiringêle bû. Wî ji xwe re qahwek hilda û cîhekî usan rûnişt, wekî hatina Memê bibîne.
Memê, çawa gotibû, rast demjimêr yek hate xwar. Sêvdîn bi carekê ve ew nas ne kir, ne tiştê bawer kirinê bû; ji wî mêrê zerînî, bejnbilind, bi dest û pê, çavên bi agir ve tijî; hema bêjî tişt ne mabû. Diran sêrek bibûn, pişt neyîseyî kûz bibû û bi dar xwe digirt. Sêvdînê paşê texmîn bike, wekî di çevan da jî merûm bûye.
Dilê Sêvdîn êşîya, ha-hanga ji cîhê xwe rabû û pêşîya Memê da çû. Gava nêzîk bû, bi beşereke vekirî milê xwe vekirin û xwest wî hembêz bike. Lê Memê tenê gopalê destê xwe ji destê rastê guhaste destê çepê, destê rastê direjî Sêvdîn kir û got:

– Roja te xêr.
Destê wî neyîseyî diricifî.
Sêvdîn şaş û metel ma, milê wî di ber da hatin xwarê û wî jî bêyî dilê xwe destê xwe direj kir û got:
– Bi xêr hatî. – Lê dîsan jî kete bin mila, bir ser kursîkî da rûniştandin, bi xwe ji ser kursîyê pêşber rûnişt û vê carê bi beşereke xweş xêrhatina wî kir.
– Wey tu ser çevan ra hatî, ez şa bûm min tu dîtî.
Ser dêmê Memê tu tişt nehat guhastin, wî bêyî dilê xwe bersiva Sêvdîn da:
– Çevê te ser gula be, xwedê sihetê bide te. – Wî li Sêvdîn ne dinhêrî. Sêvdîn texmîn kir, wekî tiştek ne bi dilê Memêye, lê dîsan jî xwest germayê bide sohbetê.
– Hê! Sal çawan diçin, ha. Ev bû çend sal me hev ne dîtya?
Memê dîsan bêyî dilê xwe bersiv da:
– Nizanim, ez jimara sala di bîra xwe de xwey nakim.
Sêvdîn dît, wekî Memê bêyî dilê xwe dipeyive, mijara sohbetê guhast:
– Çi dikî, çi nakî, rojên xwe çawan derbas dikî?
-Qet tiştekî jî nakim. Ji xwe ra di mala xwe da rûniştime. Me ewqas kir berga çi girt, wekî niha dîsan bikin. – Memê her tişt bêyî dilê xwe digot. Lê hê jî Sêvdîn wê bawerîyê bû, wekî wê ji wî re li hev bê beşera Memê xweş bike û got:

– Camêro, em çira li vir rûniştin, ka em herin rêstoranê, araqekê, şeravekê, me ewqas sal hev nedîtîye. Lê em carekê kasê xwe li hev nexin!
– Xwedê ber destê te kêm neke, ez ne araqê, ne jî şeravê dixwezim. Ez ê tenê qaweke bê şekir vexum, ew ê ji em dikarin li vir jî vexun.
– De na, ha, vira çîye, em herin ji xwe re rêstoranê, dibe temê me bikşîne tiştekî jî.
– Na, ez naxwezim herim rêstoranê, seva min li vir hê xweş e. Araq, şerav jî êdî ev deh, donzdeh sale min devê xwe ne dayê. – Memê bi dengekî ku tu hesîn tê de tune bûn, got. Hê zû di wî dengî de hêrseke fetisandî dihat texmîn kirin.
Sêvdîn jî êdî dengê xwe ne kir, rabû çû bûfêtê, du qahwe, ji bo Memê bê şekir, hinek şokolad bi aveke medenî, lîmonadekê ve anîn, danîn ser masê û dîsan di cîhê xwe da rûnişt.
Memê bi pişta destê xweyî rastê şokolad û lîmonad ber bi Sêvdîn def dan û got:
– Ez van jî naxum, di wan de şekir zêde heye.
Hinek sertî di van kirên û gotinên Memê da hebû û ew yek Sêvdîn xweş nehat. Wî serederî ji rewşê dernedixist, ka ji bo çi Memê bi wî re usan serê poz dipeyive.

Dêmê Memê şidyayî bû, mirov tirê ancax hevsarê hêrsê di hundur xwe de zevt dike. Sêvdîn wê bawerîyê bû, wekî Memê wê bi dîtina wî şa bibe, lê berovajo, wî çi jî digot, çi jî dikir, wekî wê rewşê biguhêze, medê Memê xweş ne dibû. Wî nikaribû fem bike ka sebebê vî mede-mirûzî çîye. Çiqwas fikirî tiştekî usan ne hate bîrê, wekî ji wê hêrsa Memê rabe. Usa dihat texmîn kirin, wekî tiştekî biçûk bes bû ku Memê bide der. Erê, ew xeyset berê jî bal wî hebû, car dibûn bê sebeb kêfa wî diket, yan ji sebeb tiştekî usan biçûk dibû, wekî ne hêja bû seva wî tiştî mirov hêrs bibe. Lê dîsan jî Sêvdîn fem ne dikir, ka çi bû sebeb. Dor deh, panzdeh salan hev ne dîtibûn, ew çi tişt bû, wekî Memê ewqas sal di bîra xwe de xwey kiribû.
Erê, dor sî sal berê ji bo Narê dilmayînek di navbera wan de çê bû, lê wî ji mêj ve ew ji bîra kiribû. Hemîn Memê bi xwe carekê ji wî ra got, ‘Hê baş e, em wê yekê bîr bikin’.
Ev ne dîharî ne bi dilê Sêvdîn bû, hela ew ji hatina xwe poşman jî bû. Û wî jî êdî dengê xwe nekir; qahwa xwe bi şokoladekê û gulmek lîmonad ve vexwar ji sivrê vekşya. Dixwest bihêle, here jî, lê xwe girt, çi jî hebûya, çûyîna ewqas zû ne baş bû.

Demekê usan bêdeng bûn, paşê Memê carekê kuxîya, xwe sparte pişteka kursî, cîhê xwe xweş kir, di hindav de serê xwe bilind kir, li çavên Sêvdîn nihêrî û bi dengekî bi kel û agir va tijî, qey bêjî ev êdî ew kesê gava dinêyî mest nîn bû, got:
– Wekî te hingê destê min û Narê ji hev ne qetanda, ha wê nehata serê min. Derdê evînê ez bi çola xistim, ez şil û şet kirim. Min hingê ji te ra got jî, lê te gotnên min ber tiştekî hesab nekirin. Kirina te dijminayî bû û heta ez xweş bim, wê ji bîra min neçe. Hela min dixwest te bikujim jî, lê min ne kir. Min zanibû êdî rêya vegerandina Narê tune. – Hinekî bêdeng ma, paşê gotina xwe bi dengekî nizm û serî di ber da domand:
– Min ji te lava kir, tu hema mehekê, bîstekî jê dûrketayî, wê dîsan ji min re ne bûya derdekî ewqas mezin. Bira dîsan paşê hûn bigihîştana hev. Lê te ez pêpes kirim, evîna min pêpes kir, dilê min pêpes kir, ruhê min pêpes kir… – Wî serê xwe kire ber xwe û xêlekê bêdeng bû. Paşê serê xwe neyîseyî bilind kir û gotina xwe domand:
– Heta hingê dinîya ser guhekî min bû, min kesekî tayê xwe ne didît. Min li esmana perweze dide û kesên ser erda qet ne didîtin, yan jî ji jor de li gişkan dinhêrî. Lê te ez ji esmana anîme xwar, avêtim bin lingan. Erê, anîme xwar û avêtme bin lingan…Vê carê Narê ya te bû, tu ber perê esmana bûyî, te ji jor da li min dinhêrî û dikenyayî. – Hinekî bêdeng ma, paşê dengê xwe bilind kir:

– Rast, mîna mêra bêje, tu min ne dikenyayî? – Ew êdî hêrs dibû. – Ez zanim, niha jî tu min di vî halî de bibînî, dilê xwe xweş dikî. – Serê xwe berjêr kir, çend caran bir û anî, vê carê bi dengî milahîm got: – Tu zanî keç û jinan ez hiz dikirim, ez jî gelek caran bengî bûm, lê min di jîyana xwe de tu kes weke Narê hiz nekir, ez hazir bûm seva wê jîyana xwe bikim cangorî. Dibe tu niha bikenî, lê rojê hevt cara min jê re digot: “Ez qurbana te bim”. Erê, min bi dil û can dixwest ez xwe qurbana wê bikim. Lê te ew ji destê min derxist û dewsa evîna rengîn kulek kire dilê min. Kula ku roj bi roj cîhê xwe fire kir, heta ez serdapê zevt kirim, ez kel û kût kirim û gihandime vê rojê. Min zanibû derdê evînê girane, lê heta nehate serê min bi xwe, min nizanibû ku mirov dikare bin wê giranîyê de taba xwe neyne, ew derd dikare mirova bigihîne devê gorê. Erê, devê gorê, ez pêşîya xwe êdî tu tiştekî mayî nabînim.
Wî hevoka dawî bi dengekî ewqas nizm got, wek ancax dihat bihîstin. Paşê serê xwe anî xwar û demekê bêdeng bû. Sêvdîn xwest di vê navberê de tiştekî bêje, lê Memê destê xwe nayîsyeî bilind kir, yan; ‘hela bise, min gotna xwe temam ne kirîye’. Û gotna xwe berdewam kir:

– Te usan ne kira, zû, derng em ê ji hev dûr ketana, min nikaribû jin, zarê xwe bihîştana, bi wê ra bizewicyame. Wê jî tu caran besa zewacê ne dikir. Min ew hiz dikir, dûrketina me, çawa jî hebûya wê ez biêşandama, lê wê zû, dereng bihata ji bîra kirin. Lê te… Ez nizanim te çawan kir, çi kir, wekî delalya ber dilê min bi carekê va berê xwe ji min guhast. Rojekê ez ne dîtama, wê dîn bûya, lê te bi carekê va ji min dûr xist, bi carekê ve ez dame ji bîra kirinê. Ma cin bi te re hebûn, tu sêrbaz bûyî, kê bûyî, wekî te karibû me, evîndarên rojekê bêyî hev nikaribûn bijîn, bi carekê va ji hev dûrxî? – Wî got, berê xwe ji Sêvdîn guhast û cîhekî ne dîyar nihêrî.
Ji van gotinên Memê hêrsa Sêvdîn jî rabû, bi rastî Memê niha neheqî li wî dikir. Lê rewşa Memê fem kir, karibû wê hêrsê di hundur xwe de bifetisîne û bi dengekî nizm bêje:
– Memê, hêrsa te rabûye, tu çi dixwezî dibêjî. Lê usa nîn e, min timê jî qedrê te girtîye û niha jî digrim. Û min tu caran ji jor de li xelkê ne nihêrîye, kî dibe, bira bibe. Lê çi tê pirsa min destê te û Narê hev qetandîye – ne rast e. Berî tu bêyî bal min, ew şeş mehe bûn ez û Narê rastî hev dihatin û te jî zanibû. Tê bîra te, tu bi zare xwe ra bûyî, te em ber sînêma ‘Moskva’ dîtin. Me silav da te, kêf, halê hev pirsî. Te tiştek ne got. Wê rojê Narê ji min ra got, wekî hûn çend caran rastî hev hatine, tu germ û gur bûyî, lê ji alîyê wê dostanî bûye. Erê, dikaribû nêzîkayî hebûya, lê her nêzîkayî ne evîn e. Dîsan jî piştî hatina te min ji Narê ra got:

– Binhêre, dibe we ji hev hiz kirîye, lê ser tiştekî dilê we ji hev maye û di wê navberê da ez hatime û destê we ji hev qetyaye. Niha here baş bifikire, em ê du hevta, sê hevta rastî hev neyên. Wekî tu rastî wî bêyî, ez ê bê gilî, gotin dûr kevim. Lê piştî sê hevta tu gere biryara xwe bidî ka kî dixwezî. Narê girîya, xwe avête pêsîra min. Paşê ji hembêza min derket, hêsrên xwe paqij kirin, çavên xwe kutan çavên min û got: – Ez ji te hiz dikim û tu şertên te qebûl nakim. Yan tê niha ji bo wê bazara xwe lêborînê bixwezî û em ê vê bûyarê ji bîra bikin, yan jî em ê êdî tu caran rastî hev neyên. Ez qedrê wî digrim, lê ew ne hizkirine. Ez bi xwe birîyarê didim ka kî hiz bikim. – Wê rast digot. Lê min ew yek seva xatrê te kir, min seva xatrê te şaşî kir. Vê zêdetir te çi dixwest. Û ez ji gotina xwe poşman bûm, min lêborîn xwest, min ê êdî çi bikira? Memê, te rast got, tu li esmana bûyî, te ne dixwest kesî bibînî, te tirê her tişt gerek bi gotin û xwestina te be. Lema jî ev her tişt ewqas ser te giran rûniştye. Te çi dixwest, Narê ji min ra digot ‘ez te hiz dikim’, min jî bigota, na, here Memê hiz bike, erê? – Sêvdîn texmîn kir hêrsa wî jî radibe. Gotinên xwe temam kirin û serê xwe kire ber xwe.
Memê demekê bêdeng bû, paşê bi dengekî ku hê jî hêrsa fetisandî tê de dihat texmîn kirin ji nav dirana re got:
– Çi dixwezî bêje, te destê min û Narê ji hev qetand, lema ez ketme vî halî. – Wî got, hizingek da xwe û ji cîh rabû. Sêvdîn xwest milê wî bigre, alî bike, lê wî destê Sêvdîn ne girt. Bi xwe ji cîh rabû, gopalê xwe hilda destê xwe û bêyî xatir xwestin ber bi pêpelngan çû.

Sêvdîn dîsan di cîhê xwe de rûnişt, demeke kurt pey Memê dinhêrî, heta wî çivane da û ber çavên wî unda bû. Paşê serê xwe hilda nav herdu destên xwe û çavên xwe girtin. Çiqwes jî sertaya Memê ew hêrs kir, lê dîsan jî dilê wî seva Memê êşîya. Sebeb çi dibû, bira bibûye, rewşa Memê ne tu rewş bû. Û guman kete dilê wî: ‘Gelo rastî ku ye? Narê rastî bû, gava digot, ku ya wan tenê dostanî bûye, yan Memê rast e, wekî dibêje evîneke rengîn bûye? Eger rastî dostanî bûye, ji bo çi seva Memê bûye derdekî ewqas mezin, ku heta îro jî nikare ji bîra bike, sebebê vê rewşa xweye kambax di undakirina wê evînê de dibîne? Gelo Narê dikaribû rastîyê ji wî veşêre?’ Berê wê bawer nekira, lê niha êdî nizanibû.

Tosinê Reşîd

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev