Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Kurdistan di navbera du împêratorîyan da

Kurdistan di navbera du împêratorîyan da

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Vê carê me bona we çend beşên din jî amade kirine. Kerem bikin, bixwînin.

Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye, lê hela çap nebûye.
Wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

Kurdistan di navbera du împêratorîyan da

Perçekirina Kurdistanê bû sebeb, ku Kurdistan di navbera Tirkîyê û Îranê da rola bûfêrîyê bilîze. Bi gotina kurdan bi xwe, ew kiribûne dîwarê zêndî bona zexmkirin an jî sistkirina derbên miletên dijminên hev. Ew dîwar ji emirê kurda hatibû çêkirin, “ji xûn û qinêta kurda” – di nîveka sedsala XIXa da Mela Mehmûd Bayezîdî nivîsîye. Dîroknivîs gotinên sultan Suleyman Kanûnî yên zarxweş tîne, ku ewî ji diya xwe ra gotîye: “Min ew {eşîrên kurda} wek kela ji Gurcistanê hetanî Bexdadê danîne rêzê… Dijmin nikare ser wan ra derbas bibe û bê dewleta îslamîyê”(32). Dîwarê ji kurda çêkirî, ku tirka û fariza xwe pê diparastin, di destana Ahmedê Xanî ya “Mem û Zîn” da jî heye(33).

Bona xwe piş dîwarê ji kurda çêkirî biparêzin, ji navçeyên ser sînor merivên ji eşîretên kurda hildidane ser kar. Bona wê armancê herdu alî jî, alîyê tirka û fariza dema lazim bû, eşîrên kurda ji mentîqên mayîn jî dianîn. Piştî şerê Çaldiranê eşîrên heydêran û hevalbendên wan koçberî bakur, li Ermenîstanê kirin(34) û wana rex sînorê tirka yê nû bi cî kirin. Di dema hukumdarîya sultan Suleyman da pareke eşîra suleymanî ji navçeyên Meyafarqînê, Qulbê û Batmanê cîguhastî herêma Bayezîdê kirin û ewê yekê “nerazîbûneke mezin pêşda anî”, dema fermana “zêrandina wan eşîra û mîrên wan” derket(35).

Dema hukumkirina şah Abbasê Iê da, nêzîkî sala 1612a, 15 hezar kurd li ser sînorê Xorasanê cîwar kirin, bona ku ew sînor ji tirka biparêzin. Ew eşîrên çêmişgêzik û qereçorli bûn, ku di dema Nadir da, nêzîkî sala 1727a, ji Xorasanê ew koçberî Meşhedê kiribûn, ji ber ku ewana dijî wê yekê bûn, ku tevî hincirandina serhildana turkmena bibin û hela ser da jî zora eskerên bi serokatîya Îbrahîm-xan birin, ku Nadir ew şandibû.

Rewşa bûfêrîyê ya mal û milkên mîrên kurda firsend dida wan dema ku lazim bibe mêlgirtina (orîêntasyon) sîyasî biguhêrin, derbazî alîyê ji herdu dewleta yekê bibin. Gelek serokên kurda, ku di meydana şerê împêratorîya da bûn, mecbûr dibûn carna ji alîyekî xwe bidne ser alîyê mayîn. Lê dîsa jî statuya bûfêrîyê firsend dida eşîrên kurda û mîrîtîyên Hekarî, Erdelanê, Baban, Behdînanê, Soran hey hukumê sultan nas bikin, hey ya şah, lê di rastîyê da wana serbestîya xwe diparast, û bona gelek seroka ew leyîstikeke bi xeter, lê kardar bû(36). Lê ewê yekê ji gel ra gelek xirabî dianî.

Di nav gelek sedsala da welatê kurda bûbû darinde bona şerên Îranê-Tirkîyê. Derb her li axa kurda diket, û hesab yek bû, kê êrîş dikir û kê bi ser diket. Rewşa bûfêrîyê wêrankirin, kavilkirin, şehîdên bêhejmar dianî, pêşketina xwendinê û çande paş dixist, gelek kurd ji dest şerê du împêratorîya ji devê makîna goşthêranê derbaz bûn.

Eşîr bi kokê va dihatine qirkirinê. Ji bo nimûnê, zordarîyeke mezin li eşîrên dumbulîya û çîgînîya kirin, ew ji cî û warên kal-bava koçbar kirin(37). Berî destpêka şerê nû di navbera Îranê û Tirkîyê da, rewşa li Kurdistanê hildane bin kontroleke taybetî. Di salên 1610-1612a berî kampanîya Îraqê, şah Abbasê Iê êrîşî li ser herêmên mukrîya, beredosta, Erdelanê û Banê kir, bona wana bîne rayê.

Piştî zevtkirina kela Dimdimê, bi awakî hovîtî ji heq-hesabê eşîra mukrîya hatine der. Şah Abbasê Iê bi xwe berê xwe da kela Hewderê, dîwana xanê mukrîya, lê negihîşte kelê, der-dorê wê rawestîya. Qubed-xan Mukrî bi xwe berbi wî çû, lê bi piştmêrên xwe va hate kuştinê. Paşê, “giregirên der-dorê şah li hespê xwe yê ku wek bayê dibezîyan siyar bûn… û berê xwe dane kela Hewdel”, bona binecîya bizêrînin. “Kî dikete ber destê wan, dikuştin”, gunehê xwe li tu kesî nedianîn. 50-60 mukrîya bi hev va girê didan, dianîn bal şah, yê ku “bi çavsorî ew dişandine dinya walin (ruhê wan li dojehê şa dikirin). Bi wê ra tevayî çend eşîretên ne mezin jî ji bona wê yekê ji holê rakirin, ku “diçûne nav wan kesan, yên ku dijminê hukumetê bûn”(38).

Eşîreta mukrî û malbeta hukumdarên wê piştgirîya kar û barên Emîr-xan Beredost dikirin. Nonerê malbeta mîrên mukrîya Xan Ebdal xwe li kela Dimdimê veşartibû û tevî berxwedana wê bûbû. Qubed-beg Mukrî di wan deman da, bi gotina Îskender-begê Munşî, serxwebûn dest anî û alî “eskerên altindar ne kir, yên ku hewl didan kela Dimdimê zevt bikin”. “Hela hate bêlûkirinê,- dîroknivîsê di dema şah Abbas da dinivîse,- ku wana {mukrîya} hertim bi serleşkerên rûmîya û dijminên ewê dewletê ra di nav pêwendîyan da bûn û piştgirîya rûmîya dikirin”.

Şah Abbasê Iê ji gişka pirtir ji bo wê yekê ber xwe diket, ku mukrîya piştgirîya mîrê beredosta dikir. Piştî wan pêwendîyan ew herdu eşîrên kurda ya xwe kirine yek, hev girtin û îdî hew şerê hevdu kirin. Ev yekîtîya eşîra bû sebeb, ku daxaza dijmin bi ser ne ket, ku dixwest kurd bi xwe hev kevin, qira hev bînin.

Emelên cezakirinê hindava hukumdarê Banê, xanê Erdelanê jî hatibûne amadekirinê, lê evê dawî ji tirsa ku wê wî bikujin, çarşeva sipî li xwe kir, şûrê xezebê bi situyê xwe va aland û bi xwe çû cem şah. Şah Abbas baxşande mîrê Banê û hela ser da jî ew xelat kir, lê bi dîtina Îskender -xan Mûnşî, ji holê rakirina wî “ji bo dewletê baştir bû”(39). Wek xuya ye, hukumdarê Banê, ku carna “nîşanên destpêkirina serhildanê û nerazîbûnê li bal wî hebûn”, bi mîrê Beredostê û Mukrî ne li ser bawerîyekê bû, lê dîsa jî piştgirîya wan dikir û ew yekîtîya di nav serekên kurda da planên împêratorîyan tevlihev dikir.

Şah Abbas sê cara êrîş bire ser mîrê Erdelanê Xalo-xan, yê ku hema bêje hukumdarekî serbixwe bû. Ew êrîş serketin ne anîn, û şah taktîka xwe guhart û dest avîte rêyên dîplomatîyê. Hukumdarê ku gurra şah ne dikir, bi destî Xan Ahmed-xan, kurê Xalo-xan û zavayê şah hate kuştin, lê mîrê teze bû hevalbendê şahê Îranê.

Dû ra hukumdarê Erdelanê ji bin hukumê Sêfêvîda derket. Ewî mentîqên ji Kêrmanşahê hetanî Ûrmîyê zevt kirin, Rêwandûz û Îmadî xiste bin destê xwe, hukumdarên Soûcbûlakê û Mêragê kivş kirin û destpê kir perên bi navê xwe derxistin(40). Malbeta Erdelana derheqa serxwebûna xwe da îlan kir.

Zureta malbetê Xan Ahmed-xan zoraya malbetê parast, lê sed salên pişt ra, heta nîveka sedsala XVIIIa, Kurdistana Erdelanê gelek dijwarî û zehmetî dît. Herêm ji hev diçû, sal bi sal xelayî bela dibû. Piştî hatina hukumdar Xusrow-xan ra (1756/57-1790/91) jîyana aborî û sîyasî destpê kir gulveda. Kronîstên Erdelanê navê Mezin li wî kiribûn, lê şair ew bi nav dikirin wek şahinşah, hêvîya hemû kurda(41). Xusrow-xanê Mezin yek ji sîyasetmedarên herî bi nav û deng bû di Îranê tevê da, bi aktîvî tevî şerê derebega yê ji bona bidestxistina hukum dibû, piştî mirina Kerîm xanê Zend yek ji navzadên text û tacê Îranê bû.

Di wê rewşê da di nav malbetên hukumdarên kurda da komikên bi mêlkêşîya Îranê (proîranî) û Osmanîyê peyda dibûn. Orîêntasîya (mêlgirtin) wan hetirm diguhêrî, lê di hemû rewşên sîyasî da ew yek alî mithîmtîya (stabîlî) rewşa malbeta mîra dikir. Malên hukumdarên mentîqên li ser sînor dema ku orîêntasîyona xwe ya sîyasî diguhêrandin, serxwebûna xwe diparastin(42), û ew yek di şertên anegor da dikaribû pêvajoya konsolîdasyona kurda ya êtno-sîyasî bida lezkirinê.

Berxwedana kurdan

Demên ji sedsala XVIa heta sedsala XVIIIa bi berxwedanên kurda va tije bûne. Eşîreta, herêma, hukumdar û qiralîyet gelek serhildan kirine. Kurdistan di rewşeke usa da bû, ku kes nikaribû zora wê bibe û hertim ji bo berxwedanê amade bû.

Di dema êrîşa qizilbaşa ya di destpêka sedsala XVIa da Kurdistan bi mêrxasî ber xwe da. Şah Îsmayîl sê cara hewl da Cizîrê û mîrê Botan Şeref bîne rayê, lê nikaribû, ew yek ji wî ra li hev nehat. Axil jî ber xwe da, eşîretên mukrî û suweydî hukumê Sêfêvîda nas ne dikirin. Çêmişgêzikê da destbi serhildana eşîreta malkişî bû.

Mîrê suweydîya, ku hukumdarê Çabekçûrê û Xencûkê bû, bi qizilbaşa ra şerekî giran danî û zora wan bir. Bi gotina Şeref-xan Bîtlîsî şer hevt roj û hevt şeva kişand: “şerê bi şûr û mertala da milet gelek hate qirê”. Serleşkerê fariza xwe li riya revê girt û hemû kon, hesp û hebûna mayîn ketine destê kurda. Şah Îsmayîl çend cara esker şand bona “qirkirin û ji holê rakirina” mukrîya, lê mîrê wan Sarum her cara bi ser diket. Di salên 1506/07 a da şah eşîra şamlu ser Sarum da şand. Lê Sarum himberî wan jî bi ser ket û aminaya xwe hindava sultanê tirka dîyar kir.

Di salên 1566/1578a da xwesma Kubed beg îbn Sultan Huseyn li Behdînanê bi xurtî şer kir, ku sultan ew wek hukumdar kivş kiribû û eşîret dij wî derdiketin, wî kuştin û hukumê birayê wî yê biçûk Beyram beg nas kirin. Emelên cezakirinê hindava “tevlihevkarên Îmadîyê” ne gelekî kardar bûn, ji ber wê jî tirka Beyram beg şandin bona tevî kampanîya Pişkavkazê bibe, lê dema vegera wî ya ji rêwîtîyê, ew kirine hebsa Erzurumê û dû ra jî darda kirin. Serhildana li Îmadîyê ser demekê hate hincirandinê, lê hukumê sultanê tirka di van navça da mehkem nîbû.

Di salên 80î yên sedsala XVIa li Cizîrê jî nerazîbûneke mezin serî hilda hindava serokatîya merkezê da. Wira ser demeke dirêj, weke 70 sala, mîr Bedir beg hukum dikir, ew himberî hema bêje hemû êrîşên sultan Suleyman Kanûnî şer kirîye, lê bi dîtina Suleyman Kanûnî, ew gelek berk û mukur bû. Gava piştî mirina wî li Botanê di navbera du nonerên malbetê da şerê bona bidestxistina text û tacê mîrîtîyê tevrabû, serokatîya tirka destxweda tevî wî karî bû. Tirka ew heqê ku sultan Suleyman dabû eşîreta bona bi xwe mîrê xwe hilbijêrin (hukumdarên Botanê serekên eşîra botîya bûn) înkar kirin, mîr Şerefê ku ji alîyê eşîretê da hatibû hilbijartinê, ji text avîtin, û hukum dane neyarê wî. Hela ser da jî, hemû terefdarên mîr hesibandin wek kesên bêamin û xêrnexwaz û hindava wan da emelên cezakirinê pêk anîn. Rûyê wê yekê da temamîya eşîra botîya serî hilda, û berxwedana wana ewqas xurt bû, ku dîwana osmanîyê mecbûr bû “heqîya daxazên” mîr Şeref nas bike.

Ji quweta Portoyê der bû serhildana li Xezoyê (Sasûnê) jî ya di salên 1595/96a bipelçiqîne, hukumê mîrê Sasûnê wek berê xurt bû û usa jî ma. Serhildana eşîreta suleymanî, ku koçbarî Bayezîdê bûbûn, usa gumreh (xurt) bû, ku sultan ferman da eşîretê bi hovîtî bizêrînin(43).

Di “Abbas-namê” da derheqa êrîşa eskerên şah li ser Makûyê tê bîranînê û li wir qala wê yekê tê kirinê, ku nêzîkî salên 1505/06a cezayên mezin dane gelek kurdên ji eşîra mehmûdîya(44). Xudanê pirtûkê destnîşan dike, ku “eskerên serketî gelek cebirxane jî zevt kirin”. Di sala 1616a kurdên herêma Salmasê serî hildan. Bona pelçiqandina şervana eskerên ordîya cî şandine ser wan(45). Gorî “Abbas-namê”(46), di salên 1630/31ê “kurdên bêbext bi komeke mezin va” nêzîkî Hîcepûlê bûn, ku warekî nêzîkî Tewrêzê bû, bona wî warî bişêlînin. Eskerên ku xwe bi wan ra gîhandin, nehîştin Tewrêz bê zevtkirinê, û di wî şerî da gelek kurd şehîd ketin. Sala 1655a eşîrên êzdîya li Dîyarbekirê serhildan kirin, û serekê êxpêdîsyona li Sincarê Firarî Mustefa-paşa bû(47).

Di dawîya sedsala XVIIa li Kurdistana Başûr-Rohilatê serhildana kurda ya here mezin di wê sedsalê da qewimî. Serokatî li serhildanê dikir Mîr Suleyman Babê (jê ra Baba Suleyman, Suleyman-beg, Suleyman-paşa jî dihate gotin), û serketinên mîrîtîya malbeta Baban ya nisleta pênca, û ya dawî, bi navê wî va têne girêdanê. Muhemmed Şerîf Qazî serhildana Suleyman beg Babê bi nav kirîye wek serhildana “dijî serokên Îranê û Tirkîyê”(48). Suleyman beg bêhesab esker da ser hev û “destpê kir herdu dewlet, Îran û Tirkîya, şêland û wêran kir”(49), heta ku sala 1699a ordîya qizilbaşa li besta Merwanê zora wî bir. Paşayê Bexdayê bi eskerekî mezin hate Kîrkûkê, ferman da mîrê Baban bigrin, darda bikin, bona koka “ewê kula Osmanîyê” ji binî va biqelînin(50). Suleyman beg revî Îstembolê û sala 1699a li wir jî di hebsê da mir.

Serleşkerê Îranê piştî hincirandina mîrê Baban ferman derxist “binecîyên Kurdistana Erdelanê ji holê rakin”, (gorî îzbatîyên kronîknivîsan, ji serê wana minare çêkirin). Bi gotina dîroknivîs Muhemmed Şerîf Qazî, him binecîyên Erdelanê, him jî hukumdarê wan Muhemmed-xan Erdelan “piştgirîya Suleyman-paşayê Baban dikirin”(51).

Serhildana, ku Suleyman beg Babê serokatî lê dikir, bi hovîtîyek mezin va hate hincirandinê, ji ber ku kurda dixwestin di Kurdistana Başûr-Rohilatê da yekîtîyeke xurt çê bikin û serxwebûnê bi dest xin. Ji bo serketinên eskerên şah, li Îsfahanê şahîyên bi heytehol hatine derbazkirinê, û eskerên ku ji Kurdistanê vegerîya bûn, bi hewar-gazî û qîrîn weke 500-600 serên jêkirî dibirin, ku wana bi şîşa va kiribûn.

Di dehsalîya pêşin ya sedsala XVIIIa da eşîra bîlbas serî hilda, ku li ser piranîya axa mentîqên bakur yên Azirbêcanê bigre, hetanî axa Baban dima û hukumê tu yekî nas nedikir. Bi dîtina L.Lokart serhildana kurdên bîlbas “bi qezîya bû” û ji bo pelçiqandina wê hukumdarê paşalixa Bexdayê gelek hereket xerc kir.

Sala 1715a Îranê da destbi serhildana kurda bû, ku çendik-çend sala kişand. Şervanên kurd çend cara gihîştine paytext, Îsfahanê jî. Di salên 1743/44a da di herêmên Xoy û Salmasê(52) da eşîra dumbulîya serî hilda. Reyatên Azirbêcanê jî xwe gîhandine wana, yên ku ji bacên di dema Nadir da ne razî bûn. Bi dijwarîyeke mezin serhildana dumbulîya hincirandin(53). Di dawîya sedsala XVIIIa da, dema hukumdarîya Axa Muhemmed-xan Kecar da (1779-1797) hindava xanên Kurdistanê û Farsê yên nerazî çend cara emelên cezakarîyê pêk anîn.

Sala 1789a Ebdurehman-paşa Baban li mîrîtîya Baban hate ser hukum, ku serokatî li serhildaneke nû ya kurdên baban kir. Serhildana Ebdurehman-paşa, ku di sedsala XIXa da jî berdewam bû, êtapeke nû bû di berxwedana kurda da, dema ku wê eşkere daxaza xwe dîyar dikir, ku ji bin nîrê Tirkîyê û Îranê derkeve.

• • •

Di sedsalên XVa û XVIa kurda bi awakî hêdî-hêdî, bi dijwarîyeke mezin nerazîbûnên di navbera eşîra hel dikirin û bere-bere xwe li riya yekîtîyê digirtin. Lê perçekirina Kurdistanê di navbera Tirkîyê û Îranê da bû sebebê wê yekê, ku kurda careke din xwe li riya derebegîyê girtin. Sebebekî wê yekê sîyaseta Tirkîyê û Îranê bû, ku hertim serekên kurda radikirine rûyên hev, di navbera wan da şerê navxweyî çê dikirin.

Lê dîsa jî, mîrîtîyên kurda, ku di bin hukumê Tirkîya Osmanîyê û Îranê da bûn, mînanî berê wek struktûra civakî-sîyasî diman, di nav wan da daxaza dewletbûnê xurttir dibû, bi hemû cûrên perçekirin û parevekirinên Kurdistanê ra tevayî, axa kurda di hêla kultûrî-sîyasî da wek axeke yekgirtî bû.

Ne şer, ne perçekirina Kurdistanê nikaribûn yekîtîya kurda biteribînin, ji hev bêxin û wana hîç dema bi sînorên jihevcudakirinê ra razî nebûne, ku sultanên Osmanîyê û şahên Îranê bi destî zorê li situyê wan va kiribûn.

Wek ku hemû sedsalên dîroka kurda da, di sedsalên XVI-XVIIIa da jî eşîretên koçer mentîqên Kurdistanê ji xelayê diparstin, ne dihîştin, ku milet ji rûyê şera da ji birçîna ji dest here, pêşîya wêranîyê û şêlandinê digirtin. Nonerên malbetên bi nav û deng di demên hewar-gazîya, xwe li koçera digirtin (ji zozanekê diçûne zozaneke mayîn)(54). Çiya, zozan û eşîr wek berê ji bo kurda bûbûn hêwirgeh û pişt.

Di sedsalên XVI-XVIIa da welatê kurda hate ser wê bawerîyê, ku yekîtî ser her tiştî ra ne û ew yek di nivîsên Şeref-xan Bîtlîsî û helbestên Ahmedê Xanî da xuya dibin. Ahmedê Xanî raste-rast digot, ku lazim e kurd bin hukumê xwedî-xudan, an padişahekî da bi sîyasî hevdu bigrin. Derheqa wê yekê da şayîr gelek sade û kûrfikir nivîsîye: “Eger hebûya me hukumetek…”, an jî “Ez mame di hikmeta Xwedê da, Kurmanc di dewleta dinê da, A ya bi çi wechî mane mehrûm, Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?”(55). Ahmedê Xanî mayîna bin destê tirka û Îranê da ji bo gelê kurd şermezarîyek dihesiband, lê bi bawerîya wî gerekê “hukumdar û mîr” ji wê yekê şerm bikin.

Dijîhevderketina împêratorîyayên Osmanîyê û Sêfêvîda li Kurdistanê pêvajoya dîroka kurda ya normal şerpeze dikir, prosêsên hevgirtina êtno-sîyasî derengtir dixist. Kurd di xwe da diqacqicîn, lê li benda dema xwe bûn, ku di sedsala XIXa da careke mayîn serî hildin.

Jêrenot

  1.  Mêla Maxmûd Bayazîdî, Kîtab-a tavarîx-ê cadîd-ê Kûrdîstan. Wergera ji fransî li ser rûsî: A.D.Jaba. – Arşîva Akadêmîya Rûsîyayê ya Zanyarî, fond 2, op. 1-(1865), hejmar 20, lîsteyên 58-59.
  2.  Axmêd Xanî . “Mam î Zîn”. (Ahmedê Xanî “Mem û Zîn”)., rûpel 52.
  3.  V.NÎkîtîn. Kurd, rûpel 247.
  4.  Şaraf-xan Bîdlîsî. Şaraf-namê. Cilde 1, rûpel 320-322.
  5.  M.M. van Bruinssen. Agha, Shaikh and State, p.155.
  6.  Şaraf-xan Bîdlîsî. Şaraf-namê. Cilde 1, rûpel 373.
  7.  Îskandar bêk Tûrkman. (Îskender beg Turkman). Tarîx-î alamara-îy Abbasî. Cilde II, Tehran. 1915, rûpel 812-813.
  8.  Dîsa li wir, rûpel 814-815.
  9.  Xûsrav îbn Muxammad Banî Ardalan. Xronîka, rûpel 76-79, 122.
  10.  Max Şaraf-xanûmna (Tarîx-î Ardalan). Mah Şeref xanim Kurdistanî, (Dîroka Erdelanê), rûpel 117-135.
  11.  S.S.Gavan. Kurdistan, Divided Nation of the Middle East. L., 1958, p.30.
  12.  Şaraf-xan Bîdlîsî. Şaraf-namê. Cilde 1, rûpel 172, 174, 198, 308, 320-321, 338.
  13.  Abbas-namê. Tarîx-î şax Abbas-s Sanî. Ta ê’mad-od Dewlê Moxammad Taxîr bîn Xûsêyn-xan Kazvînî Motaxallês bê Waxîd. Destnivîsarên Para Sankt-Pêtêrbûrgê ya Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmiya Rûsîyayê ya Zanyarî, hejmar S 481 (5741), lîsta 54a.
  14.  Î.P.Pêtrûşêvskî. Oçêrkî po îstorîî fêodalnîx otnoşênîy v Azêrbaydjanê î Armênîî v XV – naçalê XIX vêka. Nivîsên derheqa dîroka pêwendîyên fêodalîyê li Azirbêcanê û Ermenîstanê di sedsala XVa – destpêka sedsala XIXa. L., 1949, rûpel 291.
  15.  Abbas-namê, lîsta 76b.
  16.  Evliya Celebi in Diyarbekir, p.107.
  17.  Zûbdat at-tavarîx-î Sanandadjî, lîsta 17.
  18.  Max Şaraf-xanûm Kûrdîstanî. Xronîka doma Ardalana (Tarîx-î Ardalan). Mah Şeref xanim Kurdistanî, (Dîroka Erdelanê), rûpel 82.
  19.  Zûbdat at-tavarîx-î Sanandadjî, lîsta 199a, 200b.
  20.  Dîsa li wir, lîsta 200b.
  21.  Mûxammad-Kazîm. Namê-îy alamara-îy Nadîrî. (Pirtûka nadirîya, ku cihanê dixemilîne). Cild III. Weşandina têkstê, pêşgotin û redaktorîkirin N.D.Mîklûxo-Maklay kirîye. M., 1966, lîsta 27b.
  22.  N.V.Pîgûlêvskaya, A.Y.Yakûbovskî, Î.P.Pêtrûşêvskî, L.V.Stroev, A.M.Bêlênîskî. Îstorîya Îrana v drêvnêyşîx vremen do konsa XVIII vêka. (Dîroka Îranê ji demên buhurî hetanî dawîya sedsala XVIII). L., 1958, rûpel 310, 324.
  23.  Zûbdat at-tavarîx-î Sanandadjî, lîsta 34.
  24.  Axmêd Xanî . “Mam î Zîn”. (Ahmedê Xanî) “Mem û Zîn”.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev